3.11.2010
Levande Historia (”Axaftingeha Dîroka
Zindî”) nêrînên şagirtên xwendigenha amadeyiyê lêkolîn kiriye. Ji pêncan
yek xwedî nêrînên neyênî ne li romanan, misilmanan, cihûyan, biyaniyan û
homoseksuelan. Eskil Franck rêvebir e li Forum för Levande Historia. Ew
lêkolînek nû çêbûyî bi yek ku di sala 2003an de çêbibû re dide ber hev,
dibêje baş e ku li gorî wê demê îro bêtehamûlî zêdetir nebûye.
Lê li aliyekî din xerab e ku ji
pêncan yek, ango grûbek mezin ji xwendekarên xwendingeha amadeyiyê,
xwediyê helwestek neyênî yan jî pir neyênî ne ji bo hinek grûpên
berxeter di civakê de.
Forum för levande historia daireyek e ku
dixebite ji bo zanyariyên li ser tevkujiyên mezin yên dawiya sedsala
1900an bi rewşa îroyîn re bike yek. Armanca vê xebatê xurtkirina
demokrasiyê ye. Rêvebir Eskil Franck armanca vê lêkolînê diyar dike:
- Bûyerên ku wê demê rê li wan tevkujiyan
vekir, dikarin bi têgeha bêtehamûlî’yê şîrove bibin. Îcar em li rewşa
îroyîn dinerin bê diyarde yan jî tovên mîna wan diyardeyan hene di nava
gêncan de? Ji bo em bikarin rê bigirin li çêbûn û zêdetirbûna wan
diyardeyan û ji bo nehiştina wan bixebitin. Bêgûman li welatê me em dûrî
tevkujiyekê ne lê nabe mirov xwe qure bike bêje ew qet nabe. Ji ber ku
eger em bihêlin ku bêtehamûlî zêde bibe, em ê nizanibin dawiya wê çi ye.
Di vê lêkolîna ku ji aliyê buroya îstatîstîkê ya giştî SCB ve hatiye kirin de, 4 700 xwendekar ji 150 xwendingehên amadeyiyê beşdar bûne. Di anketekê de xwendekaran bersiv daye pirsên li ser grûbên ku di civakê de pir rastî pêşhukm û cûdakariyê tên.
Bi giştî yên bi helwestên erênî zêdetir in ji
yên bi helwestên neyênî lê bi giştî wiha ye jî ku nêviyê bersivdêran
xwediyê helwestên nakok in. Yek ji du encamên herî xuya ew e ku ji
xwendekaran tenê ji çaran yek xwediyê helwestên erênî ne ji bo grûba
romanî. Û ya din jî, zêdeyî nêvî yên xwendekaran xwediyê helwestên erênî
ne ji bo kesên homoseksuel. Li gorî lêkolîna sala 2003an ev hejmar zêde
bûye.
- Em bawer dikin girêdana vê bi xwendinê heye
û bi wê ku kesên homoseksuel îro hîn xuyayîtir bûne di civakê de. Lê
romanî zêde xuya nakin û pir zêdetir berxeterê pêşhukman in. Dibêjin
"Romanek wiha ye" û ev jî dike ku mirovên roman bi pir pêşhukman rûbirû
bibin û ev rewş mîna caran hîn jî dom dike, Eskil Franck dibêje.
Ku em bala xwe bidin dê ji xwendekarên
beşdarî lêkolînê bûne kîjan xwediyê helwestên neyênî ne, em dê bibînin
ku piraniya wan kur in û diçin xwendinên pîşeyî û dêûbavên wan
kêm-xwenda ne. Mirov dikare bibîne jî ku rola hevaltiyê pir mezin e,
yanî şagirtên ku diyar kirine hevalên wan ji grûbên berxeter hene, bi
giştî erênîtir dinerin li wan grûban.
Eskil Franck yê Forum för levande historia
dibêje ji bo zêdekirina tehamûlê li cem xwendekarên xwendingeha
amadeyiyê, bêhtir perwerde û kêmtir segregasyon divê.
- Tenê perwerde pêşhukm û nêrînên nêyînî tune
dike. Mirov wiha fêr dibe çi bi rastî rast e û ne tenê hema texmîn e.
Wekî din jî danûstendina bi hev re girîng e. Divê em li sê qadên herî
girîng yên civakê bêhtir hev bibînin. Ew jî dibistan, jiyana karî û
herêmên mirov li wan dijî ye. Eger me bikariya mirov bigihandana cem hev
li van qadan, me ê pêşketinên baş bikira, Eskil Franck dibêje.
Û di perwerdeyiyê de jî rola mamosteyan
girîng e. Di vê dema ku Forum för levande historia lêkolîna xwe pêşkêş
dike de Skolforum jî mamosteyan dawetî workshop’ê dike ji bo li ser
bêtehamûlî, pêşhukm û norman bipeyivin. Michael Haglöf, mamosteyê
dibistana seretayî yê dersên swêdî û îngilîzî ye ji Älvboda Friskola ya
bajarokê Skutskär’ê, yek ji mamosteyên beşdar e.
- Keşfkirina pêşhukman ne pir hêsan e ji ber
ku kesên bi paşxanên biyanî zêde nîn in li Skutskär’ê, îcar nîqaşên wiha
pir kêm dibin. Lê dema mirov xeyala xwe didiyê, mirov dibîne li
Skutskär’ka biçûk zêdetir pêşhukm hene li gorî bajarê Gävle’yê, Michael
Haglöf dibêje.
Li workshop’ê ji RFSL Ungdom û ji rêxistinên
gêncan yên Swêdê jî nûner hebûn ji bo ku mamosteyan fêr bikin çawa li
dij pêşhukm û nêrînên cûdakar xebatê bikin.
Mamoste Michael Haglöf ji berê de digel
şagirtên xwe bi van pirsan mijûl e û ew dibêje pêşwazîkirina nêrînên
xwendekaran carna ne hêsan e, Michael Haglöf dibêje.
- Tiştê zor ew e ku mirov zarokan ji ber
nêrînên wan mehkum neke. Divê mirov nebêje "şaş e mirov wiha bifikire",
lê hizira mirov fireh be. Ê bêgûman dê pêşhukmên mirovan hebin ji ber ku
ew tiştekî din nizanin. Ya baş şêwe-xebatek vekirî û demokratî ye ji bo
ku herkes dîtina xwe bêje. Yanî nêrînên neronak jî divê karibin eşkere
bibin, mamoste Michael Haglöf dibêje.