Zewaca navbera du kesên ji yek cinsî kare bibe mafekî qanûnî

1 04 2009


Îro çarşem dê parlamana Swêdê dengdanê li dar bixe derbarê pêşniyara sazkirina qanûneke zewacê navbera cotên yekcinsî.
Ev pêşniyara dibêje ku zewac ji mafê wan kesan e yên dixwazin bizewicin bi kesên ji heman cinsî, û ne tenê bêne nivîsandin resmî wekî cotek bihevre dijîn. Lê ev qanûna dê tenê durist be di mahr birîna sivîl ya nêgirêdayê olan. Kesên mahran dibirin di dêran de karin hem di pêştir de jî qebûl nekin mahra cotên homoseksuel bibirin.
Tên bawer kirin ku ev pêşniyara dê bên qebûl kirin ji ber ku hemû partiyên parlamanê bi wê ren in, ji bilî partiya Kristdemokraterna û ev qanûna dê dest pê bike ji 1 maj de, heyva gulanê.
Di gelek salan de pêşniyareke mîna vê hatiye şîrove kirin û hem jî rexne kirin, ji aliyê gelek partiyan pêşniyarên derbarê vê mijarê hatininn pêşkêş kirin, lê nuha bêhtirînê partiyan yekin bi vê pêşniyar herî dawî de, ji bilî partiya Kristdemokraterna. Guhertinek ji guhertinên li dar ketinin ew e ku cotên beriya nuha hatinin nivîsandin dê ne bi awayekî automatîk bên qeyid kirin wekî zewaceke resmî, lê ev yeka beşek bû di pêşniyara hatiye pêşkêş kirin. Dê bibe karekî bi dilxwazî.
Kristdemokraterna, her şeş partiyên din yên di parlananê de sûcdar dike bo amadekirineke necidî ya vê pêşniyarê. Partiya Kristdemokraterna bawer dike ku di pêştir de keşe dê bên mecbûr kirin ku mahra cotên yekcinsî bibirin. û ev yeka kare jî hesan bibe ser wan wekî cudatîkirinê.
Kristdemokraterna pêşniyareke din pêşkêş dikin têde dixwazin ku qanûneke hiqûqî ya sîvîl bo hevjiyaniyê, ev yeka tê bi manaye ku êdî ne ji mafên dêran e ku mahra cotan bibirin li gorî ola krîstiyanî û zewac dibe pirseke sîvîl.
Hemû cot bi vê yekê karin bizewicin bi awayekî cîvîl, wê demê îmkana pîroz kirina zewacê dê her peyda bibe di dêran de, lê bêyî wateyeke qanûnî. Ta nuha hîna nediyare bê dêr li kîja alî radiweste di pirsa zewaca cotên yekcinsî. Gelek keşe naxwazin mahra cotên ji yekcinsî bibirin û ji ber vê yekê şîorveyên gerim di dêran de hatiye li dar xistin derbarê ku dêr mafê mahir birînê ji karê xwe ra bike.
Di oktober, heyva dehan de dê Svenska kyrkan, dêra swêdî, biriyara xwe wergirin bê mafê mahir birînê bihêlin du hundirê dêrê de yan na.

jî Radyoya Swêdê