Li gorî agehiyên berdest, meha Adarê
li paytext Berlîna Almanyayê penageheke taybet tê vekirin ku dê 120
kesên LGBTÎ pêşwazî bike. Hate ragihandin ku piştî êrişên li ser kesên
LGBTÎ ev biryar hatiye wergirtin.
Federasyona Gey û Lezbiyenan a almanî ragihand ku di navbera Tebax û
Berfanbara 2015an de 95 kesên LGBTÎ rastî êrişan hatine û piraniya van
êrişan li penagehan pêk hatine.
Li gorî texmînan hejmara penaberên LGBTÎyên Berlînê digihêje 3 hezar û 500 kesî.
ji Sputnik
penaber etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
penaber etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Elmanê deriyê mala xwe li 24 penaberan vekir 'tecrûbeyên neyînî' parve kir
BERLÎN - ANF
Voltz ku hevzayendekî Elman e da
xuyakirin ku ew 'bi awayekî matmayî' pê hesiya ye li mala wan her tişt
li şûna xwe ye û odeya razanê jî di nav de pêwîstî pê nedîtiye ku ti
odeyê kilît bike. Voltz got, "Marîo û ez, em hînê dijîn. Dibe ku ji berê
bêhtir."Voltz bi rêya hesabê xwe yê Facebookê ev nivîsand: "Ti Misilmanî nexwest me di xew de bikuje. Ti ji wan, ji ber ku me heman nivîn bi hev re par vekirin, heqaret li me nekirin. Ti ji wan negotin ku şerîat di ser hiqûqa Elman re ye."
Voltz ragihand ku tekane aliyê nebaş ê parvekirina malê bi penaberan re ew e ku xwê û şekir zû diqede.
Ya ku herî zêde Dîrk û Marîo êşand jî, helwesta derdorê ya li hemberî wan bû. Piştî vê nêzîkatiya xwe, nameyên gefxwarinê ji wan re hatin şandin û li ser înternetê gef li wan hat xwarin.
Nameya Voltz piştî ku ji aliyê platforma întenetê Buzzfeed ve hat tercûmekirin û weşandin, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hat parvekirin.
Li Elmanyayê gelek aktîvîstan deriyê malên xwe li penaberên ji Sûriye, Iraq û Afganîstanê re vekirî ne. Hin kom hewl didin ji welatên weke Awûstûrya û Macarîstanê penaberan bînin welêt.
ji ANF
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)