Grubek ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û çend ciwanên Başûrê Kurdistanê bi
tohmeta ‘şeytanperestî’ û ‘hevregezbazî’ ji aliyê hêzên ewlekariyê yên
Îranê ve li bajarê Kirmanşah hatin girtin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, Artêşa Pasdaran û hêzên ewlekariyê
yên Îranê bi ser salonekê de girtin û bi dehan kes binçav kirin û govend
digerandin û mey vedixwarin. Ajansa Mehr a Îranê jî îdîa dike ku ew
kesên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin ‘şeytanperest’ û
‘hevregezbaz’ bûne.
Li gor medya Îranê, ew ciwanên ku hatine girtin bi hevkariya welatên
cîran fikra ‘şeytanperestî’ û ‘hevregezbaziyê’ di nav Kirmanşah û Îranê
de belav dikin. Herwiha hat ragehandin ku ji yên hatine girtin çend
ciwan ji wan xelkê Başûrê Kurdistanê ne.
Herwiha li gor Ajansa Mehr, çend meh dibe Artêşa Pasdaran çavdêriya çûn û
hatina wan ciwanan dike ku di sînorên navbera Kirmanşah û Başûrê
Kurdistanê re derbasî nav axa Îranê dibin.
Kirmanşah mezintirîn bajarê Rojhilatê Kurdistanê ye û 5 deriyên wê yên
hevbeş ji bo çûn û hatina geştyaran û bazirganî ligel Başûrê Kurdistanê
hene. Herwiha yek ji wan bajaran e ku nexweşiya AIDS gelekî lê belav
bûye, ji xeynî bikaranîna madeyên hoşber di nav ciwanan de.
ji BasNews