Rêxistina Muslumanên Ciwan ya Swêdê ji bo konferansekê dawiya
hefteyê axaftvanekî ku bi dijminiya xwe ya li dijî homoseksuelan tê
nasîn dawet kiriye. Mirovê ku navê wî Sheik Abdullah Hakim Quick e, di
daxuyaniyên xwe yên berê de gotibû ”homoseksuel komekî civakê ya herî bi
talûke ye û divê cezayê wan kuştin be”. Van gotinên wî di malpera Enjoy
Islam de hatine belavkirin.
Lê serokê Rêxistina Muslumanên Ciwan, Mohammed Kharraki
dibêje haya wan ji helwesta dijminane ya Sheik Abdullah Hakim Quick tune
bû, lê dîsa jî ewê bihêlin ku ew di konferansê de biaxive, ji ber ku
ewê axaftina xwe li ser ciwanan bike û ilhama pêşkeftinê bide ciwanan.
Ji ber vê yekê rêxistina ji bo wekheviya tercihên seksî RFSL mebesta Muslumanên Ciwan di cîh de nabîne, ji ber ku Hakim Quick bi taybetî jî ji bo ciwanan mînak e û dive îlham bide wan, dibêje Ulrika Westerlund, cîgira serokê RFSL.
ji Radyoya Swêdê