28.06.2013
Li Amedê kesê bi navê R.Ç yê ku bi
hinceta hevzayendbû ji aliyê bav û apên xwe ve hat kuştin, doza wî
taloqê 15’ê Tebaxê hat kirin.
R.Ç yê 17 salî ku li Amedê ji aliyê bav û du apên xwe ve bi hinceta
hevzayend bû hat kuştin, 11’emîn danişîna doza wî li 3’emîn Dadgeha
Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Ji bersûcên girtî Şeyhmus Ç, Mehmet Alî Ç
û Metîn Ç û parêzerên wan tevli bûn. Wekîlê Komeleya Xebatên
Perwerdehiya Eleqeyan Zayendî ya Nasnameya Zayendê ya Polîtîkayên
Civakî, Firat Soyle, endamên LGBT ya Kesk Sor û LGBT ya Hebûn û hevalên
R.Ç danişîn temaşe kirin. Di runiştina yekemîn ya danişînê de merciya
îdiayê di celseya berê de mutalaya xwe ya der barê girtina bersucan de
dubare kir. Piştî mutaalya dozger, ji dayika R.Ç, Gulten R.Ç der barê
mutaalayê de nêrîn hat pirsîn. Gulten Ç daxwaza berdana hemû bersûcan
xwest. Parêzer Sînem Çîçek û Firat Soyle jî daxwaz kirin ku divê
kêmasiyên ewraq û îmzeyên dosyayê bê temamkirin û her wiha rewşa girtina
bersûcan bidome. Parêzerên bersûcan der barê mutaalaya dozger de îdia
kir ku di dosyayê de ji ber ku delîlên têr tune divê bên tahliyekirin.
Di dema danişînê de parêzera R.Ç Sînem Çîçek dema bi parêzeran de
diaxivî rastî êrîşa bi gotin a dayika R.Ç, Gulten Ç hat. Heyeta dadgehê
biryara girtina bersûcan da û danişîn taloqî 15’ê tebaxê hat kirin.
ji ANF