Dadgeha Bilind a Avustralya roja pêncşema borî zagona ku ji aliyê
herêmên wî welatî ve derbarê zewaca hevregez bazan (Homosexual) de
hatibû danîn, qedexe kir.
Bi wê qedexekirinê re nêzîka 20 zewacên hevregez bazan ku di hundirê vê
hefteyê de hatibû encam dan hatin helweşandin. Ew zewac li gor qanûnên
herêmî hatibûn kirin.
Çalakvanên hevregez ên Avustralya li dijî vê qanûnê derketin û weke
binpê kirina mafên xwe binav kirin. Lê grûbên olî yên wî welatî raya
dadgehê adilane dizanin.
ji BasNews