Li Amerîkayê di sala 2011an de astengiyên li hember leşkeriya jin û mêrên hevzayend hatibûn rakirin û niha heman xebat bo LGBTyiyan jî tê kirin. Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter daxuyand ku piştî 1ê Tîrmeha sala 2017an kesên LGBTyî bêyî ku nasnameya xwe ya zayendî veşêrin wê karibin beşdarî artêşê bibin.
Ji aliyê din ve hate gotin ku ji 1ê Cotmeha sala 2017an û şûnde hemû xizmetên tenduristiyê LGBTyiyên di nava artêşê de wê aliyê Wezareta Parastinê bên kirin.Wezaretê da zanîn ku wê astengiyên li hember guherîna zayendê bên rakirin û mesrefên di vê çarçoveyê de jî wê ji aliyê wezaretê bên dayîn.
Hejmara Artêşa Amerîkayê 1,3 milyon û li gorî texmînan li nava artêşê bi qasî 2 hezar û 500 kesên LGBTyî hene. Heta sala 2011an kesên hevzayend dikaribûn tevlî artêşê bibin lê bi şertê veşartina nasnameya zayendî.
ji Sputnik
DYA etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

Obama bo piştevaniya hevzayendan dê li New Yorkê peykerekî biçikîne
Li gorî nûçeya Washingtonpostê, Serokê Dewleta Amerîkayê Barak Obama, li herêma Greenwich Village ya girêdayî bajarê New Yorkê dê peykerê sembolîk ya bo 'mafên hevzayendan' biçikîne. Tê gotin ku ev tevgera Obama ji aliyê gelek kesan ve tê destek kirin û Obama di rêya 'Serokê biryarên ewilîn' bi îstiqrar dewam dike.
Hêjayê gotinê ye ku Dadgeha Bilind ya Amerîkayê di sala 2015an de diyar kiribû ku li pêşiya zewaca hevzayendan ti astengî nîne. Li ser vê yekê Koşka Spî di malpera xwe ya Twitterê de biryara dadgehê pîroz kiribû û gotibû: 'Evîn bi ser ket'

Serokê Zembaboyî bo Obama: Ka em bizewicin
Serokê welatê Zembaboyî daxwaz ji serokê Emerîka Barak Obama kir ku hevsergîriyê li gel wî bike eve jî piştî wê yekê hate ku Obama piştgîriya xwe ji bo hevsergîriya hevregezbazî nîşan danbû û ew yek bi serkeftina welatên xwe wesif kiribû hatiye.
Robert Mogabî, serokê Zembaboyî ku yek ji dîktatorên Efrîqayêye daxwaz ji Obama kir ku pêre bizewice û bibin yekem du hevserên hevregez li Zembaboyê.
Mogabî di tiwîteke xwe de nivîsiye: Eger Obama bixwaze hevsergîriya hevregezî li welatê min cî bi cî bike ezê yekem kes bim ku wê marê bikin daku bibe başirîn nimûne.
Barak obama hikumê dadgeha bilind a Emerîkayê bi rêdana bi hevsergîriya hevregebazan bi serkeftina welatê xwe wesif kir.
ji Xendan

FDA xwest qedexeya bexşa xwînê bê nermkirin
13. 05. 2015
Tevî welatên Ewropayê, DYA’yê jî daxwaz kir ku qedexeya bexşa xwînê ya ji bo hevzayendan bê nermkirin.
Daîreya Derman û Xurekê ya Amerîkan (FDA) daxuyaniyek da û diyar kir divê qanûna ku bexşa xwînê ya hevzayendan qedexe dike bê nermkirin. FDA’yê li şûna vê qanûnê daxwaz kir ku bila şertê beriya salekê ketine têkiliya zayendî yan na, bê anîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di tevayî temen de qedexekirina bexşa xwînê newekhevî ye.
DYA’yê di 1983’an de di dema ku vîrusa AIDS’ê belav bibû ji bo mêrên hevzayend qedexeya bexşa xwînê anîbû. Ji sedî 7’ê nifûsa welat, mêrên hevzayend pêk tînin. Di rojên buhrî de hinek Saziyên Civaka Sîvîl û endamên Kongreyan ev mijar anî rojevê.
Bexşa xwînê, ligel hevzayend an bî-seksuelan, ji bo jinên ketine têkiliya zayendî, kesên tiryakê bikar tînin derbasdar e.
ji ANF

New Jersey Rêkê Dide Zewaca Homoseksualan
19.10.2013 17:57
Dadgeha bilind ya wîlayeta New Jersey, li rojhilata Amerîkayê, radigihîne ku homoseksual dikarin li wê wîlayetê bizewicin.
Dadgeha bilind ragihand ku her li roja Duşemê, 21’ê meha 10 vir ve kesên homoseksual dikarin li New Jersey dişên bizewicin.
New Jersey bû 14-emîn wîlayet li Amerîkayê ku rêkê bide zewaca homoseksualan.

ji VOA
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)