23.05.2013
Di beşa “Maf û Azadiyên Sereke” ya makeqanûna nû de”, AKP’yî bi hincetên
sosret li hemberî daxwaza BDP’ê ya ji bo têgîna “Nasnameya Zanyendî” ya
di çarçoveya “Wekheviyê” de îtîraz dikin.
Komîsyona Nivîsandina
Makeqanûnê, di bin serokatiya Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri
Sureyya Onder de kom bûn, lê ji ber lihevnekirina li ser 3’yemîn madeya
“nasnameya zayendî” ya bi sernavê “Wekhev”, nehat derbaskirin.
BDP’ê
xwest ku mafên hevzayendan di makeqanûnê de bên mîsogerkirin û bikevin
bin ewlehiyê. Lê AKP’ê bi hinceta ne li gorî exlaqê giştî ye, li dijî
parastina nifşê mirovan û red kir.
Endamek AKP’yî yên komîsyonê
diyar kir ku ger zarokên wan nexweş bin, bila bijin “doktor”. Onderê
BDP’yî got; “Ev ne nexweşî ye, hemû cîhan dizane.” CHP’ê jî di vê mijarê
de piştgirî da pêşniyara BDP’ê.
ji ANF