Cîwanên homoseksuel, transeksuel û bîseksuel ku dibin hedefa
mesela namûsê, ne wek kesên heteroseksuel alîkarî digirin. Eva li gor
raporekî ku ji alîyê Federasyona wekhevîya cinsîyetan, RFSL ve hatîye
amade kirin.
Emelî Mire Åsel berpirsîyarê federasyonê ye.
Emelî Mire Åsel berpirsîyarê federasyonê ye.
Federasyona wekhevîya cinsîyetan di navbera 3 salan de bi piroja di derbarê kesên homoseksûel û mesela namûsê de kar dike. Karê wan di derbarê perwerdê û li rê birina malpereke înternetê bi navê hbtheder.se ye, ku tê de, kesên ji alîyê malbatên xwe, yan jî ji alîyên din dibine hedefa zordestîyê, şîddetê û tehdîdê, dikarin bi kesên wek xwe re têkilîyan daynin û alîkarî bigirin.
Wek parçeyek ji karê xwe naha federasyonê, ji bo rewşa kesên homoseksuel, ku ji ber pirsgireka namusê zordestî lê dibe, derkeve holê, raporek amade kirîye. Eva jî bi rîya cîwanên ku federasyonê bi sedemêm kar, pê re têkilî danîye, çêbûye.
Gere kesê ku bi cîwanên homoseksuel re kar dikin, di derbarê van pirsgirekan de bêtir werin perwerde kirin, dibêje Emelie Mire Åsell, berpirsîyarê federasyonê.
Di raporê de nimûnek heye. Ji kesekî cîwan re tê gotin ”gere tu bizanibî ku homoseksuelbuna te ji dê û bavê te re tiştekî gelek zehmete”. Bi vê bersiva personala dibistanê jî berdewama şîddetê li hember vî kesî dibe. Ji bilî wî jî, heger ku tu mêrivekî homodselsuel bî, dîtina xanîyekî veşartî jî ji te re gelek zehmet e, dibêje Emelie Mire Åsell.
Li gor raporekî ku du sal berê ji alîyê Daîreya cîvanan- Ungdomsstyrelsen ve hatibû amade kirin de jî, laşsaxîya cîwanên homoseksul li gor yên din pir xerab e. Bi taybetî jî laşsaxîya psîkolojîk.
Di vê rapore de nîşan dide ku, ji çar cîwanên homoseksul yek xastine ku xwe bikujin.
Ji 5 kesan yek, di navbera 16-25 salî de, ji alîyê dêûbavên xwe, hevalên xwe, yan jî kesekî din di nêzîkîya xwe de bune hedefa şiddeta fîzîkî. Eva bi kesên heteroseksuel re qîyas, du car e.
Ji sedî 65 jinên homoseksuel, biseksuel yan jî trans, û ji sedî 48 kesên mêr, bi awayekî rûmet şikandin hatîne miamele kirin. Bawerîya gelek kesên homo, trans û biseksuel bi polês, daireya karî, lênêrînê, û xizmeta civakî nîne.
Bi taybetî di malê de rewşa kesên homoseksuel gelek xeter e. Bêxweşbînî, lêxistin û tehdît kirin ji bo van kesan di mal de bûyerên rojane ne. Di ecama van miamelan de gelek cîwan hewlê xwe kuştinê, zirar dayinê û neçêbikaranînê dikin. Li gor daîreja cûwanan berxeterbûna di heyata civakî de dibe sedemên laşxweşîya ne baş.
Elektra, rêxistineke ku ji bo li hember girtina şiddeta namûsê kar dike, bi taybetî bi rîya projeja Sharaf hjältar och hjältinnor. Alan Ali jî di wir de kar dike. Ew jî buye şade ku her dem tê bawer kirin, kesên dibine hedefa şîddeta namûsê yên heteroseksuel in.
– Ji ber ku di derbarê kesên homoseksuel de, di serî de fikrekî ne rast heye, xebata bi pirsgireka namusê re jî ne rast didomîne. Gelek kêm caran meriv difikire, dibe ku ev kesana homoseksuel in. Dibe ku ew kesa ji derva ve mêr e, lê di hîsê xwe de wek jin e. Di wir de kêmasîyên gelek mezin hene, yanê pirsên rast nayêne pirs kirin û herwaha çareserîyên baş jî nayên li darxistin.
ji Radyoya Swêdê