rûsya etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
rûsya etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

Rûsya ji bo parastina malbatê tedbîran digire

21.09.2015

Li gorî nûçeya rojnameya Izvestyaya Rûsyayê dibe ku Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hin îfadeyên li ser înternetê qedexe bike.

Li gorî nûçeyê heke hukimeta Rûsyayê hinek îfadeyên ku li ser înternetê belav dibin bigihêjin asteke xeternak û exlaqê giştî yê civaka Rûsyayê xera bike wê hingê Serok dê vê sepanê bide qedexekirin.
Li gorî şopînera medyaya rûsî Roskomnadzorê, ji Baskê Ciwanan ê Partiya Yekîtiyê ya Pûtînî re nameyek hatiye şandin û xetereya vê tevgerê gilî kiriye. Herwiha di nameyê de hatiye gotin ku êdî ev îfade li ser Iphonan jî tê bikaranîn û exlaqê giştî yê welêt têk dibe.
Hêjayî gotinê ye ku niha hukimeta Rûsyayê dest bi lêpirsînekê kiriye. Ev îfadeyên ku tê de du hevzayend hev radimûsin, destên hev digirin û îşaretên seksî didin hev gava bigihêjin asteke berbelav hukimet dê ji bo parastina malbatê tevbigere.
Li gorî benda 11em a qanûna federalî ya Rûsyayê propagandaya tiştên ku zirarê didin exlaqê keneşopî yê welêt qedexe ye.

Gelo ma Pûtîn Hevrêgez e (Homoseksuel)?


Zanyarê siyasetê yê Rusî Stanislav Belkovski îdîa kir ku serok dewletê Rusyayê Vladîmîr Pûtîn hevrêgezeke nehêniye an ku homoseksuel e.
Zanyarê siyasetê yê Rusî Stanislav Belkovski di pirtûka xwe ya nû de behsa serok dewletê Rusyayê Vladîmîr Pûtîn kir û îdîa kir ku hevrêgezeke nehêniye an ku homoseksuel e.

Li gor gotinên Belkovski bavê Pûtîn mirovek serxweş û ereqvexwar bûye û du sal jî beriya dîroka dayikbuna wê ya nasnameyê ji dayik bûye. Bêyî dayik mezin bûye ji ber vê ji heskirinê bêpar ma ye. Putîn dane malbatek din.
Belkovski dibêje ku tu qeyd û tomarek fermî der barê ji daykbûna wî de nînin û her weha beriya niha rojnamevanekê xwestiye vê yekê lêkolîn bike lê ew jî bi awayek nehînî hatiye kuştin.

Belkovski, diyar dike ku Pûtîn ji malbatê cûda mezin bûye û ji ber vê her tim xwestiye bibe xudan malbatekê. Belkovski dibêje ku Pûtîn ji mirovan ditirse ji ber vê jî piraniya dema xwe li gel ajalan derbas dike û ji ajalan hes dike.
Belkovski her weha dide zanîn ku Pûtîn piraniya dema xwe li gel segên xwe yên bi navê Conny û Buffy diborîne û ji lewra ev seg hevalên wî yên herî nêzîkin.
Zanyarê siyasetê yê Rusî îddîa dike ku Pûtîn homoseksuele û hevaltiya wî ya digel werzîşkar Alina Kabaeva jî tenê ji bo reklamê ye. Dixwazin bi vê pêwendiyê rastiya Pûtîn veşêrin.

ji RewanBêj

Pêwendiyên Emerîka û Rusyayê sar dibin


Serok dewletê Emerîkayê Barack Obama bi daxuyaniyên xwe yên dawiyê tekez kir ku pêwendiyên di navbera Emerîka û Rusyayê sar bûne û pêdivî heye ku pêwendiyên wan bo demekê rawestin. Obama ji bo Olîmpiyatên Soçî yên ku li Rusyayê dihêne pêkanîn jî got: ‘Em dikarin bi yarîzanên xwe yên homoseksuel jî ji Rusyayê  zêdetir xelatan werbigrin.’

Wezîrên her du welatan yên karên derve û bergiriyê çend roj beriya niha civînek hevpar pêk anîbûn. Dihate hêvî kirin ku qeyrana di navbera her du aliyan yên ji ber polîtîkayên dema dawî yê û mijara mafê penaberiya Edward Snowdenê sîxorê berê yê CIA’yê, ber bi başiyê ve biçe. Lê belê wesa nebû. Serok dewletê Emerîkayê Barack Obama daxuyand ku ewan pêwendiyên xwe yên di gel Rusyayê dane rawestandin.

Obama diyar kir ku ew dê beşdariya olîmpiyatên Suçî yên li Rusyayê jî bikin. Obama di olîmpiyatan de qedexeya danîne ser yarîzanên homoseksuel jî rexne kir û got ku Emerîka di olîmpiyatan de bi yarîzan^n  xwe yên gay  û lezbiyen, dikare ji Rusan zêdetir xelatan  werbigre.

Obama destnîşan kir ku pêwendiyên wan di dema serokê berê yê Rusyayê Dîmîtrî Medvedev de baştir bû û xebatên hevpar yên der barê Îran û Efganîstanê jîweke mînak nişanda. Obama got: ‘Piştî ku Putîn hate desthiladariyê me zêdetir gotinên antî-emerîkayî bihîstin. Eve gotinên serdema şerê sarin. Ji ber vê ji bo em helwesta Rusyayê baştir fam bikin û berjewendiyên her du aliyan baştir binirxînin baştire ku em ji bo demekê pêwendiyên xwe rawestînin.’
Obama hevdîtina xwe ya li gel Putîn jî betal kiribû. Obama da zanîn ku ev biryar ne ji ber Snowdenî ye û got ku ji ber hind mijarane ku Rusyayê ji bo pêkanîna wan gav neavêtin.

ji RewanBêj