‘Di vê cîhana mezin de nikaribûn zarokê min bi cih bikin’
Melek Okan*
*Dayika Îrem a transeksuel a ku li Bursayê bi awayekî hovane hat kuştin.
Em; wekî dê û bavên tirkiyeyî yên ku zarokên wan hemzayend,
bîseksuel, travestî û transeksuel in, LÎSTAG’a ( Malbatên LGBTT’iyan
Koma Stenbolê) ku me bi hev re damezirandibû, em gihîştin hev û din û
me dest bi kişandina belgefîlmê bi navê “Zaroka/ê Min” kir. Ji bo ku ev
belgefîlm bê qedandin, pêdiviya me bi piştgiriya we hemûyan a sazûmanî,
maddî û manewî heye.
Bi tikandina navnîşana
www.listagfilm.com û bi gihîştina girêdana
INDIEGOGO’yê hem
hûn dikarin li fîlmê temaşe bikin, hem jî hûn dikarin ji bo belgefîlma
“Zaroka/ê Min” a ku rasteqînkirina xeyala me ye, di hêla maddî de
tevkariyê bikin. Hûn dikarin navnîşana malpera webê di ser medyaya
civakî de belav bikin û bibin pêşengê/a ku gelek mirov bi saya we
agahdar bibin.
Bi tevkariyên biçûk ên ku hûn bidin, em girîngiyê didinê ku di beşa malpera webê de wekî “piştevan” bê dîtin.
Ji Rêbendana sala 2008’an û bi vir ve bi civînên pergalkirî xwişk û
bira, xizm, endamên malbatan û bi taybetî jî em dê û bav ên ku endamên
LGBTT’ê (lezbiyen, gey, bîseksuel, travestî, transeksuel) yên ku tên
cem hev, di her derfetê de roportajan didin medyayê û em hewl didin ku
dengê xwe bidin bihîstin, em xwe bigihînin malbatên ku vê rewşê dijîn û
piştgiriya xwe ya bi wan re didomînin.
Li welatê me yê ku homofobî û transfobî lê belavbûyî ye û pê ve
girêdayî mekanîzmayên sansurê gelek çalak dixebite, ji bo ku dengê me ji
hêla girseyên hîn mezinter ve bê bihîstin, me pêdivî bi belgefîlmekê
dît. Me xwest ku di vê erdnîgariya cîhanê de dengek hebe, em û zarokên
xwe çi dijîn, em vebêjin û em cîhaneke pêkan biafirînin. Mirov ji bo
tiştên ku em dijîn fêm bikin, tengasiyan dikişînin û ji nedîtî ve tên…
Dema ku em wekî malbat biaxivin, roj bê û ew jî hîn bibin ku zarokên wan
bixwe hemzayend, bîseksuel û trans in, dibe ku tiştên ku bijîn xeyal
bikin, em fikirîn ku vê yekê herî baş ji me fêr bibin. Sala par di
panela ku em tevlî bûbûn a Zanîngeha Bogazîçî de ji peywirdarên
perwerdehiyê Can Candan ê ku li me guhdarî kiribû, wekî kesekî ku vê
empatiyê qefaltibû, dema ku bi teklîfa çêkirina belgefîlma me hat, me
fêm kir ku ji bo em dengê xwe bi hemû cîhanê bidin bihîstin, ev kesekî
rast e, em gelek bi kelecan bûn û me dest bi kişandina belgefîlmê kir.
Hûn jî dizanin ku derbasbûna me dê û bavên ku zarokên me bi awayekî
mafdar dixwazin xwe bi nasnameya xwe derbibirin lê di vê civaka
homofobîk û transfobîk te zordariyê dikişînin, derketina me ya ber
kamerayan ne hesan bû.
Lê em LI VÊ DERÊ NE!
Em 5 dê û 2 bav ên ku ji nav LÎSTAG’ê hatine, bi navê xwe, bi rûyê
xwe û ya herî girîng jî bi dilê xwe, pêşî li we dûre jî li hemû Tirkiye û
cîhanê bag dikin! Belê, ji bo ku em bibêjin “Zaroka/ê Min hemzayendî
ye, Zarokên me Transeksuel e” em çi jiyan û em çi dijîn? Em çawa
derketin ber van kamerayan? Me çawa dest bi vê rêwîtiyê kir û em hîn jî
dixwazin çi bikin? Em ê vê yekê hemû bi hev re, dema ku belgefîlm bi
dawî bû, bibînin. Lê wekî ku em hemû jî dizanin, li vî welatî kişandina
belgefîlmekî, hele kişandina belgefîlmekî ku li ser LGBTT’iyan be qet
jî ne hêsan e. Di vê riya dijwar de li ser navê ku em piştgiriya xwe
bidin nîşandan, pêdiviya me bi alîkariya we heye.
Ji kerema xwe re di ser navnîşana
www.listagfilm.com re bibin piştevanên “Zaroka/ê Min”!
Haydê! Em hemû bi hev re ferqekê biafirînin…
LISTAG (Malbatên LGBTT’yî Koma Stenbolê)
Zaroka/ê Min:
www.listagfilm.com
LİSTAG:
www.listag.wordpress.com
ji LISTAG