21.11.2014
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
(DYA) polîtîkayên ji bo astengkiina zewaca hevzayendan, yek bi yek li
astengiya dadgeriyê dialiqin. Li dû eyaleta Kansasê, li eyaleta Karolîna
ya Başûr jî, qedexeya li ser zewaca hevzayendan hat betalkirin.
Di doza li Dadgeha Bilind a Amerîka, ku navgîna herî bilind a temyîzê
ya li welêt e, duh daxwaza li ser betalkirina biryara li dijî zewaca
hevzayendan a rêveberiya eyaleta Karolîna Başûr hat nirxandin. Dadgehê,
daxwaza eyaleta Karolîna Başûr red kir û bi vî rengî, biryara zewaca
hevzayendan bi dengê 7 dadgerên ji 9 dadgeran, hat erêkirin.
Karolîna Başûr, di nava 50 eyaletên DYA de bû eyaleta 34. a destûra
zewaca hevzayendan da. Herî dawî di dozeke bi heman rengî ya li eyaleta
Kansasê de, biryara li ser qedexekirina zewaca hevzayendan, hatibû
betalkirin.
Di dozeke 6'ê Mijdarê de jî, qedexeyên li ser zewaca hevzayendan ên
li eyaletên Michigan, Ohio, Tennesse û Kentucky, ji aliyê Dadgeha
Temyîzê ve hatibû erêkirin. Li gel van eyaletan bi giştî li 16 eyaletên
Amerîkayê qedexeya zewaca hevzayendan dewam dike. Wê di rojên pêş de li
Dadgeha Bilind a Amerîkayê doza der heqê eyaleta Montana de bê dîtin.
Tê payîn ku dadgeh, mîna Karolîna Başûr biryarek li ser rakirina qedexeya zewaca hevzayendan a li eyaleta Montana, bide.
ji ANF