Meşa xîretê etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Meşa xîretê etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

HDP-LGBTÎ û Kurdistanî

Kalê Badî

Hereketa Azadî ku di Hezîrana 2012’an de wek însiyatîf xwe olan kir û piştî 2 salan, di Îlona 2014’an de guherî û wek hereket xwest ku bibe berdevkê hestiyariyên olî û neteweyî yên kurd, di 2015’an de bi mebesta piştgirîdayîna HDP’ê beşdarî Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî bû. Lê belê piştî hilbijartinan, di çend mijarên wek nêzîkahiya HDP’ê ya LGBTÎ’yiyan û hin pirsgirêkên navxweyî hate rojevê.  Me bi ramankar û endamê Hereketa Azadî Nivîskar Yavûz Delal re van pirsgirêkan şopand. Delal got: “Piştgirîdayîna hin payedarên HDP’ê ya ‘Meşa xîretê !’ ya LGBTÎ’yîyan nexwendin û kornêrîntiya HDP’ê ye”

‘Konsept hevgirtina Kurdistanî ye’

Nîqaşên ku di nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî de rû dan û ji alî hin kesan ve wek nakokî têne danasîn, li ser nêzîkahiya HDP’ê ya LGBTÎ’yan bû. Ev nîqaş, hem di nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî ya ku ji Partiya Demokrasî ya Gel(HDP), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Komeleya Kurd a Şoreşgerên Demokrat(DDKD), Partiya Azadî û Sosyalîzmê(ÖSP) û Hereketa Azadî pêk tê, hem jî di nav Hereketa Azadî bixwe de bû sedemê pirsgirêkan. Endamê Hereketa Azadî û Nivîskarê Îlahiyatvan Yavûz Delal ji bo sedemên beşdariya Hereketa Azadî ya nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî da zanîn ku ji ber ku di metna konsepta Hereketa Azadî de xala ‘Hereketa Azadî hevgirtina civakî û siyasî wek rêgeza polîtîk dizane’ li ser wan ferz kirî ye, ew beşdarî hevgirtina 7’ê Hezîranê bûne û di vê beşdariyê de wan hesabên bazarên berjewendparêz ên polîtîk nekirî ye. Delal got: “Ji ber vê xalê me bi hêmanên din ên Kurdistanî re ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê biryara piştgirîdayîna HDP’ê stend.

‘Konsept qala LGBTÎ’yan nake’

Yavûz Delal diyar kir ku metna konsepta hevgirtinê ya ku azadiya wijdanî û olî destnîşan dikir, her wiha amaje bi wê yekê dikir ku hevgirtin, dabînkirin û bidestistina azadî û hemû mafên neteweyî yên gelê kurd ên wek; statuya Kurdistan, perwerdehiya ziman, fermîbûna zimanê kurdî, di destûrê de parastina nasnameya neteweyî ya gelê kurd wek polîtîkaya xwe ya sereke radigihand. Delal wiha dom kir: “Metna konseptê erênî yan jî neyênî qet qala LGBTÎ’yan nedikir. Jixwe konsep ji ber berpirsyariyên civakî û pêdiviyên polîtîk li ser hîmê kurd û Kurdistanîtiyê hatibû avakirin û ji ber wê yekê navê wê danîbûn Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî” Delal diyar kir ku eleqeya beyannameya hilbijartinê ya HDP’ê û metna konsepta hevgirtina Kurdistanî bi hev re tune ye, lewre; beyannameya HDP’ê piştî qebûlkirina metna konseptê hatiye aşkerekirin. Delal da zanîn ku hevgirtina hilbijartinê ya Kurdistanî ne ji ber beyannameya HDP’ê, ji ber mercên li Kurdistan piştgirî daye HDP’ê. Delal aşkere kir ku Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî, xebatên xwe li ser naveroka beyannameya HDP’ê nemeşandiye û di beyannameya HDP’ê de hebûna mijara LGBTÎ’yan an jî mijara Kurdistanî ji bo wan nebûye krîterên beşdariyê. Delal got: “Beşdarvanên Hevgirtina Kurdistanî ji ber ku bawerî bi wê yekê hanîn ku piştgirînedana HDP’ê wê ziyanên mezintir bide Kurdistanê wiha helwestiyan û di rastiyê de piştgirî nedan HDP’ê, dan aramî, aşitî, siyaset û yekîtiya Kurdistanê”


‘Piştgiriya LGBTÎ’yê cihê tirsnakiyê ye’

Li ser mijara piştgirîdayîna LGBTÎ’yiyan ya ‘meşa xîretê’ ya hin HDP’yiyan ku di nav Hevgirtina Hilbijartinê û taybet di nav Hereketa Azadî de bû cihê gengeşiyan jî Yavûz Delal ragihand ku ‘meşa xîretê’ ne di çarçoveya berpirsyariyên Hereketa Azadî de ye, lê belê hin kes dixwazin ku vê meseleyê ji bo wan bikin sedemê nakokiyan û her çiqas ew xwe ji vê meseleyê dûr bikin jî, ji ber ku di çarçoveya piştgirîdayîna HDP’yiyan de tê nirxandin, wek hevkarên HDP’ê ev mesele wan jî eleqedar dike. Yavûz Delal li ser vê mijarê wiha axivî:

“Ji alî hin kesayetên grîng ên HDP’ê ve piştgirîdayîna ‘meşa xîretê’ ya LGBTÎ’yiyan, di çarçoveya civakanasiya Kurdistanê ve, wek siyaset mînakeke kornêrîniyê ye. Ev yek ji bo siberoja HDP’ê û rêgeha siyaseta kurd a domînant cihê peroşiyê ye. Piştgiriya ku HDP’ê da vê meşê, ji alî çawanî û çimayî ve ji pêvajoya Gezî’yê re jî nehatiye dayîn. Ev rewş, di heman demê de ji bo oldarên ku derfet dîtine di lîsta HDP’ê de biçine parlamenê jî tê wateya blokebûnê û ev xeflet nayê îzahkirin. Divê HDP ji bo siberoja xwe ji vê rewşê feyz bistîne û dikaribe parlametên xwe bêtir kontrol bike. Ev daxwazî di heman demê de daxwaziya hilbijêrên HDP’ê ye jî. Wek polîtîk, mafê Hereketa Azadî ye ku ji vê siyaseta HDP’ê ya ku li kodên genetîk ên hilbijêrên kurd nagoncive sûd werbigire, lê belê ji ber ku ev şêwe siyaset li prensîbên tekoşîna maf, dadî û azadiyê ya Hereketa Azadî nagoncive, em siyaseteke wiha nameşînin û em ji bo bi kodên genetît ên kurdan neleyize em HDP’ê hişyar dikin.  Lê belê devê ez vê yekê jî bêjim ku ev meyldarî di nav HDP’ê de jî meyldariyeke marjînal û lokal e”

Li ser bibîrxistina ‘Hun dibêjin LGBTÎ’yî derî şêweyên jiyanê yên marûf in’ jî Delal anî ziman ku pîvana marûfiyê kevneşopiya jiyan û teşeyên bizavî yên ku li ser qada şaristaniya xwe hatiye avakirin e û got: “Wek nimûne; ‘meşa xîretê’ ku di şaristaniya rojava de marûf e, bi şêweya ku li Tirkiyeyê hat lidarxistin, di çarçoveya kevneşopiyên şaristaniya me de ne marûf e”

‘Azadî bi çûna wan paqijtir dibe’

Li ser angaşta ku ‘ji ber têkiliya bi HDP’ê re hin kes ji Hereketa Azadî veqetiyane’ jî Yavûz Delal diyar kir ku hebûna hin pirsgirêkan bûyera hereketa wan rave nake û dom kir: “Çûna hin kesên ku Hereketa Azadî baş tênegihîştine û îdrak nekirine ne veqetandin e, lewre têkiliya wan kesan û hereketê tenê li ser daxwaznameya endamtiyê meşiyaye û ev nayê wateya veqetandinê. Yanî di çarçoveya metna konseptê de pirsgirêkeke Hereketa Azadî tune ye. Tenê veqetandina hin kesên ku metna konseptê tênegihîştine heye. Ji ber vê yekê ev veqetandin ji bo Hereketa Azadî tê wateya moxilbûyîn û paqijbûyînê”

‘Kurd ji bo armancên sereke HDP’ê tolere dikin’

Li ser pirsa me ya ku di raya giştî ya kurd de rexne tê kirin ku HDP, ji daxwazên sereke yên kurdên ku meyldariyên wan ên neteweyî û olî hene bêtir enerjiya xwe li ser derdorên çepên tirk, LGBTÎ û hêmanên din ên marjînal xerc dike jî Delal anî ziman ku ger di raya giştî de rexne û îtirazeke wiha hebe, divê siyasetmedar vê peyamê baş têbigihîjin. Delal wiha got: “Li ser grîngîdayîna daxwazên siyaseta HDP’ê bêhevsengiyek heye û hilbijêrên Kurdistanî ji vê yekê haydar in. Mirov dikare li ser hilbijêrên kedkar ên HDP’ê jî vê yekê bibîne  Lê belê em ji mêj ve dizanin ku kurd ji ber armanên xwe yên sereke vê siyaseta HDP’ê tolere dikin. Bi kurtasî; Divê HDP polîtîkaya xwe bi baldarî bimeşîne û hevsengiya profîlên hilbijêrên xwe piştguh neke û li gor daxwazên wan çalakiyan pêk bîne”

ji BasNews

Ala Tirkiyê li Berlînê hat qetandin

Duh 29 Hizêranê Di kombûnek hevregezan de li Istembolê li welatê Tirkiyê Polîs bi hênceta ku meha Remezanê de çênebe ew kombibin û xwepêşandanê bikin kombûna wan ji hevbelav kiribûn.

li Berlîn bi beşdariya partiyên weke Parta kesik û parta çep ên Elman û parta HDPe a gelên Tirkiyê bi sedan hevregez bo şermizarkirina welatê Tirkiyê  kombûn û ala wî welatî hat dirandin.


ji BasNews

14 hezar kes beşdarî ‘Meşa Rûmetê’ ya li Goteborgê bûn

Festîvala West Prîde ya di 10’ê Hezîranê de li bajarê Goteborg a Swêdê dest pê kir bi ‘Meşa rumetê’ ya ku 14 hezar kes beşdar bûn û 30 hezar kesî temaşe kir, bi dawî bû.
Di dema Festîvala West Prîde ya 6. Ku li bajarê Goteborg pêk hat de, nêzî 250 alên Gokkuşagi hatin daliqandin û nêzî 250 bernameyên panel, konferans, pêşangeh û fîlm pêk hatin.
Beşeke bernameyan li Parqa Gokkuşagi pêk hat û bi taybet jî hinek li avaliyê şaredariyan, şanoyên dewlet û sînemayan pêk hatin.
Di nav de  rêxstina efûya navneteweyî, dêrên Swêdê, karker, memur û rêxistinên ciwanan jî hebûn nêzî 50 rêxistinî li Parqa Gokkuşagi stand vekirin.
PIRSGIRÊKÊN LGBTI’YÊN EXTIYAR HATIN NÎQAŞKIRIN
Di bernameyê de pirsgirêkên LGBTÎ yên bajarê Goteborgê hatin nîqaşkirin.  Yek ji bernameyên herî qerebalix panela ku pisgirêka LGBTÎ’yên extiyar hat nîqaşkirinê bû.
Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku li bajar hewcedariya LGBTÎ’yan bi xaniyekî heye û hat pêşniyar kirin ku mijar ji aliyê Meclîsa Giştî û Şaredariyê ve bê nirxandin.
LI DIJÎ ÊRÎŞAN HEVKARÎ
Rêxistina bi navê Ciwanên li Dij Nîjadperestiyê jî konferansek têkildarî polîtîkayên li hemberî penaberan û hevzayendan pêk anîn. Di axaftinên hatin kirin de biryar hat girtin ku li dijî êrîşên li hemberî LGBTÎ’yan divê hevkarî bê kirin.
Federasyona memur ya bi navê Vîsîon jî ku xebatkên tenduristî û şaredariyê rêxistin dike, jî di nava organîzatorên ku festîval rêxistin kiribû de bû. Rayedarê Federasyonê Markus Gustavsson şaredariyê di saetên xebatê de destura beşdarbûna xebatkaran a çalakiyan daye û got ev tiştekî gelek baş e.
Mîhrîcana 5 rojan berdewam kir, roja yekşemê bi meşeke ku 14 hezar kes beşdar bûn û 30 hezar kesî temaşe kir, bi dawî bû.
http://www.anfkurdi.com/

Daxûyaniya İstanbul LGBTT

Li dij kesên hevzayend, bîseksuel, trans û interseks êrîşên heyî her roj zêdetir dibin. Di dema amedekirina makezagona nû û Qanûna Sûcên Nefretê de hikûmeta ku hemû kampanyayên me meşandin ji nedîtî ve hat û ji guhê xwe ji hemû bangên me re girtin; peyama qetilkirinê bidomînin bi israr belav dike.
Bi sefseteya guhertina bajarvaniyê kolanên ku kesên Trans di nava ewlekariyê de lê dixebitin yek ji holê tên rakirin.
Piştî girtina kolana Dernekê di dema nêz de li kolana Daracik du avahiyên ku jinên Trans lê dixebitîn û lê dijîn ji aliyê Mudiriyeta Emniyetê ya Beyogluyê ve bişêwazekî bêhiqûqî bi mekîneyên kelijê (kaynak) hatin girtin.
Ev têgihiştin mîna xwedayina der a nefreta dewletê ya li dij mirovên trans li pêşberî me ye. Derxistina mirovên trans a ji herêmên hinekî ewle rê dide mirinên nû.
Di rûyê nûnerên sîstemê yên dixwazin bi amûrên zextê me biçewisînin re em diqîrin;
* Ji bo guhertina pergala ku ji ber meyldariyên me yên zayendî me ji kar diavêje, ji ber nasnameya me ya cînsî kar nade me;
* Ji bor şermezarkirina hêzên ewlekariyê yên „Qanûna Qabahatan“ mîna hincet nîşan didin û mafê me yê jiyanê bisînor dikin, herwiha dijwariya hêzên ewlikariyê ya li dij me ji bo ku em LGBTİ ne dimeşînin;
* Ji bo teşhîrkirina polîtîkayên sirgunkirina mirovên trans;
* Ne ji bo karkeriya seksê ya bi zorê ji bo ku em kar dixwazin;
* Ji bo karkeriya seksê mîna beşeka kar were qebûl kirin û em karibin mafên xwe yên sendîkayî bidest bixin;
* Ji bo em biqîrin ku sûcên nefretê ne sûcen munferîd in, hewldana tevkujiyeke li dij civaka LGBTİ’yan nin.
* Ji bo ku ji erka siyasî ya di bin navê „Kimkirina ceza ya ji ber tehrîka giran“ kujeran xelat dike re êm bêjin raweste
* Ji bo derbaskirina qedexeya Taksîmê ku sîstem vê yekê dixe hinceta êrîşên bêperwa yên li dij komên bindest
* Ji bo kedkarên ku ji bo sê qurîşan bi sedan metroyan di binê erdê de tên qebitandin, li terxane û fabrîkayan jiyana xwe ji dest didin.
* Ji bo ji serokwezîrê ku nefret û heqareta li dij Elewî, Kurd, Ermenî, Rûm û hemû hindikayiyên olî û netewî ji xwe mîna wezîfe dibîne em bêjin raweste;
* Ji bo Dora Ozer, Çagla Joker, Roşîn Çîçek, Ahmet Yildiz, Ebru Soykan, Îrem, Okan, Seda, Alî Bey, Ethem Sarisuluk, Hrant Dînk, Mehmet Ayvalitaş,
Abdullah Comert, Medenî Yildirim, Alî Îsmaîl Korkmaz, Berkîn Elvan, Ahmet Atakan, Hasan Ferît Gedik;
* Ji bo em bêjin qatilê LGBTİ’yan, jinan, kedkaran, Elewiyan, Kurdan û Ermeniyan dewlet e;
22’ê Hezîranê Roja Yekşemê Saet:17:00’an em ji Rawesgeha Tramvayê ya Taksîmê di meşin Meydana Tunelê.
GER TU TUNEBE EM GELEKÎ KÊM IN!

ji  Istanbul LGBTT Dayanışma Derneği

Temaya Hefteya Rûmetê ya 21emîn : Berxwedan


Tevgera lezbîyen, hemcînsbaz, bîseksûel û zayendguheriyan li Tirkiyê nîzê 20 salên didome xwe li paş hişt. Di nava vî 20 salê de tevger, him di nava xwe de him jî bi tevgerên civakî yên din re berberî, jihevcudabûn û dijberiyan jiyane. Ji aliyên din ve jî bi wan re piştgiriyê kir, hevgirtin sazkir û bi girse bû.
Sala par li Stenbolê di ‘’Meşa Rûmetê’’ de em 20 hezar kes bi hev re meşiyan. Di meşê de tiştê ku me biheve dikir, hebûna me ya nasnameya cînsî û arasteyiya (berpêya) me ya cînsî bû.
Îro him li arenaya herêmî û him jî li ya navneteweyî cihê ku em gihîştinê bi her awayî em dibin şahîdê hebûna LGBT’ê û rêbaza berxwedanê.
Pêşiya her tiştî ji aliyê rayedarên dewletê ve em nexweş jirêderketî, biguneh û biqebehet tên nasîn. Di civakê de dema me daxwaza wekheviyê jî dianî ziman ev jî berxwedaneke berçavan bû.
Derketina me ya bi daniştina ‘’Evîn Rêxistin e’’ ye, li dijî zewacên malbatî yên heteroseksûel ji xwe berxwedanek bû.
Ji zaroktiya xwe heya zanîngehê derketina li dijî zilm û zora ji zaroktî heya zanîngehê û heya jiyana Xebatê jî berxwedanek bû.
Oda me yê razanê, fantaziyên me û evînên me berxwedanek bû. Derketina me ya li dijî îradeya ku bi kuştina zayandguheriyan û hemcînsbazan tu tevdîran nastîne, ceza nade û yên ku mafên wan kesên ku tên kuştin diparêzin dixe binçav jî berxwedanek bû.
Me îsal biryara ‘’Berxwedan’’ ê da, ji bona Heftiya Rûmetê ya Stenbolê ya 21 ê. Çalakî di navbera 24-30’ ê Pûşpera 2013’an de were lidarxistin.
Werin di tekoşîna me ya sala 21’an de em hemû heval û hogir û heya yên ku em dijberî hev in jî, tev bi hev re berxwedan, coş û dilxweşiya xwe bi pêş ve bibin, ji her demê zêdetir û bi dengekî berztir têkoşîna xwe bidominin.

ji  onurhaftasi.tumblr.com