kurdistan etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
kurdistan etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

Li Kurdistanê yekem car: Homosexual

Silêmanî (Rûdaw) - Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê derhênerekî gênc fîlmek liser jiyana hevzayendan çêkir.

Kurtefîlmê bi navê “Homosexual” yekem fîlmê Hêmin Xofya ye ku bi xwe çîroka wî nivîsandiye û kişandiye.

Di fîlmê 15deqîqeyî de 3 lîstikvanên kur û 3 ên keç dilîzin.

Xofyayê hê 21salî 8 sal e di warê hunerî de kar dike. Destpêkê bi şanoyê re mijûl bûye. Dûvre kurtefîlman bala wî kişandiye.

Çima hevzayendî?

Derhênerê gênc dibêje sala 2013an wî projeya fîlmekî liser hevzayendan çêkir. Lêbelê ber bi dawiya 2015an ve piştî ku lîstikvan dîtin karî dest bi kişandina fîlmî bike û meha Sibatê jî temam kiriye.

Xofya aşkera dike ku ew bixwe ne hevzayend e û heta li dijî wê ye li Kurdistanê hevzayendî belav bibe ji Rûdawê re got:

"Wekî hunermend karê min nîşandana mijarên tebû ye. Wekî mînak, hevzayendî. Ez bi hunera xwe dixwazim nîşan bidim ku ew jî beşek ji komelgeha me ne. Armanca min ew e di vê derbarê de yasayek bê çêkirin."

Li Silêmaniyê kişand

Derhêner Xofya çîroka ku li Silêmaniyê kirî fîlm wiha vegot:

"Xortek û keçeke gênc diçine hotêlekê. Lêbelê hotêl ode nade wan. Ew jî diçine cihekî ku li Silêmaniyê baş tê zanîn, bi hev re dibin. Lêbelê dema du kur û du keçên hevzayend tên, ode didine wan. Çimkî nizanin ku hevzayend in."

Di fîlmî de du xort diine cem melayekî ku mehra wan bibire. Lêbelê mela dibêje "em ne xrîstiyanin ku vê mehrê bibirim."

Ew xort dûvre diçine cem keşeyekî. Keşe jî dibêje nabe. Dûvre diçine dadgehê da ku nasnameya xwe biguherînin. Dema desthilatdar ji wan dipirsin çima, ew dibêjin ku dixwazin bizewicin.  Ser vê yekê wan dixine girtîgehê. Rêvebiriya girtîgehê ji ber ku ew hevzayend in wan dixe odeyên cihê. Ew gênc li pişt dîwaran bi hev re diaxivin û dibêjin "dîwar nikarin bibin asteng ji me re."

Çawa lîstikvan peyda kirin?

Xofya diyar dike ku liser Facebookê 4 hezar 'hevalên' wî hene û ji wan hevzayend in. Bi vê rêyê pêşniyaza lîstikvaniyê kiriye.

Lîstikvanan yek merc hebûye: Ku fîlm li Başûrê Kurdistanê neyê nîşandan. Ligel vê yekê jî Xofya got fîlm destpêka Îlonê dê li kafeyekê bi beşdariya temaşevanên bijartê bê nîşandan.

Xofya dixwaze bi gavekê jî be sînemaya Kurdî pêşve biçe û hinek sînoran bişikîne: "Êdî divê hevmaçkirin û seks di fîlman de hebe. Hevzayend jî beşek in ji civakê. Di fîlm de rûyê wan dixuyê. Min xwest karê min realîst be."

Fîlmê Xofya ta niha ji 80 bajarên Amerîka û Ewropayê re hatiye şandin. 20 Hezîranê li Almanyayê nîşandaneke wî hate rêkxistin.

 10 hezar dolar lê serf kir

10 hezar dolarên Amerîkî ji berîka derhênerê gênc bixwe wekî mesrefên fîlm derketiye.

Fîlm ji bo pesendkirine ji Rêvebiriya Sînemayê ya Silêmaniyê re hatiye şandin, lê wan xwestiye çîrok bê guherandin.

 Liser vê yekê Xofya dibêje:

"Pirsgirêke ne hebûne seksê bû. Wan têbinî liser şêweyê honandina çîrokê hebû. Lê ez xwedî stîla xwe me. Ez li gorî ya wan şixul nakim."

Derhêner yekem car ji Rûdawê re derbarê fîlmê xwe de axaft. Ji bo yekem nîşandan fîlmî ya meha Îlonê ji Kurdistanê Rûdaw û ji derveyî welêt jî BBC hate vexwendin.

Lîstikvanê sereke

Lîstikvanê sereke Hojan Kemal (22) beriya 8 salan pêhesiyaye ku hevzayend e.

Hojanê bi hevzayendiya xwe şanaz e û sê sal bêhtir e lîstikvanî dike derbarê fîlmî de got:

"Em dixwazin bi vî fîlmî rûyê girtiyê kesên wekî min ku ji aliyê malbat, yasa û dîn ve zulm li wan tê kirin ji civakê re vekin. Gelek hevzayend ji ber sedemên derûnî xwe dikujin. Nikarin bi xelkê re bijîn çimkî têne acizkirin."

Hojan ji niha ve li bertekên ku dê bên difikire:

"Pêwîst fîlm li cihekî taybet bê nîşandan, lê divê bi telefonê wêne neyên girtin. Haya malbata min jê nîne û eger fêr bibin ez dê mecbûr ji wan cihê bibim. Ya rastî ji bo kar, jiyana xwe fida dikim."

Lîstikvan Hojan ji bo parastina mafên hevzayend ango hemwelatiyên LGBT dixwaze yasa bêne çêkirin.

ji Rudaw

HDP-LGBTÎ û Kurdistanî

Kalê Badî

Hereketa Azadî ku di Hezîrana 2012’an de wek însiyatîf xwe olan kir û piştî 2 salan, di Îlona 2014’an de guherî û wek hereket xwest ku bibe berdevkê hestiyariyên olî û neteweyî yên kurd, di 2015’an de bi mebesta piştgirîdayîna HDP’ê beşdarî Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî bû. Lê belê piştî hilbijartinan, di çend mijarên wek nêzîkahiya HDP’ê ya LGBTÎ’yiyan û hin pirsgirêkên navxweyî hate rojevê.  Me bi ramankar û endamê Hereketa Azadî Nivîskar Yavûz Delal re van pirsgirêkan şopand. Delal got: “Piştgirîdayîna hin payedarên HDP’ê ya ‘Meşa xîretê !’ ya LGBTÎ’yîyan nexwendin û kornêrîntiya HDP’ê ye”

‘Konsept hevgirtina Kurdistanî ye’

Nîqaşên ku di nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî de rû dan û ji alî hin kesan ve wek nakokî têne danasîn, li ser nêzîkahiya HDP’ê ya LGBTÎ’yan bû. Ev nîqaş, hem di nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî ya ku ji Partiya Demokrasî ya Gel(HDP), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Komeleya Kurd a Şoreşgerên Demokrat(DDKD), Partiya Azadî û Sosyalîzmê(ÖSP) û Hereketa Azadî pêk tê, hem jî di nav Hereketa Azadî bixwe de bû sedemê pirsgirêkan. Endamê Hereketa Azadî û Nivîskarê Îlahiyatvan Yavûz Delal ji bo sedemên beşdariya Hereketa Azadî ya nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî da zanîn ku ji ber ku di metna konsepta Hereketa Azadî de xala ‘Hereketa Azadî hevgirtina civakî û siyasî wek rêgeza polîtîk dizane’ li ser wan ferz kirî ye, ew beşdarî hevgirtina 7’ê Hezîranê bûne û di vê beşdariyê de wan hesabên bazarên berjewendparêz ên polîtîk nekirî ye. Delal got: “Ji ber vê xalê me bi hêmanên din ên Kurdistanî re ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê biryara piştgirîdayîna HDP’ê stend.

‘Konsept qala LGBTÎ’yan nake’

Yavûz Delal diyar kir ku metna konsepta hevgirtinê ya ku azadiya wijdanî û olî destnîşan dikir, her wiha amaje bi wê yekê dikir ku hevgirtin, dabînkirin û bidestistina azadî û hemû mafên neteweyî yên gelê kurd ên wek; statuya Kurdistan, perwerdehiya ziman, fermîbûna zimanê kurdî, di destûrê de parastina nasnameya neteweyî ya gelê kurd wek polîtîkaya xwe ya sereke radigihand. Delal wiha dom kir: “Metna konseptê erênî yan jî neyênî qet qala LGBTÎ’yan nedikir. Jixwe konsep ji ber berpirsyariyên civakî û pêdiviyên polîtîk li ser hîmê kurd û Kurdistanîtiyê hatibû avakirin û ji ber wê yekê navê wê danîbûn Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî” Delal diyar kir ku eleqeya beyannameya hilbijartinê ya HDP’ê û metna konsepta hevgirtina Kurdistanî bi hev re tune ye, lewre; beyannameya HDP’ê piştî qebûlkirina metna konseptê hatiye aşkerekirin. Delal da zanîn ku hevgirtina hilbijartinê ya Kurdistanî ne ji ber beyannameya HDP’ê, ji ber mercên li Kurdistan piştgirî daye HDP’ê. Delal aşkere kir ku Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî, xebatên xwe li ser naveroka beyannameya HDP’ê nemeşandiye û di beyannameya HDP’ê de hebûna mijara LGBTÎ’yan an jî mijara Kurdistanî ji bo wan nebûye krîterên beşdariyê. Delal got: “Beşdarvanên Hevgirtina Kurdistanî ji ber ku bawerî bi wê yekê hanîn ku piştgirînedana HDP’ê wê ziyanên mezintir bide Kurdistanê wiha helwestiyan û di rastiyê de piştgirî nedan HDP’ê, dan aramî, aşitî, siyaset û yekîtiya Kurdistanê”


‘Piştgiriya LGBTÎ’yê cihê tirsnakiyê ye’

Li ser mijara piştgirîdayîna LGBTÎ’yiyan ya ‘meşa xîretê’ ya hin HDP’yiyan ku di nav Hevgirtina Hilbijartinê û taybet di nav Hereketa Azadî de bû cihê gengeşiyan jî Yavûz Delal ragihand ku ‘meşa xîretê’ ne di çarçoveya berpirsyariyên Hereketa Azadî de ye, lê belê hin kes dixwazin ku vê meseleyê ji bo wan bikin sedemê nakokiyan û her çiqas ew xwe ji vê meseleyê dûr bikin jî, ji ber ku di çarçoveya piştgirîdayîna HDP’yiyan de tê nirxandin, wek hevkarên HDP’ê ev mesele wan jî eleqedar dike. Yavûz Delal li ser vê mijarê wiha axivî:

“Ji alî hin kesayetên grîng ên HDP’ê ve piştgirîdayîna ‘meşa xîretê’ ya LGBTÎ’yiyan, di çarçoveya civakanasiya Kurdistanê ve, wek siyaset mînakeke kornêrîniyê ye. Ev yek ji bo siberoja HDP’ê û rêgeha siyaseta kurd a domînant cihê peroşiyê ye. Piştgiriya ku HDP’ê da vê meşê, ji alî çawanî û çimayî ve ji pêvajoya Gezî’yê re jî nehatiye dayîn. Ev rewş, di heman demê de ji bo oldarên ku derfet dîtine di lîsta HDP’ê de biçine parlamenê jî tê wateya blokebûnê û ev xeflet nayê îzahkirin. Divê HDP ji bo siberoja xwe ji vê rewşê feyz bistîne û dikaribe parlametên xwe bêtir kontrol bike. Ev daxwazî di heman demê de daxwaziya hilbijêrên HDP’ê ye jî. Wek polîtîk, mafê Hereketa Azadî ye ku ji vê siyaseta HDP’ê ya ku li kodên genetîk ên hilbijêrên kurd nagoncive sûd werbigire, lê belê ji ber ku ev şêwe siyaset li prensîbên tekoşîna maf, dadî û azadiyê ya Hereketa Azadî nagoncive, em siyaseteke wiha nameşînin û em ji bo bi kodên genetît ên kurdan neleyize em HDP’ê hişyar dikin.  Lê belê devê ez vê yekê jî bêjim ku ev meyldarî di nav HDP’ê de jî meyldariyeke marjînal û lokal e”

Li ser bibîrxistina ‘Hun dibêjin LGBTÎ’yî derî şêweyên jiyanê yên marûf in’ jî Delal anî ziman ku pîvana marûfiyê kevneşopiya jiyan û teşeyên bizavî yên ku li ser qada şaristaniya xwe hatiye avakirin e û got: “Wek nimûne; ‘meşa xîretê’ ku di şaristaniya rojava de marûf e, bi şêweya ku li Tirkiyeyê hat lidarxistin, di çarçoveya kevneşopiyên şaristaniya me de ne marûf e”

‘Azadî bi çûna wan paqijtir dibe’

Li ser angaşta ku ‘ji ber têkiliya bi HDP’ê re hin kes ji Hereketa Azadî veqetiyane’ jî Yavûz Delal diyar kir ku hebûna hin pirsgirêkan bûyera hereketa wan rave nake û dom kir: “Çûna hin kesên ku Hereketa Azadî baş tênegihîştine û îdrak nekirine ne veqetandin e, lewre têkiliya wan kesan û hereketê tenê li ser daxwaznameya endamtiyê meşiyaye û ev nayê wateya veqetandinê. Yanî di çarçoveya metna konseptê de pirsgirêkeke Hereketa Azadî tune ye. Tenê veqetandina hin kesên ku metna konseptê tênegihîştine heye. Ji ber vê yekê ev veqetandin ji bo Hereketa Azadî tê wateya moxilbûyîn û paqijbûyînê”

‘Kurd ji bo armancên sereke HDP’ê tolere dikin’

Li ser pirsa me ya ku di raya giştî ya kurd de rexne tê kirin ku HDP, ji daxwazên sereke yên kurdên ku meyldariyên wan ên neteweyî û olî hene bêtir enerjiya xwe li ser derdorên çepên tirk, LGBTÎ û hêmanên din ên marjînal xerc dike jî Delal anî ziman ku ger di raya giştî de rexne û îtirazeke wiha hebe, divê siyasetmedar vê peyamê baş têbigihîjin. Delal wiha got: “Li ser grîngîdayîna daxwazên siyaseta HDP’ê bêhevsengiyek heye û hilbijêrên Kurdistanî ji vê yekê haydar in. Mirov dikare li ser hilbijêrên kedkar ên HDP’ê jî vê yekê bibîne  Lê belê em ji mêj ve dizanin ku kurd ji ber armanên xwe yên sereke vê siyaseta HDP’ê tolere dikin. Bi kurtasî; Divê HDP polîtîkaya xwe bi baldarî bimeşîne û hevsengiya profîlên hilbijêrên xwe piştguh neke û li gor daxwazên wan çalakiyan pêk bîne”

ji BasNews

Kempeynên Hilbijartinên Tirkiyê Berdewam Dikin

Çend roj mane ji hilbijartinan re, lê kempeynên partiyên siyasî li Tirkiyê her berdewam in.
Roja şemiyê Partiya Doza Azad (Hudapar), roja Duşemê jî Partiya Dad û Pêşevbrinê (AKP) li Amedê, li Qada îstasyonê mitîngên hilbijartinê lidarxistin. Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî, di 5'ê Hezîranê de li heman qadê wê mitinga xwe lidar bixe.

Hêjayî gotinê yê, 29'ê mehê li gundekî navçeya Hezexê (İdil) ya Şirnexê di navbera alîgirên Hudapar û HDPiyan de pevçûn rû da ji sedema kempeynên hilbijartinê û du mirovên Hudaparê hatin kuştin, du mirovên HDPê jî birîndar bûn.

Serokê Giştî yê Hudaparê Huseyin Yilmaz û namzedê Amedê Zekeriya Yapicioglu di gotarên xwe de li ser vê bûyerê û pevçûnên navbera aligirên wan de sekinîn. Herduyan jî gotin ku HDP zextê li ser alîgirên wan dike.

Di van herdu mîtîngên dawî yên li Amedê de, peyam zêdetir li ser îslamiyetê bûn. Hem AKP hem jî Hudapar, li Amedê, HDP bi tundî rexne kirin jiber namzedên endamên  homoseksuel (LGBT).

Rêvebir û namzedên Hudaparê gotin, HDP dixwaze Kurdan ji urf û adetan dûr bixe û bêexlaqiyê di nav Kurdan de bicî bîne.

Serokwezîr Davutoglu jî got HDP Kurdan ji îslamê dûr dixe.

Herwiha Serokwezîr got, HDP jibo di bin benda hilbijartinê de nemîne, dixwaze tirsê têxe nav dilê gel. “HDP xelkê ditirsîne ku bendê derbas neke wê bûyerên ji yê Kobaniyê xerabtir rû bidin. Em bi ti awayî rê nadin ku careke din bûyerên wek yên wê demê biqewimin. Çi lazim be emê bikin. Herwiha xwediyê pêvajoyê AKP ye. Jibo dewamiyê jî divê di hilbijartinê de dengên zêde bigire."

Hêjayî gotinê ye ku li herêmê gelek mirovên dengên xwe didin AKPê, naxwazin ku HDP di bin benda hilbijartinê ya 10 ji sedî de bimîne. Li ofîsa hilbijartina AKPê, me ji mirovên ku dengên xwe didin AKPê pirsî bê ka ew li ser AKP û HDPê çi difikirin.

ji DengêAmerîka

Huda-Par: Em amade ne bi HDPê re rûnên

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) û namzedê wê partiyê yê Amedê Zekeriya Yapicioglu ragihand, eger pêwîst bike ew amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re jî rûnên. Yapicioglu her wiha got, DAIŞ fitne ye û divê were sekinandin.

(...)

Rûdaw: Gelo HDP dê bikaribe benda hilbijartinan derbas bike?

Li gorî rewşa niha derbaskirina benda hilbijartinan ji aliyê HDPê ve hêsan nîne. Li gorî hinek rapirsiyan, dengên HDPê di navbera %11-12 de ye, hinek jî dibêjin dê %13 bîne. HDP ji bo ku dengên xwe zêde bike di bin navê Tirkiyeyîbûnê de berê xwe daye çepên tirk, komên LGBT (lezbiyen, gay, bîseksule û transeksule). Ew jî nikarin HDPê rizgar bikin. Li gorî me pir zehmet e HDP bendê derbas bike. Eger bendê derbas neke dê derdora %9 dengan bîne, jixwe gellek kes jî vê dibêjin. Ji bo ku bendê derbas bikin divê tiştekî din jî bikin.

Rûdaw: Ew tişt çiye?

Di hilbijartinên serokomariyê de zimanekî nerm bikar anîbûn. Aloziyek pir biçûk jî dê zirarê bide wan. Di hilbijartinên şaredariyan de li wan deverên ku alozî derketibûn, dengê wan kêm bibûn û li cihên ku bi hêminî kar kiribûn dengên wan zêde bibûn. Eger vê carê jî aloziyên derxînin êdî HDP qet nikare bendê derbas bike.

Rûdaw: HDP kêmîneyên LGBT derdixe pêş. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Em vê baş nabînin. Li gorî me ew vê yekê bi enqest û ji bo têkdana exlaqê civakê dikin. Pir behsa mafên jinan dikin ev jî ne li ser bingeha niyetek baş e, çimkî bi awayekî jinan bikar tînin…

Dibêjin namûs kabûsa civakê ye. Vê yekê ji bo hilweşandina malbatê dikin, helbet ev jî ji îdeolojiya wan tê. Kurd bi malbat, exlaq û baweriyên xwe ve girêdayî ne. Em di wê baweriyê de ne ku hilbijêrên kurd dê li ser sindoqên dengan van kiryaran ceza bikin. 


(...) 

ji Rizgarî

Daxûyaniya Hêvî LGBT

25.03.2015

JI ÇAPEMENÎ Û RAYAGIŞTÎRE;

Ahmet YILDIZ 15 Tirmehê 2008’an de Bavê wî Jiber ew hevzayend wî kuşt. 8 İlonê dewaya wî dest pêkir. Li tirkîyê ji ber nasnameya merbazbunê di bin navê namusêde kesê ku hatiye kuştin YILDIZ bixwe ye. Ji ber kujer bav derketîye derveyê welat nayê girtin. 6 sale ev doz bê encam berdewam dike. Dadgeh bê kujer e.Gerabdina wîya interpolê ji heye li mixabin nayê dîtin.
Lê em dizanin pergala heteroseksist û patriarkal her dem jin, hevzayend, kurneqiz,jinnekur,nêrumê û nasnameyê di nav civakê de bê parastinin bune xwarina dewletê. Dema pergala desthilatar bixwaze kî bigre digre û davê zindanê. Lê divê dozê desthilatarê ker,kor û lale.. Ev doz 6 sale bi encam berdewa dike.
Edaleta bê terazî. Kuştinê kêrixîn u kuştinê di bin navê namusêde em şermezar dikin. Doza 26 Adarê ya Ahmet yıldız li dadgeha wi em dişopinin. Hun ji seat 10:30 ‘de li dadgeha kartal 5. ya giran li benda we ye….
Tu tune bî em yek kêmin!

MECLÎSA LGBTI’YÊN KURDISTANÎ
1- Ahtamara Lgbti Wan
2- Hêvî  Lgbti Istanbul
3- Kars Homofobi ve Transfobi Karşıtı İnsiyatif
4- Keskesor Lgbti Amed
5- Malatya Gökkuşağı İnsiyatifi
6- Dersim Roştîya Asmê Lgbti Oluşumu
7- Hirçên Med
8- Zeugmadi Lgbti  Antep

ji Hêvî LGBTI

LGBTÎ'yên li Mêrsînê piştgirî didin Demîrtaş

Kesên LGBTÎ yên li Mêrsînê dijîn diyar kir ku boneya li dijî cudakariya zayendî derdikeve, di hilbijartinên serokomariyê de dengên xwe bidin Namzetê Gelan Selahattîn Demîrtaş. 

Xebatên hilbijartinên serokkomariyê li Tirkiye û derveyî welat bi hemû lez û beziya xwe didome. Di vê navberê de derdorên cuda piştgiriyê didin Namzetê Gelan Selahattîn Demîrtaş. Kesên LGBTÎ yên li Mêrsînê dijîn jî daxuyandin ku bi boneya li hemberî cudakariya zayendî têdikoşe wê dengên xwe bidin Demîrtaş. LGBTÎ'yan destnîşan kir ku di nava hersê namzetên heyî de herî zêde Demîrtaş, xitabê wan dike û nêzîkatiya li hemberî kesên LGBTÎ'yan ya 12 salan ew baş dizanin da ku Erdogan çewa difikire. Der barê Ekmelettîn Îhsanoglu de jî aktivîstên LGBTÎ'yî destnîşan kirin ku ji ber ku nêrîna Îhsanoglu ya heyî ew qet piştgirî nadin wî. 

Aktivîsta LGBTÎ'yî Tuna Şahîn got ku wan hersê namzet ji nêzve şopandine û derketiye holê ku yê herî nêzî LGBTÎ'yan Demîrtaş e. Şahîn, anî ziman ku ev 20 sale ji bo xala makeqanûnê ya têkildarî cudakariya zayendî biguhere ew têkoşîn didin û got ku tenê Demîrtaş dikare vê xalê biguhere. Şahîn, derbirî ku Demîrtaş namzetê gelan e û ji nav hersê namzetan yê herî baş derdorên rastî cudakariyê ten temsîl bike jî Demîrtaş e. 

Şahîn, di berdevamê de, Erdogan şiband Kenan Evren û wiha got: "Ev hemû namzetên pergala ku riziyaye ne. Em namzetê gel yê rasteqîn dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku paradîgmaya HDP'ê ya azadîparêz wê hemû pirsgirêkên me çareser bike." Şahîn, dawiyê daxwaz kir ku komîsyona tekoşîna li hemberî cudakariyê bê avakirin û bang kir ku her kesê dibeje ez xwedî wijdanim piştgirî bide Demîrtaş. 

Endama Heftreng a Mêrsînê ya LGBTÎ'yê Berfîn Kiliç jî got ku ne tenê ji ber ku ew kurd e, bi boneya Demîrtaş, xwedî li mafên kesên LGBTÎ derdikeve wê piştgirî bide wî. Kiliç bilêv kir ku ew baş dizanin dema ku Demîrtaş hate hilbijartin ji bo mafên wan di maqekanûnê de bê naskirin wê bixebite û da zanîn ku ji bo vê dê bi hêzên azadîparêz re bixebitin. Kiliç destnîşan kir ku civak wan wekî nexweş pênase dike lê da zanîn ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê diyar kiriye ku hevjîni ne nexweşiyeke û vê yekê di lîteratura tibê de jî cihê xwe girtiye. 

ji BestaNûçe

Ji bo LGBTÎ'liyê hat kuştin protesto

Li Amedê endamê LGBTÎ ji ber nasnameya xwe a cinsî LGBTÎ ya ku hat kuştin daxwuyaniya çapemeniyê dan.

Li Stenbolê Tarlabaşı kolana Daracik ku di roja 21’ê Nîsanêde ji ber transsekue buye rastî êrîşa hatî ji bo Çimdem Jokera ku hatî kuştin endamê buyenga LGBTÎ li semta Yenîşehîr hatin gel hevdû. Li ser navê komê daxwaniya çapemeniyê endamê buyenge LGBTÎ Dîdem zara got; “ji ber nasnameya wan a zeyendî transên ku qetil kirin, em di bêjin trans rumeta mene û xwedî li van derdikevin.

Ji milendin ve li girtîgeha îxlala mafa berdewamdike. Di girtîgiha de mafên mirovan ku binpê tên kirin, tiştên tên binpê kirin rûmeta mirovahiyê ye. Dewlet ji bo LGBTÎ ya ku xizmeta sosyal pêk nayînê û eşkere dike ku vê girtîgehê cude çêbike. LGBTÎ di xwazin daxin rewşekî krîmînal û bi girtîgehek dinve di xwazin tecrit bikin.  Ji ber mecbur mayîn transên girtîn ku di girtîgiha de dikevin çalakiya birçîbunê, heya zirufên tekoşîna van durist nebin emê şopgerên wanbin. Transên girtî ne bi tenê ne.”

Kom piştî daxwuyaniya çapemeniyê bê deng belavbûn.

Ciwan Amed bû platforma pêşniyaz û rexneyên ciwanan

24.02.2014

Çalakiya Ciwan Amed a ku ji aliyê BDP’ê ve hat organîzekirin û ligel ciwanan namzetên hevserokatiya Şaredariya Mezin a Amedê jî tê de cî girtin, li Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de ji aliyê ciwanan hin proje hatin pêşkêşkirin û polîtîkayên heyî yên rêvebiriyên lokal ên BDP’ê hatin rexnekirin. Di çalakiya ku di 8’ê Sibatê de li Navenda Çandê ya Cegerxwîn hat li dar xistin de gelek endamên rêxistinên sivîl û kesên ji emrên cûda ku bi mijarê re eleqeder dibûn jî beşdar bûn.

Piştî axaftinên kurt ên namzetên hevserokatiya şaredariyê Gultan Kişanak û Firat Anli, çalakî bi pêşkêşkirina projeyên ku ji aliyê ciwanan hatibûn amadekirin, berdewam kir. Ciwan, projeyên xwe bi axaftin û nîşandayina slaytan pêşkêş kirin û li gorî dîtinên xwe ji bo pirsgirêkên bajêr li çareseriyan geriyan. Di vê beşê de proje hem li ser navê komeleyan û hem jî bi awayekî şexsî ji aliyê ciwanan hatin pêşkêşkirin. Di dema pêşkêşkirina projeyan de namzetên hevserokatiya şaredariyê, ji bo di dema hevserokatiya xwe ya şaredariyê ya piştî hilbijartinan de van projeyan binirxinîn, not nivîsandin.

Projeyên ciwanan wiha bûn: Çandiniya organîk û avakirina serayan, hilberîna şitilan, avakirina pirtûkxaneya bajêr û navenda etudê, avahiyên ji bo mayina xwendekaran, bikaranîna enerjiya royê, danîna daran û çêkirina riyên bisikletê.

Di beşa duyemîn a çalakiyê de beşdar pêşniyaz û rexneyên xwe yên ji bo polîtîkayên lokal ên BDP’ê anîn ziman. Hin ji van rexneyan wiha bûn:

Şaredarî û ziman: Pêwîstiya roleke aktîf a şaredariyê ya ji bo ferzkirina duzimanî li her saziyan hat destnîşankirin. Herwiha hat gotin ku divê şaredarî di afîş û reklaman de bêtir cî bide zimanê kurdî.

Şaredarî û rant: Ciwan anîn ziman ku di salên dawî de bi mezinbûna sektora avahîsaziyê ranta îmarê zêde bûye û divê pêşî li ber vê bê girtin. Li aliyekî din, hat pêşniyaz kirin ku kafeyên li parkên şaredariyê ji şexsan bêN girtin û li vir ji bo ciwanan îstîhdam bê avakirin.

Şaredarî û venêrîn: Ciwan diyar kirin ku di warê venêrînê (kontrol) de gelek kêmasiyên şaredariyê hene û daxwaz kirin ku her beşê şaredariyê di qada xwe de karê xwe yê venêrînê pêk bîne.

Têkiliyên bi gel re: Hat eşkerekirin ku şaredarî bi tenê di dema hilbijartinê de diçe serdana gel û pêşniyaz hat kirin ku bi awayekî perîyodîk van serdanan bên kirin.

Têkoşîna bi tilyakê re: Ciwan diyar kirin ku bikaranîna tilyakê her ku diçe di nava ciwanan de pêş dikeve û bi armanca pêşîgirtina vê, divê tevlî gel li dijî kesên hilberîna tilyakê dikin û kesên wê difiroşin têkoşîn bê kirin. Herwiha ciwan ji şaredariyê daxwaz kirin ku di bin banê şaredariyê de saziyeke têkoşîna li dijî tilyakê bê amadekirin.

Azadiya LGBT: Aktîvîstên LGBT anîn ziman ku di demên dawî de kuştinên jinê û îzolebûna endamên LGBT’ê ya ji derdora xwe zêde bûye. Aktîvîst ji şaredariyê daxwaz kirin ku buroyên biçûk ên şêwirmendiyê, xaniyên parastinê ya ji bo jinê û ji bo vê derdorê bê avakirin.

ji infoWelat

Ciwanên Rojhilat bi tohmeta ‘şeytanperestî’ tên girtin

Grubek ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û çend ciwanên Başûrê Kurdistanê bi tohmeta ‘şeytanperestî’ û ‘hevregezbazî’ ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve li bajarê Kirmanşah hatin girtin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, Artêşa Pasdaran û hêzên ewlekariyê yên Îranê bi ser salonekê de girtin û bi dehan kes binçav kirin û govend digerandin û mey vedixwarin. Ajansa Mehr a Îranê jî îdîa dike ku ew kesên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin ‘şeytanperest’ û ‘hevregezbaz’ bûne.

Li gor medya Îranê, ew ciwanên ku hatine girtin bi hevkariya welatên cîran fikra ‘şeytanperestî’ û ‘hevregezbaziyê’ di nav Kirmanşah û Îranê de belav dikin. Herwiha hat ragehandin ku ji yên hatine girtin çend ciwan ji wan xelkê Başûrê Kurdistanê ne.

Herwiha li gor Ajansa Mehr, çend meh dibe Artêşa Pasdaran çavdêriya çûn û hatina wan ciwanan dike ku di sînorên navbera Kirmanşah û Başûrê Kurdistanê re derbasî nav axa Îranê dibin.

Kirmanşah mezintirîn bajarê Rojhilatê Kurdistanê ye û 5 deriyên wê yên hevbeş ji bo çûn û hatina geştyaran û bazirganî ligel Başûrê Kurdistanê hene. Herwiha yek ji wan bajaran e ku nexweşiya AIDS gelekî lê belav bûye, ji xeynî bikaranîna madeyên hoşber di nav ciwanan de.

ji BasNews

Doza R.Ç yê ku ji ber hevzayend bû hat kutşin, pêk hat

 28.06.2013

Li Amedê kesê bi navê R.Ç yê ku bi hinceta hevzayendbû ji aliyê bav û apên xwe ve hat kuştin, doza wî taloqê 15’ê Tebaxê hat kirin.
R.Ç yê 17 salî ku li Amedê ji aliyê bav û du apên xwe ve bi hinceta hevzayend bû hat kuştin, 11’emîn danişîna doza wî li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Ji bersûcên girtî Şeyhmus Ç, Mehmet Alî Ç û Metîn Ç û parêzerên wan tevli bûn. Wekîlê Komeleya Xebatên Perwerdehiya Eleqeyan Zayendî ya Nasnameya Zayendê ya Polîtîkayên Civakî, Firat Soyle, endamên LGBT ya Kesk Sor û LGBT ya Hebûn û hevalên R.Ç danişîn temaşe kirin. Di runiştina yekemîn ya danişînê de merciya îdiayê di celseya berê de mutalaya xwe ya der barê girtina bersucan de dubare kir. Piştî mutaalya dozger, ji  dayika R.Ç, Gulten R.Ç der barê mutaalayê de nêrîn hat pirsîn. Gulten Ç daxwaza berdana hemû bersûcan xwest. Parêzer Sînem Çîçek û Firat Soyle jî  daxwaz kirin ku divê kêmasiyên ewraq û îmzeyên dosyayê bê temamkirin û her wiha rewşa girtina bersûcan bidome. Parêzerên bersûcan der barê mutaalaya dozger de îdia kir ku di dosyayê de ji ber ku delîlên têr tune divê bên tahliyekirin.
Di dema danişînê de parêzera R.Ç Sînem Çîçek dema bi parêzeran de diaxivî rastî êrîşa bi gotin a dayika R.Ç, Gulten Ç hat.  Heyeta dadgehê biryara girtina bersûcan da û danişîn taloqî 15’ê tebaxê hat kirin.

ji ANF

Du hejmarên nû yên ‘Hevjîn’ê di refan de

Di beşê kurdî de, nivîseke Vahap Coşkun ya bi navê "Neteweperestî” cih digire. Hejmarên sêyem û çarem ên kovara bi navê Hevjîn derketin. ‘Hevjîn’ weşana sazîbûna ‘Hevjîn LGBTT’ê ye. Herçî LGBTT ye, rêxistina Lezbiyen, gey, biseksuel, travestî û transeksuelan e.

Navenda kovara ku bi zimanê kurdî û tirkî weşana xwe dike Diyarbekir e. Hejmara sêyem a kovarê bi sernavê "Irkçılık ve Milliyetçilik" (Nîjadperestî û Kevneperestî) derket. Di hejmara çarem de jî, mijara “Transfobî”yê bi edîtoriya Firat Kaya hatiye rojevê.

Di beşê kurdî yê kovara “pirzimanî” de, ji bilî nivîsên Emîne Ozkaya, Rober Koptaş û Ayşe Duzkanê, ji Zanîngeha Dîcleyê nivîseke Doç. Dr. Vahap Coşkun ya bi navê "Neteweperestî” cih digire.

Di hejmara çarem a kovarê de hevpeyvînên bi parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn û transaktivîst Demet Demîrê re hatine kirin cih digirin.

Kovar li Enqereyê li Kaos GL û Pembe Hayatê; li Stenbolê li İstanbul LGBT, Lambdaistanbul, Amargi, Pozitif Yaşam Derneğiyê; li Îzmîrê li Siyah Pembe Üçgen û Amargiyê; li Edeneyê li Adana STGM, li Wanê li buroyên VAKADê û li Diyarbekirê li kitêbxaneyên Avesta û Kelepirê bi awayeke belaş têne peydakirin.


ji Rizgarî

Yekem kovara kurdî ya LGBTT ‘Hevjîn’ derket


Yekem kovara kurdî ya hemzayend û transeksuelan ya bi navê “Hevjîn” derket. Kovar wê du mehan carekî bê weşandin.

Pêkhata LGBTT (Lezbiyen, Gay, Bîseksuel, Travestî, Transeksuel) ya Hevjîn ku ev sê sal in xebat li Amadê didin meşandin, yekem kovara xwe ya bi kurdî “Hevjîn” derxistin. Yekem hejmara kovarê, pêşkêşî rojnemevan-nîviskar Bakî Koşar ê ku berê 4 salan li Stenbolê bi kêran hatibû kuştin hatiye kirin.

Di kovarê de mijara `Hemzayend û transeksûelên kurd hene` di dosyayekê de cih digire. Di lijneya şêwirmendî ya kovarê de kesên wekî Ezra Yildirim, Dîren Ozkan, Harîka Peker, Mekîye Ormanci, Melike Çoşkun, Mij Ba, Naşîde Buluttekîn,Nebahat Akkoç û Ozlem Orçen cih digirin.

ji DiyarName