Kalê Badî
Hereketa Azadî ku di Hezîrana 2012’an de wek însiyatîf xwe olan kir û
piştî 2 salan, di Îlona 2014’an de guherî û wek hereket xwest ku bibe
berdevkê hestiyariyên olî û neteweyî yên kurd, di 2015’an de bi mebesta
piştgirîdayîna HDP’ê beşdarî Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî bû.
Lê belê piştî hilbijartinan, di çend mijarên wek nêzîkahiya HDP’ê ya
LGBTÎ’yiyan û hin pirsgirêkên navxweyî hate rojevê. Me bi ramankar û
endamê Hereketa Azadî Nivîskar Yavûz Delal re van pirsgirêkan şopand.
Delal got: “Piştgirîdayîna hin payedarên HDP’ê ya ‘Meşa xîretê !’ ya
LGBTÎ’yîyan nexwendin û kornêrîntiya HDP’ê ye”
‘Konsept hevgirtina Kurdistanî ye’
Nîqaşên ku di nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî de rû dan û ji
alî hin kesan ve wek nakokî têne danasîn, li ser nêzîkahiya HDP’ê ya
LGBTÎ’yan bû. Ev nîqaş, hem di nav Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî
ya ku ji Partiya Demokrasî ya Gel(HDP), Partiya Herêmên
Demokratîk(DBP), Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Komeleya Kurd a
Şoreşgerên Demokrat(DDKD), Partiya Azadî û Sosyalîzmê(ÖSP) û Hereketa
Azadî pêk tê, hem jî di nav Hereketa Azadî bixwe de bû sedemê
pirsgirêkan. Endamê Hereketa Azadî û Nivîskarê Îlahiyatvan Yavûz Delal
ji bo sedemên beşdariya Hereketa Azadî ya nav Hevgirtina Hilbijartinê ya
Kurdistanî da zanîn ku ji ber ku di metna konsepta Hereketa Azadî de
xala ‘Hereketa Azadî hevgirtina civakî û siyasî wek rêgeza polîtîk
dizane’ li ser wan ferz kirî ye, ew beşdarî hevgirtina 7’ê Hezîranê bûne
û di vê beşdariyê de wan hesabên bazarên berjewendparêz ên polîtîk
nekirî ye. Delal got: “Ji ber vê xalê me bi hêmanên din ên Kurdistanî re
ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê biryara piştgirîdayîna HDP’ê stend.
‘Konsept qala LGBTÎ’yan nake’
Yavûz Delal diyar kir ku metna konsepta hevgirtinê ya ku azadiya wijdanî
û olî destnîşan dikir, her wiha amaje bi wê yekê dikir ku hevgirtin,
dabînkirin û bidestistina azadî û hemû mafên neteweyî yên gelê kurd ên
wek; statuya Kurdistan, perwerdehiya ziman, fermîbûna zimanê kurdî, di
destûrê de parastina nasnameya neteweyî ya gelê kurd wek polîtîkaya xwe
ya sereke radigihand. Delal wiha dom kir: “Metna konseptê erênî yan jî
neyênî qet qala LGBTÎ’yan nedikir. Jixwe konsep ji ber berpirsyariyên
civakî û pêdiviyên polîtîk li ser hîmê kurd û Kurdistanîtiyê hatibû
avakirin û ji ber wê yekê navê wê danîbûn Hevgirtina Hilbijartinê ya
Kurdistanî” Delal diyar kir ku eleqeya beyannameya hilbijartinê ya HDP’ê
û metna konsepta hevgirtina Kurdistanî bi hev re tune ye, lewre;
beyannameya HDP’ê piştî qebûlkirina metna konseptê hatiye aşkerekirin.
Delal da zanîn ku hevgirtina hilbijartinê ya Kurdistanî ne ji ber
beyannameya HDP’ê, ji ber mercên li Kurdistan piştgirî daye HDP’ê. Delal
aşkere kir ku Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî, xebatên xwe li ser
naveroka beyannameya HDP’ê nemeşandiye û di beyannameya HDP’ê de hebûna
mijara LGBTÎ’yan an jî mijara Kurdistanî ji bo wan nebûye krîterên
beşdariyê. Delal got: “Beşdarvanên Hevgirtina Kurdistanî ji ber ku
bawerî bi wê yekê hanîn ku piştgirînedana HDP’ê wê ziyanên mezintir bide
Kurdistanê wiha helwestiyan û di rastiyê de piştgirî nedan HDP’ê, dan
aramî, aşitî, siyaset û yekîtiya Kurdistanê”
‘Piştgiriya LGBTÎ’yê cihê tirsnakiyê ye’
Li ser mijara piştgirîdayîna LGBTÎ’yiyan ya ‘meşa xîretê’ ya hin
HDP’yiyan ku di nav Hevgirtina Hilbijartinê û taybet di nav Hereketa
Azadî de bû cihê gengeşiyan jî Yavûz Delal ragihand ku ‘meşa xîretê’ ne
di çarçoveya berpirsyariyên Hereketa Azadî de ye, lê belê hin kes
dixwazin ku vê meseleyê ji bo wan bikin sedemê nakokiyan û her çiqas ew
xwe ji vê meseleyê dûr bikin jî, ji ber ku di çarçoveya piştgirîdayîna
HDP’yiyan de tê nirxandin, wek hevkarên HDP’ê ev mesele wan jî eleqedar
dike. Yavûz Delal li ser vê mijarê wiha axivî:
“Ji alî hin kesayetên grîng ên HDP’ê ve piştgirîdayîna ‘meşa xîretê’ ya
LGBTÎ’yiyan, di çarçoveya civakanasiya Kurdistanê ve, wek siyaset
mînakeke kornêrîniyê ye. Ev yek ji bo siberoja HDP’ê û rêgeha siyaseta
kurd a domînant cihê peroşiyê ye. Piştgiriya ku HDP’ê da vê meşê, ji alî
çawanî û çimayî ve ji pêvajoya Gezî’yê re jî nehatiye dayîn. Ev rewş,
di heman demê de ji bo oldarên ku derfet dîtine di lîsta HDP’ê de biçine
parlamenê jî tê wateya blokebûnê û ev xeflet nayê îzahkirin. Divê HDP
ji bo siberoja xwe ji vê rewşê feyz bistîne û dikaribe parlametên xwe
bêtir kontrol bike. Ev daxwazî di heman demê de daxwaziya hilbijêrên
HDP’ê ye jî. Wek polîtîk, mafê Hereketa Azadî ye ku ji vê siyaseta HDP’ê
ya ku li kodên genetîk ên hilbijêrên kurd nagoncive sûd werbigire, lê
belê ji ber ku ev şêwe siyaset li prensîbên tekoşîna maf, dadî û azadiyê
ya Hereketa Azadî nagoncive, em siyaseteke wiha nameşînin û em ji bo bi
kodên genetît ên kurdan neleyize em HDP’ê hişyar dikin. Lê belê devê
ez vê yekê jî bêjim ku ev meyldarî di nav HDP’ê de jî meyldariyeke
marjînal û lokal e”
Li ser bibîrxistina ‘Hun dibêjin LGBTÎ’yî derî şêweyên jiyanê yên marûf
in’ jî Delal anî ziman ku pîvana marûfiyê kevneşopiya jiyan û teşeyên
bizavî yên ku li ser qada şaristaniya xwe hatiye avakirin e û got: “Wek
nimûne; ‘meşa xîretê’ ku di şaristaniya rojava de marûf e, bi şêweya ku
li Tirkiyeyê hat lidarxistin, di çarçoveya kevneşopiyên şaristaniya me
de ne marûf e”
‘Azadî bi çûna wan paqijtir dibe’
Li ser angaşta ku ‘ji ber têkiliya bi HDP’ê re hin kes ji Hereketa Azadî
veqetiyane’ jî Yavûz Delal diyar kir ku hebûna hin pirsgirêkan bûyera
hereketa wan rave nake û dom kir: “Çûna hin kesên ku Hereketa Azadî baş
tênegihîştine û îdrak nekirine ne veqetandin e, lewre têkiliya wan kesan
û hereketê tenê li ser daxwaznameya endamtiyê meşiyaye û ev nayê wateya
veqetandinê. Yanî di çarçoveya metna konseptê de pirsgirêkeke Hereketa
Azadî tune ye. Tenê veqetandina hin kesên ku metna konseptê
tênegihîştine heye. Ji ber vê yekê ev veqetandin ji bo Hereketa Azadî tê
wateya moxilbûyîn û paqijbûyînê”
‘Kurd ji bo armancên sereke HDP’ê tolere dikin’
Li ser pirsa me ya ku di raya giştî ya kurd de rexne tê kirin ku HDP, ji
daxwazên sereke yên kurdên ku meyldariyên wan ên neteweyî û olî hene
bêtir enerjiya xwe li ser derdorên çepên tirk, LGBTÎ û hêmanên din ên
marjînal xerc dike jî Delal anî ziman ku ger di raya giştî de rexne û
îtirazeke wiha hebe, divê siyasetmedar vê peyamê baş têbigihîjin. Delal
wiha got: “Li ser grîngîdayîna daxwazên siyaseta HDP’ê bêhevsengiyek
heye û hilbijêrên Kurdistanî ji vê yekê haydar in. Mirov dikare li ser
hilbijêrên kedkar ên HDP’ê jî vê yekê bibîne Lê belê em ji mêj ve
dizanin ku kurd ji ber armanên xwe yên sereke vê siyaseta HDP’ê tolere
dikin. Bi kurtasî; Divê HDP polîtîkaya xwe bi baldarî bimeşîne û
hevsengiya profîlên hilbijêrên xwe piştguh neke û li gor daxwazên wan
çalakiyan pêk bîne”
ji BasNews