Di beşê
kurdî de, nivîseke Vahap Coşkun ya bi navê "Neteweperestî” cih digire.
Hejmarên sêyem û çarem ên kovara bi navê Hevjîn derketin. ‘Hevjîn’
weşana sazîbûna ‘Hevjîn LGBTT’ê ye. Herçî LGBTT ye, rêxistina Lezbiyen,
gey, biseksuel, travestî û transeksuelan e.
Navenda kovara ku bi
zimanê kurdî û tirkî weşana xwe dike Diyarbekir e. Hejmara sêyem a
kovarê bi sernavê "Irkçılık ve Milliyetçilik" (Nîjadperestî û
Kevneperestî) derket. Di hejmara çarem de jî, mijara “Transfobî”yê bi
edîtoriya Firat Kaya hatiye rojevê.
Di beşê kurdî yê kovara “pirzimanî” de, ji bilî nivîsên Emîne Ozkaya,
Rober Koptaş û Ayşe Duzkanê, ji Zanîngeha Dîcleyê nivîseke Doç. Dr.
Vahap Coşkun ya bi navê "Neteweperestî” cih digire.
Di hejmara çarem a kovarê de hevpeyvînên bi parêzvana mafên mirovan Eren
Keskîn û transaktivîst Demet Demîrê re hatine kirin cih digirin.
Kovar li Enqereyê li Kaos GL û Pembe Hayatê; li Stenbolê li İstanbul
LGBT, Lambdaistanbul, Amargi, Pozitif Yaşam Derneğiyê; li Îzmîrê li
Siyah Pembe Üçgen û Amargiyê; li Edeneyê li Adana STGM, li Wanê li
buroyên VAKADê û li Diyarbekirê li kitêbxaneyên Avesta û Kelepirê bi
awayeke belaş têne peydakirin.
ji Rizgarî
hevjîn etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
hevjîn etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Yekem kovara kurdî ya LGBTT ‘Hevjîn’ derket
Yekem kovara kurdî ya hemzayend û transeksuelan ya bi navê “Hevjîn” derket. Kovar wê du mehan carekî bê weşandin.
Pêkhata LGBTT (Lezbiyen, Gay, Bîseksuel, Travestî, Transeksuel) ya Hevjîn ku ev sê sal in xebat li Amadê didin meşandin, yekem kovara xwe ya bi kurdî “Hevjîn” derxistin. Yekem hejmara kovarê, pêşkêşî rojnemevan-nîviskar Bakî Koşar ê ku berê 4 salan li Stenbolê bi kêran hatibû kuştin hatiye kirin.
Di kovarê de mijara `Hemzayend û transeksûelên kurd hene` di dosyayekê de cih digire. Di lijneya şêwirmendî ya kovarê de kesên wekî Ezra Yildirim, Dîren Ozkan, Harîka Peker, Mekîye Ormanci, Melike Çoşkun, Mij Ba, Naşîde Buluttekîn,Nebahat Akkoç û Ozlem Orçen cih digirin.
ji DiyarName
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)