Xemsarî û îstîsmara zarokan;
hemû tiştên ji aliyê dê-bav an jî nêrînvan ve arastekirina zarokan,
tiştên bêsemt û bi xisar yên ku ji aliyê rêzikên civatê yan jî ji aliyê
profesyonelên berpirsiyar ve tên bi navkirin, tevger û çalakiyên ku li
ber pêşketina zarokan dibin asteng in. Di encama van tevger û çalakiyan
de zarok, di warê fîzîkî, ruh û zayendî de an jî di warê civakî de
zirarê dibîne û di tendirustî û ewlekariyê de jî dikeve metirsiyê.
Îstîsmar, bi navê ya fîzîkî,
ya zayendî û ya hestewarî dibe sê cûreyan. Ji van yên herî zêde tên
dîtin îstîsmara fîzîkî û hestewarî ye. Bi taybetî tesbîtkirina îstîsmara
hestewarî zehmettir e. Me jî vê heftê di nav îstîsmarên zarokan de ya
ku di civatê herî zêde tê dîtin, lê ji ber gelek sedemên civakî-aboriyê
dernakevin holê, îstîsmara zayendî hilda rojeva xwe.
Li gor rapora Baroya
Diyarbekirê, ya ku xebatên xwe yên Diyarbekirê de weşand, di navbera
salên 2010 û 2014an de, jimara zarokên ku bûne mexdûrê îstîsmara zayendî
weha tê rêz kirin;
‘Li sûcên ku dijî
destlênedana zayendî hatine kirin de’ 254 zarok, hejmara zarokên ku
rastî ‘êrişên zayendî’ hatine 46, ‘Ji sûcên tacîzên zayendî û yên din
de’ 23 zarok, hejmara zarkên ku ji aliyê xizmên xwe ve bûne mexdûrê
îstîsmara zayendî jî 5 kes hatine tesbît kirin.
Me jî bi çarçoveya 20ê
Mijdarê Roja Mafê Zarokan de mijara îstîsmara zayendî ji Psîkolog Yunus
Emre Ayna, Parêzer Canan Atabay û Melayê Mizgefta Mezin ya Diyarbekirê
Saît Yaz pirsî.
Îstîsmara zarokan wek rêşaşî û nexwaşî tê bi nav kirin
Psîkolog Yûnûs Emre Ayna:
‘‘Em dikarin îstîsmarê,
fîzîkî, psîkoljîk, zayendî û wek îstîsmara hestewarî rêz bikin. Wek
mînak, xebitandina zarokekî jî cûreyek îstîsmarê ye, an jî lêdana
zarokêkî îstîsmara fîzîki ye. Îstîsmar kirin, tê wateya li gorî daxwazên
xwe karanîna zarokan. Îstîsmara zayendî çi ye; kesê ku îstîsmarê dike,
daxwazên xwe yên zayendî zevtnake û ji kesên temen piçûk fede digre. Ji
vîya re jî di nav xerabûna zayendê de bi navê tibbî dibêjin pedofîlî. Tê
wateya hezkiriyên zarokan û bi rastî jî nexwaşiyek e, rêşaşi ye.
Îstîsmara zarokan di nav
xerabûna zayendê de wek rêşaşiyê tê bi navkirin, bi temamî nexwaşiyek e.
Û em dizanin ku hin însan di jiyana xwe ya hundurîn de, daxwazên xwe
nikarin zevt bikin, bi taybetî hin daxwzên xwe yên zayendî nikarin bikin
bin kontrola xwe û dikevin nav tevgerên wisa. Helbet kategorîze kirina
vê an jî navkirina pîşeyekî ne rast e. Em dikarin bibêjin ku bi
gelemperî, taybetî jî di ensestên navmalî de, hejmar hîn zêdetir e.
Xebatên ku hatine kirin jî vê yekê piştrast dikin. . Lê mixabin
îstîsmara zayendî ya zarokan her roj zêdetir dibe.
Terapiya lîstokan di îstîsmara zayendî ya zarokan de rêbaza herî baş e
Ya rast di îstîsmara zayendî
ya zarokan de, xbata bi zarokan re ne hêsan e. Bi tevgerên zaron ve
derxistina holê, ji bo ku di zarok de carek din heman travma çênebe,
parvekirina bi wî/wê re pir girîng e. Ji bo vê jî rêbaza herî baş
terapiya lîstokan e. Dİ nêvengeke lîstokê ya ku bi zarok re bikevin
ragihandinê de, hûn dikarin tevgerên zarokan bişopînin û baştir tahlîl
bikin. Xêzkirina wêneyan jî wisa ye. Yanî di pêvajoya terapiya lîstokan
de wateya pêlîstokan heye, li gorî wan wateyan jî zimanê bedenê yê bi
kar tîne her tiştî baş derdixe holê. Ji bilî vê di mezinan de jî, di
bingeha hîn pirsgirêkên psîkolojîk de îstîsmara zayendî heye. Îro dikare
di bin obsesyonekî de jî destavêtin an jî îstîsmara zayendî hebe, heta
di bin zehmetiya hînbûnê de jî, bi jiyîna travmatîk re eleqeder dikare
îstîsmara zayendî derkeve. Ji ber vê jî ev babet, di zarokan de cûda,
mezinan de cûda dixebite.
Ji travmayan ya herî giran îstîsmara zayendî ye
Bi taybetî veşartina
îstîsmarê li ser zarok zordestiyê zêdetir dike. Ev di zarok de dibe
sedemê ku bifikire, ev tiştekî ne xerab e û dibe ku tê serê hemû kesan,
ku ev jî di zaron de di
pêşerojê de wê yekitiya têgihîştinê xira bike. Di bûyerên ku ez
rasthatimê de, bi taybetî di hevdîtinên ku min bi mezinan re kirine de,
dema hin tengasî derdikevin holê, îstîsmarên zayendî yên paşerojê, bi
taybetî bi ensestê ve girêdayê xwe ji derve re girtin û tirsek dibe
serdest. Bingeha van tirsan çi ye; bi gelenperî weha tê fikirîn; ev dibe
ku bibe sedemê doza xwînê, însan bên kuştin, mêrên malê herin mêrên din
bikûjin, dê mal bê mêr bimîne. Ji ber van tirsan zêdetir ji aliyê
dayikan ve tê veşartin. An jî bawernekirin dibe sedem. Helbet ev ne
bawerî jî di zarok de dibe sedemê travmayek din. Piştî temenekî, xasima
di temenê 5-6an de jiyana îstîsmarekî, an jî ensestê, di salên pêş de li
ser daxwaza wî ya zayendî, li ser eleqeya wî ya li ser cînsê dijber
bandorê dike. Di vî warî de em dikarin bibêjin ku, di nav travmayên ku
tên jiyin de ya herî giran îstîsmara zayendî ye.
Di pêkhatina îstîsmara
zayendî de, divê malbat di ragihandina bi zaroken de baldar bin. Bi
taybetî di çar û pênc saliyê de di zarokan de meraqa zayendî çêdibe,
zayenda xwe nasdike. Paşê lebatên xwe yên zayendî nasdike, dest didê,
bila ev nebin sedemê metirsiyê. Lê çi wext zarok ji mezinekî ku pir tê
malê û diçe bireve, an jî ji aliyê yekî biyanî ve bibe mexdûrê îstîsmara
zayendî, zarok xwe digre û naxwaze derkeve derve, zêdetir dê bixwaze
xwe bi xwe bimîne, di tevgerên bi hêrs nîşan bide wê demê divê mirov
bikeve şikê.
Bi vê divê dê-bav bi zarok re
bikevin têkilyê. Lê li vir jî rêbaz pir girîng e. Bi rêbazeke hêsan,
dkarin pirsên wek; ‘Tu çima ewqas bi hêrs î, tiştê ku tu ewqas xemgin
kirî çi ye?’ bên pirsîn. An jî li hemberî biyaniyan pir sar be, dema wan
dibîne ji wan bitirse, ji vê bikevin şikê û bi wî/wê re bikevin
ragihandinê. ‘Tiştekî ku te ditirsîne heye?’ Li vir tişta girîng ew e
ku, ne kesan, tiştan bipirsin. Ango ne ‘kî te tirsan’, ‘tiştekî te
ditirsîne heye?’ Heke dê û bav nikarin bikevin ragihandinê, wê demê divê
serî li pisporekî bidin.
Îstîsmara zayendî dibe ku di zarokan de bibe sedema hevzayendiyê. Di xerabûna erka zayendî de herî zêde di jinan de nexwaşiya vajînîsmûs e, bûyîna sariya zayendî jî pir zêde ye. Ji bilî vê bê bawriya mêran, nebûna evîndariyê jî derdikevin holê. Pêkhatina hevzayendiyê jî pir zêde ye.
Dest avêtina zarokan wek cînayetê ye
Melayê Mizgefta Mezin ya Diyarbekirê Saît Yaz:
Niha em gere berîya her tiştî
veya bizanibin. Îslam û Quran dînê heyatê ye. Mudaxeleya jîyana beşer
dike. Dema meseleyeke ne helkirî hebe, Quran meselên beşer re wek derman
e, reçeteyeke îlahî ye, Xweda şandîye. Em bi Quranê dizanin ku Xweda ji
me re dibêje min we çêkirîye, ez zahirê we batinê we bêhtir dizanim. Ji
bo wê ji me re Quran şandîye, pêxember şandîye. Weha bi
reng e, ji bo xatirê exlaq û tabîatê însanan jî Xweda ayet şandîye. Lê
berîya ku îslam nehatîya dora Mekkê, berîya wî heta Hz. Adem Quran behsa
temamî dike. Temamî tiştên bê exlaqî berîya ku pêxember nehatîne
çêbûye. Mesela qewmê Lût mêze bikin û qewmê dinê binêrin. Temamî
xirabî û nebaşî, dema ku kitêbên Xweda veqetîyane çêbûne. Pêxember
hatine û îzexata wê kirine. Îro em welatê xwe mêze dikin. Bi temamî
mekteban de kitêba Xwedê rabû. Sunneta pêxember li holê rabû û navê xwe
dadînin “Laîq”. Yanê gotin dîn tiştekî cûda ye, jîyan jî tiştekî cûda
ye. Gotin bila dîn mudaxeleya jîyanê neke, lê lazime sîyaset û jîyan jî
mudaxeleya dîn nekira. Ev însanên ku exlaqên wana xirab bûne, zêdetir
bela ku hem ji fitrata xwe dûr ketine û bi serê xwe mane. Wekî ku tu
mesîyekî serê wê bibîrî çawa be, ew ê bipelite û dawîyê wê bimire.
Tiştên ku beşer qebûl nake weka mesela dest avêtina sebîyên piçûk, dîn jî qebul nake. Ji xwe dest avêtina zarokan cînayet e. Bi
temamî hiquqa dîn de jî hiqûqa beşer de jî cînayet e. Lê belê beşer
dibêje ev tişt memnûye, lê ji alîyekî din de jî rêyên ku diçe wî jî hemû
serbest dike.
Zewaca ku İslam terif dike, di bin 17 salî de nabe!
Li gorî îslamê, Quran
dibêje dema zewacê de gerî reşit be. Lê ev gotina reşîtbûnê cûda cûda
tên şîrove kirin. Lê em dikarin bêjin reşîtbûn li gor erdnîgarîya ku lê
dijîn diguhure. Cihên ku memleketên germ be; weka Iraqê, Suudî
Erebistanê, Kuweytê, li wê derê heddê reşîtbûne dadikeve. Lê em biçin
jorda dewletên Baltiqlî salên reşîtbûne diçe 20î. Di 20î de encax gede
reşît dibe. Îslam dibê gelek reşît be, însan heye di 15 salîya xwe de
reşîd dibe, yanê aqlê wê kamil dibe, kar û zirarê ji hevdû fêm dike.
Însan heye 13 salîye, an jî 12 salîye her tiştê fêm dike. Lê belê zewaca
ku Îslam terif dike di bin 17 salî nabe. Mesela her tim nisbeta zewaca
Hz. Eyşe mînak didin, dibêjin pêxember nîkahê pê kirîye. Lê tiştekî wusa
tuneye. Ev tiştên ku tên gotin karê mîsyonera ne û dixwazin zirarê
bidin îslamîyetê. Dîroknasên îslamê dibêjin dema kû Hz. Eyşe zewac
kirîye 17 salî buye. Dînê îslamê li dijî îstîsmarê ye, dijî zirarêye. Di
zewacê de jî rê dide pêşî.
Li gor şerîatê cezaya destavêtinê kuştin e
Li gor şerîatê cezaya
destavêtin û îstîsmarê gelek zêde ye. Însanên ku îstîsmarê pêk bîne,
eger aqilê wî reşîd be, cezaya wî kuştin e. Lêbelê ku sebîbe, gerek bê
tedawî kirin, an jî eger aqlê wî ne bi cîh be gerek ew jî bê tedawî
kirin. Yanî em dikarin weha bêjin, ew însanên ku meyla wî li ser sebîyan
be jixwe fitrat û exlaqa wî xirab bûye. Wekî nexwaşîya qanserêye û hemû
laş û hestên wî de belav dibe, doxtor dibêjin ev ê bimire. Nexwaşîya
fitrat û exlaqê jî wusa ye, nayê tedawî kirin. Lê mixabin qanûna medenî
însanên wusa dixe hepsê û xwedî dike.
Zarokên îstîsmara zayendî dibînin, 16 caran tên mexdûr kirin
Parêzer Canan Atabay:
Mixabin me tespît kir ku
zarokên îstîsmara zayendî dibînin, 16 caran tên mexdûr kirin. Çawa tên
mexdûr kirin. A yekem eger kesê îstîsmara zayendî dîtibe zarok be;
travmaya ewil di vê êrişa zayendî de dijî. Travmaya duwem jî di vegotina
malabata xwe de dijî. Paşê
li qereqolê ji polêsan re, paşê ji parêzer re, paşê ji pedagogekî pispor
re, ji dozgeriyê car din vedibêje, li dadgehê jî parêzerê ji wî/wê re
hatiye şandin re careke din vedibêje, heke li wir şarezayek hebe careke
din ji wî re vedibêje. Paşê dema destpêkirina dadgehê de, ji şarezayê nû
yê dadgehê re, ji pedagogê nû re, ji dadgerê nû re û ji nû ve parêzer
re vedibêje. Dadger piştî ku hinekî guhdar dikê heke qanî nebe car din
dide vegotin. Paşê dema sewqê saziya tibba adlî dikin jî, li wir ji
doxtorê tibbê re jî car din vedibêje. Helbet ev hemû mixabin ji ber
mevbûriyeta zagonî tên kirin. Lêbelê, niha sazkirineke nû hat kirin. Di
vê sazkirina nû de carekê digrin qamerayê û di pêvajoyên din de temaşe
dikin.
Cezayên ku didin kesên îstîsmara zayendî dikin ne bes in!
Heke em di warê cezayên ku
didin kesên îstîsmara zayendî dikin bes in, an na de li bûyerê
binihêrin, mixabin ne bes in. Di vê rewşê de jî pêşî li ber îstîsmara
zarokan nayê girtin. Ya rast bi min divê ji bilî cezayan, xebatên ji bo
islah kirinê jî bên kirin. Îstîsmara zayendî li gor civatan, li gor
erdnîgariyê diguhere. Lê di civatên girtî, civatên aboriya wan û asta
entellektueliteyê kêm in de ev bûyer zêdetir tên dîtin. Naxwazim vê bi
awayekî gelemperî bikim, lê bûyerên ku haya min jê hene bi giştî wisa
ne. Gava em li ser zarokên ku bûne mexdûrê sûcên zayendî an jî sûcên din
lêkolînê dikin, gelek sedemên civatî-aborî derdikevin holê. Mesela em
li ser Diyarbekirê biaxivin, di salên 90î de li vir çanda şer pêk
hatiye, ji bilî vê însan ji cîh û warên xwe bûne û navenda Diyarbekirê
pir zêde koç dîtiye. Însan di nav tunebûna aboriyê de hatine vir û
hewldidin ku li jiyanê bimînin. Li vir jî çend cîran an jî çend xizim
tên cem hev û bi hev re dijîn. Helbet encameke vê yekê jî heye.
Bifikirin ku; xwarin, vexwarin û razana hemû van însanan di odeyekê de
dibe. Me dît ku ji ber vê di bûyerên îstîsmara zarokan de zêdebûnek
heye.
Divê malbat li hemberî îstîsmara zarokan, zarokên xwe biparêzin.
Divê malbat di vî warî de bên
bîrdar kirin. Lewra bi taybetî di bûyerên ensestê de; bûyerên ku ji
aliyê xal, ap, hetta ji aliyê bav û birayan ve tên kirin hene. Dibe ku
zarokên di temenekî de bikaribin xwe biparêzin, lê zarokên piçûk divê ji
aliyê dê û bavan ve bên parastin. Malbat di warê, ji bo parastina
zarokan ji îstîsmarê rêbaz çiye, di kijan rewşan de divê zarok xwe
biparêze de malbat bên bîrdar kirin.
ji BasNews
ji BasNews