30.06.2013
Festîvala Sockholm Pride, festîvala vekirî ya ji bo kesên
homoseksuel, bîseksuel û transeksuel û herweha her kesê piştgîrîya wan
dike û dostê wan e sal bi sal binavûdengtir dibe û beşdarîya tê de bi
kêf û şahîyê ve tên girêdan. Lê hîna jî hene yên nawêrin vekirî tê de
beşdar bibin wekî Ardeshir Bibakabadi, ew hem homoseksuel e û hem jî
musilmanekî oldar e.
Îro roj ne take kes lê herweha rêxistin, partîyên cuda,
siyasetmedar û dezgehên dewletî beşdarbûna di festîvalê de wekî
serbilindahîyekê dibînin. Lê li hêla din hîna jî kesin hene ku bi cidî û
bitirs li beşdarbûna di vê festîvalê de dinerin û eşkere nawêrin bêjin
yan diyar bikin ku ew homoseksuelin.
Ardeshir Bibakabadi yek ji wan e, ew homoseksuel e û musilmanekî
oldar e. Bibakabadi dê wekî serokê rêxistina Homan ya piştgîrîya kesên
homo, bî û transseksuel (HBT) ji welatên ev meylên cinsî di wan de
qedexe ye dike, beşdarî festîvalê bibe:
-Bibakabadi dibêje beşekî taybetî di festîvala vê salê de tenê bo
kesên HBT ji kokên biyanî dê tune be û ne jî di merasîmên xwenîşandana
festîvalê de jî ya jê re dibêjin Pride parad. Wê ew bi serê xwe beşdarî
merasîma festîvalê dibe. Li gor wî eger ew wekî grûpeke diyarkirî
beşdarî merasîmên festîvalê bibin dê misoger tûşî êrîşan bibin û ji ber
wê yekê ew nawêrin.
Eger 40 yan 50 kesên musilman yan kesên din yên biyanî li Swêdê bêjin
em azadîyê dixwazin, em mafê xwe dixwazin, wê demê yan dê biyanîyên din
yan jî grûpa nazîyên nû êrîşî me bikin. Rêxistina Homan di bêhtir 10
salan de wekî rêxistineke îdeel û dilxwaz çalak e û ev di sê salan de
pereyên fermî jî werdigirin.
Ardeshir yê ji 1985 de ji îranê hate Swêdê nuha kar di vê projeyê de
wergirtîye ji alîyê şaredarîya Göteborg ve. Ew dibêje derîyên rêxistina
Homan bo her kesî vekirîye, lê ew bi xwe giranîyê datînin ser biyanîyên
nû hatine bo Swêdê û ew kesên ku musilmanin.
Eger yek homoseksuel be û ji rojhilata navîn be kare di rewşeke
dijwar û xeter de be, her li Swêdê bi xwe jî li gor Ardeshir. Bi navê
namûs û şerefê ew kes karin tûşî gef û tehdîdan bibin ji alîyê malbata
xwe ve, lê ne tenê ev, piranîya caran mirov bi xwe re dikeve nakokîyê
de:
-Mirov çand û adetên xwe yên kevin, çanda matço ya hişk û mêrane bi
xwe re tînin Swêdê û li çanda homoseksualîyê wekî çandeke rojavayî û
ewrûpî tên nerîn û ne çanda me ye. Gelek kesên ku ji welatên din tên
Swêdê mecbûr dibin jiyaneke bi du rûyan bijîn.
Ji ber vê yekê , Ardeshir dibêje, hebûna vê rêxistinê gelekî giring
dibînim, da ku em xwuya bin, ku em jî hene û nabe bi çavekî kêm li me
bên nerîn.
Rêxistina Homan dê di festîvalê de hewil bide agahdarîyê derbarê karê
rêxistinê belav bike, wekî nimûne belavkirina agahîyên giştî derbarê
nexweşîyên cinsî û pêşkêşkirina piştgîrîyê di rewşên tecawizîya bi navê
namûs û şerefê de. Û di festîvala vê salê de, Ardeshair bi hêvî ye ku
şîroveyên balkêş li dar bikevin, lê hêvîyên wî ne zêde mezin in ji ber
li gor nerîna wî li Stockholmê giranî bêhtir tên danîn li ser wan yên ji
berê ve rêya xwe nas kirine û ne ew yên bi pêwîstîya alîkarî û
piştgîrîyê ne.
-Stockholm Pride bûye festîvaleke bazarî. Heqê derbasbûna parka pride
gelek e. Ne wekî welatên dine, wekî Almaniya yan Fransa yan jî
Köpenhamnê, ya mirov bê heq û pere kare derbas bibe. Ev festival jî berê
xwe tenê dide wan yên ji berê agahdarkirî ne, yên ji berê ve
homoseksuelin û derbasî civakê bûne. Lê ne bo wekî nimûne biyanîyên
nûhatî ne yên ne xwedan pere û malin.
Ardashir dibêje ez bi xwe festivala Stockholm Pride ne wekî karekî
nimûneyî dibînim bo ku mirovan bigihînin hev û alîkarîya hemûyan bikin.
Berê Ardashir bi xwe di tirs, nikûlî û inkar kirinê de dijîya. Bo ku
rastîya xwe eşkere neke di demeke dirêj de bi jinekê re zewicî bû. Lê
nuha ew eşkere meyla xwe ya cinsî diyar dike. Herçend ew tuşî gef û
tehdîdên kuştinê bûye jî her daxwaza wî bo wekhevîyê û mafê mirovî wenda
nebûye:
-Di hemû salên ku min di vê rêxistinê de kar kirîye û pirsên girêdayî
bi musilmanên homoseksuel ve, gelek rêzgirtin ji min re hatîye pêşkêş
kirin. Ji ber min diyar kirîye ku karê ez dikim ji dil e û ez ji mirinê
natirsim. Bawerîya min bi xwedê tê û ez bawerim ku ez parastîme. Û
mebest û peyamên min dixwest bigihînim, min gihandîye û belav kirîye.
ji Radypya Swêdê