Penaberên kurd ên HBTQ bi xwarin û govenda kurdî hem Newroz pîroz kirin hem jî ji bo alîkarîkirinê pere berhev kirin.
RFSL rêxistineke swêdî ya ji bo parastina mafên homoseksuel, bîseksuel û transeksuelan e. Rêxistinê ji bo alîkarîkirina kesên HBTQ yên ku nû weke penaber hatine Swêdê komeke bi navê Newcomers saz kiriye.
RFSL-Newcomers bi çalakiyên cuda kesên ku li Swêdê nû ne tîne cem hev. Lokala wan a li navenda Stockholmê ji bo nûhatiyan cihekî sohbet û hevnaskirinê ye.
Ev çend heftî ne ku li vir rojên yekşeman firavîn têne dan. Her carekê ji welatekî xwarin tê çê kirin û firotin.
Vê yekşemê penaxwazên kurd xwarin çê kirine. Bi muzîk û govenda kurdî firavîn li vir dibe şahiyek.
Serokê RFSL Stockholmê Andrés Esteche dibêje pereyên ku bi firotina xwarinê têne berhev kirin ji bo alîkarîkirina kesên HBTQ yên penaxwaz an jî qaçax têne bi kar anîn.
Andrés Esteche dibêje dema hin pere li vir têne berhev kirin em wan ji bo kirîna kartê trên û otobûsan û pêdiviyên din ên şexsî bi kar tînin. Ji ber ku hatiniyên wan gelekî kêm in.
Robin Sahin
robin.sahin@sr.se
ji Radyoya Swêdê
swêd etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
swêd etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
VÎDEO - Bi stranên kurdî meşa LGTBê
Ji aliyê Mem Wêranî
Stocholm (Rûdaw) - Hejmarek kurdên Swêdê bi ala û stranên kurdî piştgirî dan meşa hevrêgezên swêdî.
Li paytext Stockholmê ya Swêdê bi dehan ciwanên kurd bi alayên kurdî, keskesor û stranên kurdî beşdarî meşa salane ya hevrêgezxwazan (LGTB) bûn.
Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven di wê merasîma derbasbûnê de cih girtibû û got, “Meşa 4.3 kîlometre meşeke evînî û kêfxweşî ya du demjimêrî ye”.
Herwiha gelek kesên siyasî û pilebilind wekî serokê dijbereyê ji Partiya Navîn Anna Kinberg Batra di meşa LGTBan de amade bûn.
Meşa hevrêgezan yekem car di sala 1998an de li herêma Nordicê hate lidarxistin ku sazî û rêxistinên kurdî ji 2005-2006an pê ve beşdar dibin.
Dadgeha Ewropa: Dersînorkirina zilamê homoseksûel ne şaş e
Dadgeha Ewropayê eşkere dike ku Swêdê di biryara dersînorkirina zilamekî libyayî de şaşî nekiriye, ango biryar di cih de ye.
Zilamê
libyayî îdia dikir ku ew ji ber meyila xwe ya cinsî li Libyayê di
xetereyeke mezin de ye û li Swêdê serî li penaberiyê dabû. Lê ji ber ku
Daîreya Koçê gotinên wî rast nedîtin daxwaza wî hate red kirin. Sala
2012’an ew salek bû ku zilamê libyayî bi yekî swêdî re zewicî bû, lê
hingî daxwaza wî ya temyîzê jî hate red kirin.
Dadgeha Ewropayê vêga eşkere dike ku biryara dersînorkirinê di cih debû, lê dikare were temyîz kirin û divê dersînorkirina zilêm heta demeke nedîyar were sekinandin.
ji RS
Dadgeha Ewropayê vêga eşkere dike ku biryara dersînorkirinê di cih debû, lê dikare were temyîz kirin û divê dersînorkirina zilêm heta demeke nedîyar were sekinandin.
ji RS
Keşe ji bo zewicandina hevcinsan ne hemfikir in
27 09 2011
Li
civîna salane ya dêra Swêdê ya ku doh destpê kir heta niha heşt keşeyan
serî lêdane ji bo mafê wan yê zewicandinê paşve bê wergirtin ji ber ku
ew naxwazin cotên hevcins bizewicînin. Ji sala 2009an ve qanûna
zewicandinê guheriye û du kesên ji heman cinsî dikarin bi hev re
bizewicin. Biryara zewicandina hevcinsan her keşe bixwe dide û yên ku
biryar dane ku ji mafê xwe yê zewicandinê bibin ew in yên ku nexwestine
hevcinsan bizewicînin.
Yek ji keşeyên ku serî lêdaye ji bo mafê wî yê zewicandinê betal bibe, Håkan Sunnliden e ku nexwestiye hevcinsan bizewicîne.
- Ev tradîsyona 2000 salan e û ez dixwazim
wiha bimîne lê me dixin rewşek nediyar ya ku li dijî dêrê bixwe ye.
Nezelaliyek heye ku divê nebûya. Em di civakek pireng de dijîn.
Misilmanan dizewicin û cihû dizewicin. Divê ev mijar neyê danîn ser
milê civatên ayînî.
Ev pirsek dewletî ye. Divê zewaca medenî
zelal be û her civatek ayînî bixwe biryara zewicandinê bide, Håkan
Sunnliden di bernameya nûçeyan ya televizyona Swêdê Aktuellt de got.
Lê Helle Klein ya mêvana heman bernamê û
bixwe keşeya dêra Swêdê, dibêje dêra Luterî şîroveyên xwe li gorî cîh û
dema xwe dide û biryara zewicandina hevcinsan ji aliyê komîsyona dêrê,
metranan û civîna dêrê ve hatiye dayîn.
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)