Meclîsa Eyaletan a Elman zewaca hevzayendan erê kir

Saturday, June 13, 2015 at 8:10 AM

Piştî li Fransa, Îngîltere û Îrlanda hat qebûlkirin Elmanyayê jî zewaca hevzayendan qebûl kir.
Di dengdayîına li Meclîsa Eyaletan (Bundesrat) a di qanûnên welêt eleqedar dike de, bi Meclîsa Federal re xwedî heman rayeyê ye, pêşniyazqanûna ku destûrê dide zewacên hevzayendan hat qebûlkirin. Di pêşniyazqanûna ji aliyê eyaleta Niedersachsen ve hat pêşkêşkirin, tevî demokratên Xiristiyan li hember derketin jî bi dengên partiyên çep hat qebûlkirin.
Di pêşniyazqanûnê de hevzayend tevî ku dikarin bizewicin dikarin zarokan jî wek nevîsî bigirin gel xwe.

ji ANF

Kempeynên Hilbijartinên Tirkiyê Berdewam Dikin

Çend roj mane ji hilbijartinan re, lê kempeynên partiyên siyasî li Tirkiyê her berdewam in.
Roja şemiyê Partiya Doza Azad (Hudapar), roja Duşemê jî Partiya Dad û Pêşevbrinê (AKP) li Amedê, li Qada îstasyonê mitîngên hilbijartinê lidarxistin. Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî, di 5'ê Hezîranê de li heman qadê wê mitinga xwe lidar bixe.

Hêjayî gotinê yê, 29'ê mehê li gundekî navçeya Hezexê (İdil) ya Şirnexê di navbera alîgirên Hudapar û HDPiyan de pevçûn rû da ji sedema kempeynên hilbijartinê û du mirovên Hudaparê hatin kuştin, du mirovên HDPê jî birîndar bûn.

Serokê Giştî yê Hudaparê Huseyin Yilmaz û namzedê Amedê Zekeriya Yapicioglu di gotarên xwe de li ser vê bûyerê û pevçûnên navbera aligirên wan de sekinîn. Herduyan jî gotin ku HDP zextê li ser alîgirên wan dike.

Di van herdu mîtîngên dawî yên li Amedê de, peyam zêdetir li ser îslamiyetê bûn. Hem AKP hem jî Hudapar, li Amedê, HDP bi tundî rexne kirin jiber namzedên endamên  homoseksuel (LGBT).

Rêvebir û namzedên Hudaparê gotin, HDP dixwaze Kurdan ji urf û adetan dûr bixe û bêexlaqiyê di nav Kurdan de bicî bîne.

Serokwezîr Davutoglu jî got HDP Kurdan ji îslamê dûr dixe.

Herwiha Serokwezîr got, HDP jibo di bin benda hilbijartinê de nemîne, dixwaze tirsê têxe nav dilê gel. “HDP xelkê ditirsîne ku bendê derbas neke wê bûyerên ji yê Kobaniyê xerabtir rû bidin. Em bi ti awayî rê nadin ku careke din bûyerên wek yên wê demê biqewimin. Çi lazim be emê bikin. Herwiha xwediyê pêvajoyê AKP ye. Jibo dewamiyê jî divê di hilbijartinê de dengên zêde bigire."

Hêjayî gotinê ye ku li herêmê gelek mirovên dengên xwe didin AKPê, naxwazin ku HDP di bin benda hilbijartinê ya 10 ji sedî de bimîne. Li ofîsa hilbijartina AKPê, me ji mirovên ku dengên xwe didin AKPê pirsî bê ka ew li ser AKP û HDPê çi difikirin.

ji DengêAmerîka

Daxûyaniya İstanbul LGBTT

Li dij kesên hevzayend, bîseksuel, trans û interseks êrîşên heyî her roj zêdetir dibin. Di dema amedekirina makezagona nû û Qanûna Sûcên Nefretê de hikûmeta ku hemû kampanyayên me meşandin ji nedîtî ve hat û ji guhê xwe ji hemû bangên me re girtin; peyama qetilkirinê bidomînin bi israr belav dike.
Bi sefseteya guhertina bajarvaniyê kolanên ku kesên Trans di nava ewlekariyê de lê dixebitin yek ji holê tên rakirin.
Piştî girtina kolana Dernekê di dema nêz de li kolana Daracik du avahiyên ku jinên Trans lê dixebitîn û lê dijîn ji aliyê Mudiriyeta Emniyetê ya Beyogluyê ve bişêwazekî bêhiqûqî bi mekîneyên kelijê (kaynak) hatin girtin.
Ev têgihiştin mîna xwedayina der a nefreta dewletê ya li dij mirovên trans li pêşberî me ye. Derxistina mirovên trans a ji herêmên hinekî ewle rê dide mirinên nû.
Di rûyê nûnerên sîstemê yên dixwazin bi amûrên zextê me biçewisînin re em diqîrin;
* Ji bo guhertina pergala ku ji ber meyldariyên me yên zayendî me ji kar diavêje, ji ber nasnameya me ya cînsî kar nade me;
* Ji bor şermezarkirina hêzên ewlekariyê yên „Qanûna Qabahatan“ mîna hincet nîşan didin û mafê me yê jiyanê bisînor dikin, herwiha dijwariya hêzên ewlikariyê ya li dij me ji bo ku em LGBTİ ne dimeşînin;
* Ji bo teşhîrkirina polîtîkayên sirgunkirina mirovên trans;
* Ne ji bo karkeriya seksê ya bi zorê ji bo ku em kar dixwazin;
* Ji bo karkeriya seksê mîna beşeka kar were qebûl kirin û em karibin mafên xwe yên sendîkayî bidest bixin;
* Ji bo em biqîrin ku sûcên nefretê ne sûcen munferîd in, hewldana tevkujiyeke li dij civaka LGBTİ’yan nin.
* Ji bo ku ji erka siyasî ya di bin navê „Kimkirina ceza ya ji ber tehrîka giran“ kujeran xelat dike re êm bêjin raweste
* Ji bo derbaskirina qedexeya Taksîmê ku sîstem vê yekê dixe hinceta êrîşên bêperwa yên li dij komên bindest
* Ji bo kedkarên ku ji bo sê qurîşan bi sedan metroyan di binê erdê de tên qebitandin, li terxane û fabrîkayan jiyana xwe ji dest didin.
* Ji bo ji serokwezîrê ku nefret û heqareta li dij Elewî, Kurd, Ermenî, Rûm û hemû hindikayiyên olî û netewî ji xwe mîna wezîfe dibîne em bêjin raweste;
* Ji bo Dora Ozer, Çagla Joker, Roşîn Çîçek, Ahmet Yildiz, Ebru Soykan, Îrem, Okan, Seda, Alî Bey, Ethem Sarisuluk, Hrant Dînk, Mehmet Ayvalitaş,
Abdullah Comert, Medenî Yildirim, Alî Îsmaîl Korkmaz, Berkîn Elvan, Ahmet Atakan, Hasan Ferît Gedik;
* Ji bo em bêjin qatilê LGBTİ’yan, jinan, kedkaran, Elewiyan, Kurdan û Ermeniyan dewlet e;
22’ê Hezîranê Roja Yekşemê Saet:17:00’an em ji Rawesgeha Tramvayê ya Taksîmê di meşin Meydana Tunelê.
GER TU TUNEBE EM GELEKÎ KÊM IN!

ji  Istanbul LGBTT Dayanışma Derneği

'Min HDP hilbijart'

 25.05.2015
Namzedê Parlementeriyê yê HDPyê yê ji Eskîşehîrê û kesayetê LGBTÎ (Lezbiyen, Gay, Bîseksuel, Transgender û Înterseks) Bariş Sulu wiha got: "Min HDP hilbijart, ji ber ku kesayetiyên LGBTÎ di serî de li wir hene. Komeke ku dû re başdar bûne nîne"
Sulu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku ew ji sala 1998an û vir ve ji bo mafên mirovan ên kesayetiyên LGBTÎ dixebite û di nava fealiyetên komeleyên di vî warî de cih digre.

Sulu got dema ku ji HDPyê teklîfa parlementeriyê hat wî bi malbat û yara xwe re xeberda û wiha domand: "Ez ji bo malbata xwe kesekî eşkere me. Ez hevzayendekî veşartî nînim. Min piştgiriya herî mezin ji malbat û yara xwe stend û dû re pêvajo pêş ket. Min bi hevalên xwe yên di nava HDPyê re xeberda û min fikr û raya wan hilda."

Suluyê ku ji Eskîşehîrê di rêza HDPyê ya 6emîn a namzediya parlementeriyê de ye qala van kir:

"Ev 17 sal in ez li ser kesayetiyên LGBTÎyî dixebitim. Ji ber hindê dema ku ez dibêjim, 'Ez li vir im' û şûnde bi awayekî otomatîk ez dest bi siyasetê dikim. Polîtîkayê ji bo min dema ku min got, ez hevzayend im, ez li vî welatî dijîm û ez naçim tu derî, ezê li vir têkoşînê bidim, dest pê kir."

Sulu bi bîr xist ku ew ji heyama Kongreya Demokratîk a Gelan ve di nava HDPyê de ye û wiha dewam kir: "Min HDP hilbijart, ji ber ku kesayetiyên LGBTÎ di serî de li wir hene. Komeke ku dû re beşdar bûne nîne."

Sulu destnîşan kir ku wî di vê pêvajoyê de ji CHPyê jî namzedekî LGBTÎyî hêvî dikir û wiha axivî: "Lêbelê min ji CHPyê tiştekî wiha nedît. Partiya Anadoluyê ji Îzmirê namzedekî LGBTÎyî nîşan da."

Sulu qala namzedbûna xwe ya ji HDPyê kir û got ku ew bi têlefoneke ji Navenda Giştî ya HDPyê ve namzediya xwe hîn bû û wiha domand: "Jixwe Demîrtaş qala mafên kesayetiyên LGBTÎ dike. Di nava HDPyê de wekî komîsyona jinan û ciwanan, komîsyona LGBTÎyê jî heye. Belavoka me ya hilbijartinê heye. Di wir de em dibêjin ku em keskesor in."

ji AA

LI Îrelanda Dengdana Zewaca Hevcinsbazan Pêk Tê

Wezîrê Wekheviyê yê Îrelandayê Aodhan O’Riodain îro Şemiyê pêşbîn kir ku welatê wî deng dabe jibo rêdana zewaca hevcinsbazan (homoseksuel) di referendumeke dîrokî de li welatê Katolîk. Wî got, “îro ez şanaz im ku Îrelandî me.”
Tê çaverêkirin ku encamên fermî yên referenduma roja Îniyê, Şemiyê piştî nîvro werin ragihandin, lê hemû pêşbînî diyar dikin ku piraniyê xelkê bi “erê” deng dane.
Bi vê yekê, Îrelanda dê bibe yekem welat ku bi dengdana gelêrî zewaca hevcinsbazan qebûl dike.
Encama “erê” ya ku tê çaverêkirin, vedigere wê yekê ku gelek dengdarên genc yên Îrelandî ku li derve dijîn, beşdarî dengdanê bûne.

Jî Dengê Amerîka

Dêra Skoçyayê rêya rahîptiyê li hevzayendan vekir

Sunday, May 17, 2015 at 7:33 AM

Dêra Skoçyayê bi biryarekê re derfet da, ku takekesên li derveyî zewacê têkiliya hevzayendiyê dijîn, dikarin bibin rahîp.
Dêrê ji bo pênaseya kevneşopî ya zewacê doktrîna 'yekbûyîna jin û mêr' mîna xwe hişt û diyar kir ku li ser daxwaza civata dêrê ev doktrîn dikare were terikandin.
Di dengdayîna li Dêra Skoçyayê de li hemberî 182 dengên dijber bi 309 dengan pêşniyarnameya mijara gotinê hat qebûlkirin. Li gorî vê yekê ji hevzayendên ne zewicîne, lê bi modela 'hevrebûna sivîl' bi hev re dijîn re, rêya dêrê tê vekirin.
Tevî vê biryara li Edînbûrgê hat wergirtin, wê roja Pêncşemê pêşniyarnameyek rê li ber rahîpbûyîna takekesên zewaca hevzayendî kirine vedike, pêşkêşî dengdayînê were kirin.
Dêra Skoçyayê di encama nîqaşên dûr û dirêj de, di sala 2012'an de destûr dabû ku mehra hevzayendan were birîn.

ji ANF

FDA xwest qedexeya bexşa xwînê bê nermkirin

13. 05. 2015

Tevî welatên Ewropayê, DYA’yê jî daxwaz kir ku qedexeya bexşa xwînê ya ji bo hevzayendan bê nermkirin.

Daîreya Derman û Xurekê ya Amerîkan (FDA) daxuyaniyek da û diyar kir divê qanûna ku bexşa xwînê ya hevzayendan qedexe dike bê nermkirin. FDA’yê li şûna vê qanûnê daxwaz kir ku bila şertê beriya salekê ketine têkiliya zayendî yan na, bê anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di tevayî temen de qedexekirina bexşa xwînê newekhevî ye.

DYA’yê di 1983’an de di dema ku vîrusa AIDS’ê belav bibû ji bo mêrên hevzayend qedexeya bexşa xwînê anîbû.  Ji sedî 7’ê nifûsa welat, mêrên hevzayend pêk tînin. Di rojên buhrî de hinek Saziyên Civaka Sîvîl û endamên Kongreyan ev mijar anî rojevê.

Bexşa xwînê, ligel hevzayend an bî-seksuelan, ji bo jinên ketine têkiliya zayendî, kesên tiryakê bikar tînin derbasdar e.

ji ANF