transseksuel etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
transseksuel etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

Volta Çark: Mirov li girtîgehê LGBT’î bin

STENBOL - ZEYNEP KÛRAY / ANF
23.06.2015
 
Rosîda Koyûncû bi pirtûka xwe ya ‘Volsta Şark:Mirov li girtîgehê LGBT’î bin’ zilma li ser kesên trans yên girtîgehê tîne rojevê. 17 kesên trans ên bi vegotinên xwe pirtûk amade kirine, hinek ji wan rastî taciz, tecawiz û gotinên nefretê hatine. Koyûncû ku ji ANF’ê re axivî diyar kir ku kesên trans ê ku mehkûmî hucreya yek kesî tên kirin, ji kîjan sûcê dibe bila bibe, bikevin girtîgehê rastî newekheviyek mezin tên.

Rosîda Koyûncû diyar kir ku ew ji Amedê ye û 26 salî ye, aktîvîstê LGBT’iye. Koyûncû li ser fikra ku çawa pirtûk nivîsiye jî wiha got: “Ez li pêşberî girtiyan her tim bi hestyar bûm. Ji bo dengê wan bidim bihistin min xebat meşandiye. Di vê çarçoveyê de ez di Radyoya Nor de ji bo girtiyan bernameyê çêdikim. Ez her Şemî beşdarî civînên ÎHD’ê yên ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, dibim. Di heman demê de beşdarî xebatên Komeleya Civaka Înfaza Cezayê dibim. Di gelek panel û projeyên di vê çarçoveyê de cih digirim.  Koma mahpusên hewcedariyê taybet, zêdetir têkildarî girtiyên astengdar, biyanî û LGBT’î de xebatan dimeşîne. Ez jî destekê didim van xebatan. Dema min ev xebat dimeşand min hîn kir jinek trans a bi navê Avşa ya li girtîgeha Tîpa F ya Bafrayê dimîne ev 40 roje di gireva birçîbûnê de ye. Min ev ji parvekirinên facebookê hîn kir. Di encama lêkolîn û şandina nameyan de min hîn kir ku çima Avşa ketiye grevê. Avşa li girtîgeha Gîresunê ji aliyê gardiyanekî ve rastî tecawizê tê, serî li dadgehê dide lê dadgeh dozê qebûl nake. Piştre serî li Cezaya Giran dide û gartiyan 8 sal û 9 mehan ceza digire û ji peywirê tê girtin. Avşa ji ber ewlehiyê dişînin girtîgehên din.  Li her girtîgehên din jî rastî zext û tacîzê tê. Ev li Bafrayê jî didome. Dozê vedike lê encamê nagire. Piştre hewl dide înxatar bike. Dawî bi du hevalên xwe re dikeve grevê. Piştî greva birçîbûnê ya 60 rojî şûnde bi Osman Ercan yên bûyer daye bihistin re surgunê girtîgehek din tê kirin.

'ZEXTA HERÎ MEZIN LI SER KESÊN TRANS TÊ KIRIN'
Rosîda Koyûncû bal kişand ser zextên li ser LGBT’iyan tê kirin û diyar kir ku ev pirtûk di encama hevdîtin û lêkolînên bi kesên LGBT’î re amade kiriye û got: “Ez salekê li ser xebitîm. Ez bi gelek jinan re rûniştim. Di pirtûkê de min piranî cih da vegotinên jinên trans. Li girtîgehan kesekî hevzayend dikare xwe veşêre lê yekî trans nekare vê bike. Sedem jî ev e. Ji ber vê jî herî zêde kesên trans li girtîgehan rastî zextan tên. Dema ji Wezareta Dadê tê pirsîn tê gotin ku li girtîgehan 95 girtiyên LGBT’î hene.  Lê di nav vê hejmarê de mêrên hevzayend an jî jinên lezbiyen nayên hesibandin. Mînak kesên emelyet nebûne, yanî zayenda xwe neguhertine, dişînin girtîgehên mêran. Di hucreyên yek kesî de tên hiştin. Min ev tecrîd di pirtûka xwe de vegotiye.  Ez bi kesekî re axivîm, li gorî vegotinên wî tevî ku koxuşa transan li Maltepeyê heye jî di hucreyê de tê girtin. Jinên trans di hucreyên yek kesî de tên girtin, dişînin girtîgehên mêran. Bi zorê porê wan tê jêkirin. Tazî lêgerîn dikin. Rastî tecawizê tên.  Rastî pêkanîn dij mirovahiyê tên.  Her tim rastî gotinên nefretê tên.”

'DI NAVA TECRÎDÊ DE TECRÎD'
Rosîda da xuyakirin ku ev bûyer piranî li girtîgehên wekê Tîpa F ya Bafra, Şakran, Tîpa T ya Şakranê, Salîhlî ya Manîsayê  tên jiyîn. Rosîda axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Şakranê jineke trans a bi navê Esra ku cezayê muebetê girtî heye. Şertên wê xerab in herhal, min nekarî nameyê jî bişînim. Di hevpeyvîneke rojnameya Meydan de ez bi rewşa wê hesiyam. Bi jinek trans ya bi navê Merve re nameyan ji hev re dişînin. Min ji Merve agahiyên têkildarî wê de girtin. Esra li girtîgehê bi çêkirina morîkan debara xwe dike. Rastî zextan tê. Her wiha jine trans a bi navê Funda heye. Niha li girtîgeha Tîpa E ya Eskîşehîrê dimîne. Ji ber zextan 13 girtîgeh guhertiye. Funda jî li girtîgeha Bafrayê gelek carî rastî şîdet û gotinên nefretê hatiye. Dîsa jineke trans a Azerî ya bi navê Sîbel heye.  Sîbel li derve ji aliyê muşteriyekî xwe ve rastî şîdetê tê û wê dide xebitandin. Pereyê wê jê digire. Sîbel wî dikuje. Parêzer wê naparêzin, Sîbel neçar dimîne xwe biparêze. Sîbelê 30 sal û 8 meh ceza girtiye. Niha li girtîgeha Maltepeyê tê girtin.”

Rosîda di dewama axaftina xwe de got ew jî di 21 saliya xwe de ji ber nasnameya xwe ya siyasî hatiye girtin û got: “Ez bi îdiaya endamtiya PKK’ê hatim girtin. Ez li girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 a Kandrayê mam. Min nasnameya xwe destpêkê ji îdareya girtîgehê re venegot. Lê min ji hevalên xwe yên hucreyê re vegot.  Wê demê ciwanekî hevzayend yê bi navê Roşîn Çîçek li Amedê ji aliyê malbata xwe ve hat kuştin. Vê bûyerê bandorek mezin li ser min kir. Min ji wezareta Dadê, komîsyona li hevkirina destûra bingehîn û girava Îmraliyê re name nivîsî. Kakila van nameyan di pirtûka min de heye. Di nameya ku min ji wezareta dadê re nivîsandiye, min got girtiyên trans û hevzayend rastî taciz, tecawizê tên. Di nameya ku min ji birêz Ocalan re nivîsî de jî min ji parêznameya Sosyolojiya Azadiyê mînak dan û min got çima gelê ku bedelê dide bi me bedelê dide. Îdareya girtîgehê ev name xwendin û zextan destpê kir. Ji ber nerehetiya çav ez çûm Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kocaeliyê.  Doktorê nexweşxaneyê got divê ti biçî psîkiyatrîst. Min got çima, ji min re got ji ber nameyan. Tevî israrên min ez şandim. Armanca wan ev bû ku min bişînin hucreya yek kesî. Başe ku doktorê psîkiyatrîst baş derket. Rapor li gorî daxwaza min nivîsî.”

'LI ŞÛNA GIRTÎGEHÊ ÇÊBIKÎ ZÎHNIYETÊ BIGUHERE'
Rosîda bal kişand ser navê pirtûkê û got Volta wek tê zanîn gavê li girtîgehê ji serî heta seriyê din tê avêtinê ye û Çark jî hem çarka di pergalê de digere heye û hem jî çarka ku karkerên seksê bi şev derdikevin kolanan û davêjin heye, ji ber vê min her du kir yek.
Rosîsa wiha dawî li axaftina xwe anî: “LGBT’î ji kîjan dozê bikevin hundir bila bikevinê rastî cudahiyê tên. Jinek trans ji wezareta dadê re nameyê dişîne. Wezareta dadê dibêje wê di 2015’an de li Îzmîrê girtîgehek trans ava bikin. Li şûna ku girtîgehê çêdikin, bila zîhniyetê biguherin. Divê daxwazên LGBT’iyan bigirin.”

ji ANF

Transseksuel grûpeke berxeter e di civakê de


 2.08.2012
Kesên transseksuel grûpeke zêde berxeter e, ew tûșî zor û șideteke giran dibin di civakê de. Ev yeka di xizmeta nobedarîya qurbanên tawanan ya rêxistina RFSL de jî diyar dibe, rêxistina seranserî bo mafê kesên homoseksuel, bîseksuel û transeksuelan li Swêdê.

Di heman dema ku gilîkirinên tawanên nefretê hember kesên homoseksuel di van salên dawî de kêm bûne, li hêla din gilîkirinên tawanên nefreta hember kesên transeksuel zêde bûne. Li gor dezgeha berlêgirtina tawanan, Brå, di navbera sala 2010 û 20111 de ji 31 gilîkirinan bûn 52. Lê Sofia Kuno, birêvebira projeyê li xizmeta nobedarîya qurbanên tawanan ya RFSL, texmîn dike ku hejmara ji wisa bêhtir e.

-Sofia Kuno dibêje, ez karim bêjim ku bêguman hejmara neqeyd kirî ya tawanên nefretê hember kesên transseksuel ji dora 50 bi gelekî bêhtir e. Ji ber di rastîyê de tadeyeke bêhtir li wan dibe.

Tawanên nefreta hember kesên transseksuel yan jî motîvên fobîya kesên trans bo tawanên nefretê, tenê ji 2008 de wekî tawan peyda bûye, herҁend ku kesên sînorên cinsî derbas dikin ji mêj ve grûpeke di civakê de berxeter e û tûșî tadê û zorê dibin.

Sofia Kuno dibêke ku bi kêmanî %15 ji telefonên ji wan re tên bo xizmeta nobedarîya qurbanên tawanan ya rêxistina RFSL, ji kesên transin û yê tawankar bêhtirê caran kesekî nasê wan e, cîraneke yan jî hevjîn e ku dixwaze rûmeta wan bișkîn e û wan biҁûk bike.

-Di heman dema ku tade li wan dibe, mecbûr dibin gotinên mîna: ”transa pîs” û ”ez li keҁan naxînim lê tu nekeҁeke duristî” dibihîzin. Lê asayî ye ku tenê kesên trans tûșî zor û șidetê dibin. Sofia Kuno ji RFSL dibêje ku hem zor û șideta bi motîvên fobîya kesên trans jî zêde cidî ye:

-Em car bi dû carê de dibînin ku dema kesek bi vê motîvê dixwaze tadê li kesekî bike, piranîya caran dixwazin wan bitirsînin û nîșankirineke bo vê grûpê. Û eger mirov li tada fîzîkî binere, piranîya caran derbarê zor û șideteke giran e û di heman carê de dubarekirî ye.

Li wan didin û bi pêhna jî û piștre careke din wan vedigerin. Sofia Kuno dibêje, ev derbarê pêșwazî kirin û muamelekirina civakê ye jî. Kuno berdewam dike û dibêje kêm kes diwêrin gilî bikin, ji ber tirsa zêde û biҁûk kirina ji alîyê polîs ve û hem jî alîyê dezgehên lênerîna tenduristîyê û sîstema dadmendîyê jî.

-Ew yên têkilîyê bi xizmeta nobedarîya qurbanên tawanan ya RFSL re datînin, danberhev bi xizmetên nobedarîyê din re, piranîya wan berîya gilî li ba polîs bikin telefonî me dikin. Ew carê dudilin ji aliyê pêșwazîya polîs û dezgehên din ve. Kuno dibêje bêguman hem ba polîs û hem jî ba karmendên dezgehan astengîya kêmasïya jîrbûnê heye ya divê em bi awayekî ҁareser bikin.
Ew hejmara kêm ya rewșên tên gilîkirin, kêm caran doz li wan di dadgehê de vedibe. Û ta nuha kes di dadgehê de ji ber tawanên nefretê bi motivên fobîya kesên trans nehatîye hukim kirin..

Berîya nuha bi demekê rewșeke dadgehî li Örebro deng pê ket, mêrek gumanjêkirî bi destdirêjîya cinsî hember jineke trans serbest hate berdan. Wî dest dirêjî betal kir dema dît ku jin jineke trans bû. Sofia Kuno dixawze bêje ku hem xurtkirina yasayan û hem jî jîrbûn di warê sîstema dadmendîyê de pêwîst e.
Bo ku ne be wekî rewșa li Örebro, ya tê de yasa mirov diparêz e lê wan hilbijart ku vê rewșê bi awayekî tirsnak yasayê șîrove bikin.

ji Radyoya Swêdê

Hemzayendên Tirkiyeyî û Dê û Bavên Transan Ji Bo Belgefîlma Xwe Li Benda Piştgiriya We Ne!

‘Di vê cîhana mezin de nikaribûn zarokê min bi cih bikin’
Melek Okan*
*Dayika Îrem a transeksuel a ku li Bursayê bi awayekî hovane hat kuştin. 

Em; wekî dê û bavên tirkiyeyî yên ku zarokên wan hemzayend, bîseksuel, travestî û transeksuel in, LÎSTAG’a ( Malbatên LGBTT’iyan Koma Stenbolê)  ku me bi hev re damezirandibû, em gihîştin hev û din û me dest bi kişandina belgefîlmê bi navê “Zaroka/ê Min” kir. Ji bo ku ev belgefîlm bê qedandin, pêdiviya me bi piştgiriya we hemûyan a sazûmanî, maddî û manewî heye.

Bi tikandina navnîşana www.listagfilm.com û bi gihîştina girêdana INDIEGOGO’yê hem hûn dikarin li fîlmê temaşe bikin,  hem jî hûn dikarin ji bo belgefîlma “Zaroka/ê Min” a ku rasteqînkirina xeyala me ye, di hêla maddî de tevkariyê bikin. Hûn dikarin navnîşana malpera webê di ser medyaya civakî de belav bikin û bibin pêşengê/a ku gelek mirov bi saya we agahdar bibin. Bi tevkariyên biçûk ên ku hûn bidin, em girîngiyê didinê ku di beşa malpera webê de wekî “piştevan” bê dîtin.
Ji Rêbendana sala 2008’an û bi vir ve bi civînên pergalkirî xwişk û bira,  xizm, endamên malbatan û bi taybetî jî em dê û bav ên ku endamên  LGBTT’ê (lezbiyen, gey, bîseksuel, travestî, transeksuel) yên ku tên cem hev, di her derfetê de roportajan didin medyayê û em hewl didin ku dengê xwe bidin bihîstin, em xwe bigihînin malbatên ku vê rewşê dijîn û piştgiriya xwe ya bi wan re didomînin.
Li welatê me yê ku homofobî û transfobî lê belavbûyî ye û pê ve girêdayî mekanîzmayên sansurê gelek çalak dixebite, ji bo ku dengê me ji hêla girseyên hîn mezinter ve bê bihîstin, me pêdivî bi belgefîlmekê dît.  Me xwest ku di vê erdnîgariya cîhanê de dengek hebe,  em û zarokên xwe çi dijîn, em vebêjin û em cîhaneke pêkan biafirînin. Mirov ji bo tiştên ku em dijîn fêm bikin,  tengasiyan dikişînin û ji nedîtî ve tên… Dema ku em wekî malbat biaxivin, roj bê û ew jî hîn bibin ku zarokên wan bixwe hemzayend, bîseksuel û trans in, dibe ku tiştên ku bijîn xeyal bikin, em fikirîn ku vê yekê herî baş ji me fêr bibin. Sala par di panela ku em tevlî bûbûn a Zanîngeha Bogazîçî de ji peywirdarên perwerdehiyê Can Candan ê ku li me guhdarî kiribû, wekî kesekî ku vê empatiyê qefaltibû, dema ku bi teklîfa çêkirina belgefîlma me hat, me fêm kir ku ji bo em dengê xwe bi hemû cîhanê bidin bihîstin, ev kesekî rast e, em gelek bi kelecan bûn û me dest bi kişandina belgefîlmê kir. Hûn jî dizanin ku derbasbûna me dê û bavên ku zarokên me bi awayekî mafdar dixwazin xwe bi nasnameya xwe derbibirin lê di vê civaka homofobîk û transfobîk te zordariyê dikişînin, derketina me ya ber kamerayan ne hesan bû.

Lê em LI VÊ DERÊ NE!

Em 5 dê û 2 bav ên ku ji nav LÎSTAG’ê hatine, bi navê xwe, bi rûyê xwe û ya herî girîng jî bi dilê xwe, pêşî li we dûre jî li hemû Tirkiye û cîhanê bag dikin! Belê, ji bo ku em bibêjin “Zaroka/ê Min hemzayendî ye, Zarokên me Transeksuel e” em çi jiyan û em çi dijîn? Em çawa derketin ber van kamerayan?  Me çawa dest bi vê rêwîtiyê kir û em hîn jî dixwazin çi bikin?  Em ê vê yekê hemû bi hev re,  dema ku belgefîlm bi dawî bû, bibînin.  Lê wekî ku em hemû jî dizanin, li vî welatî kişandina belgefîlmekî, hele kişandina belgefîlmekî ku li ser LGBTT’iyan be qet jî ne hêsan e. Di vê riya dijwar de li ser navê ku em piştgiriya xwe bidin nîşandan, pêdiviya me bi alîkariya we heye.
Ji kerema xwe re di ser navnîşana www.listagfilm.com re bibin piştevanên “Zaroka/ê Min”!
Haydê! Em hemû bi hev re ferqekê biafirînin…

LISTAG (Malbatên LGBTT’yî Koma Stenbolê)  
Zaroka/ê Min: www.listagfilm.com
LİSTAG: www.listag.wordpress.com

ji LISTAG

Rewşa tendursitiyê bo transseksuelan tên guhertin

1.07.2010

Qanûna tenduristiyê bo kesên transseksuel ango kesên cinsvegor gelekî kevin û pêpes kiriye, herweha mercên bo guhertina cins bo kesên dixwazin gerek bên guhertin. Ev yeka li gor lêkolîneke hate danasîn ji aliyê daîreya giştî bo kar û barên civakî ve. Karin Lindell lêkolînera vê lêkolînê bû.

- Bo grûpa kesên transseksuel qanûn gelekî kevin e û rûmet şikandiye, hukûmet îro wan mecbûr dike ku mecbûrî xwe bixesînin bo ku cinsekî nu deyinin. Rewş divê ne bi vî awayî be di welatekî demokratîk de.
Bo kesê dixwaze cinsê xwe yê biolojîk biguhere yan rast bike divê tevlî pêvajoyeke gelek salî bibe, û di lêkolînên tendursitî de derbas bibe. Ev yeka dihêle ku gelek bikevin rewşên psîkolojîk yê xirab de û asta xwekujiyê nav kesên transseksuel de bilind e.
Bo ku ji mirov re cinsguhertin bên qebûl kirin îro, divê 18 saliyê derbas bikin, û hemwelatiyê swêdî bin, nezewicî bin û divê jî xwe bixesîn e.
Rexne gelek caran hatine kirin li van mercan ji aliyê kesên transseksule ve yên bi daxwaza guhertina cinsê xwe nin û ji aliyê yekîtiya mafê kesên homoseksuel, bîseksuel û transseksuel ve. Lukas Romson yê bi xwe di tecrûbeyeke wisa de dertbas bûye û cinsê guhertiye, serokê KIM e, komeleyek bo mafê cins, nasname û pircureyîyê:
- Em di gelekê salan de acizbûn ji ber vê yekê, hem ji ber merca xesandinê û hem jî ji ber merca ku mirov divê nezewicî be. Pişt re jî me rewşa kesên di bin 18 saliyê de nin diyar kiriye.
Me xwest em eşkere bikin ku rewşa wan bi carekê re neragirbar e, ku kesên genc mecbûrin bijîn bêyî ku xwedan nasnameyeke li gor wan be. Gelek kes dijîn îro bi wî cinsê ew pê hest nakin. Ew nikarin seferekê bikin bi bilêteke minasibê wan, ew ditirsin ku kesên ji sefa wan wan eşkere bikin dema bibînin ku navekî şaş yan jimarên şexsî yên şaş bikar bînin û her wekî din.
Karin Lindell dibêje ku sînorên emir bo lênerîna hormonan dê kêm bibe ta 16 saliyê û merca ku ew kesa divê hemwelatiyê swêdî be, nezewicî be û xesandî be divê bên rakirin:
- Ez wê merca xesandinê radikim û ji wî kesî re jî tên qebûl kirin ku şaneyên xwe yên cinsî bicemidîn e, eger bixwazin organên xwe yên cinsî ra bikin. Bikêfa xwe nin eger bixwazin emeliyatina çêbikin, ji wan re dê her derkeve ku cinsê xwe biguherin.
Lukas Romson yê beriya çend salan cinsê xwe guhert, wê demê zewicî bû û mecbûr bû cihê bibe pêşî û xwe bixesîne û piştre emeliyê çê bike:
- Zarokên min hebûn, lê nuha piştî wê tecrûbê û piştî deh salan mirov bi kêmasiyê û rûmet şikandinê hest dike. Imkan ji min re nebû ku ez bi xwe hilbijêrim û ez gelek kesên transseksuel nasdikim ku diêşin bi wê ku imkan ji wan re derneket ku zarokan ji xwe re çêbikin û yên nuha mereq dikin. Îca ez nuha bi hêvî me ku çareserkirineke zû li dar bikeve.
Lê mirov divê hem ser kaxezê jî, yanî bi awayekî qanûnî cinsekî wegir e, bêyî ku mirov emeliyateke fîzîkî ya cinsguhertinê çê bike û hem jî derman kirina hormonan werbigre bêyî ku mirov xwedan teşxîsa transseksuel be. Karin Lindell lêkolînera vê lêkolînê:
- Derman kirin bo wan kesan tên qebûl kirin yên naxwazin cinsguhertineke kamil çêbikin, yên dixwazin rastkirinekê çê bikin. Ev yeka qedexe ye îro, divê mirov teşxiskirî be wekî transseksuel.
Îro roj li Swêdê li transseksuel bûnê tên nerîn wekî nexweşiyeke psîkolojîk, piştî ku rêxistina tenduristiyê ya cîhanî WHO, ev yeka sinifand. Lêkolîner Karin Lindell careke din:
- Îro gelek kes hest dikin ku ev yeka tiştekî negatîv û xirab e, ez dixwazim bêjim ku mirov divê li pêsketinê binere û hem jî li saziya kar û barên civakî divê çalak bin ji vî alî ve û bi van pirsan re bo ku koda teşxîs kirinê biguherin. Ew bixwe kare tiştekî din be, ez ji dil di wê baweriyê de mim.

ji Radyoya Swêdê