homoseksuel etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
homoseksuel etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

RFSL daxwaza kampên taybet bi penaxwazên HBTQ dike

03.08.2015

Penaxwazên homo-, bî- û transsêksuêl li kampên penaxwazan tûşî cudatîkirinê dibin. Ji ber wilo, gerek kampin taybet ji bo wan werin tayînkirin.

Pär Wiktorsson, berpirsê çalakiyan li Yekîtiya Parastina Mafên kesên HBTQ (homosêksuêl, bîseksuêl, transsêksuêl û kvêêr), vê yekê ji kanala Radyoya Swêdê P3 re dibêje:

- ”Ya rastiyê, dema ku mirov penaxwaz be û di ser wê re kesek HBTQ be jî, azar dibe duqat. Ez nikarim tu hejmaran bibêjim, lê bi rastî her roj penaxwazên HBTQ tên cem me û ji me re dibêjin ku ew nikarin kampekî ewle bibînin.”
Daîreya Koçê, Migrationsverket jî hayê wan ji vê kêşeyê heye. Ew dibêjin ku herdem personelên xwe perwerde dikin ji bo ku baş bizanibin miameleyê bi penaxwazên HBTQ re bikin. Lê ew dibêjin ji ber ku kamp ne milkên wan in, ew nikarin hin kampên taybet bi penaxwazên HBTQ tayîn bikin.

jî Radyoya Swêdê

Hîn jî zehmetî ji bo jinên hevcins

31.07.2015, 14.53

Tevî ku lêkolîneke hikûmî berî 8 salan pêşniyaz kir ku di têkiliyeke di navbera du jinên hevcins de gerek herdu dayik hêsanîtir ji aliyê dadê ve bibin dayikên hiqûqî yên zarokan, dîsan jî hîn tiştek pêş de ne çûye, li gor beşa nûçeyan ya Televizyona Swêdê, SVT Nyheter.
Halê niha mafê jinên hevcins yên wek her jineke din heye ku alîkariyê bistîne ji bo ku zarokan bîne, bi rêya aviskirina sunî. Lê dema ku zarok çê dibe, tenê jina ku zarok aniye weke dêya hiqûqî tê hesabkirin, û jina din gerek berê xwe bide Daîreya karûbarên civakî ji bo ku dêbûna wê were îsbatkirin, tevî ku herdu jin bi şêweyekî qanûnî zewicî ne jî.

Ji Radyoya Swêdê

'Ez rastî tundiya gardiyanên mêr û leşkeran têm'

4.07.2015

Dilan Karamanoglu / JINHA

STENBOL - Aktîvîsta LGBTÎ Kivilcim Arat diyar kir ku dema ew li Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê diçe hevdîtinê weke jinek trans muamele nabîne û li dêleva gardiyanên jin, gardiyanên mêr û leşker lêgerînê pêk tîne û rastî îstismara zayendî tê. Kivilcim wiha got: "Ev 4 mehin di her rojên înê de ez rastî tacîza leşker û gardiyanan têm."

Endama Desteya Rêveberiya Komeleya Şêwirmendiya LGBTÎ ya Stenbolê û Sekretera wê ya Giştî Kivilcim Arat weke transek jin pirsgirêkên ku li girtîgehê dijî vegot. Kivilcim da zanîn ku ev nêzî 4 mehe li Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê diçe hevdîtinê û wiha domand: "Cara destpêkê dema ez çum bi hinceta ku di der barê min de lêgerîn heye min negirtin girtîgehê û binçav kirin. Di hevdîtina piştî wê de, ji bo ji hevalên min ên girtî re pirsgirêkan dernexînin min dengê xwe nekir."

'Ez her hefte rastî tacîzê têm'

Kivilcim destnîşankir ku berî niha mehekê dema çuye hevdîtinê, leşkeran lêgerîna wê kiriye û wiha got: "Di lêgerînê de em pirsgirêkan dijîn, leşker lêgerîna me dikin. Di rewşa asayî de gardiyanên jin lêgerîna jinan dikin, lê mirovên xwediyê nasnama şîn be leşker lêgerîna wan dike. Ez ji ber vê her hefte rastî tacîza leşkeran têm û her hefte pirsgirêkan dijîm. Ez her hefte ji leşkeran re didim diyarkirin bi rêkupêk lêgerînê bikin, lê tû encam dernakeve." Kivilcim anî ziman ku dema ew hatiye girtin gardiyanên mêr xwestine lêgerîna wê bikin, wê jî xwestiye ku gardiyanên jin lêgerê bike lê ew daxwaza wê nehatiye pejirandin. Kivilcim bi lêv kir ku paşê 4-5 gardiyanên mêr hatine ser wê û lêgerînê kirine û wiha dom kir: "Ez ji ber vê him ji hevdîtinê dereng mam û him jî rastî lêgerînek bê rûmet hatim."

'Tû hêviyên min ji darazên Tirkan nîne'

 Kivilcim destnîşan kir ku di hefteya berê de jî heman pirsgirêk jiyandiye û bêmafiya jiyankirî biriye darazê û wiha pê de çu: "Wê rojê di derî de me nîqaş kir, pirsgirêk çareser kirin, lê ez zanim ku di hefteya pêşiya me de ez ê carek din heman pirsgirêkan bijîm. Ez dixwazim vê rewşê bibim darazê lê ji daraza Tirkan jî tû hêviyên min nîne. Ji xwe dizanim ji bo kujerên jinên trans ên bênasname jî ceza nayê dayîn û ji bo bêrumetî ev lêgerê li min dikin, lê divê bê doz bê dîtin. Em weke xizmên jinên şoreşgerên girtî van pirsgirêkan dijîn, niha di hindir de çî tînin serê jinên şoregerên girtî kes nizane. Ji bo ev li ber çavan were girtin ez ê her rê bixebitînim û çî ji destê min bê ez ê bikim.

Kivilcim li hember neheqiyên di girtîgehan de li ser jinên trans tên kirin bang li rêxistinên jinan kir û wiha got: "Em ê li ber girtîgehê daxuyanî bidin çapemeniyê. Li hember van bêrumetiyan lêgerîna ser jinên trans jî di heman demê de divê bibin dengê jinên girtîgehê jî. Heger di derî de ez rastî van lêgerên bêrumet têm û ewqas neheqiyan dijîm, jinên şoreşgerên li hûndir de ji bo wan teslîm bigirin gelek neheqî û bêhiquqiyan dixin meriyetê."

Banga li hember lêgerê deng bilindkirinê

Kivilcim balkişand ser di Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê de sirgunên tên jiyîn û wiha dom kir: "Banga min ji bo rêxistina LGBTÎ, jinên kedkar û tevgera jinên Kurd heye. Divê Girtîgeha jinên şoreşger ya Bakirkoyê vala bikin, lewre gelek tûndî ser jinên girtî dikin. Ji ber wê jî him di alî tundiya ser jinên girtî tê meşandin û him jî di alî lêgerên bêrumet ya tê kirin dengê xwe bilind bikin."

ji JINHA

Ala Tirkiyê li Berlînê hat qetandin

Duh 29 Hizêranê Di kombûnek hevregezan de li Istembolê li welatê Tirkiyê Polîs bi hênceta ku meha Remezanê de çênebe ew kombibin û xwepêşandanê bikin kombûna wan ji hevbelav kiribûn.

li Berlîn bi beşdariya partiyên weke Parta kesik û parta çep ên Elman û parta HDPe a gelên Tirkiyê bi sedan hevregez bo şermizarkirina welatê Tirkiyê  kombûn û ala wî welatî hat dirandin.


ji BasNews

Serokê Zembaboyî bo Obama: Ka em bizewicin

Serokê welatê Zembaboyî daxwaz ji serokê Emerîka Barak Obama kir ku hevsergîriyê li gel wî bike eve jî piştî wê yekê hate ku Obama piştgîriya xwe ji bo hevsergîriya hevregezbazî nîşan danbû û ew yek bi serkeftina welatên xwe wesif kiribû hatiye.

Robert Mogabî, serokê Zembaboyî ku yek ji dîktatorên Efrîqayêye daxwaz ji Obama kir ku pêre bizewice û bibin yekem du hevserên hevregez li Zembaboyê.

Mogabî di tiwîteke xwe de nivîsiye: Eger Obama bixwaze hevsergîriya hevregezî li welatê min cî bi cî bike ezê yekem kes bim ku wê marê bikin daku bibe başirîn nimûne.

Barak obama hikumê dadgeha bilind a Emerîkayê bi rêdana bi hevsergîriya hevregebazan bi serkeftina welatê xwe wesif kir.

ji Xendan

Obama: Biryara Dadgeha Bilind Derbarê Hevcinsbazan “Serkeftinek” ji bo Amerîka ye

Serokê Amerîka Barack Obama biryara Dadgeha Bilind derbarê zewaca hevcinsbazan wekî “serkeftinek jibo Amerîkayê” binav kir.
Dadgeha Bilind ya Amerîkayê roja Îniyê biryarek erê kir jibo rê bide kesên hevcinsbaz (homoseksuel) ku karibin li her deverekê li Amerîka zewaca xwe pêk bînin.
Ji eslê 9 dadweran, 5 bi erê deng dan û qanûn bi wê yekê hate derbaskirin. Li Amerîka, zewaca hevcinsbazan li 36 wîlayet û Washingtona paytext qanûnî bû, lê bi vê biryara Dadgeha Bilind zewaca wan êdî li her 50 wîlayetan dibe qanûnî.
Piştî vê biryara dîrokî, Serok Obama li Koçka Spî got, “ewê biryar dawiyê li nerehetiya bi sedan hezar hevserên heman regezî bîne. Ewê ev biryar civakên Amerîkî bihêztir bike.”
Di dawiya axaftina xwe de, Serokê Amerîkî got, “divê Amerîka bi vê yekê gelekî serbilind be.”

Ji Dengê Amerîka

Stargehên penaxwazan sertîfîkaya HBTQ’yê distînin


27.06.2015

Li Swêdê daîreyên dewletî girîngiya li ser mijara HBTQ’yê zêde dikin û vêga 4 stargehên penaxwazan jî sertîfîkaya HBTQ’yê standine. Stargeha penaxwazan Westsura Herrgård a li Surahammarê yek ji van stargehên ku nû sertîfîkaya HBTQ’yê standiye.

Jeanette Peretic midûra vê stargehê ye. Ew dibêje ji bo ku em karibin mirovan bi awayekî baş û xweş pêşwazî bikin û pêdiviyên wan fêm bikin divê kompetensa me ya taybet hebe.

Ew diyar dike ku li gorî wan divê herkes xwe dilrehet his bike û zanibe ku em bi dilxweşî wan pêşwazî dikin. Ev yek bi taybetî ji bo kesên ku ji ber nasnameya xwe ya cinsî serî li penaxwaziyê didin gelekî girîng e.
Çar herfên HBTQ kurtkirina gotinên homoseksuel, biseksuel, transeksuel û queer in û ji bo van nasnameyên cinsî têne bi kar anîn. Jeanette Peretic dibêje dema ew bi kesên HBTQ’yê re rû bi rû hatine wan fêm kiriye ku ew ji ber nasnameya xwe ya cinsî pirê caran du caran zêdetir tûşî zordarî û zehmetiyan tên. Loma personelê stargeha penaxwazan a Westsurayê ya li Surahammarê dest bi nîqaşkirina kêşeyê kirine.

Peretic dibêje wê demê me fêm kir ku em li dijî pêşhikmiyan tê dikoşin û me xwest em zanyariyên xwe yên li ser vê mijarê bi pêş ve bixin.

Di dawiyê de wan li rexistina mafê homoseksuel, biseksuel, transeksuel û queeran ya bi navê RFSL’ê dest bi perwerdehiyeke 6 mehî kirine. Bi stargeha wan re 3 stargehên din ên ji herêma Skåneyê jî beşdarî vê perwerdehiyê bûne. Ev her çar stargeh bi hev re ji aliyê şirketa lênêrînê Attendo ve têne bi rê ve birin.
Dawiya heyva gulanê dema perwerdehiya HBTQ’yê qediyaye stargehê ala keskesorê li ber avahiya xwe bilind kiriye. Û bi vê re pêşwazîkirina penaxwazên nû jî bi awayekî pozîtîv hatiye guhertin.

Jeannette Peretic behsa guhertinên di pêşwazîkirinê de dike. Ew dibeje ji dêlva em pirsa jin an mêrê penxwaz bikin em gotina partner bi kar tînin. Li şûna em ji serî ve biryarê bidin û bêjin jin jin e û mêr mêr e, em ji penaxwaz bi xwe dipirsin ka em ê kîjan cînavkê jê re bi kar bîn, wî yan wê.

Ji bo ku mirov karibe vê sertîfîkayê ji RFSL bistîne divê jîngeha fizîkî jî were eyar kirin.

Peretic dibêje me tiwaletên xwe yên ku li gora zayendê bûn guhertine û ji vî alî ve neutral kirine. Me demên vekirîbûnê yên saûna û gymê wisa eyar kirine da ku hemû grûpên li stargehê karibin van tesîsan bi kar bînin. Me huner û rengên bi dîwarên xwe ve kontrol kirine. Wan herwiha lîsteya rûtînên xwe û prensîpên şirketê guhertine da ku hertişt li gorî kesên HBTQ werine eyar kirin.

Jeanette diyar dike ku jixwebaweriya personel a li ser pirsa HBTQ’yê zêde bûye û heta pê tesîrek di nav hin penaxwazan de tê dîtin û ew hêdî hêdî diwêrin behsa nasnameya xwe ya cinsî bikin.

Lê ew dibêje dîsa jî hê karê wan bi dawî nebûye. Herçiqasî ku ala keskesorê li ber avahiya wan hatibe bilind kirin jî gelek ji penaxwazan nizanin ka ev tê çi maneyê û fikrên wan ên li ser mijarê ji hev cuda ne.
Jeanette Peretic dibêje di nava salekê de rewşa me yê bi temamî were guhertin. Heta hingî ji bo agahdarkirina penaxwazan a li ser mijarê em ê rêbazeke baştir bi dest bixin.

Ew diyar dike ku bicihanîna qaîdeyan  pirsa sereke ye. Divê em zanibin ka em ê çawa hemû penaxwazên li stargehê li ser mijara HBTQ’yê agahdar bikin. Da ku ew zanibin ku ev ne neqenciyek e ne jî tiştekî têger e. Da ku zanibin ku ev tiştekî xwezayî ye û li Swêdê mirovên HBTQ’yê bi qanûnan têne parastin.
Ji xeynî stargehên penaxwazan li seranserê Swêdê gelek daîre û şirketên din ên weke cihên dema vala, şêwirdariyên malbatan, navendên xizmeta tenduristiyê û miayenexaneyên ciwanan jî sertîfîkaya HBTQ’yê standine.
Jeanette Peretic dibêje ev tiştekî gelekî girîng e û ew hêvî dike ku şirket û daîreyên din jî dê çav li wan bikin û bi vî awayî ev çalakî dê berfirehtir bibe.

ji Radyoya Swêdê 

Volta Çark: Mirov li girtîgehê LGBT’î bin

STENBOL - ZEYNEP KÛRAY / ANF
23.06.2015
 
Rosîda Koyûncû bi pirtûka xwe ya ‘Volsta Şark:Mirov li girtîgehê LGBT’î bin’ zilma li ser kesên trans yên girtîgehê tîne rojevê. 17 kesên trans ên bi vegotinên xwe pirtûk amade kirine, hinek ji wan rastî taciz, tecawiz û gotinên nefretê hatine. Koyûncû ku ji ANF’ê re axivî diyar kir ku kesên trans ê ku mehkûmî hucreya yek kesî tên kirin, ji kîjan sûcê dibe bila bibe, bikevin girtîgehê rastî newekheviyek mezin tên.

Rosîda Koyûncû diyar kir ku ew ji Amedê ye û 26 salî ye, aktîvîstê LGBT’iye. Koyûncû li ser fikra ku çawa pirtûk nivîsiye jî wiha got: “Ez li pêşberî girtiyan her tim bi hestyar bûm. Ji bo dengê wan bidim bihistin min xebat meşandiye. Di vê çarçoveyê de ez di Radyoya Nor de ji bo girtiyan bernameyê çêdikim. Ez her Şemî beşdarî civînên ÎHD’ê yên ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, dibim. Di heman demê de beşdarî xebatên Komeleya Civaka Înfaza Cezayê dibim. Di gelek panel û projeyên di vê çarçoveyê de cih digirim.  Koma mahpusên hewcedariyê taybet, zêdetir têkildarî girtiyên astengdar, biyanî û LGBT’î de xebatan dimeşîne. Ez jî destekê didim van xebatan. Dema min ev xebat dimeşand min hîn kir jinek trans a bi navê Avşa ya li girtîgeha Tîpa F ya Bafrayê dimîne ev 40 roje di gireva birçîbûnê de ye. Min ev ji parvekirinên facebookê hîn kir. Di encama lêkolîn û şandina nameyan de min hîn kir ku çima Avşa ketiye grevê. Avşa li girtîgeha Gîresunê ji aliyê gardiyanekî ve rastî tecawizê tê, serî li dadgehê dide lê dadgeh dozê qebûl nake. Piştre serî li Cezaya Giran dide û gartiyan 8 sal û 9 mehan ceza digire û ji peywirê tê girtin. Avşa ji ber ewlehiyê dişînin girtîgehên din.  Li her girtîgehên din jî rastî zext û tacîzê tê. Ev li Bafrayê jî didome. Dozê vedike lê encamê nagire. Piştre hewl dide înxatar bike. Dawî bi du hevalên xwe re dikeve grevê. Piştî greva birçîbûnê ya 60 rojî şûnde bi Osman Ercan yên bûyer daye bihistin re surgunê girtîgehek din tê kirin.

'ZEXTA HERÎ MEZIN LI SER KESÊN TRANS TÊ KIRIN'
Rosîda Koyûncû bal kişand ser zextên li ser LGBT’iyan tê kirin û diyar kir ku ev pirtûk di encama hevdîtin û lêkolînên bi kesên LGBT’î re amade kiriye û got: “Ez salekê li ser xebitîm. Ez bi gelek jinan re rûniştim. Di pirtûkê de min piranî cih da vegotinên jinên trans. Li girtîgehan kesekî hevzayend dikare xwe veşêre lê yekî trans nekare vê bike. Sedem jî ev e. Ji ber vê jî herî zêde kesên trans li girtîgehan rastî zextan tên. Dema ji Wezareta Dadê tê pirsîn tê gotin ku li girtîgehan 95 girtiyên LGBT’î hene.  Lê di nav vê hejmarê de mêrên hevzayend an jî jinên lezbiyen nayên hesibandin. Mînak kesên emelyet nebûne, yanî zayenda xwe neguhertine, dişînin girtîgehên mêran. Di hucreyên yek kesî de tên hiştin. Min ev tecrîd di pirtûka xwe de vegotiye.  Ez bi kesekî re axivîm, li gorî vegotinên wî tevî ku koxuşa transan li Maltepeyê heye jî di hucreyê de tê girtin. Jinên trans di hucreyên yek kesî de tên girtin, dişînin girtîgehên mêran. Bi zorê porê wan tê jêkirin. Tazî lêgerîn dikin. Rastî tecawizê tên.  Rastî pêkanîn dij mirovahiyê tên.  Her tim rastî gotinên nefretê tên.”

'DI NAVA TECRÎDÊ DE TECRÎD'
Rosîda da xuyakirin ku ev bûyer piranî li girtîgehên wekê Tîpa F ya Bafra, Şakran, Tîpa T ya Şakranê, Salîhlî ya Manîsayê  tên jiyîn. Rosîda axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Şakranê jineke trans a bi navê Esra ku cezayê muebetê girtî heye. Şertên wê xerab in herhal, min nekarî nameyê jî bişînim. Di hevpeyvîneke rojnameya Meydan de ez bi rewşa wê hesiyam. Bi jinek trans ya bi navê Merve re nameyan ji hev re dişînin. Min ji Merve agahiyên têkildarî wê de girtin. Esra li girtîgehê bi çêkirina morîkan debara xwe dike. Rastî zextan tê. Her wiha jine trans a bi navê Funda heye. Niha li girtîgeha Tîpa E ya Eskîşehîrê dimîne. Ji ber zextan 13 girtîgeh guhertiye. Funda jî li girtîgeha Bafrayê gelek carî rastî şîdet û gotinên nefretê hatiye. Dîsa jineke trans a Azerî ya bi navê Sîbel heye.  Sîbel li derve ji aliyê muşteriyekî xwe ve rastî şîdetê tê û wê dide xebitandin. Pereyê wê jê digire. Sîbel wî dikuje. Parêzer wê naparêzin, Sîbel neçar dimîne xwe biparêze. Sîbelê 30 sal û 8 meh ceza girtiye. Niha li girtîgeha Maltepeyê tê girtin.”

Rosîda di dewama axaftina xwe de got ew jî di 21 saliya xwe de ji ber nasnameya xwe ya siyasî hatiye girtin û got: “Ez bi îdiaya endamtiya PKK’ê hatim girtin. Ez li girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 a Kandrayê mam. Min nasnameya xwe destpêkê ji îdareya girtîgehê re venegot. Lê min ji hevalên xwe yên hucreyê re vegot.  Wê demê ciwanekî hevzayend yê bi navê Roşîn Çîçek li Amedê ji aliyê malbata xwe ve hat kuştin. Vê bûyerê bandorek mezin li ser min kir. Min ji wezareta Dadê, komîsyona li hevkirina destûra bingehîn û girava Îmraliyê re name nivîsî. Kakila van nameyan di pirtûka min de heye. Di nameya ku min ji wezareta dadê re nivîsandiye, min got girtiyên trans û hevzayend rastî taciz, tecawizê tên. Di nameya ku min ji birêz Ocalan re nivîsî de jî min ji parêznameya Sosyolojiya Azadiyê mînak dan û min got çima gelê ku bedelê dide bi me bedelê dide. Îdareya girtîgehê ev name xwendin û zextan destpê kir. Ji ber nerehetiya çav ez çûm Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kocaeliyê.  Doktorê nexweşxaneyê got divê ti biçî psîkiyatrîst. Min got çima, ji min re got ji ber nameyan. Tevî israrên min ez şandim. Armanca wan ev bû ku min bişînin hucreya yek kesî. Başe ku doktorê psîkiyatrîst baş derket. Rapor li gorî daxwaza min nivîsî.”

'LI ŞÛNA GIRTÎGEHÊ ÇÊBIKÎ ZÎHNIYETÊ BIGUHERE'
Rosîda bal kişand ser navê pirtûkê û got Volta wek tê zanîn gavê li girtîgehê ji serî heta seriyê din tê avêtinê ye û Çark jî hem çarka di pergalê de digere heye û hem jî çarka ku karkerên seksê bi şev derdikevin kolanan û davêjin heye, ji ber vê min her du kir yek.
Rosîsa wiha dawî li axaftina xwe anî: “LGBT’î ji kîjan dozê bikevin hundir bila bikevinê rastî cudahiyê tên. Jinek trans ji wezareta dadê re nameyê dişîne. Wezareta dadê dibêje wê di 2015’an de li Îzmîrê girtîgehek trans ava bikin. Li şûna ku girtîgehê çêdikin, bila zîhniyetê biguherin. Divê daxwazên LGBT’iyan bigirin.”

ji ANF

Penaxwaz ji ber sûcê nefretê tê dadgeh kirin


21.06.2015

Zilamekî 37 salî ji ber sûcê nefretê yê li dijî homoseksuelan îro tê dadgehkirin. Zilêm li bajarê Jönköpingê li xaniyekî penaxwazan ê Daîreya Koçê ji ber ku homoseksuel in du zilamên penaxwaz bi mirinê tehdîd kirine.Vêga zilam bi rîska girtîgeh û dersînorkirinê re rû bi rû ye.

Zilamê ku ev tehdîd kirine bi xwe jî li xaniyê penaxwazan dimîne. Li gorî şahidan wî gelek caran ev herdu zilam tehdîd kirine, li wan daye û bi destên xwe qirika zilamekî ji van guvaştiye û ew aviye erdê û bi pehînan lê daye.

Zilamê gumanjêkirî herwiha gotiye ku misilman nikarin bibine homoseksuel û divê yê wiha weke rojnamevanên rojavayî ku Daişê kuştine werine serjêkirin.
Midûra Daîreya Koçê ya li Jönköpingê Åsa Gustaf dibêje em qet nikarin bûyerên wiha qebûl bikin.

Dozger diyar dike ku sedema sûcê xisûsiyeta cinsî ya van herdu zilaman e û ew dibêje kêm caran dozên wiha heta bi dadgehkirinê tên. Sala 2013’an 630 sûcên nefretê yên ji ber xisûsiyeta cinsî hatine gilî kirin, lê tenê çendek ji van hatine dadgeh kirin.

ji Radypya Swêdê

Kempeynên Hilbijartinên Tirkiyê Berdewam Dikin

Çend roj mane ji hilbijartinan re, lê kempeynên partiyên siyasî li Tirkiyê her berdewam in.
Roja şemiyê Partiya Doza Azad (Hudapar), roja Duşemê jî Partiya Dad û Pêşevbrinê (AKP) li Amedê, li Qada îstasyonê mitîngên hilbijartinê lidarxistin. Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî, di 5'ê Hezîranê de li heman qadê wê mitinga xwe lidar bixe.

Hêjayî gotinê yê, 29'ê mehê li gundekî navçeya Hezexê (İdil) ya Şirnexê di navbera alîgirên Hudapar û HDPiyan de pevçûn rû da ji sedema kempeynên hilbijartinê û du mirovên Hudaparê hatin kuştin, du mirovên HDPê jî birîndar bûn.

Serokê Giştî yê Hudaparê Huseyin Yilmaz û namzedê Amedê Zekeriya Yapicioglu di gotarên xwe de li ser vê bûyerê û pevçûnên navbera aligirên wan de sekinîn. Herduyan jî gotin ku HDP zextê li ser alîgirên wan dike.

Di van herdu mîtîngên dawî yên li Amedê de, peyam zêdetir li ser îslamiyetê bûn. Hem AKP hem jî Hudapar, li Amedê, HDP bi tundî rexne kirin jiber namzedên endamên  homoseksuel (LGBT).

Rêvebir û namzedên Hudaparê gotin, HDP dixwaze Kurdan ji urf û adetan dûr bixe û bêexlaqiyê di nav Kurdan de bicî bîne.

Serokwezîr Davutoglu jî got HDP Kurdan ji îslamê dûr dixe.

Herwiha Serokwezîr got, HDP jibo di bin benda hilbijartinê de nemîne, dixwaze tirsê têxe nav dilê gel. “HDP xelkê ditirsîne ku bendê derbas neke wê bûyerên ji yê Kobaniyê xerabtir rû bidin. Em bi ti awayî rê nadin ku careke din bûyerên wek yên wê demê biqewimin. Çi lazim be emê bikin. Herwiha xwediyê pêvajoyê AKP ye. Jibo dewamiyê jî divê di hilbijartinê de dengên zêde bigire."

Hêjayî gotinê ye ku li herêmê gelek mirovên dengên xwe didin AKPê, naxwazin ku HDP di bin benda hilbijartinê ya 10 ji sedî de bimîne. Li ofîsa hilbijartina AKPê, me ji mirovên ku dengên xwe didin AKPê pirsî bê ka ew li ser AKP û HDPê çi difikirin.

ji DengêAmerîka

'Min HDP hilbijart'

 25.05.2015
Namzedê Parlementeriyê yê HDPyê yê ji Eskîşehîrê û kesayetê LGBTÎ (Lezbiyen, Gay, Bîseksuel, Transgender û Înterseks) Bariş Sulu wiha got: "Min HDP hilbijart, ji ber ku kesayetiyên LGBTÎ di serî de li wir hene. Komeke ku dû re başdar bûne nîne"
Sulu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku ew ji sala 1998an û vir ve ji bo mafên mirovan ên kesayetiyên LGBTÎ dixebite û di nava fealiyetên komeleyên di vî warî de cih digre.

Sulu got dema ku ji HDPyê teklîfa parlementeriyê hat wî bi malbat û yara xwe re xeberda û wiha domand: "Ez ji bo malbata xwe kesekî eşkere me. Ez hevzayendekî veşartî nînim. Min piştgiriya herî mezin ji malbat û yara xwe stend û dû re pêvajo pêş ket. Min bi hevalên xwe yên di nava HDPyê re xeberda û min fikr û raya wan hilda."

Suluyê ku ji Eskîşehîrê di rêza HDPyê ya 6emîn a namzediya parlementeriyê de ye qala van kir:

"Ev 17 sal in ez li ser kesayetiyên LGBTÎyî dixebitim. Ji ber hindê dema ku ez dibêjim, 'Ez li vir im' û şûnde bi awayekî otomatîk ez dest bi siyasetê dikim. Polîtîkayê ji bo min dema ku min got, ez hevzayend im, ez li vî welatî dijîm û ez naçim tu derî, ezê li vir têkoşînê bidim, dest pê kir."

Sulu bi bîr xist ku ew ji heyama Kongreya Demokratîk a Gelan ve di nava HDPyê de ye û wiha dewam kir: "Min HDP hilbijart, ji ber ku kesayetiyên LGBTÎ di serî de li wir hene. Komeke ku dû re beşdar bûne nîne."

Sulu destnîşan kir ku wî di vê pêvajoyê de ji CHPyê jî namzedekî LGBTÎyî hêvî dikir û wiha axivî: "Lêbelê min ji CHPyê tiştekî wiha nedît. Partiya Anadoluyê ji Îzmirê namzedekî LGBTÎyî nîşan da."

Sulu qala namzedbûna xwe ya ji HDPyê kir û got ku ew bi têlefoneke ji Navenda Giştî ya HDPyê ve namzediya xwe hîn bû û wiha domand: "Jixwe Demîrtaş qala mafên kesayetiyên LGBTÎ dike. Di nava HDPyê de wekî komîsyona jinan û ciwanan, komîsyona LGBTÎyê jî heye. Belavoka me ya hilbijartinê heye. Di wir de em dibêjin ku em keskesor in."

ji AA

LI Îrelanda Dengdana Zewaca Hevcinsbazan Pêk Tê

Wezîrê Wekheviyê yê Îrelandayê Aodhan O’Riodain îro Şemiyê pêşbîn kir ku welatê wî deng dabe jibo rêdana zewaca hevcinsbazan (homoseksuel) di referendumeke dîrokî de li welatê Katolîk. Wî got, “îro ez şanaz im ku Îrelandî me.”
Tê çaverêkirin ku encamên fermî yên referenduma roja Îniyê, Şemiyê piştî nîvro werin ragihandin, lê hemû pêşbînî diyar dikin ku piraniyê xelkê bi “erê” deng dane.
Bi vê yekê, Îrelanda dê bibe yekem welat ku bi dengdana gelêrî zewaca hevcinsbazan qebûl dike.
Encama “erê” ya ku tê çaverêkirin, vedigere wê yekê ku gelek dengdarên genc yên Îrelandî ku li derve dijîn, beşdarî dengdanê bûne.

Jî Dengê Amerîka

Dêra Skoçyayê rêya rahîptiyê li hevzayendan vekir

Sunday, May 17, 2015 at 7:33 AM

Dêra Skoçyayê bi biryarekê re derfet da, ku takekesên li derveyî zewacê têkiliya hevzayendiyê dijîn, dikarin bibin rahîp.
Dêrê ji bo pênaseya kevneşopî ya zewacê doktrîna 'yekbûyîna jin û mêr' mîna xwe hişt û diyar kir ku li ser daxwaza civata dêrê ev doktrîn dikare were terikandin.
Di dengdayîna li Dêra Skoçyayê de li hemberî 182 dengên dijber bi 309 dengan pêşniyarnameya mijara gotinê hat qebûlkirin. Li gorî vê yekê ji hevzayendên ne zewicîne, lê bi modela 'hevrebûna sivîl' bi hev re dijîn re, rêya dêrê tê vekirin.
Tevî vê biryara li Edînbûrgê hat wergirtin, wê roja Pêncşemê pêşniyarnameyek rê li ber rahîpbûyîna takekesên zewaca hevzayendî kirine vedike, pêşkêşî dengdayînê were kirin.
Dêra Skoçyayê di encama nîqaşên dûr û dirêj de, di sala 2012'an de destûr dabû ku mehra hevzayendan were birîn.

ji ANF

Ji redkarê wijdanî Mehmet Tarhan re cezayê hepsê

Ji bo redkarê wijdanî Mehmet Tarhan cezayê hepsê û pereyan hat birîn.
Dadgeha Ceza ya Leşkerî ya Sêwasê der barê redkarê wijdanî û aktîvîstê LGBTÎ’yî Mehmet Tarhan de ji ber doza di sala 2005’an de hatibû vekirin 15 meh cezayê hepsê û 9 hezar TL cezayê pereyan birî.
Tarhan têkildarî mijarê got ku ji doza Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiye mehkûm kiriye, ji nû ve birîna cezayê, dide xuyakirin ku xala 90. di pratîkê de bêfonksiyan e.

ÇI ÇÊBIBÛ?
Tarhan, di sala 2001’ê de leşkerî red kiribû, di sala 2005’an de bi zorê biribûn leşkeriyê û der heqî wî de bi sûcdariya, “li hember emir derketiye” du dozên cuda hatibûn vekirin. Tarhan, dema li girtîgeha leşkerî rastî kiryar û pêkanînên xerab hatibû, her wiha ji ber nasnameya wî ya hevzayendî xwestibûn bi darê zorê wî muayene bikin.
DMME, biryar dabû ku mafên Tarhan hatine binpêkirin, bi 10 hezar Euro cezayê manewî Tirkiye mehkûm kiribû. Lê belê dadgeha leşkerî tevî vê jî ji heman dozê ceza li Tarhan birî.

Li eyaleteke din a DYA zewaca hevzayendan hat erêkirin

21.11.2014

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) polîtîkayên ji bo astengkiina zewaca hevzayendan, yek bi yek li astengiya dadgeriyê dialiqin. Li dû eyaleta Kansasê, li eyaleta Karolîna ya Başûr jî, qedexeya li ser zewaca hevzayendan hat betalkirin.
Di doza li Dadgeha Bilind a Amerîka, ku navgîna herî bilind a temyîzê ya li welêt e, duh daxwaza li ser betalkirina biryara li dijî zewaca hevzayendan a rêveberiya eyaleta Karolîna Başûr hat nirxandin. Dadgehê, daxwaza eyaleta Karolîna Başûr red kir û bi vî rengî, biryara zewaca hevzayendan bi dengê 7 dadgerên ji 9 dadgeran, hat erêkirin.
Karolîna Başûr, di nava 50 eyaletên DYA de bû eyaleta 34. a destûra zewaca hevzayendan da. Herî dawî di dozeke bi heman rengî ya li eyaleta Kansasê de, biryara li ser qedexekirina zewaca hevzayendan, hatibû betalkirin.
Di dozeke 6'ê Mijdarê de jî, qedexeyên li ser zewaca hevzayendan ên li eyaletên Michigan, Ohio, Tennesse û Kentucky, ji aliyê Dadgeha Temyîzê ve hatibû erêkirin. Li gel van eyaletan bi giştî li 16 eyaletên Amerîkayê qedexeya zewaca hevzayendan dewam dike. Wê di rojên pêş de li Dadgeha Bilind a Amerîkayê doza der heqê eyaleta Montana de bê dîtin.
Tê payîn ku dadgeh, mîna Karolîna Başûr biryarek li ser rakirina qedexeya zewaca hevzayendan a li eyaleta Montana, bide.

ji ANF

Îstîsmara zayendî travmaya herî giran e!

Xemsarî û îstîsmara zarokan; hemû tiştên ji aliyê dê-bav an jî nêrînvan ve arastekirina zarokan, tiştên bêsemt û bi xisar yên ku ji aliyê rêzikên civatê yan jî ji aliyê profesyonelên berpirsiyar ve tên bi navkirin, tevger û çalakiyên ku li ber pêşketina zarokan dibin asteng in. Di encama van tevger û çalakiyan de zarok, di warê fîzîkî, ruh û zayendî de an jî di warê civakî de zirarê dibîne û di tendirustî û ewlekariyê de jî dikeve metirsiyê.

Îstîsmar, bi navê ya fîzîkî, ya zayendî û ya hestewarî dibe sê cûreyan. Ji van yên herî zêde tên dîtin îstîsmara fîzîkî û hestewarî ye. Bi taybetî tesbîtkirina îstîsmara hestewarî zehmettir e. Me jî vê heftê di nav îstîsmarên zarokan de ya ku di civatê herî zêde tê dîtin, lê ji ber gelek sedemên civakî-aboriyê dernakevin holê, îstîsmara zayendî hilda rojeva xwe.

Li gor rapora Baroya Diyarbekirê, ya ku xebatên xwe yên Diyarbekirê de weşand, di navbera salên 2010 û 2014an de, jimara zarokên ku bûne mexdûrê îstîsmara zayendî weha tê rêz kirin;

‘Li sûcên ku dijî destlênedana zayendî hatine kirin de’ 254 zarok, hejmara zarokên ku rastî ‘êrişên zayendî’ hatine 46, ‘Ji sûcên tacîzên zayendî û yên din de’ 23 zarok, hejmara zarkên ku ji aliyê xizmên xwe ve bûne mexdûrê îstîsmara zayendî jî 5 kes hatine tesbît kirin.

Me jî bi çarçoveya 20ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan de mijara îstîsmara zayendî ji Psîkolog Yunus Emre Ayna, Parêzer Canan Atabay û Melayê Mizgefta Mezin ya Diyarbekirê Saît Yaz pirsî.

Îstîsmara zarokan wek rêşaşî û nexwaşî tê bi nav kirin

Psîkolog Yûnûs Emre Ayna:

‘‘Em dikarin îstîsmarê, fîzîkî, psîkoljîk, zayendî û wek îstîsmara hestewarî rêz bikin. Wek mînak, xebitandina zarokekî jî cûreyek îstîsmarê ye, an jî lêdana zarokêkî îstîsmara fîzîki ye. Îstîsmar kirin, tê wateya li gorî daxwazên xwe karanîna zarokan. Îstîsmara zayendî çi ye; kesê ku îstîsmarê dike, daxwazên xwe yên zayendî zevtnake û ji kesên temen piçûk fede digre. Ji vîya re jî di nav xerabûna zayendê de bi navê tibbî dibêjin pedofîlî. Tê wateya hezkiriyên zarokan û bi rastî jî nexwaşiyek e, rêşaşi ye.

Îstîsmara zarokan di nav xerabûna zayendê de wek rêşaşiyê tê bi navkirin, bi temamî nexwaşiyek e. Û em dizanin ku hin însan di jiyana xwe ya hundurîn de, daxwazên xwe nikarin zevt bikin, bi taybetî hin daxwzên xwe yên zayendî nikarin bikin bin kontrola xwe û dikevin nav tevgerên wisa. Helbet kategorîze kirina vê an jî navkirina pîşeyekî ne rast e. Em dikarin bibêjin ku bi gelemperî, taybetî jî di ensestên navmalî de, hejmar hîn zêdetir e. Xebatên ku hatine kirin jî vê yekê piştrast dikin. . Lê mixabin îstîsmara zayendî ya zarokan her roj zêdetir dibe.

Terapiya lîstokan di îstîsmara zayendî ya zarokan de rêbaza herî baş e

Ya rast di îstîsmara zayendî ya zarokan de, xbata bi zarokan re ne hêsan e. Bi tevgerên zaron ve derxistina holê, ji bo ku di zarok de carek din heman travma çênebe, parvekirina bi wî/wê re pir girîng e. Ji bo vê jî rêbaza herî baş terapiya lîstokan e. Dİ nêvengeke lîstokê ya ku bi zarok re bikevin ragihandinê de, hûn dikarin tevgerên zarokan bişopînin û baştir tahlîl bikin. Xêzkirina wêneyan jî wisa ye. Yanî di pêvajoya terapiya lîstokan de wateya pêlîstokan heye, li gorî wan wateyan jî zimanê bedenê yê bi kar tîne her tiştî baş derdixe holê. Ji bilî vê di mezinan de jî, di bingeha hîn pirsgirêkên psîkolojîk de îstîsmara zayendî heye. Îro dikare di bin obsesyonekî de jî destavêtin an jî îstîsmara zayendî hebe, heta di bin zehmetiya hînbûnê de jî, bi jiyîna travmatîk re eleqeder dikare îstîsmara zayendî derkeve. Ji ber vê jî ev babet, di zarokan de cûda, mezinan de cûda dixebite.

Ji travmayan ya herî giran îstîsmara zayendî ye

Bi taybetî veşartina îstîsmarê li ser zarok zordestiyê zêdetir dike. Ev di zarok de dibe sedemê ku bifikire, ev tiştekî ne xerab e û dibe ku tê serê hemû kesan, ku ev jî di  zaron de di pêşerojê de wê yekitiya têgihîştinê xira bike. Di bûyerên ku ez rasthatimê de, bi taybetî di hevdîtinên ku min bi mezinan re kirine de, dema hin tengasî derdikevin holê, îstîsmarên zayendî yên paşerojê, bi taybetî bi ensestê ve girêdayê xwe ji derve re girtin û tirsek dibe serdest. Bingeha van tirsan çi ye; bi gelenperî weha tê fikirîn; ev dibe ku bibe sedemê doza xwînê, însan bên kuştin, mêrên malê herin mêrên din bikûjin, dê mal bê mêr bimîne. Ji ber van tirsan zêdetir ji aliyê dayikan ve tê veşartin. An jî bawernekirin dibe sedem. Helbet ev ne bawerî jî di zarok de dibe sedemê travmayek din. Piştî temenekî, xasima di temenê 5-6an de jiyana îstîsmarekî, an jî ensestê, di salên pêş de li ser daxwaza wî ya zayendî, li ser eleqeya wî ya li ser cînsê dijber bandorê dike. Di vî warî de em dikarin bibêjin ku, di nav travmayên ku tên jiyin de ya herî giran îstîsmara zayendî ye.

Di pêkhatina îstîsmara zayendî de, divê malbat di ragihandina bi zaroken de baldar bin. Bi taybetî di çar û pênc saliyê de di zarokan de meraqa zayendî çêdibe, zayenda xwe nasdike. Paşê lebatên xwe yên zayendî nasdike, dest didê, bila ev nebin sedemê metirsiyê. Lê çi wext zarok ji mezinekî ku pir tê malê û diçe bireve, an jî ji aliyê yekî biyanî ve bibe mexdûrê îstîsmara zayendî, zarok xwe digre û naxwaze derkeve derve, zêdetir dê bixwaze xwe bi xwe bimîne, di tevgerên bi hêrs nîşan bide wê demê divê mirov bikeve şikê.

Bi vê divê dê-bav bi zarok re bikevin têkilyê. Lê li vir jî rêbaz pir girîng e. Bi rêbazeke hêsan, dkarin pirsên wek; ‘Tu çima ewqas bi hêrs î, tiştê ku tu ewqas xemgin kirî çi ye?’ bên pirsîn. An jî li hemberî biyaniyan pir sar be, dema wan dibîne ji wan bitirse, ji vê bikevin şikê û bi wî/wê re bikevin ragihandinê. ‘Tiştekî ku te ditirsîne heye?’ Li vir tişta girîng ew e ku, ne kesan, tiştan bipirsin. Ango ne ‘kî te tirsan’, ‘tiştekî te ditirsîne heye?’ Heke dê û bav nikarin bikevin ragihandinê, wê demê divê serî li pisporekî bidin.


Îstîsmara zayendî dibe ku di zarokan de bibe sedema hevzayendiyê. Di xerabûna erka zayendî de herî zêde di jinan de nexwaşiya vajînîsmûs e, bûyîna sariya zayendî jî pir zêde ye. Ji bilî vê bê bawriya mêran, nebûna evîndariyê jî derdikevin holê. Pêkhatina hevzayendiyê jî pir zêde ye.

Dest avêtina zarokan wek cînayetê ye

Melayê Mizgefta Mezin ya Diyarbekirê Saît Yaz: 

Niha em gere berîya her tiştî veya bizanibin. Îslam û Quran dînê heyatê ye. Mudaxeleya jîyana beşer dike. Dema meseleyeke ne helkirî hebe, Quran meselên beşer re wek derman e, reçeteyeke îlahî ye, Xweda şandîye. Em bi Quranê dizanin ku Xweda ji me re dibêje min we çêkirîye, ez zahirê we batinê we bêhtir dizanim. Ji bo wê ji me re Quran şandîye, pêxember şandîye. Weha  bi reng e, ji bo xatirê exlaq û tabîatê însanan jî Xweda ayet şandîye. Lê berîya ku îslam nehatîya dora Mekkê, berîya wî heta Hz. Adem Quran behsa temamî dike. Temamî tiştên bê exlaqî berîya ku pêxember nehatîne çêbûye. Mesela qewmê Lût mêze bikin û qewmê dinê binêrin.  Temamî xirabî û nebaşî, dema ku kitêbên Xweda veqetîyane çêbûne. Pêxember hatine û îzexata wê kirine. Îro em welatê xwe mêze dikin. Bi temamî mekteban de kitêba Xwedê rabû. Sunneta pêxember li holê rabû û navê xwe dadînin “Laîq”. Yanê gotin dîn tiştekî cûda ye, jîyan jî tiştekî cûda ye. Gotin bila dîn mudaxeleya jîyanê neke, lê lazime sîyaset û jîyan jî mudaxeleya dîn nekira. Ev însanên ku exlaqên wana xirab bûne,  zêdetir bela ku hem ji fitrata xwe dûr ketine û bi serê xwe mane. Wekî ku tu mesîyekî serê wê bibîrî çawa be, ew ê bipelite û dawîyê wê bimire.

Tiştên ku beşer qebûl nake weka mesela dest avêtina sebîyên piçûk, dîn jî qebul nake. Ji xwe dest avêtina zarokan  cînayet e.  Bi temamî hiquqa dîn de jî hiqûqa beşer de jî cînayet e. Lê belê beşer dibêje ev tişt memnûye, lê ji alîyekî din de jî rêyên ku diçe wî jî hemû serbest dike.

Zewaca ku İslam terif dike, di bin 17 salî de nabe!

Li gorî îslamê,  Quran dibêje dema zewacê de gerî reşit be. Lê ev gotina reşîtbûnê cûda cûda tên şîrove kirin. Lê em dikarin bêjin reşîtbûn li gor erdnîgarîya ku lê dijîn diguhure. Cihên ku memleketên germ be; weka Iraqê, Suudî Erebistanê, Kuweytê, li wê derê heddê reşîtbûne dadikeve. Lê em biçin jorda dewletên Baltiqlî salên reşîtbûne diçe 20î. Di 20î de encax gede reşît dibe. Îslam dibê gelek reşît be, însan heye di 15 salîya xwe de reşîd dibe, yanê aqlê wê kamil dibe, kar û zirarê ji hevdû fêm dike. Însan heye 13 salîye, an jî 12 salîye her tiştê fêm dike. Lê belê zewaca ku Îslam terif dike di bin 17 salî nabe. Mesela her tim nisbeta zewaca Hz. Eyşe mînak didin, dibêjin pêxember nîkahê pê kirîye. Lê tiştekî wusa tuneye. Ev tiştên ku tên gotin karê mîsyonera ne û dixwazin zirarê bidin îslamîyetê. Dîroknasên îslamê dibêjin dema kû Hz. Eyşe zewac kirîye 17 salî buye. Dînê îslamê li dijî îstîsmarê ye, dijî zirarêye. Di zewacê de jî rê dide pêşî.

Li gor şerîatê cezaya destavêtinê kuştin e

Li gor şerîatê cezaya destavêtin û îstîsmarê gelek zêde ye. Însanên ku îstîsmarê pêk bîne, eger aqilê wî reşîd be, cezaya wî kuştin e. Lêbelê ku sebîbe, gerek bê tedawî kirin, an jî eger aqlê wî ne bi cîh be gerek ew jî bê tedawî kirin. Yanî em dikarin weha bêjin, ew însanên ku meyla wî li ser sebîyan be jixwe fitrat û exlaqa wî xirab bûye. Wekî nexwaşîya qanserêye û hemû laş û hestên wî de belav dibe, doxtor dibêjin ev ê bimire. Nexwaşîya fitrat û exlaqê jî wusa ye, nayê tedawî kirin. Lê mixabin qanûna medenî însanên wusa dixe hepsê û xwedî dike.

Zarokên îstîsmara zayendî dibînin, 16 caran tên mexdûr kirin



Parêzer Canan Atabay:

Mixabin me tespît kir ku zarokên îstîsmara zayendî dibînin, 16 caran tên mexdûr kirin. Çawa tên mexdûr kirin. A yekem eger kesê îstîsmara zayendî dîtibe zarok be; travmaya ewil di vê êrişa zayendî de dijî. Travmaya duwem jî di vegotina malabata xwe de dijî.  Paşê li qereqolê ji polêsan re, paşê ji parêzer re, paşê ji pedagogekî pispor re, ji dozgeriyê car din vedibêje, li dadgehê jî parêzerê ji wî/wê re hatiye şandin re careke din vedibêje, heke li wir şarezayek hebe careke din ji wî re vedibêje. Paşê dema destpêkirina dadgehê de, ji şarezayê nû yê dadgehê re, ji pedagogê nû re, ji dadgerê nû re û ji nû ve parêzer re vedibêje. Dadger piştî ku hinekî guhdar dikê heke qanî nebe car din dide vegotin. Paşê dema sewqê saziya tibba adlî dikin jî, li wir ji doxtorê tibbê re jî car din vedibêje. Helbet ev hemû mixabin ji ber mevbûriyeta zagonî tên kirin. Lêbelê, niha sazkirineke nû hat kirin. Di vê sazkirina nû de carekê digrin qamerayê û di pêvajoyên din de temaşe dikin.

Cezayên ku didin kesên îstîsmara zayendî dikin ne bes in!

Heke em di warê cezayên ku didin kesên îstîsmara zayendî dikin bes in, an na de li bûyerê binihêrin, mixabin ne bes in. Di vê rewşê de jî pêşî li ber îstîsmara zarokan nayê girtin. Ya rast bi min divê ji bilî cezayan, xebatên ji bo islah kirinê jî bên kirin. Îstîsmara zayendî li gor civatan, li gor erdnîgariyê diguhere. Lê di civatên girtî, civatên aboriya wan û asta entellektueliteyê kêm in de ev bûyer zêdetir tên dîtin. Naxwazim vê bi awayekî gelemperî bikim, lê bûyerên ku haya min jê hene bi giştî wisa ne. Gava em li ser zarokên ku bûne mexdûrê sûcên zayendî an jî sûcên din lêkolînê dikin, gelek sedemên civatî-aborî derdikevin holê. Mesela em li ser Diyarbekirê biaxivin, di salên 90î de li vir çanda şer pêk hatiye, ji bilî vê însan ji cîh û warên xwe bûne û navenda Diyarbekirê pir zêde koç dîtiye. Însan di nav tunebûna aboriyê de hatine vir û hewldidin ku li jiyanê bimînin. Li vir jî çend cîran an jî çend xizim tên cem hev û bi hev re dijîn. Helbet encameke vê yekê jî heye. Bifikirin ku; xwarin, vexwarin û razana hemû van însanan di odeyekê de dibe. Me dît ku ji ber vê di bûyerên îstîsmara zarokan de zêdebûnek heye.

Divê malbat li hemberî îstîsmara zarokan, zarokên xwe biparêzin.

Divê malbat di vî warî de bên bîrdar kirin. Lewra bi taybetî di bûyerên ensestê de; bûyerên ku ji aliyê xal, ap, hetta ji aliyê bav û birayan ve tên kirin hene. Dibe ku zarokên di temenekî de bikaribin xwe biparêzin, lê zarokên piçûk divê ji aliyê dê û bavan ve bên parastin. Malbat di warê, ji bo parastina zarokan ji îstîsmarê rêbaz çiye, di kijan rewşan de divê zarok xwe biparêze de malbat bên bîrdar kirin.

ji BasNews

Sarkozy bi dijberiya li zewaca hevzayendan li siyasetê vedigere

16.11.2014

Li Fransayê, qanûna rê dide zewaca hevzayendan, ku par hat qebûlkirin careke din bû mijara nîqaşê. Serokkomarê berê Nicolas Sarkozy ku namzetê serokatiya partiya xwe UMP ye, xwest qanûn bê betalkirin û ji hevzayendan û hevserên din (jin û mêr) bi awayekî cuda bên mehrkirin.
Pêşnûme qanûna ku par li Fransayê di encama nîqaşên dûr û dirêj de qanûnî bû, careke din rê li ber nîqaşan vekir. Lîderên mûxalefeta rastgir, mijarê li dijî hikûmetê bikar tîne.
Serokkomarê berê Nicolas Sarkozy ku duh beşdarî xwepêşandana bi navê 'Manif pour tous' a li dijî qanûna zewaca hevzayendan bû, xwest qanûn bê betalkirin. Sarkozy ku namzetê serokatiya Partiya Tevgera Gel (UMP) ye, li şûna qanûna ku li ser navê Wezîra Edaletê Christiane Taubira hat derxistin xwest, ji bo hevzayendan û hevserên din (jin-mêr) qanûnên mehrkirinê yên ji hev cuda bên bicihanîn. Sarkozy der barê qanûna dixwaze de agahiyên berfireh neda.

ji ANF

Piştî Sûriyeyê ji Tirkiyeyê jî koç dike!

DÎLOK (DÎHA) – S.H. (21) ji navçeya Babê ya Heleba Sûriyeyê koçî Dîlokî kir, diyar kir ku hem ji ber nasnemaya xwe ya hevzayendî hem jî malbata wî bi xetereya ji aliyê komên îslamî ve bên kuştin re rû bi rû ne. S.H. piştî Sûriyeyê ji Tirkiyeyê jî koç bike rê digere û ni dava penebaran de profîleke cuda datîne holê.

Şerê li Sûriyeyê di sala çaremîn de didome, ji ber şer êli Sûriyeyê didome bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran mirovan jî mecbûr man cih û warên xwe bi terikînin. Bajarên ku herî zêde mirov dikare bandora şer bibîne, Dîlok, Hatay, Riha û Kîlis in û di nava welatiyên ku ji Sûriyeyê hatine de nasnameyeke cuda jî heye. S.H. (21) ê ji ber şer ji Sûriyeyê ji navçeya Bab a Helebê ya Sûriyeyê koç kiriye û hatiye Dîlokê rewşeke wî yê cuda heye û ew pirsgirêkên ku penaberên dijîn, zêdetir pirsgirêkan dijî. S.H. diyar kir ku ew ji ber nasnameya xwe bi kuştinê re rû bi rû ye. 

‘Endamekî AAS’ê ji ber nasnameyê gefan dixwe’

S.H. anî ziman ku malbata wî ji nasnameya wê agahdar nîn e, lê endamekî AAS’ê (Artêşa Azad a Sûriyeyê) ji nasnameya wî agahdar e. S.H. da zanîn ku endamê AAS’ê vê yekê li dijî wî wekî şantaj bi kar tîne, ew revyina hatine Dîlokê lê endamê AAS’ê li wir jî ew dîtiye û gefe heke pere nede dê nasnameya wî ji komên radîkal ên îslamî re vebêjin lê xwariye.

‘Malbata min nasmeya min nizanin, dixwazin min bidin zewicandinn’

S.H. destnîşan kir ku ji vê rewşê xwe rizgar nekiriyê û malbata wî dixwaze wî bidin zewicandin. S.H. bilêv kir ku ji ber nasnameya xwe reviyaye hatiye û jiyaneke penaberiyê ya çawa dijî, bi xetereya kuştinê re rû bi rû maye vegot û ev tişt anî ziman: “Divê ez ji vir biçim. Ji ber ku hem malbat hem jî komên îslamî dikarin min bikujin. Ez pir tengasiyê de me. Ji bo çûnê derfetên min jî nîn e. Lê divê ez riyeke bibînim û ji vir biçim. Ji bo bikaribim biçim welatên din dikarim serlêdana penaberiyê bikim.”

‘Piştî Sûriyeyê divê ji Tirkiyeyê jî birevim’

S.H. got ku dixwaze biçe hevalên xwe yên hevzayend ên li Holandayê dijîn, ji bo vê yekê serî li sefereta Holandayê daye lêh atiye redkirin. S.H. destnîşan kir ku ditirse dê ji aliyê komên îslamî ve bê kuştin, endamê AAS’ê yê ku wî nas dike bi malbatê re jî axiviyê û wiha got: “Bi vê riyê gefan l imin dixwe. Wekî ku ev tişt bi bav êmin re parve kiriye. Ji ber ku di rojên dawî de nêzîkatiyekî cuda heye. Ji min re dibêje ji vir biçe. Dixwaze biçim Sûriyeyê. Lê ez nikarim vegerim wir.”

ji BestaNûçe

Ji bo LGBTÎ'liyê hat kuştin protesto

Li Amedê endamê LGBTÎ ji ber nasnameya xwe a cinsî LGBTÎ ya ku hat kuştin daxwuyaniya çapemeniyê dan.

Li Stenbolê Tarlabaşı kolana Daracik ku di roja 21’ê Nîsanêde ji ber transsekue buye rastî êrîşa hatî ji bo Çimdem Jokera ku hatî kuştin endamê buyenga LGBTÎ li semta Yenîşehîr hatin gel hevdû. Li ser navê komê daxwaniya çapemeniyê endamê buyenge LGBTÎ Dîdem zara got; “ji ber nasnameya wan a zeyendî transên ku qetil kirin, em di bêjin trans rumeta mene û xwedî li van derdikevin.

Ji milendin ve li girtîgeha îxlala mafa berdewamdike. Di girtîgiha de mafên mirovan ku binpê tên kirin, tiştên tên binpê kirin rûmeta mirovahiyê ye. Dewlet ji bo LGBTÎ ya ku xizmeta sosyal pêk nayînê û eşkere dike ku vê girtîgehê cude çêbike. LGBTÎ di xwazin daxin rewşekî krîmînal û bi girtîgehek dinve di xwazin tecrit bikin.  Ji ber mecbur mayîn transên girtîn ku di girtîgiha de dikevin çalakiya birçîbunê, heya zirufên tekoşîna van durist nebin emê şopgerên wanbin. Transên girtî ne bi tenê ne.”

Kom piştî daxwuyaniya çapemeniyê bê deng belavbûn.

Di nav namzetên İraqê de homoseksuel û laşfiroş hene

Îltifat Hesen (Bexda): Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê 317 namzet ji hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dûrxistin, di nav wan namzetan de homoseksuel û laşforiş jî hene.

Di vê derbarê de Serokê Îdareya Hilbijartinan di Komisyonê de Miqdad El-Şerîfî ji BasNewsê re got: “Dosyayên tawanên namûsê yên 69 namzetan gehîştin dest me, herwiha 228 dosya ji aliyê desteya lêpirsîn û dadweriyê ve jî gihan me, lewma me ew namzet ji hilbijartinan dûrxistin û me daxwaz ji fraksyonên wan kir ku navên din li cihê wan kesan diyar bikin.”

Miqdad El-Şerîfî da zanîn ku komîsyon dê navê wan namzet û lîsteyên wan ji medyayê re neyên aşkere kirin û got: ‘‘Komisyonê bi nivîsên fermî ew namzet û lîsteyên wan agehdar kirine.’‘

Ji aliyekî din ve çavkaniyekê ji nav komisyonê ji BasNewsê re got dosyayên ku li ser navê wan namzetan gehiştine destê wan cor bi cor in wek tawanên kuştinê, teror, dizî û firotina şûnwaran, saxtekarî, rişwet, destdirêjî, laşfiroşî, homoseksuel û diziya pereyên dewletê.”

ji BasNews