lgbtî etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
lgbtî etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

Li Tirkiyê Dînamîka Tevgera Queer

 10.11.2015

Zülfikar Çetin

Protestoyên Geziyê bu sedem ku tevgera LGBTİ [1] ya li Tirkiyê lezeke nuh û domdar bi dest xîne. Lê dîroka vê tevgerê digîhêje heta destpêka sedsala borî.

Têkoşîna mirovên xwediyê nasnameya cinsî û hewldanên cinsî, li derveyî kevneşopiya li Tirkiyê, piştî ku gey, lezbiyen, biseksuel, trans û nasnameyên înter di protestoyên Geziyê de, bi xwepêşandarên din re mil bi mil derketin ser barikatan, gelekî pêş ket, êdî derbasî asteke nuh bû. Her çiqas li Tirkiyê nêrmotî ji hela qanûnan ne sûc be jî, zor û tahdeyî ji bo wan perçeyekî jîyana rojane ye. Ji xwe Meşa Rûmetê ya di Hezîrana 2015an de ji teref polîsan bi tomayan hat belavkirin. Tevî vê jî Tevgera Queer a Tirkiyê an jî LGBTİ, piştî ku  AKPya neo muhafazakar li Tirkiyê bû desthilatdar, roj bi roj hîn pirtir berbiçav bû, ango hîn zêde hat dîtin. Baş e, çawa dibe ku Tevgera Queer a Tirkiyê, tevî ku AKP desthilatdar e jî berbiçav dibe, daxwazên sîyasî dike, him di asta netewî him jî di asta herêmî de wek meclîs dikare mudaxele bike? Gava ku em li dîroka Tevgera Queer a Tirkiyê dinêrin mijar hinekî din ronî dibe. Têkoşîna ku derdorên Tevgera Queer a Tirkiyê ji bo berbiçavbûna hemû vê derdorê û wekhevîya qanûnî dike, digîhêje heta damezirandina komara ciwan; dîroka vê têkoşînê digîhêje heta sala 1923yan ku komarê biryar dabû ku tev li pêvajoya Ewropîbûnê bibe û li norm û nirxên “Rojava” xwedî derkeve. Stenbol di dawîyê vê pêvajoyê de bûye bajarekî azadiyên “cinsî” û ji bo gelek trans û nêrmoyên di dema Osmanî de bûye cî û war. Li gel van tiştan di destpêka salên 1900î de li welatên wek Almanya, Fransa û Brîtanya ji bo têkilîyên nêrmotîyê ceza hebû, nêrmoyên van welatan jî li vir dijîyan. Li Stenbolê, ango bi gotina Magnus Hirschfeld, koloniya lutîlik ya Ewropa (di dema borî de ji bo nêrmotiyê dihat bikaranîn) li Konstantinopolisê, ji bo “kêfxweşiya nêrmotî ya dîrokî” ya li gor dilxwestiniyê cî û war dihatin pêdekirin. Ji xwe kerxaneya mêran ya bi navê Banqeya Osmanî (Ottomanische Bank) bi nav û deng bû û di nav sînorên vî bajarî de bû. Ev kerxaneya mêran, bi saya karkerên nêrmo yên seksê yên ku bi pera ji muşteriyên xwe yên nêr re xizmet dikirin ava bûbû[2]. Li vê derê pirsgirêka ku ew ê bên gilîkirin, cezakirin an jî hefskirin tunebû, ji ber vê yekê nêrmoyên Ewropî jî di nav de girseyeke muşterîyan ya mezin ev der zîyaret dikir. Di dema dawiya sedsala 19. û destpêka sedsala 20. de pêvajoya Osmanî ya Ewropîbûnê bi dawî hat û Komar hat damezirandin, nêrmotî û transseksuelî piştî van pêkhatinan êdî wek rewşeke xerab hat dîtin. Ne di Împaratoriya Osmanî de û ne jî di dîroka Tirkiyê de, li dijî nêrmotiyê tu qanûn tuneye, lê tevî vê yekê jî, cudaperestiya li hember queeran bi taybet bi bandora civakên Ewropî êdî derket holê û berbiçav bû. Queeran di gelek dewranên Komara Tirkiyê de, li hember van êrîş û helwestên neyarî têkoşîn û berxwedan li dar xistin. Di dema têkoşîna xwe de dîtin ku hewcedarî bi hevkariya rêxistinên queer an ne queer bi hemû rêxistinê civakî yên sîwîl, partiyên sîyasî û grûbên çalakvan (aktivist) heye û di vê roja me de jî ev rewş hîn nehatiye guhertin.

Salên 1970yî
Komara Tirkiyê ji damezirandinê vir ve her tim hewl dida ku hemû civakê bike Ewropî. Di nav vê pêvajoyê de civakeke “modern”, laik û netewperestê Tirkan wê ava bibûya. Li ser wekhevîya jin û mêran sîyaseteke cinsiyetê ya nuh ji bo Tirkiyê armanceke sereke bû.  Divê jin azad bibûna û di nav civakê de berbiçav bibûna. Ji ber vê projeyê, yên li derveyî sîstema cinsiyetê ya heteronormatif mane, li paş hatin hiştin û paşê jî bi tevayî nehatin dîtin. Ji ber vê yekê, berevajiyê gelek welatên Ewropî li Tirkiyê nêrmotî wek sûcekî nehat qebûlkirin, ji dêvla vê yekê hewl dan ku queer heta salên 1960î neyên dîtin. Heta vê demê wek mînak; di şano, muzîkhol û kulûbên şevê de pir eşkere dikarîbûn derketina ser dikê. Lê ev rewş di guherenadinê hikûmetê ya sala 1974an xerab bû. Partiya Gel ya Komarê (CHP) tevî ku di hilbijartinê de bi ser ketibû jî, ji bo ku hikûmetê damezirîne divê bi partiya îslamî Partiya Selameta Netewî (MSP) re koalîsyon saz bikira. Wezareta karê hindur ya ku MSP sitendibû li gel xebatkarên seksê ji queeran ku li bajarên mezin xwedî bandor û berbiçav bûn berpirsiyar bû û ev derdor êdî bi sîyaseteke êrîşkar re beramber dibû.

Tevî ku temenê koalîsyonê deh mehan dom kir jî, vê demê têrê kir ku rewşa querran perçe bibe. Di nav vê pêvajoyê de li hember trans û xebatkarên sekse yên din êrîşeke berfireh ya polîsan pêk hat. Di dawiya vê taqîbata sîstematîk de, querrên Stenbolî ne tenê ji kargehên xwe, ji taxên ku lê dijiyan jî hatin qewirandin. Ji ber êrîşên polîsan di beşeke derdorên querran de nasnameyeke sîyasî ya kollektîf çêbû. Ne tenê li Stenbolê, him li Îzmîrê him jî li Enqerê querr mecbûr man ku ji bo hebûn û azadiya xwe berxwedan û têkoşînê gûr bikin. Wek ku di mînaka Îbrahîm Erenê Îzmîrî de pêk hat, ceribandina çalakvanan ya ji bo ku querran rêxistinî bikin bi darbeya 12ê Îlonê bi dawî hat.

Salên 1980yî

Piştî darbeya eskerî artêşê dest danî ser rêvebiriyê û kar û xebatên gelek sazîyan betal kir. Hemû partiyên sîyasî hatin qedexekirin. Azadiyên îfadekirinê, çapemenî, civîn û pêşandanan bi awayekî giştî hat qedexekirin. Girtin, îşkence û derxistina ji hemwelatiyê wek perçeyekî jîyana rojane hat bikaranîn. Dibistan û zanîngeh li gor daxwazên leşkerî ji nuh ve hatin serastkirin. Rejîma eskerî di serî de li hember rêxistinên rast û çep şer kir. Ji ber zor û zilma dewletê gelek rewşenbîrên çep revîyan Ewropa û Amerîka û li van deran tev li grûbên antîmîlîtarîst, hawirdorvan û femînîst bûn, di derbarê tevgerên civakî yên nuh de agahiyên nuh bi dest xistin. Ceribandinên ku bi vî awayî hatin bidestxistin, bûn sedem ku li Tirkiyê tevgerên civakî yên nuh ku querr jî di nav wan de ne derkevin holê.

Querr jî di binê zor û zilma rejîma eskerî de bûn; di sala 1981ê de li dor 60 kesên trans yên xebatkarên seksê ji taxên Stenbolê yên navendî bi trênan hatin “koçkirin” taxên li derdora bajêr. Wek ku di salên 1970yî de pêk hatibû, careke din di kargehên ku tê de dixebitîn an jî di malên xwe de hatin girtin. Di vê pêvajoya k udi qereqolên polîsan de derbas kirin, ji hela psikolojik û fîzîkî îşkence dîtin.

Wezareta Karê Hindur di 19ê Adara 1981ê de, qedexe kir ku mêr bi kincên jinan li kulubên şevê derkevin ser dikê. Bulent Ersoy ji bo ku vê qedexeyê derbas bike, di 14ê Nîsana 1981ê de li Londonê ji bo ku cinsiyeta xwe biguhere emelîyat bû û ji bo ku di nasnameya xwe de beşa cinsiyetê biguherîne serî li sazîya dewletê xist. Bi vê hewldanê xwest ku ne wek travestî, wek jinekê bê naskirin. Serlêdana Ersoy di serî de hat redkirin û bi awayekî ku “mêrê kincên jinan li xwe kiriye” hat qebûlkirin. Gava ku ev hewldana şehsî dewam dikir, kesên trans yên din hewl didan ku bi awayekî kollektîf berxwedanan li dar xînin. Polîsan rasterast hebûna wan tehdît dikirin, ew bê kar û mal dihiştin. Ev protestoyên ji ber şerdên wan derdiketin holê bûn sedem ku kesên trans, gey û lezbîyen rêxistinî bibin. Di vê nabênê de ji rêxistinên femînîst, çep û mavên mirovî alîkarî bi dest xistin û di qada raya giştî de jî berbiçav bûn, hatin dîtin, li hember polîsan pêşandan li dar xistin, ji bo kesên trans di kargehan de karibin bixebitin, li ber Saziya Pêdekirina Kar meş li dar xistin û ji bo ku qanûna emelîyatên guhertina cinsiyetê meşrû bibin derkeve îmze berhev kirin. Tevgera protestoyê ya kollektîf ya li hember êrîşên polîsan, di pêşengiya xebatkarên seksa trans, hin lezbîyen û geyan de,  di sala 1987an de dest pê kir.  37 kesên trans, lezbîyen û gey di 29ê Nîsana 1987an de, li Parka Gezî ya Stenbolê dest bi grewa birçîbûnê kirin. Cîran, hunermend û rewşenbîran piştgirîya protestovanan kirin.

Ev grewa birçîbûnê ya deh rojan, ji teref tevgera querr ya Tirkiyê wek destpêka dewraneke nuh tê pejirandin.

Salên 1990î

Salên 1990î bû şahid ku, aktîvîzmeke gey tê de xurt in derkeve holê û ev tevger bi rêxistinî bibe. Di vê demê de têkiliyên bi Sazîyên Civakî yên Sîwîl yên Rojavayî re zêdetir bûn. Bi navê Keskesor’92 grûbeke querran ava bû, lê ji ber sedemên aborî û gelek sedemên din di demeke kurt de mecbûr ma ku ji hev belav bibe. Tevî ku grûb ji hev belav bû jî, hin endamên kevn bi însîyatîfên querran yên navnetewî re têkilî çêkirin. Bi alîkariya grûba “Schwule International” ya li Almanya, di 1993yan de li Stenbolê, di çarçoweya Christopher Street Days de xwestin ku Meşa Rûmetê pêk bînin. Lê ev hewldan, ji ber qedexeya walîyê Stenbolê bi ser neket. Bi maneya ku ev meş li derveyî nirx û adetên civakê ye hat qedexekirin. Ji ber vê qedexeyê hin grûbên querr biryar dan ku bi navê “Lambdaİstanbul” însîyatîfeke nuh ava bikin. Piştî Lambdaİstanbul bi salekê, di 1994an de li Enqerê, însîyatîfa KaosGL a ku xebata xwe ya sîyasî bi kovareke querr dabû destpêkirin hat dinyayê.
Grûban di nîveka duyem ya salên 1990î de hewl dan ku bi rêya komelan nasnameyeke saziyî bi dest xînin. Armanca sereke ew bû ku di qada raya giştî de berbiçavbûnê bi dest xînin. Di van însîyatîfên ku dihatin damezirandin de bandora çalakvanên gey zêdetir bû, ne lezbîyen ne jî kesên trans di van xebatan de nedihatin temsîlkirin. Querran ji ber vê yekê sîyaseta xwe ya nûnertiya grûban ji niqaşê re vekirin. Ji ber vê yekê di sala 1995an de însîyatîfa lezbîyenan “Keçên Wenusê” hat damezirandin, li Tirkiyê ev yek cara yekem çêdibû.

Lê ev cudabûnên di nav tevgerê de nebûn sedem ku grûbên ji hev cuda karibin bi hev re bixebitin. Wek mînak; grûban wek KaosGL, Keçên Sappho û Bûrsa Spartakus li Stenbol û Enqerê di nav salên 1998 û 2002an de festîwala çalakiyên LGBTİ ya ku di salê de du caran bi awayekî perîyodîk, bi navê - GüziIstanbul ve Baharankara dihat çêkirin .

Civîna YN ya duyem (UN-HABITAT II) ya ji bo bicîbûna mirovan di 1996an de li Stenbolê çêbû. Di çarçoweya amadekariyan de, li Stenbolê ji bo kesên ji hêla civakî di rewşeke dezawantajî de ne, kesên xwediyê nasnameyeke cinsî ya derveyî kevneşopiyê, kesên ji ber nasnameya etnîkî zor û zilmê dibînin an jî kesên wek talûke tên dîtin “operasyonên paqijiyê” hatin meşandin. Divê Stenbol wek bajarekî ku malbatên çîna navîn lê dijîn, navendên alvêrê yên nûdem ku bi awayekî maqûl hatine çêkirin lê hene bihata lansekirin. Kesên trans, xebatkarên seksê yên din, firoşkerên gerok, kesên bêmal û kesên ku tiştên narkotîk bi kar tînin ji navenda bajêr hatin dûrxistin. Devera ku herî zêde tesîr ji vê yekê dît Kuçeya Ulker û derdora wê bû. Protestoyên li dij şideta polîsan têrê nekir ku ev surgûn pêk bê, lê bû sedem ku rewşa van derdoran di qada navnetewî de careke din jî bi baldarî bê dîtin.

Salên 2000an

Di civîna YE (yekkîtiya Ewropa) ya di sala 1999an de li Helsînkî çêbû de, endamtiya Tirkiyê ya YE hat naskirin; ji ber vê yekê hêvîyên başkirina dewleta hiqûkî, rewşa civakên etnîkî û reformên ji bo civaka sîwîl zêdetir bûn. Vê pêşketinê tesîrên erênî li ser tevgera querr jî çêkir.
Hilbijartinên di saia 2002an de bi hikûmeta AKP ya yekem dawî hat. AKPê di bernameya partiyê de diyar kiribû ku ew ê Krîterên Kopenhagê yên Sîyasî bi cî bîne, ji ber vê yekê jî gelek derdorên civakê bi erênî lê nêrîbû. Derveyî partiya muxalîf ya sereke CHP, zanîngeh, civaka sîwîl û piraya gel jî piştgiriya tevlêbûna YEyê dikirin. Ev qonax ji bo querrên li Tirkiyê pir girîng bû. Heta vê rojê di nav sazîyên kevneşopî de têkoşîn didan, heta wê demê destûr tunebû ku komel an rêxistinên xwe saz bikin, an wek însîyatîfên xwendekaran an jî di nav partiyên çep yên wek Partiya Azadî û Demokrasiyê (ÖDP), rêxistinên mafên mirovan, grûbên femînîst an jî sendîqayan de dikarîbûn bixebitîn. Piştî ku qanûna komelan ya nuh di sala 2004an de ji meclîsê derket, bi lez û bez komelên querran hatin damezirandin. Însîyatîfa KaosGL ya gey û lezbîyenan heta wê demê bi awayekî ne fermî dixebitî, di sala 2005an de wek komeleke fermî hat avakirin. Di 2006an de Lamdaİstanbul hat. Her du sazî jî ji salên 1990î vir ve li hember êrîşên li ser querran bi awayekî çalak dixebitîn. Ev pêşketin, li hember querran ne sîyaseteke AKPê ya xweşbînî bû, encama pêvajoya tevlêbûna YEyê bû. Ji xwe ev yek di sala 2004an de hat dîtin, AKPê di amadekariyên qanûna cezayê ya nuh de helwesteke erênî nedistend, ev qanûn di çarçoweya muzakereyên tevlêbûna YEyê dihat amadekirin. Însîyatîfên querran di vê demê de bi parlamenteran re têkilî danîn û bal kişandin ku ji bo qanûna esasî û ya cezayê reform pêwîst in; li gor vê yekê divê ev qanûn bi awayê ku kesên “hewldana cinsî û nasnameya cinsî” cuda ne jî di nav de bin bê firehkirin. Ev daxwaz gîhaşt heta rojeva komîsyona meclîsê ya qanûnan û di nav qanûna ku wê bê pêşniyarkirin de cî girtin. Lê Cemîl Çîçekê ku wezîrê dadmendiyê yê AKPê bû ev serastkirin red kir.

Mînakeke din ya ku dijayetiya AKPê ya li hember querran diyar dike jî ev e ku di 2006an de li hember Komela Lambdaİstanbul doz vekiribû. AKPê Muammer Guler kiribû waliyê Stenbolê û wî jî bi maneya ku li dijî “exlaqê giştî û rewşa malbatên Tirkan” û “qanûna komelan” e ev komel qedexe kir. Di Nîsana 2009an de ev qedexe hat rakirin. Vê dozê berbiçavbûn û hevkariya querran zêdetir kirin.

Di dema hikûmeta AKPê ya yekem de, ji bo querran gelek tiştên erênî jî yên neyînî jî pêk hatin: Tevger bi awayekî giştî berbiçav bû, hîn zêde mobîlîte û xurt bû û ji teref civakê hat qebûlkirin.
Her ku AKPê rayên xwe zêde kir, querr jî di qada raya giştî de zêdetir hat dîtin û daxwaza mafên xwe yên wekhevîyê hîn pirtir anîn ziman. Queeran li eksê muhafazakariya AKPê li zanîngeh, qada tendurustî, jîyana xebat û perwerdeyê dest bi rêxistinîbûnê kirin.

Gava ku desthilatdariya AKPê ya duyem di 2007an de dest pê kir, dijayetiyên di nabêna partî û querran de hîn gûrtir bûn. Li hember sîyaseta AKPê ya cudaperestî û pêkanînên wan ên di qadên dadmendî, tendurustî û raya giştî de, komel û rêxistinên querran di eynî salê de li dor “Platforma Mafên LGBTT” civiyan ser hev. Platforma ku dokumentên bûyerên cudaperestî bi dest xist, weşand û raporên salane amade kir, di sala 2008an de bi daxwaza ku li hember qanûnan wekhevî hebe, ji bo ku xala 10. ya qanûna esasî bê guhertin daxwaz pêşkêş kir. Li gor vê daxwazê di madeya qanûna esasî de “rewşa cinsî û nasnameya cinsî” jî wê hebûna.

Piştî Post-Geziyê

2013 ne tenê ji bo grûbên querran, ji bo tevgerên civakî yên din û derdorên berfireh yên civakê jî bû demeke nuh. Bi berxwedana Geziyê ya li Stenbolê, çalakiyên protestoyê yên di dîroka Tirkiyê de herî berfireh dest pê kirin. Di van pêşandanan de gelek grûbên cuda yên tevgerên ji hev cuda hatin cem hev. Queeran di berxwedana li hember sîyaseta bajêr ya neo-lîberal de bi bandor cî girt. Di dema pêşandanan de blokeke LGBTİ ava kirin, ray û ramanên xwe anîn ziman û çalakiyên niqaşê saz kirin. Çalakiya ku vê blokê amade kir ya herî mezin û bi bandor ev bû; di çarçoweya Christopher Street Day de û bi tesîra protestoyên Geziyê jî nêzîkî 100 hezar însan li hember AKPê tev li vê Meşa Rûmetê bûn.

Di pêvajoya niqaşên reforma qanûna esasî de, di dema protestoyên Geziyê û piştî wan de, querr hîn zêde tev li jîyana sîyasî bûn; hevkariya bi femînîst, antîmîlîtarîst, hawirdorvan û rêxistinên Kurdan kûrtir bû û têkiliya bi partiyên siyasî hîn zêde bû.

Hedefa van hemû xebatên sîyasî, daxwaza wekheviya li hember qanûnê bû. Bi vê armancê gelek parlamenterên CHPê hatin agahdarkirin û banga tevgerê li wan hat kirin. Di vê pêvajoyê de hewldaneke girîng jî ev bû ku parlamenterê CHPê Mahmût Tanal pêşniyarnameyeke pirsê da meclîsê. Tanal ji bo ku di dema niqaşên li ser guhertina qanûnê de, mafên querran  jî bê parastin gelekî hewl da. Di nav partiyên wek BDP û HDPê de grûbên querran hatin sazkirin. Di asta rêvebiriyên herêmî de jî hin xebat hatin kirin, wek mînak; ji bo querr û xebatkarên seksê li Şîşlî polîklînîkek hat vekirin, bi vî awayî hin pêşketinên din jî çêbûn.

Di dema protestoyên Geziyê de û piştî wê jî, li gelek herêmên Tirkiyê rêxistinên querr yên nuh ava bûn. Anuha li Tirkiyê nêzîkî pêncî rêxistinên querr yên cuda hene, lê mixabin piraya van rêxistinan hîn rewşeke fermî bi dest nexistine.

Di van 13 salên ku AKP bi tena serê xwe desthilat bû û rê dida ber sîyaseta welêt de, derdorên querr di pêvajoyeke dînamîk de bûn, bi awayê komelan xwe rêxistinî dikirin, hîn zêdetir daxwazên sîyasî dianîn ziman û bi sazî û rêxisitinên netewî û navnetewî re hîn pirtir têkilî saz kirin. Gelek partiyên sîyasî mafên LGBTİ xistin nav bernameyên xwe û soz dan ku di asta meclîsê de jî ew ê cî bidin querran.

Tevî hemû zor û zilma ku bi destê dewletê bi cî dihatin, bi taybet di êrîşên ku di dema AKPê de hîn zêdetir bûn jî, tevgera querran ya Tirkiyê di demên cuda de, bi gelek grûb, komel û partiyên cuda re tifaq çêkirin û ji bo ku saziyên raya giştî hîn zêde guh bidin wan alîkarî bi dest xistin.
Di dema têkoşîna azadî û li dijî cudaperestiyê de, tê dîtin ku pêwîstî heye ku bi grûbên cuda yên ew jî bi zor û zilmê benramber bûne re hîn zêde hevkariyê pêk bînin. Di vê çarçoweyê de, nûnerên tevgera querran ne tenê bi homofobiyê re, li hember cinsiyetperestî, nijadperestî, neyartiya seqetan û cudaperestiya elîtîst jî têkoşîn dikin.

Divê serkeftina AKP ya di hilbijartinên 1ê Sermaweza 2015an de, wek hewcedariya tevgere qeer ya Tirkiyê bê xwendin û divê ev tevger wek hewcederiyê di her qada civakê de bê dîtin. Divê ji hela bawerî û civakî jê bê parastin.

 
[1] Ev gotar li gor xebata Zülfikar Çetin ya di çarçoweya bûrsa IPC-Mercator de, di Stiftung Wissenschaft und Politik de hatiye weşandin amade bûye.
[2] Binêrin: Magnus Hirschfeld (1914), die Homosexualität des Mannes und Weibes.

ji malpera  Komeleya Heinrich Boll Stiftungê

Ji 103 rêxistinên jinan û LGBTÎ deklarasyona 'ji şer re na'

 1.09.2015
STENBOL
Tevî Hewldana Jinan ji bo Aştiyê, Meclîsa Azadiyê ya Jinan, Koma Jinan a ji bo Edalet, Wekhevî û Azadiyê, Komeleya Destekkirina Namzetên Jin, Hewldana Aştiyê ya LGBTÎ û Kaos GL 103 rêxistin, li Taksîm Hîll Otelê, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo dawîanîna li şer deklarasyoneke hevpar weşandin.

'ÊDÎ BISEKININ!'
Deklerasyona hevpar ji aliyê Berdevka Mor Çati Çîgdem Hacisoftaoglû ve hat xwendin.
Hacisoftaoglû got, "Weke jinên li vî welatî em aştiyê dixwazin" û anî ziman ku wan bi dengê xwe nîşan dane meclîseke, çawa, welatekî çawa dixwazin, lê belê vîna wan tine hatiye hesibandin. Hacisoftaoglû diyar kir ku AKP'ê pêvajoya çareseriyê sekinandine, li zimanê şer vegeriya ye û got, "Yên ku hûn dibêjin wê xwîna wan li erdê nemînin, zarokên me ne. Yên ku hûn dibêjin hûnê karibin feda bikin, zarokên me ne, xizmên me ne. Yên ku hûn wan dikujin, zarokên me ne."
Hacisoftaoglû got, "Em jin ji vir îlan dikin, ku em ê rewşa şer û pevçûnan qebûl nekin" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Em ji hemû aliyên bi çek-bê çek re dibêjin 'êdî bisekinin'. Nîqaşa bi heq-ne heq deynin aliyekî, bes bêjin 'wî destpê kir, vî destpê kir'. Hewl bidin nekujin, hewl bidin bidin jiyîn. Weke jin em ne li aliyê mirinê ne, em li aliyê jiyanê ne. Em dixwazin çek bêdeng bibin û diyalog û muzakere ji nû ve destpê bikin. Bila rêyên çareseriya demokratîk bikevin meriyetê, ku hêviyên me yên ji bo aştiyê bi cih werin. Bila ji bo aştiyê gavên rasteqîn werin avêtin, ku zarokên vî welatî pêşerojekê bibînin.
Em ê bi ti awayî rê nedin şerxwaziyê. Ji holê rakirina cihêkariyê, pêkhatina edaletê û avabûna jiyaneke azad û wekhev ji bo me hemûyan ancax bi rewşeke aştiyane pêkane. Emm watya tinebûnê, tinehesibandinê bi jiyana xwe, bi têkoşîna xwe baş dizanin. Em ê di aştiyê de israr bikin."
Piştî daxuyaniyê, rêxistinên jinan bersiv dan pirsên li ser pêvajoyê. Nûnerên rêxistinên jinan gotin, "Li dijî şer em ê bibin dengê aştiyê."

ji ANF

Ji redkarê wijdanî Mehmet Tarhan re cezayê hepsê

Ji bo redkarê wijdanî Mehmet Tarhan cezayê hepsê û pereyan hat birîn.
Dadgeha Ceza ya Leşkerî ya Sêwasê der barê redkarê wijdanî û aktîvîstê LGBTÎ’yî Mehmet Tarhan de ji ber doza di sala 2005’an de hatibû vekirin 15 meh cezayê hepsê û 9 hezar TL cezayê pereyan birî.
Tarhan têkildarî mijarê got ku ji doza Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiye mehkûm kiriye, ji nû ve birîna cezayê, dide xuyakirin ku xala 90. di pratîkê de bêfonksiyan e.

ÇI ÇÊBIBÛ?
Tarhan, di sala 2001’ê de leşkerî red kiribû, di sala 2005’an de bi zorê biribûn leşkeriyê û der heqî wî de bi sûcdariya, “li hember emir derketiye” du dozên cuda hatibûn vekirin. Tarhan, dema li girtîgeha leşkerî rastî kiryar û pêkanînên xerab hatibû, her wiha ji ber nasnameya wî ya hevzayendî xwestibûn bi darê zorê wî muayene bikin.
DMME, biryar dabû ku mafên Tarhan hatine binpêkirin, bi 10 hezar Euro cezayê manewî Tirkiye mehkûm kiribû. Lê belê dadgeha leşkerî tevî vê jî ji heman dozê ceza li Tarhan birî.

LGBTÎ'yên li Mêrsînê piştgirî didin Demîrtaş

Kesên LGBTÎ yên li Mêrsînê dijîn diyar kir ku boneya li dijî cudakariya zayendî derdikeve, di hilbijartinên serokomariyê de dengên xwe bidin Namzetê Gelan Selahattîn Demîrtaş. 

Xebatên hilbijartinên serokkomariyê li Tirkiye û derveyî welat bi hemû lez û beziya xwe didome. Di vê navberê de derdorên cuda piştgiriyê didin Namzetê Gelan Selahattîn Demîrtaş. Kesên LGBTÎ yên li Mêrsînê dijîn jî daxuyandin ku bi boneya li hemberî cudakariya zayendî têdikoşe wê dengên xwe bidin Demîrtaş. LGBTÎ'yan destnîşan kir ku di nava hersê namzetên heyî de herî zêde Demîrtaş, xitabê wan dike û nêzîkatiya li hemberî kesên LGBTÎ'yan ya 12 salan ew baş dizanin da ku Erdogan çewa difikire. Der barê Ekmelettîn Îhsanoglu de jî aktivîstên LGBTÎ'yî destnîşan kirin ku ji ber ku nêrîna Îhsanoglu ya heyî ew qet piştgirî nadin wî. 

Aktivîsta LGBTÎ'yî Tuna Şahîn got ku wan hersê namzet ji nêzve şopandine û derketiye holê ku yê herî nêzî LGBTÎ'yan Demîrtaş e. Şahîn, anî ziman ku ev 20 sale ji bo xala makeqanûnê ya têkildarî cudakariya zayendî biguhere ew têkoşîn didin û got ku tenê Demîrtaş dikare vê xalê biguhere. Şahîn, derbirî ku Demîrtaş namzetê gelan e û ji nav hersê namzetan yê herî baş derdorên rastî cudakariyê ten temsîl bike jî Demîrtaş e. 

Şahîn, di berdevamê de, Erdogan şiband Kenan Evren û wiha got: "Ev hemû namzetên pergala ku riziyaye ne. Em namzetê gel yê rasteqîn dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku paradîgmaya HDP'ê ya azadîparêz wê hemû pirsgirêkên me çareser bike." Şahîn, dawiyê daxwaz kir ku komîsyona tekoşîna li hemberî cudakariyê bê avakirin û bang kir ku her kesê dibeje ez xwedî wijdanim piştgirî bide Demîrtaş. 

Endama Heftreng a Mêrsînê ya LGBTÎ'yê Berfîn Kiliç jî got ku ne tenê ji ber ku ew kurd e, bi boneya Demîrtaş, xwedî li mafên kesên LGBTÎ derdikeve wê piştgirî bide wî. Kiliç bilêv kir ku ew baş dizanin dema ku Demîrtaş hate hilbijartin ji bo mafên wan di maqekanûnê de bê naskirin wê bixebite û da zanîn ku ji bo vê dê bi hêzên azadîparêz re bixebitin. Kiliç destnîşan kir ku civak wan wekî nexweş pênase dike lê da zanîn ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê diyar kiriye ku hevjîni ne nexweşiyeke û vê yekê di lîteratura tibê de jî cihê xwe girtiye. 

ji BestaNûçe

Li Hambûrg’ê qetilkirina jinan û kuştinên nefretê hatin nîqaşkirin

Li bajarê Almanyayê Hambûrgê, dibin navê ‘Desthilatdarî-Jin-Beden’ de bi tevlîbûna parastvana mafê mirovan Eren Keskin û aktîvîsta LGBTÎ’yê Kivilcim Arat de, ji aliyê Tora Jinan ve panelek hat li darxistin. Kuştina endama damezirînerê Tora Jinan Hulya Arslan, a ji aliyê kurê wêyê bi nexweşiya şîzofrenî ve, beşdarên panelê xistin şoqê.

Parêzer Eren Keskîn a ku bi Skype tevlî panelê bûyî, daxuyakirin ku hemû rewşên tundî  ên jin pêre rû bi rû dimînin siyasîne û divê her kuştina jinekî wekû kuştinek polîtîk were nirxandin. Keskîn’ê bi destnîşankirina, ‘bi taybet li ser xaka Kurdistanê tacîz û destdirêjiyên bi armanca şkandina vîna jinan, bi awayek sîstematîk pêktên, polîtîkayên dewletêne’ û wiha berdewamkir ‘ji bo hem guhertinên di zagonan de û hem jî ên di feraseta civakê de werin guhertin, divê hemû jin bi diyarkina daxwazên xwe tevlî têkoşînê bibin.’

Kivilcim Arat’a nûnera Şêwirmendiya Komala LGBTÎ’yê jî, behsa xebatên xweyên ji 2007’an ve li ser LGBTÎ’yê û mafên mirovan kir. Arat daxuyakirin ku, xebat û şopandinên wan ên ji şopandina dozê, heya şêwirmendiya hiqûqî, ji binpêkirina mafan heya atolyeyan, hemû liv û tevgerên mexdûrên sûçên kîn dişopînin. Arat destnîşankir ku, ne tenê li hemberî binpêkirinên mafên LGBTÎ’yê lê belê li hemberî binpêkirina hemû mafan, siyasetê dikin. Arata, xwe wekû jinek ‘Kurd, Elewî û Trans’ pênasedike, destnîşankir ku li ser mijarên cûr bi cûr yên weke, ji komkujiya Roboskî heya a Sêwasê, ji kuştinên jinan heya yên karker, kêmenetew, bawerî û nasnameyan ji wir heya rojeva siyasî û polîtîk, xebitîne û hevpar xebitîna hemû beşên hatîn biyanîkirin, armanc digrin. Arat wiha pêde çû ‘wekû hemû mexdûrên tundiyê, LGBTÎ’yê jî para xwe ji vê girtiye. Em dikarin vê wekû tundiya dewlet û ya civakê li du beşan cudabikin. Wekû bintûreyek ya şîdeta dewletê em dikarin şîdeta polîsan jî bigrin dest. Ji êşkenceyê bigre heya tecawuzê bi rêya vê saziyê hat xistina meriyetê.’

Arat’ê diyarkir ku, zilm, komkujî û êş bûne parçeyek ya jiyanê û ji bo bi destxistina maf, dad û azadiyê divê em hevre biqêrin.

Di beşa duyem ya panela pêşkêşvantiya wê Endama Meclîsa Rojbîn, Meral Babûr dikir de, hemû saziyên tevlîbûyîn ên weke Tora Jinan a Hambûrg’ê, Tevgera Jinan a Demoqratîka Ewropa (ADKH) û Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB) di derbarê xebatên xwe de agahî dan. Bêrîvan Ûpçîna li ser navê ADKH’ê axiviyî, behsa armanca kampanyaya îmzeyan a bi dirûşmeya ‘li hemberî çewisandina zayendî bêdeng nemîne’, kir. Nûnera SKB’yê Xetîce Kar’ê jî di derbarê konferansa penaberên jin a par li Hambûrgê pêkhatî de, agahî dan û diyarkir wê ya duwemîn jî vê havînê çêbibe.

Di dawiya vê panela  bi nîqaşên komkujiyên li jinan û kuştinên kînê (nefret) tejî, beşdaran nûçeya mirina endamê damezirîner ya Tora Jinê Hulya Arslan’ê bîhîst. Hat ragihandin ku Arslana demek dirêjbû xebatên jinan dikir û xwediyê 2 zarokan, ji aliyê kurê wê yê bi nexweşiya şîzofrenî, hatiye kuştin.

Ji bo LGBTÎ'liyê hat kuştin protesto

Li Amedê endamê LGBTÎ ji ber nasnameya xwe a cinsî LGBTÎ ya ku hat kuştin daxwuyaniya çapemeniyê dan.

Li Stenbolê Tarlabaşı kolana Daracik ku di roja 21’ê Nîsanêde ji ber transsekue buye rastî êrîşa hatî ji bo Çimdem Jokera ku hatî kuştin endamê buyenga LGBTÎ li semta Yenîşehîr hatin gel hevdû. Li ser navê komê daxwaniya çapemeniyê endamê buyenge LGBTÎ Dîdem zara got; “ji ber nasnameya wan a zeyendî transên ku qetil kirin, em di bêjin trans rumeta mene û xwedî li van derdikevin.

Ji milendin ve li girtîgeha îxlala mafa berdewamdike. Di girtîgiha de mafên mirovan ku binpê tên kirin, tiştên tên binpê kirin rûmeta mirovahiyê ye. Dewlet ji bo LGBTÎ ya ku xizmeta sosyal pêk nayînê û eşkere dike ku vê girtîgehê cude çêbike. LGBTÎ di xwazin daxin rewşekî krîmînal û bi girtîgehek dinve di xwazin tecrit bikin.  Ji ber mecbur mayîn transên girtîn ku di girtîgiha de dikevin çalakiya birçîbunê, heya zirufên tekoşîna van durist nebin emê şopgerên wanbin. Transên girtî ne bi tenê ne.”

Kom piştî daxwuyaniya çapemeniyê bê deng belavbûn.

Li Beyoglu cînayeta nefretê

Li Beyoglu ya Stenbolê di êrîşa çekdarî de kesekî trans mir û yek jî birîndar bû.

Li Beyoglu ya Stenbolê li taxa Hatun Kamer li kolana Daracik duh êvarê li dijî 2 kesên trans êrîşa çekdarî pêk hat.  Transa bi navê Çagla di encam êrîşê de mir û ya bi navê Nalan jî birîndar bû. Nalan ya birîndar bû rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Şîşlî Etfalê.
Şahidê bûyerê diyar kirin ku piştî êrîşê du kes bi revê ji wir veqetiyane.

Li aliyê din tê payîn ku kesê LGBTÎ li cihê ku bûyer pêk hatiye saet di 12’an de çalakiya protestoyî pêk bînin.

Ji bo cihêxwaziya homosexsuelan (Hevrêgez) li parlamenê hev maçî kirin

Li parlamentoya Îtalyayê de çalakiyek seyr û balkêş pêk hat. Parlamenteran ji bo protesto kirina cihêxwaziya li dijî homosexsuelan (Hevrêgez) ji cihê xwe rabûn û hevramûsan, maçî kirin û bi hev şabûn.
Li parlamentoya Îtalyayê de yasaya der barê cihêxwaziya li hember homosexsuelan (Hevrêgez) dihate gotubêjkirin. Parlamenterên Tevgera Pênc Stêrk ji bo protestokirina cihêxwaziyê çalakiyek encam dan.
Parlamenter ji cihê rabûn û hevrêgezên xwe girtin û hev maçî kirin. Hindek ji wan jî pankartên piştgiriya homosexsuelan (Hevrêgez) vekirin. Ji ber vê protestoyê rûniştina parlamenê navber danê.

ji RewanBêj

Jinên di bin siya şerîetê de di(na)jîn!

AMED - HÊZIL ROJDA
Aktîvîsta Lezbiyen û femînîsta Îranî Shadî Amîn bal kişand ser nêzîkatiyên şaş ê li hemberî takekesên LGBT û diyar kir ku li Îranê gelek takekesên LGBT'yî ji ber zexta civakê ya daxwaza xwe ya zayendî dinixumîne, yan jî bi huqûqa şerîetê tên kuştin. Amîn got, "Jinên Îranî bi awayekî wekhev nikare tevlî jiyana civakî bibin."

Femînîsta Îranî, aktîvîsta lezbiyen Shadî Amîn di sala 1980 de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî neçar ma Îranê biterikîne. Hînê li Elmanyayê dijî û der heqê mijarên cihêkariya zayendî, êşkenceya zayendî, zexta sîstematîk a li dijî Jinê li Komara Îslamî ya îranê, rewşa homoseksuelan lêkolînan dike. Di pirtûka wê ya bi sernavê Ghodrat va Lezzat (Hêz û zewk) de behsa rewşa homoseksuelên li Îranê dike û di heman demê de yek ji damezrînerên Komeleya Tevna Jinên Îranî (SHABAKEH) e û koordînatoriya Tevga Transeksuel û Lezbiyenên li Îranê dike.

Amîn yek ji beşdarên 1. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a li Amedê bû û ji ANF'ê re axivî.
Shadî Amîn da xuyakirin ku ji ber xebatên wê yên li partiyeke çep a Îranê neçar ma koçî Pakîstan, Tirkiye, Rojhilatê Elmanya û dûre jî Rojavayê Elmanyayê bike û diyar kir ku takekesên LGBT'yî ji ber nêzîkatiya li wan tê kirin neçar dimînin daxwaza xwe ya zayendî binixumînin.

"LI ÎRANÊ HOMOSEKSUEL GOTINEKE TABÛ YE"
Amîn da xuyakirin ku li Îranê homoseksuel gotineke tabû ye û destnîşan kir ku mîna li Tirkiyê li Îranê jî li hemberî takekesên LGBT'yî nêzîkatiyek çewt heye. Amîn got, "Di demên li Îranê de ez Lezbiyeke veşartî bûm. Û min difikirî ku ez xwedî pirsgirêkekê me. Wê demê min gotina Lezbiyen jî nebihîstibû. Û difikirîm ku homoseksuelî xwedî wateyeke neyînî ye."
Amîn axaftina xwe weha dewam kir: "Di 10-12 salî de tu zayenda xwe ferq dike. Malbata min malbateke azadîperest bû. Gava ez mezin dibûm, pîvanên zayendî li ser min ferz ne dikir. Ji ber vê yekê, min ji malbata xwe piştgirî stend. Min futbol dilîst, ajokarî dikir û difikirîm ku çawa ez ji mirovan (jinan) hez dikim, ew jî dikarin ji min hez bikin. Çawa jin ji mêrekî hez dike, bi heman rengî jin ji jinekê jî hez dike."

"JI BER PERGALÊ DAXWAZA MIN A ZAYENDÎ NIXUMANDIN"
Amîn bal kişand ser zextên civakî yên li ser takekesên LGBT'yî û diyar kir ku ji ber van zextan, daxwaza xwe ya zayendî dinixumînin. Amîn got, "Jinên ji min hez dikin, ji sedî 99'ê wan niha bi mêrekî re zewicî ne û xwedî malbatekê ne. Ew li gorî pîvanên civakê neçar man tevbigerin û hestên xwe nixumandin." Amîn destnîşan kir ku divê hebûna takekesên LGBT'yî bê qebûlkirin û ji wan re hurmet bê nîşandan.

JINÊN DI BIN SIYA ŞERÎETÊ DE DIJÎN
Amîn pirsgirêka jinên di bin siya şerîetê de li Îranê dijîn jî bi van gotinan tîne ziman: "Jinên Îranî nikarin bi awayekî wekhev tevlî jiyana civakî bibin. Mîna gelek jinên cîhanê di bin zextê de ne. Yek ji van zextên sereke jî nixumandina serê xwe ye. Jinên di temenê biçûk de tên zewicandin, mafên wan ên cihêbûnê (dest ji hev berdin) nîne. Mafê jinê yê mîrateyê nîne. Destûr ji mêr re tê dayîn bi çar jinan re bizewcie. Jin, bêyî destûra bav û mêrê xwe nikare pasaportê yan jî ehliyetê bistîne. Gava mirov van hemûyan dibîni, derdikeve holê ku jin weke takekes nayê qebûlklirin. Bav û mêr xwedî wî mafî ne, ku tevahiya jiyana jinê têxin bin kontrola xwe."

"WE ÇAWA XUŞK Û BIRAYÊN XWE YÊN HEVZAYEND JI BÎR KIRIN?"
Amîn der heqê 1. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a di navbera 31'ê Gulan û 2'ê Hezîranê de li Amedê pêk hat nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku ev konferans ji bo avakirina xeteke hevpar a têkoşînê girîng e. Amîn di axaftina xwe ya li konferansê de bi pirsa "We çawa xuşk û birayên xwe yên hevzayend ji bîr kirin?" beşdarên konferansê rexne kir û weha peyivî: "Homoseksuelî mijarake girîng e, lê li vir nehat axaftin. Nîqaş li ser azadiya jiyana mirovan nehat kirin. Ez dizanim ku li Amedê yekitiyeke xurt a LGBT heye, lê tevî ku bang li wan hatiye kirin, nehatine. Bêguman çima ji Tirkiyê, Fîlîstînê û welatên din takekesên LGBT'yî nehatin konferansê? Ev kêmasiyeke. Ji bo xwe-îfadekirinê derfet ji takekesên LGBT'yî re nayê dayîn. Eger di danezana vê civînê de der heqê hevzayendiyan de biryarek derkeve, wê gelekî girîng be."

ji ANF

Hemzayendên Tirkiyeyî û Dê û Bavên Transan Ji Bo Belgefîlma Xwe Li Benda Piştgiriya We Ne!

‘Di vê cîhana mezin de nikaribûn zarokê min bi cih bikin’
Melek Okan*
*Dayika Îrem a transeksuel a ku li Bursayê bi awayekî hovane hat kuştin. 

Em; wekî dê û bavên tirkiyeyî yên ku zarokên wan hemzayend, bîseksuel, travestî û transeksuel in, LÎSTAG’a ( Malbatên LGBTT’iyan Koma Stenbolê)  ku me bi hev re damezirandibû, em gihîştin hev û din û me dest bi kişandina belgefîlmê bi navê “Zaroka/ê Min” kir. Ji bo ku ev belgefîlm bê qedandin, pêdiviya me bi piştgiriya we hemûyan a sazûmanî, maddî û manewî heye.

Bi tikandina navnîşana www.listagfilm.com û bi gihîştina girêdana INDIEGOGO’yê hem hûn dikarin li fîlmê temaşe bikin,  hem jî hûn dikarin ji bo belgefîlma “Zaroka/ê Min” a ku rasteqînkirina xeyala me ye, di hêla maddî de tevkariyê bikin. Hûn dikarin navnîşana malpera webê di ser medyaya civakî de belav bikin û bibin pêşengê/a ku gelek mirov bi saya we agahdar bibin. Bi tevkariyên biçûk ên ku hûn bidin, em girîngiyê didinê ku di beşa malpera webê de wekî “piştevan” bê dîtin.
Ji Rêbendana sala 2008’an û bi vir ve bi civînên pergalkirî xwişk û bira,  xizm, endamên malbatan û bi taybetî jî em dê û bav ên ku endamên  LGBTT’ê (lezbiyen, gey, bîseksuel, travestî, transeksuel) yên ku tên cem hev, di her derfetê de roportajan didin medyayê û em hewl didin ku dengê xwe bidin bihîstin, em xwe bigihînin malbatên ku vê rewşê dijîn û piştgiriya xwe ya bi wan re didomînin.
Li welatê me yê ku homofobî û transfobî lê belavbûyî ye û pê ve girêdayî mekanîzmayên sansurê gelek çalak dixebite, ji bo ku dengê me ji hêla girseyên hîn mezinter ve bê bihîstin, me pêdivî bi belgefîlmekê dît.  Me xwest ku di vê erdnîgariya cîhanê de dengek hebe,  em û zarokên xwe çi dijîn, em vebêjin û em cîhaneke pêkan biafirînin. Mirov ji bo tiştên ku em dijîn fêm bikin,  tengasiyan dikişînin û ji nedîtî ve tên… Dema ku em wekî malbat biaxivin, roj bê û ew jî hîn bibin ku zarokên wan bixwe hemzayend, bîseksuel û trans in, dibe ku tiştên ku bijîn xeyal bikin, em fikirîn ku vê yekê herî baş ji me fêr bibin. Sala par di panela ku em tevlî bûbûn a Zanîngeha Bogazîçî de ji peywirdarên perwerdehiyê Can Candan ê ku li me guhdarî kiribû, wekî kesekî ku vê empatiyê qefaltibû, dema ku bi teklîfa çêkirina belgefîlma me hat, me fêm kir ku ji bo em dengê xwe bi hemû cîhanê bidin bihîstin, ev kesekî rast e, em gelek bi kelecan bûn û me dest bi kişandina belgefîlmê kir. Hûn jî dizanin ku derbasbûna me dê û bavên ku zarokên me bi awayekî mafdar dixwazin xwe bi nasnameya xwe derbibirin lê di vê civaka homofobîk û transfobîk te zordariyê dikişînin, derketina me ya ber kamerayan ne hesan bû.

Lê em LI VÊ DERÊ NE!

Em 5 dê û 2 bav ên ku ji nav LÎSTAG’ê hatine, bi navê xwe, bi rûyê xwe û ya herî girîng jî bi dilê xwe, pêşî li we dûre jî li hemû Tirkiye û cîhanê bag dikin! Belê, ji bo ku em bibêjin “Zaroka/ê Min hemzayendî ye, Zarokên me Transeksuel e” em çi jiyan û em çi dijîn? Em çawa derketin ber van kamerayan?  Me çawa dest bi vê rêwîtiyê kir û em hîn jî dixwazin çi bikin?  Em ê vê yekê hemû bi hev re,  dema ku belgefîlm bi dawî bû, bibînin.  Lê wekî ku em hemû jî dizanin, li vî welatî kişandina belgefîlmekî, hele kişandina belgefîlmekî ku li ser LGBTT’iyan be qet jî ne hêsan e. Di vê riya dijwar de li ser navê ku em piştgiriya xwe bidin nîşandan, pêdiviya me bi alîkariya we heye.
Ji kerema xwe re di ser navnîşana www.listagfilm.com re bibin piştevanên “Zaroka/ê Min”!
Haydê! Em hemû bi hev re ferqekê biafirînin…

LISTAG (Malbatên LGBTT’yî Koma Stenbolê)  
Zaroka/ê Min: www.listagfilm.com
LİSTAG: www.listag.wordpress.com

ji LISTAG

Du hejmarên nû yên ‘Hevjîn’ê di refan de

Di beşê kurdî de, nivîseke Vahap Coşkun ya bi navê "Neteweperestî” cih digire. Hejmarên sêyem û çarem ên kovara bi navê Hevjîn derketin. ‘Hevjîn’ weşana sazîbûna ‘Hevjîn LGBTT’ê ye. Herçî LGBTT ye, rêxistina Lezbiyen, gey, biseksuel, travestî û transeksuelan e.

Navenda kovara ku bi zimanê kurdî û tirkî weşana xwe dike Diyarbekir e. Hejmara sêyem a kovarê bi sernavê "Irkçılık ve Milliyetçilik" (Nîjadperestî û Kevneperestî) derket. Di hejmara çarem de jî, mijara “Transfobî”yê bi edîtoriya Firat Kaya hatiye rojevê.

Di beşê kurdî yê kovara “pirzimanî” de, ji bilî nivîsên Emîne Ozkaya, Rober Koptaş û Ayşe Duzkanê, ji Zanîngeha Dîcleyê nivîseke Doç. Dr. Vahap Coşkun ya bi navê "Neteweperestî” cih digire.

Di hejmara çarem a kovarê de hevpeyvînên bi parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn û transaktivîst Demet Demîrê re hatine kirin cih digirin.

Kovar li Enqereyê li Kaos GL û Pembe Hayatê; li Stenbolê li İstanbul LGBT, Lambdaistanbul, Amargi, Pozitif Yaşam Derneğiyê; li Îzmîrê li Siyah Pembe Üçgen û Amargiyê; li Edeneyê li Adana STGM, li Wanê li buroyên VAKADê û li Diyarbekirê li kitêbxaneyên Avesta û Kelepirê bi awayeke belaş têne peydakirin.


ji Rizgarî

Yekem kovara kurdî ya LGBTT ‘Hevjîn’ derket


Yekem kovara kurdî ya hemzayend û transeksuelan ya bi navê “Hevjîn” derket. Kovar wê du mehan carekî bê weşandin.

Pêkhata LGBTT (Lezbiyen, Gay, Bîseksuel, Travestî, Transeksuel) ya Hevjîn ku ev sê sal in xebat li Amadê didin meşandin, yekem kovara xwe ya bi kurdî “Hevjîn” derxistin. Yekem hejmara kovarê, pêşkêşî rojnemevan-nîviskar Bakî Koşar ê ku berê 4 salan li Stenbolê bi kêran hatibû kuştin hatiye kirin.

Di kovarê de mijara `Hemzayend û transeksûelên kurd hene` di dosyayekê de cih digire. Di lijneya şêwirmendî ya kovarê de kesên wekî Ezra Yildirim, Dîren Ozkan, Harîka Peker, Mekîye Ormanci, Melike Çoşkun, Mij Ba, Naşîde Buluttekîn,Nebahat Akkoç û Ozlem Orçen cih digirin.

ji DiyarName

YE: Ji bo ku kirîzên nûh rû nedin, divê Tirkîye di destûra xwe de reforman bike!

Di Komîteya Binî ya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Ewropa (YE) yê de, Doza girtina AKP yê û Qarneya mafê mirovan hat nîqaşkirin. Serokê Mêza Giştî ya Tirkîyeyê ya Geşkirinê ya Komîsyona YE`yê Jean-Chiristphe Filori got ku, ji ber doza girtina AKP yê bal ji ser reforman dûrket. Û dibêje, ”ji bo rû nedana kirîzên din, em şîretê li Tirkîyeyê dikin ku di destûra xwe de reforman pêk bîne”. Her wiha Filorî amaje pê dike ku, ”di vî dema guherînê de, dûrketina Tirkîyeyê ji reforman, dê bibe egerê kirîzên din. Û divê Tirkîye Qanûna Girtina Partîyan biguhere”.

Filorî dibêje, gûhertina xala 301 ya Destûra Cezayê û qebûl krina qanûna Weqfan jî, dîyadike, ku di salekî de, di warê mafê mirovan de reformên giring pêkhatine û dibêje:”Em nikarin bêjin ku di Tirkîyeyê de pêşveçûn tune ye. Li gor 10 salên bihorî îro li Tirkîyeyê gelek guherîn heye. Helbet ji bo guherîna bîr û çand jî gelek dem divê”.

Filori, em ji pêngavên Tirkîyeyê yên aborîyacivakî ya li ”Başûrêrojhilat” (Bakûrê Kurdistan) ya wek GAP`ê û biryara weşana bi kurdî di TRT yê de kêfxweşin û li hêvîya pêngavê nû ne.

Filori dîyar dike ku, Komisyona YE ji girtina Komela Lambdaistanbul Lezbîyen Gay, Biseksûel, Travestî, Transeksûel (LGBTT) ya bi biryara dadgehê jî bi gumane.

Daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku ji bo pêşvebirina mafên mirovan, di Destûra Bingehîn de guhertinan çê bike
.



ji Rizgarî