Li gorî agehiyên berdest, meha Adarê
li paytext Berlîna Almanyayê penageheke taybet tê vekirin ku dê 120
kesên LGBTÎ pêşwazî bike. Hate ragihandin ku piştî êrişên li ser kesên
LGBTÎ ev biryar hatiye wergirtin.
Federasyona Gey û Lezbiyenan a almanî ragihand ku di navbera Tebax û
Berfanbara 2015an de 95 kesên LGBTÎ rastî êrişan hatine û piraniya van
êrişan li penagehan pêk hatine.
Li gorî texmînan hejmara penaberên LGBTÎyên Berlînê digihêje 3 hezar û 500 kesî.
ji Sputnik