ENQERE - ALİ BARIŞ KURT
28.01.2013
Kurkçu ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku encama herî girîn ya sala 2013’an eve ku êrîşên ku AKP’ê piştî hilbijartina 2011’an da destpêkirin vala hat derxistin. Qezenca herî mezin eve û got: “Gelê kurd zincira ku li lingê wan hatibû xistin parçe kirin. Bi hamleya Birêz Ocalan avabûneke nû hat avafirandin. Di alî azadî, demokrasî û aştiyê de geşedanên girîng çêbûn.
BI HDP’Ê RE TÊKOŞÎNEK NÛ DESTPÊ KIR
Kurkçû diyar kir ku avakirina HDP’ê yek ji geşedanên herî girîng ya 2013’an bû û got: “Ev ne tenê avakirin partiyekê bû. Vê hevkariya stratejîk ya di navberên rizgariya civakî û demokratîk a Tirkiyeyê û tevgera kurd de îfade dikir. Li aliyê din jî di alî avakirina koalîsyona bindestan de gelek girîng bû.
Têkoşîna li girtîgehan hat meşandin jî piştgiryeke mezin da têkoşîna demokrastiya 2013’an û bi vê gelek pêkanînên zextwar hatin paşvexistin, lê li hinek cihên din jî rewş xerabtir bû.
DEKLERASYONA NEWROZÊ, GEZÎ: HÊVÎ
Kurkçû wiha got: “Îsal bi destê AKP’ê bi taybet li ser jinan zext zêde bûn. Lê li dijî êrîşên AKP’ê bi taybet piştî Deklerasyona Newrozê pêvajoyek nû derket holê, potansiyela muxalefeta mezin ya ku berxwedana Geziyê afirand nokteyeke girîng bû; bû nîşaneya guherandina îstîkameya pêvajoya Tirkiyeyê.
DI HÊZA SENDÎKAL DE HÊZ HAT WENDA KIRIN
Kurkçû da zanîn ku di rêxistina sendîkal a klasîk de di alî dînamîkan de hêzeke nû nehatiye qezenckirin û ez wisa difikirim hêz hatiye wenda kirin. Di sendîkavaniya rêxistinkirî de rewşa krîzê didome, di vî alî de rêxistina sendîkvaniyê paşve diçe.
Kurkçû diyar kir ku têkoşîna kedê ji derveyê qada sendîkal ve jî tê dayîn û got: “Di alî têkoşîna kedkarên ku di sendîkayan de xwe bi rêxistin nekirine de, sala 2013’an kêm be jî qezenc bidestxistine.
DEMOKRATÊN LÎBERAL QEZENC HEBA KIR
Kurkçû di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber sekna parçekirî ya hêzên demokrasiyê, di vê qadê de demokratên radîkal cihên xwe parastin û kêm be jî pêşketin. Lê demokratên lîberal, di referanduma 2012’an de û piştî vê ji ber ku girayê AKP’ê bûn kefareta wê dan. Piştî evqas razemeniya manewî biçûk hat xistin û destpêkê ji AKP û piştre jî ji Cematê riya xwe dan alî.
Kurkçu da zanîn ku 2013’an de LGBT’iyan têkoşînek mezin dane û her çiqas serkeftinên sazîbûnê bidestnexistin bin jî tevgera LGBT ne tenê li Tirkiyê, li Kurdistanê jî rewabûna xwe daye xuyakirin. Kurkçu diyar kir ku LGBT bi HDP’ê re di qada polîtîk de hatiye dîtin. Kurkçu bi lêv kir ku tevgera Elewiyan jî her diçe polîtîk dibe û derbasî radîkalîzasyonê dibe.
TEVGERA KURD NOKTEYA POLÎTÎK YA KU HERÎ ZÊDE BALKIŞAND BÛ
Kurkçû der barê qezencên Kurdistanê de jî wiha got: “Tevgera Azadiya Kurdistanê ne tenê li Tirkieyê li her çar paçeyên Kurdistanê qezencên mezin bidestxistin û li Rojava ligel zextên qada navnetewî li dijî darbekaran bi serkeftinên xwe bû hêza ronahî ya polîtîkayê. Hêza xwe hem di alî konfederalîzma demokratîk û hemjî di xweseriya demokratîk de bikaranîn û di 2013’an de di nokteya polîtîk de bal kişand.
ji ANF