18.05.2013
Li Fransayê qanûna der barê zewaca hevzayendî de ku rê li ber
xwepêşendanên protestoyî û nîqaşên mezin vekir, ji aliyê serokomar
Françoîs Hollande ve hat erêkirin û di rojnameya fermî de jî hate
weşandin.
Di parlamentoyê de li ser qanûnê 4 mehan bê navber gotebêj
hatin meşandin û li seranserê welat li kolanan, kesên alîgirê kanûnê û
yên li dijî qanûnê ne xwepêşendanên mezin pêk anîn. Herî dawî kanûn
roja înê li Dadgeha Makeqanûnê hat erêkirin.
Qanûna ji aliyê
Serokomar Françoîs ve hat erêkirin îro di rojnameya fermî de hate
weşandin. Wezîrê Dadê Chrîstîne Taubîra di dawiya nîsanê de daxuyaniyek
dabû û diyar kiribû ku zewacên destpêkê yên hevzayendî dê di hezîranê
de destpê bikin.
Alaîn Vîdalîes ku berpisryarê têkiliyên der barê
parlamentoyê de ye, destnîşan kir ku zewacên hevzayendî dê beriya 1’ê
tîrmehê destpê bike.(ANF)
ji PUKmedia