Hat diyarkirin ku komek LBGTÎ ji bo destek û piştgirîyê bidin meşa
LBGTÎyên a Stenbolê ,xwestin ku li Bûrsayê qaşo meşekî şeref û rûmetê li
dar bixin. Lê belê li gor agahîyan ji ber ku di serî de Cemîyeta
Mustezefan û xelkê dîndar bertek nîşan dane, bernameya meşê ya LBGTÎyan
hatiye betalkirin.
Wek ku tê zanîn Serokê Cemîyeta Mustezafan a Şaxê Bûrsayê Cemîl Genç
di darbarê vê meşa ku wê hatibana kirin de daxuyaneke çapemenî dabû.
Merîç di daxuyanîya ku dabû de bang li xelkê Bûrsayê û sazîyên civakî
yên sivîl kiribû da ku ji vê meşa LBGTîyan re bertekê nîşan bidin.
Serokê Cemîyeta Mustezafan Cemîl Merîç, di derbarê bernameya ku
hatiye betalkirin de wiha ragihand:” Sebeba betalkirina vê bernameya li
dijî îslamê, ew bertek û reaksîyonên ku xelkê Bûrsayê nîşandabûn bû. Ez
ji vir spasgûzarîyên xwe ji xelkê Bûrsayê re dixwazim bişînim. Lewra
xelkê bûrsayê Xwedê ji wan razî be di vê mijarê de bihesasiyet hereket
kirin.”(ÎLKHA)
ji hurseda