Papayê Vatîkan Papa Francis ragehand
ku ne şert e baweriya mirov bi Xwedê hebe heta biçe behiştê, lê mirov
dikare bêbawer jî be û biçe behiştê.
Di ve derbarê de Papa Francis wiha bersivê dide çend rojnameya La
Republica ya Îtalî: ‘’Eger tu ji min dipirsî ka gelo Xwedayê Xirîstanan
wan kesan efû dike ku bê bawer in; Ez jî dibêjim ku hîç sînorekî
mîhrîbaniya Xwedê nîne û eger xwedanê wîjdanekî zindî bî, karê baş bike,
ne şert e baweriya te bi Xwedê hebe.’’
Papa wiha dibêje: ‘’Ne şert e baweriya mirov bi Xwedê hebe heta biçe
behiştê, ji ber kesên bêbawer jî dikarin karên baş bikin, daku biçin
Behiştê.’’
Papa Francis ku çend meh dibe bûye Papayê Vatîkan, wek kesekî vekirî tê
naskirin. Di vê dawiyê de çendîn daxwiyaniyên balkêş dane. Yek ji wan jî
derbarê homoseksuelan de bû û nerîna xwe wiha anîbû ziman: ‘’Ez kî me
heta wan dabirizênim?’’ û vêna jî homoseksuel kêfxweş kiribûn.
ji BasNews