18.05.2013
Li Fransayê qanûna der barê zewaca
hevzayendî de ku rê li ber xwepêşendanên protestoyî û nîqaşên mezin
vekir, ji aliyê serokomar Françoîs Hollande ve hat erêkirin û di
rojnameya fermî de jî hat weşandin.
Di parlamentoyê de li ser qanûnê 4 mehan bê navber nîqaş hatin
meşandin û li seranserê welat li kolanan, kesên alîgirê kanûnê û yên li
dijî qanûnê xwepêşendanên mezin pêk anîn. Herî dawî kanûn roja înê li
Dadgehama Makeqanûnê hat erêkirin.
Qanûna ji aliyê Serokomar Françoîs ve hat erêkirin îro di rojnameya
fermî de hate weşandin. Wezîrê Dadê Chrîstîne Taubîra di dawiya nîsanê
de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku zewacên destpêkê yên hevzayendî
dê di hezîranê de destpê bikin.
Alaîn Vîdalîes ku têkiliyên der barê parlamentoyê berpisryare
destnîşan kir ku zewacên hevzayendî dê beriya 1’ê tîrmehê destpê bike.
ji ANF