25.03.2015
JI ÇAPEMENÎ Û RAYAGIŞTÎRE;
Ahmet YILDIZ 15 Tirmehê 2008’an de Bavê wî Jiber ew hevzayend wî
kuşt. 8 İlonê dewaya wî dest pêkir. Li tirkîyê ji ber nasnameya
merbazbunê di bin navê namusêde kesê ku hatiye kuştin YILDIZ bixwe ye.
Ji ber kujer bav derketîye derveyê welat nayê girtin. 6 sale ev doz bê
encam berdewam dike. Dadgeh bê kujer e.Gerabdina wîya interpolê ji heye
li mixabin nayê dîtin.
Lê em dizanin pergala heteroseksist û patriarkal her dem jin,
hevzayend, kurneqiz,jinnekur,nêrumê û nasnameyê di nav civakê de bê
parastinin bune xwarina dewletê. Dema pergala desthilatar bixwaze kî
bigre digre û davê zindanê. Lê divê dozê desthilatarê ker,kor û lale..
Ev doz 6 sale bi encam berdewa dike.
Edaleta bê terazî. Kuştinê kêrixîn u kuştinê di bin navê namusêde em
şermezar dikin. Doza 26 Adarê ya Ahmet yıldız li dadgeha wi em
dişopinin. Hun ji seat 10:30 ‘de li dadgeha kartal 5. ya giran li benda
we ye….
Tu tune bî em yek kêmin!
MECLÎSA LGBTI’YÊN KURDISTANÎ
1- Ahtamara Lgbti Wan
2- Hêvî Lgbti Istanbul
3- Kars Homofobi ve Transfobi Karşıtı İnsiyatif
4- Keskesor Lgbti Amed
5- Malatya Gökkuşağı İnsiyatifi
6- Dersim Roştîya Asmê Lgbti Oluşumu
7- Hirçên Med
8- Zeugmadi Lgbti Antep
ji Hêvî LGBTI
kuştin etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
kuştin etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Li Hambûrg’ê qetilkirina jinan û kuştinên nefretê hatin nîqaşkirin
Li bajarê Almanyayê Hambûrgê, dibin navê ‘Desthilatdarî-Jin-Beden’ de bi tevlîbûna parastvana mafê mirovan Eren Keskin û aktîvîsta LGBTÎ’yê Kivilcim Arat de, ji aliyê Tora Jinan ve panelek hat li darxistin. Kuştina endama damezirînerê Tora Jinan Hulya Arslan, a ji aliyê kurê wêyê bi nexweşiya şîzofrenî ve, beşdarên panelê xistin şoqê.
Parêzer Eren Keskîn a ku bi Skype tevlî panelê bûyî, daxuyakirin ku hemû rewşên tundî ên jin pêre rû bi rû dimînin siyasîne û divê her kuştina jinekî wekû kuştinek polîtîk were nirxandin. Keskîn’ê bi destnîşankirina, ‘bi taybet li ser xaka Kurdistanê tacîz û destdirêjiyên bi armanca şkandina vîna jinan, bi awayek sîstematîk pêktên, polîtîkayên dewletêne’ û wiha berdewamkir ‘ji bo hem guhertinên di zagonan de û hem jî ên di feraseta civakê de werin guhertin, divê hemû jin bi diyarkina daxwazên xwe tevlî têkoşînê bibin.’
Kivilcim Arat’a nûnera Şêwirmendiya Komala LGBTÎ’yê jî, behsa xebatên xweyên ji 2007’an ve li ser LGBTÎ’yê û mafên mirovan kir. Arat daxuyakirin ku, xebat û şopandinên wan ên ji şopandina dozê, heya şêwirmendiya hiqûqî, ji binpêkirina mafan heya atolyeyan, hemû liv û tevgerên mexdûrên sûçên kîn dişopînin. Arat destnîşankir ku, ne tenê li hemberî binpêkirinên mafên LGBTÎ’yê lê belê li hemberî binpêkirina hemû mafan, siyasetê dikin. Arata, xwe wekû jinek ‘Kurd, Elewî û Trans’ pênasedike, destnîşankir ku li ser mijarên cûr bi cûr yên weke, ji komkujiya Roboskî heya a Sêwasê, ji kuştinên jinan heya yên karker, kêmenetew, bawerî û nasnameyan ji wir heya rojeva siyasî û polîtîk, xebitîne û hevpar xebitîna hemû beşên hatîn biyanîkirin, armanc digrin. Arat wiha pêde çû ‘wekû hemû mexdûrên tundiyê, LGBTÎ’yê jî para xwe ji vê girtiye. Em dikarin vê wekû tundiya dewlet û ya civakê li du beşan cudabikin. Wekû bintûreyek ya şîdeta dewletê em dikarin şîdeta polîsan jî bigrin dest. Ji êşkenceyê bigre heya tecawuzê bi rêya vê saziyê hat xistina meriyetê.’
Arat’ê diyarkir ku, zilm, komkujî û êş bûne parçeyek ya jiyanê û ji bo bi destxistina maf, dad û azadiyê divê em hevre biqêrin.
Di beşa duyem ya panela pêşkêşvantiya wê Endama Meclîsa Rojbîn, Meral Babûr dikir de, hemû saziyên tevlîbûyîn ên weke Tora Jinan a Hambûrg’ê, Tevgera Jinan a Demoqratîka Ewropa (ADKH) û Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB) di derbarê xebatên xwe de agahî dan. Bêrîvan Ûpçîna li ser navê ADKH’ê axiviyî, behsa armanca kampanyaya îmzeyan a bi dirûşmeya ‘li hemberî çewisandina zayendî bêdeng nemîne’, kir. Nûnera SKB’yê Xetîce Kar’ê jî di derbarê konferansa penaberên jin a par li Hambûrgê pêkhatî de, agahî dan û diyarkir wê ya duwemîn jî vê havînê çêbibe.
Di dawiya vê panela bi nîqaşên komkujiyên li jinan û kuştinên kînê (nefret) tejî, beşdaran nûçeya mirina endamê damezirîner ya Tora Jinê Hulya Arslan’ê bîhîst. Hat ragihandin ku Arslana demek dirêjbû xebatên jinan dikir û xwediyê 2 zarokan, ji aliyê kurê wê yê bi nexweşiya şîzofrenî, hatiye kuştin.
Li Beyoglu cînayeta nefretê
Li Beyoglu ya Stenbolê di êrîşa çekdarî de kesekî trans mir û yek jî birîndar bû.
Li Beyoglu ya Stenbolê li taxa Hatun Kamer li kolana Daracik duh êvarê li dijî 2 kesên trans êrîşa çekdarî pêk hat. Transa bi navê Çagla di encam êrîşê de mir û ya bi navê Nalan jî birîndar bû. Nalan ya birîndar bû rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Şîşlî Etfalê.
Şahidê bûyerê diyar kirin ku piştî êrîşê du kes bi revê ji wir veqetiyane.
Li aliyê din tê payîn ku kesê LGBTÎ li cihê ku bûyer pêk hatiye saet di 12’an de çalakiya protestoyî pêk bînin.
Rêjîma Îranê du ciwanên nêrbaz daliqandin
Di 19ê vê mehê de, li bajarê Maşhad ê îranî du
ciwanên nêrbaz hatin daliqandin. Malpera "Iran Focus" di nûçeyeke xwe de
dinivîsîne, ku yek ji herdu ciwanan 18 salî bû, yê dî 16 an 17 salî.
Herdu ji ber têkiliyên cinsî bi kurekî 13 salî re hatin daliqandin.
Rêxistinên mafên mirovan ên îranî dibêjin, ku ji dema destpêka Şoreşa
Islamî di sala 1979ê de, dora 4000 mêbaz û nêrabz hatine daliqandin. Ji
têkiliyên cinsî di navbera kesine nêr de nêrbazî tê gotin, û ji yên di
navbera keç û jinan de mêbazî tê gotin.
ji Amude.com
ji Amude.com
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)