Li gorî agehiyên berdest, meha Adarê
li paytext Berlîna Almanyayê penageheke taybet tê vekirin ku dê 120
kesên LGBTÎ pêşwazî bike. Hate ragihandin ku piştî êrişên li ser kesên
LGBTÎ ev biryar hatiye wergirtin.
Federasyona Gey û Lezbiyenan a almanî ragihand ku di navbera Tebax û
Berfanbara 2015an de 95 kesên LGBTÎ rastî êrişan hatine û piraniya van
êrişan li penagehan pêk hatine.
Li gorî texmînan hejmara penaberên LGBTÎyên Berlînê digihêje 3 hezar û 500 kesî.
ji Sputnik
Almanya etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Almanya etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
14 hezar kes beşdarî ‘Meşa Rûmetê’ ya li Goteborgê bûn
Festîvala West Prîde ya di 10’ê Hezîranê de li bajarê Goteborg a Swêdê dest pê kir bi ‘Meşa rumetê’ ya ku 14 hezar kes beşdar bûn û 30 hezar kesî temaşe kir, bi dawî bû.
Di dema Festîvala West Prîde ya 6. Ku li bajarê Goteborg pêk hat de, nêzî 250 alên Gokkuşagi hatin daliqandin û nêzî 250 bernameyên panel, konferans, pêşangeh û fîlm pêk hatin.
Beşeke bernameyan li Parqa Gokkuşagi pêk hat û bi taybet jî hinek li avaliyê şaredariyan, şanoyên dewlet û sînemayan pêk hatin.
Di nav de rêxstina efûya navneteweyî, dêrên Swêdê, karker, memur û rêxistinên ciwanan jî hebûn nêzî 50 rêxistinî li Parqa Gokkuşagi stand vekirin.
PIRSGIRÊKÊN LGBTI’YÊN EXTIYAR HATIN NÎQAŞKIRIN
Di bernameyê de pirsgirêkên LGBTÎ yên bajarê Goteborgê hatin nîqaşkirin. Yek ji bernameyên herî qerebalix panela ku pisgirêka LGBTÎ’yên extiyar hat nîqaşkirinê bû.
Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku li bajar hewcedariya LGBTÎ’yan bi xaniyekî heye û hat pêşniyar kirin ku mijar ji aliyê Meclîsa Giştî û Şaredariyê ve bê nirxandin.
Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku li bajar hewcedariya LGBTÎ’yan bi xaniyekî heye û hat pêşniyar kirin ku mijar ji aliyê Meclîsa Giştî û Şaredariyê ve bê nirxandin.
LI DIJÎ ÊRÎŞAN HEVKARÎ
Rêxistina bi navê Ciwanên li Dij Nîjadperestiyê jî konferansek têkildarî polîtîkayên li hemberî penaberan û hevzayendan pêk anîn. Di axaftinên hatin kirin de biryar hat girtin ku li dijî êrîşên li hemberî LGBTÎ’yan divê hevkarî bê kirin.
Federasyona memur ya bi navê Vîsîon jî ku xebatkên tenduristî û şaredariyê rêxistin dike, jî di nava organîzatorên ku festîval rêxistin kiribû de bû. Rayedarê Federasyonê Markus Gustavsson şaredariyê di saetên xebatê de destura beşdarbûna xebatkaran a çalakiyan daye û got ev tiştekî gelek baş e.
Mîhrîcana 5 rojan berdewam kir, roja yekşemê bi meşeke ku 14 hezar kes beşdar bûn û 30 hezar kesî temaşe kir, bi dawî bû.
http://www.anfkurdi.com/
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)