19.07.2013
Freedom Houseê li ser rewşa demokrasiyê ya li Tirkiyeyê raporeke
berfireh weşand. Di raporê de rewşa kurtedîroka îktidara AKP’ê û mafên
siyasî û azadiya sivîl a li Tirkiyeyê yên wekî mafê îfadekirina azad,
azadiya olî, azadiya akademîk, mafên kombûnê, sendîkayên kedê,
serxwebûna darazê, rewşa girtîgehan, pirsgrêka kurd, rewşa
homoseksuelan, mafên milkiyetê û mafên jinê cî girt.
Rapora navborî di çarçoveya Azadiya li Cîhanê sale carekê jib o hemû
welatan tê amadekirin. Encama herî balkêş a rapora ji bo Tirkiyeyê ev e
ku Freedom Houseê di warê mafên polîtîk û azadiyên sivîl de notên
Tirkiyeyê pir kêm in. Statû û notên ku saziyê ji bo Tirkiyeyê diyar
kirine wiha ne:
STATÛ: Qismî azad
DERENCEYA AZADIYÊ: 3.5
AZADIYÊN SIVÎL: 4
MAFÊN POLÎTÎK: 3
Bi kurtahî naveroka rapora navborî wiha ye:
Qirêjî û bertîlxwarî: ‘Tirkiye di Indeks of Transperency
International a 2012’an de (Indeksa Şefafiya Navneteweyî) ji nava 176
dewletan, di derenceya 54’emîn de ye.’
Mafên îfadeya azad: ‘Mafên îfedeya azad ji aliyê destûra
bingehîn tê misogerkirin. (…) Li gorî CPJ’ê (Komîteya Parastina
Rojnamegeran), dema bi 8 kesên sala borî re tê miqayesekirin, di dawiya
2012’an de 49 rojnameger di girtîgehê de bûn. Piraniya van kurd bûn û di
çarçoveya qanûna antî-terorîzmê ya di doza KCK’ê de tên tawanbarkirin.
(…) Hema hema hemû saziyên medyayê di destê şîrketên holding ên dêwane
ku têkiliyên wan bi partiyên siyasî heye de ne û vê yekê jî alîkariya
xwe-sansûrê dike.’
‘Ji bo weşan û weşanên televîzyonê yên bi kurdî niha destûr tê dayîn
lê ew dikarin bi awayekî demkî ji aliyê rêvebiriyê bên girtin.’
Azadiya olî: ‘(…) Destûra bingehîn azadiya olê diparêze lê
layiktiya fermî ya dewletê bûye sebeba bisînorkirinên li hember piraniya
misilman û yên din. Zilamên şopdarên olê, dikarin ji artêşê bên avêtin û
bi awayekî fermî ji bo girtina serê xwe, di zanîngehên dewletê û
saziyên hikumetê de, jin tên astengkirin. (…) Alevî ku komeke misilman a
ne-sunî ne, ne xwedî statûyekê ne.’
Azadiya akademîk: ‘Azadiya akademîk ji aliyê xwe-sansurê û
zextên hiqûqî û siyasî yên di derbarê mijarên hesas ên wekî kurd,
binavkirina qirkirina ermeniyan di Şerê Cîhanê yê I’emîn de wekî
jenosîdê û mîrateya Ataturk ve hatiye bisînorkirin.’
Mafên Kombûnê: ‘Mafê kombûnê ji aliyê destûra bingehîn tê
parastin. (…) Tirkiye xwedî civakeke sivîl a aktîf e. Gelek
bisînorkirinên ji bo xwepêşandanan hatine sistkirin (…) lê pevçûnên bi
polêsan re hîn didomin.’
Sendîkayên kedê: ‘Qanûna ji bo parastina sendîkayan heye lê
xebata sendîkayan di pratîkê de bisînor e. Hiqûqa ji bo naskirina grevên
legal çewsîner e û cezayên ji bo beşdariya grevên ne qanûnî, giran in.’
Daraza serbixwe: ‘(…) hikumet dikare bi riya tayîn, destek û
fînanskirinê li ser dadgeran tesîrê bike. (…) Sîstema dadgehan bi giştî,
ji aliyê derengbûyîna qeydeyên dozê –hin darizandin pir dirêj dajon û
vê yekê barê madî ya parastinê giran dike- tê qelskirin.’
Rewşa girtîgehan: ‘Hikumet bi armanca astengkirina îşkenceyê
qanûnan derxist û hîndekariyê da dest pê kirin lê nûçeyên di derbarê
muameleya xerab hîn jî gelek zêde ne. Girtîgeh pir qelebalix in û
xizmeta tibî bi problem e.’
Pirsgrêka kurd: ‘Pirsgirêka kurd hîn jî dijwariya kilît e ji
bo demokrasiya Tirkiyeyê. Gelek bisînorkirinên kevn ên li ser zimanê
kurdî hatin rakirin û di Hezîrana 2012’an de Wezareta Perwerdeyê
mifredatekê ku tê de destûra perwerdeya kurdî jî dihat dayîn, qebûl kir.
Tevlî vê jî, bikaranîna kurdî di qada xizmetên fermî de hîn jî qedexe
ye. (…) Li gorî texmînekê, di sala 2012’an de di operasyonên li hember
KCK’ê de 7,748 kes hatin girtin û ji van 3,895 kes ketin girtîgehê.’
Rewşa homoseksuelan: ‘Çalakiyên homoseksuelan ne qedexe ne lê
kesên LGBT (lezbiyen, gay, biseksuel, transseksuel) bi awayekî berfireh
rastî cûdakarî, tacîza polêsan û şîdeta rojane tên. Di Rezbera 2012’an
de AKP pêşniyazeke ji bo parastina mafên LGBT’yan red kir.’
Mafên milkiyetê: ‘Ji bo mafên milkiyetê, ji bilî hin
îstîsnayên balkêş, bi gelemperî li Tirkiyeyê rêz tê girtin. Bi deh
hezaran kurd di salên 1990’î de ji malên xwe yên li anatoliya
başûrêrojhilat hatin derxistin. Hin ji wan vegeriyan û di bin programa
ku di 2004’an de hatibû damezrandin, tazmînatê vergirtin.’
Mafên jinan: ‘Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, bi qanûnê,
wekheviya tam dide jinê lê Forûma Aboriyê ya Cîhanê di Indeksa Mesafeya
Zayendî ya Global a 2012’an de, di nava 135 welatan de ciyê 124’emîn
daye Tirkiyeyê. Bi tenê ji sêyan yekê jinên di temenê xebatê de beşdarî
hêza kedê dibin ku ev, rêjeya herî kêm a Ewropayê ye. (…) Raporeke
2012’an diyar kir ku ji % 42’yên jinên tirk rastî şîdeta fîzîkî yan
seksuel tên. (..) tê gazin kirin ku hikumet ji mafên jinan bêtir bi
“yekitiya malbatê” re eleqeder dibe xuya dike.’
Ji infoWelat