16.11.2014
Li Fransayê, qanûna rê dide zewaca
hevzayendan, ku par hat qebûlkirin careke din bû mijara nîqaşê.
Serokkomarê berê Nicolas Sarkozy ku namzetê serokatiya partiya xwe UMP
ye, xwest qanûn bê betalkirin û ji hevzayendan û hevserên din (jin û
mêr) bi awayekî cuda bên mehrkirin.
Pêşnûme qanûna ku par li Fransayê di encama nîqaşên dûr û dirêj de
qanûnî bû, careke din rê li ber nîqaşan vekir. Lîderên mûxalefeta
rastgir, mijarê li dijî hikûmetê bikar tîne.
Serokkomarê berê Nicolas Sarkozy ku duh beşdarî xwepêşandana bi navê
'Manif pour tous' a li dijî qanûna zewaca hevzayendan bû, xwest qanûn bê
betalkirin. Sarkozy ku namzetê serokatiya Partiya Tevgera Gel (UMP) ye,
li şûna qanûna ku li ser navê Wezîra Edaletê Christiane Taubira hat
derxistin xwest, ji bo hevzayendan û hevserên din (jin-mêr) qanûnên
mehrkirinê yên ji hev cuda bên bicihanîn. Sarkozy der barê qanûna
dixwaze de agahiyên berfireh neda.
ji ANF