bang etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
bang etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

[ku] Ger tu tûne bî em yek kêmin!

Îsal em jî tevlî meşa rûmete dibin, lê bi awayekî cûda, ji ber kû rûmet berxwedane, Pride means Resistance. Ji ber wî emê wekî komên queer-feminist, kesên kû dijî nijadparezî ne û wekî koçberan, eşkere bibin, bên bihîstin û bi pirzimanî bibin.
Ne têne dijminî li ser hevzayend û transeksûelan jîyana me dijwar dike, em ji ber nêrînen xwe yen sîyasî jî tên êşandin. Mînakî kesên kû ji ber hevzayend-, transeksûel- û înterseksûelbûna xwe nikarin bi mirovî bijîn, penabertî ji Nemsay (Awistirya) re dixwazin. Lê rewşa wan ji alîye sazîyen vir ve bi piranî wekî sedemekî têr ji bo penabertîye naye qebûlkirin. Weki din jî di pêvajoya qebûlkirina penabertî de ji bo kesên kûîr pistgirî tûne ye. Mînakî xanîyekî li gor îhtiyacan û ne bi armanca îzolekirin be. Û ne têne sazîyen vir, civak bi xwe jî pir caran nijadperest e.
Me hîn qala her tişt nekir! Emê heta kû tû derê cîhane pevajoyekî bi nave (xwe vekirin) nemîne, berî xwe bidin. Wê deme edî hevzayend, transeksûel, înterseksûel yan jî kûîr bûn wê nabe pêkbûne kû, mirov li ser welwele çêbikî. Dive nasnameyên zayendîyên cûda bi wekhevî bên qebûlkirin, herkes bikarîbe nasnameya zayendîye xwe hilbijerê û tû zordarî li ser wî mijar nebe. Em tim xwe pêşdixin, ji ber ku polîtîkaye kûîr ne polîtîkayek monîst (tekparez) e. Em dizanin kû pirsgirêka nijadperestî, karkerîya sex, xizanî û pir tiştên din giredayî hevin û sedema wan nezikî hevin.
Berî her tiştî em bi meşa rûmete dixwazin kêf ji hev bigrin, hev çêtir nasbikin û nifşên cûda yê evîne derxînin hole.

[ku] (Bang) Em desthilatê şûnde digirin!

Em wek jinan bi biryar in ku di qadên herî pêş de têkoşînê bi rê ve bibin. Bingeha kapîtalîzma emperyalîst xwe dispêre desthilatdariya bavkanî û mêrê spî.
Em wek jinên ji qadên şer mişextbûyî û koçber ji aliyê fîzîkî, psîkolojîk û derûnî ve bi kedxwarî û mêtîngeriyê re rû bi rû ne. Bi taybetî jinên koçber yên digihine Ewropayê ji ber cihekî wan yê mayînê nîne, di kampên ji civaka giştî qutkirî de bi zordarî tên hiştin û bi pergala faşîst ya îltîcayê re rû bi rû ne. Ew jî dibe sedem ku jin di qada giştî û ya taybetî de bi her cureyê şîdetê re rû bi rû bimînin. Cinsiyetperestî parçeyeke ji -qaşo demokrasiya Rojava- ye, ji devereke din nehatiye vir. Ev jinên ku di van demokrasiyan de mezin bûne, wek aktorên hişmendiya şerî û yên kedxwariya dewletên xwe kar dikin. Bi tevlibûna vê hişmendiyê re propagandaya nijadperest belav dikin û ji wê jî sûdê werdigirin. Em destûrê nadin parçebûn û cudabûnan, emê ti carî nebin beşek ji lîstikên dijberiya cinsiyetperest, înter trans-hevzayend, nijadperestî, dijberiya Romanan û dijberiya nijadperest ya li dijî misilmanan. Jinên li Rojavayê Kurdistanê nimûneyên herî baş in ku li dijî hêzên faşîst û mêtînger yên dewletan şer dikin. Jinên li bakurê Kurdistanê jî ji bo xweseriya demokratîk têkoşîneke bêhempa dimeşînin, bi mehan e ku li dijî artêşa Tirk û leşkerên îslamî yên xwefiroş xweparastineke hêzdar û rewa dikin. Ji ber vê ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî herî kirêt a cinsiyetperestî ve dibin hedefa êrîşan. Liberxwedan li qadên ku hevkariya me heye û li cihê ku xweparastin û parastina kesên din heye, li ser bingeha edaletê û li cihê ku têkoşîna azadiyê li dar be destpê dike. Em bang li tevahiya jinan dikin; jinên xebatkar û karker, jinên ku bikaxed û bêkaxed kar dikin, ji bo têkoşîna li dijî pergala bavkanî ya kapîtalîzma emperyalîst, ji bo di her qadên jiyanê de em biryara xwe serbixwe bidin, tevli têkoşînê bibin.
Ji bo civakeke bê kedxwarî û bê kapîtalîzmê
08.03.2016 MEŞ:Saet: 15.30 Kottbusser Tor-Reichenber Strasse (bi tenê ji bo FLTI: Jin, lezbiyen, Trans, Inter ) Mîtîng: Saet 17.00 li Orenienplatzê