”Ez dixwazim alîkariya kurdên homoseksuel bikim”

Penaberên kurd ên HBTQ bi xwarin û govenda kurdî hem Newroz pîroz kirin hem jî ji bo alîkarîkirinê pere berhev kirin.

RFSL rêxistineke swêdî ya ji bo parastina mafên homoseksuel, bîseksuel û transeksuelan e. Rêxistinê ji bo alîkarîkirina kesên HBTQ yên ku nû weke penaber hatine Swêdê komeke bi navê Newcomers saz kiriye.

RFSL-Newcomers bi çalakiyên cuda kesên ku li Swêdê nû ne tîne cem hev. Lokala wan a li navenda Stockholmê ji bo nûhatiyan cihekî sohbet û hevnaskirinê ye.

Ev çend heftî ne ku li vir rojên yekşeman firavîn têne dan. Her carekê ji welatekî xwarin tê çê kirin û firotin.

Vê yekşemê penaxwazên kurd xwarin çê kirine. Bi muzîk û govenda kurdî firavîn li vir dibe şahiyek.

Serokê RFSL Stockholmê Andrés Esteche dibêje pereyên ku bi firotina xwarinê têne berhev kirin ji bo alîkarîkirina kesên HBTQ yên penaxwaz an jî qaçax têne bi kar anîn.

Andrés Esteche dibêje dema hin pere li vir têne berhev kirin em wan ji bo kirîna kartê trên û otobûsan û pêdiviyên din ên şexsî bi kar tînin. Ji ber ku hatiniyên wan gelekî kêm in.

Robin Sahin
robin.sahin@sr.se

ji Radyoya Swêdê

Li Hollandayê ji bo tacîza devkî pêşniyara cezayê

Li Hollandayê Partiya Karkeran, ji bo tacîza devkî ya li dij jin û LGBT’îyan pêşnûmeya cezakirinê da meclisê.
Li Hollandayê ji aliyê parlamenterê Partiya Karkeran (PvdA) ya ku şirîka îktîdarê ye Ahmet Marcouch ji bo ku jin û mirovên hevzayend neyên tacîzkirin pêşnûmeqanûna ku amade kir pêşkêşî meclisê kir. Li gorî pêşnûmeyê, wê tacîza devkî û ya fîzîkî ku li nav kolanê li jin û hevzayendan bê kirin bikeve çarçoveya cezayê. Parlamenter Ahmet diyar kir ku tacîza li nava kolanê li jin û hevzayendan tê kirin aramiya civakê xira dike û bi taybetî jî li ser jinan bandora neyînî dike.
Di serîde Amsterdam li hin bajarên mezin derbarê qedexeya tacîzê de xebat tên kirin. Lê erka şaredariyan ya di vî warî de bi sînor e. Ji ber vê jî di pêşnûme qanûnê de pêşniyara ku şaredarî jî karibe di vî warî de tacîzkaran ceza bike heye.

Li Ermenîstanê navê keskesorê: Pînk Armenîa

ERÎVAN- Pînk Armenîa ya li Ermenîstanê ji bo kesên LGBT’î têkoşîna qada jiyanê didin dixwaze kesên ji nasnameya zayendî bên azadkirin. Xebatkarên saziyên Lîlît Avetîsyan û Rîma Sardayan diyar kirin ku armanca wan eve ku heta qada qanûnî bîhnê bi civaka LGBT’î bidin girtin.

Pînk Armenîa ji bo mafên LGBT’î bên nasîn di 2007’an de li Ermenîstanê hat avakirin û saziyek civaka sivîle. Di heman demê de di mijara piştgiriya psîkolojîk, civakî qanûnî de piştgiriyê dide û di mijara aliyê zayendî de jî ji bo kesên dezavantaş ji bo pêşxistina kapasîteyê jî dixebite. Her wiha sazî têkildarî şîdeta li ser jinê jî xebatan dimeşîne û raporan amade dikin. Pînk Armenîa bi ‘Platforma ji Newekheviyê re na’ jî xebatan dimeşîne.

‘Di Şîdeta nav malê de piştgûhkirina hikûmetê heye’

Aktîvîstên di qadên mafên mirovan de xebatan dimeşînin di esasê de derbarê kesên LGBT û he rwiha mijarên hişmendîkirina di warê parastina ji HIV û tenduristiya zayendî de xebat meşandine. Koordînatora Pojeya Pînk Armenîa Lîlît Avetîsyan da zanîn ku di civaka zayendî de jî curebûnê hedef dikin. lîlîtê diyar ki rku di xebatan de rastî gelek astengiyan hatine û bi lêv kir ku armanc awan eve ku ji malbatê heta qada qanûnî ji LGBT’iyan re cih vekin. Lîlîtê balkişand ser şîdeta nav malê ya li Ermenîstanê û wiha got: “Rewş ne başe. Îstatîstîk vê nîşan didin. Sala borî ji ber şîdeta nav malê 35 jin hatin qetilkirin. Ev ji bo Ermenîstan a2 mîlyon nifûsa wê heye hejmarek zêde ye.”

‘Îran yek ji cihên herî zor e’

Lîlîtê destnîşan kir ku yek ji cihên herî zor yên ji bo LGBT’iyan Îrane û wiha berdewam kir: “Li Îranê kesek bêje ez hevzayendim jî dibêjin xwe biguherin. Li wir emelyetên xerab yên guhertina zayendê hene. Yanî binpêkirina maf heye. Ev sûcê zayendê ye. di civakên Rojhilata Navîn de jî Ermenîstan dişibe Tirkiyeyê. Çûyîn, dûrketin gelek zêde ye.

Asîstana Projeya Pînk Armenîa Rima Sardaryan jî diyar kir ku ji bo ev şîdet raweste divê sazî bi hev re bixebitin û wiha berdewam kir: “Me di nav çar salan de pêşnûme qanûnek derbarê şîdeta malê de amade kir. Hikûmetê ev red kir. Em niha hewl didin bi projeyan di rojevê de bihêlin. Ji sedî 90’ê civakê dixwaze jiyana LGBT’iyan bê sînor kirin. gelek kes naxwazin zarokên wan bi LGBT’iyan re di heman pîşeyê de bin.”

Rîmayê bi lêv kir ku meşên rûmetê ji bo civaka LGBT’î cihê rêxistinbûn û danûstandinê ye û got ew sala borî hatine meşa rumetê ya li Tirkiyeyê ku Walitiyê destur nedaye pêk bê.

VÎDEO - Bi stranên kurdî meşa LGTBê

Ji aliyê Mem Wêranî
Stocholm (Rûdaw) - Hejmarek kurdên Swêdê bi ala û stranên kurdî piştgirî dan meşa hevrêgezên swêdî.

Li paytext Stockholmê ya Swêdê bi dehan ciwanên kurd bi alayên kurdî, keskesor û stranên kurdî beşdarî meşa salane ya hevrêgezxwazan (LGTB) bûn.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven di wê merasîma derbasbûnê de cih girtibû û got, “Meşa 4.3 kîlometre meşeke evînî û kêfxweşî ya du demjimêrî ye”.

Herwiha gelek kesên siyasî û pilebilind wekî serokê dijbereyê ji Partiya Navîn Anna Kinberg Batra di meşa LGTBan de amade bûn.

Meşa hevrêgezan yekem car di sala 1998an de li herêma Nordicê hate lidarxistin ku sazî û rêxistinên kurdî ji 2005-2006an pê ve beşdar dibin.


Artêşa Amerîkayê rê li ber leşkeriya LGBTyiyan vekir

Li Amerîkayê di sala 2011an de astengiyên li hember leşkeriya jin û mêrên hevzayend  hatibûn rakirin û niha heman xebat bo LGBTyiyan jî tê kirin. Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter daxuyand ku piştî 1ê Tîrmeha sala 2017an kesên LGBTyî bêyî ku nasnameya xwe ya zayendî veşêrin wê karibin beşdarî artêşê bibin.
Ji aliyê din ve hate gotin ku ji 1ê Cotmeha sala 2017an û şûnde hemû xizmetên tenduristiyê LGBTyiyên di nava artêşê de wê aliyê Wezareta Parastinê bên kirin.Wezaretê da zanîn ku wê astengiyên li hember guherîna zayendê bên rakirin û mesrefên di vê çarçoveyê de jî wê ji aliyê wezaretê bên dayîn. 
Hejmara Artêşa Amerîkayê 1,3 milyon û li gorî texmînan li nava artêşê bi qasî 2 hezar û 500 kesên LGBTyî hene. Heta sala 2011an kesên hevzayend dikaribûn tevlî artêşê bibin lê bi şertê veşartina  nasnameya zayendî.

ji Sputnik

Li Kurdistanê yekem car: Homosexual

Silêmanî (Rûdaw) - Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê derhênerekî gênc fîlmek liser jiyana hevzayendan çêkir.

Kurtefîlmê bi navê “Homosexual” yekem fîlmê Hêmin Xofya ye ku bi xwe çîroka wî nivîsandiye û kişandiye.

Di fîlmê 15deqîqeyî de 3 lîstikvanên kur û 3 ên keç dilîzin.

Xofyayê hê 21salî 8 sal e di warê hunerî de kar dike. Destpêkê bi şanoyê re mijûl bûye. Dûvre kurtefîlman bala wî kişandiye.

Çima hevzayendî?

Derhênerê gênc dibêje sala 2013an wî projeya fîlmekî liser hevzayendan çêkir. Lêbelê ber bi dawiya 2015an ve piştî ku lîstikvan dîtin karî dest bi kişandina fîlmî bike û meha Sibatê jî temam kiriye.

Xofya aşkera dike ku ew bixwe ne hevzayend e û heta li dijî wê ye li Kurdistanê hevzayendî belav bibe ji Rûdawê re got:

"Wekî hunermend karê min nîşandana mijarên tebû ye. Wekî mînak, hevzayendî. Ez bi hunera xwe dixwazim nîşan bidim ku ew jî beşek ji komelgeha me ne. Armanca min ew e di vê derbarê de yasayek bê çêkirin."

Li Silêmaniyê kişand

Derhêner Xofya çîroka ku li Silêmaniyê kirî fîlm wiha vegot:

"Xortek û keçeke gênc diçine hotêlekê. Lêbelê hotêl ode nade wan. Ew jî diçine cihekî ku li Silêmaniyê baş tê zanîn, bi hev re dibin. Lêbelê dema du kur û du keçên hevzayend tên, ode didine wan. Çimkî nizanin ku hevzayend in."

Di fîlmî de du xort diine cem melayekî ku mehra wan bibire. Lêbelê mela dibêje "em ne xrîstiyanin ku vê mehrê bibirim."

Ew xort dûvre diçine cem keşeyekî. Keşe jî dibêje nabe. Dûvre diçine dadgehê da ku nasnameya xwe biguherînin. Dema desthilatdar ji wan dipirsin çima, ew dibêjin ku dixwazin bizewicin.  Ser vê yekê wan dixine girtîgehê. Rêvebiriya girtîgehê ji ber ku ew hevzayend in wan dixe odeyên cihê. Ew gênc li pişt dîwaran bi hev re diaxivin û dibêjin "dîwar nikarin bibin asteng ji me re."

Çawa lîstikvan peyda kirin?

Xofya diyar dike ku liser Facebookê 4 hezar 'hevalên' wî hene û ji wan hevzayend in. Bi vê rêyê pêşniyaza lîstikvaniyê kiriye.

Lîstikvanan yek merc hebûye: Ku fîlm li Başûrê Kurdistanê neyê nîşandan. Ligel vê yekê jî Xofya got fîlm destpêka Îlonê dê li kafeyekê bi beşdariya temaşevanên bijartê bê nîşandan.

Xofya dixwaze bi gavekê jî be sînemaya Kurdî pêşve biçe û hinek sînoran bişikîne: "Êdî divê hevmaçkirin û seks di fîlman de hebe. Hevzayend jî beşek in ji civakê. Di fîlm de rûyê wan dixuyê. Min xwest karê min realîst be."

Fîlmê Xofya ta niha ji 80 bajarên Amerîka û Ewropayê re hatiye şandin. 20 Hezîranê li Almanyayê nîşandaneke wî hate rêkxistin.

 10 hezar dolar lê serf kir

10 hezar dolarên Amerîkî ji berîka derhênerê gênc bixwe wekî mesrefên fîlm derketiye.

Fîlm ji bo pesendkirine ji Rêvebiriya Sînemayê ya Silêmaniyê re hatiye şandin, lê wan xwestiye çîrok bê guherandin.

 Liser vê yekê Xofya dibêje:

"Pirsgirêke ne hebûne seksê bû. Wan têbinî liser şêweyê honandina çîrokê hebû. Lê ez xwedî stîla xwe me. Ez li gorî ya wan şixul nakim."

Derhêner yekem car ji Rûdawê re derbarê fîlmê xwe de axaft. Ji bo yekem nîşandan fîlmî ya meha Îlonê ji Kurdistanê Rûdaw û ji derveyî welêt jî BBC hate vexwendin.

Lîstikvanê sereke

Lîstikvanê sereke Hojan Kemal (22) beriya 8 salan pêhesiyaye ku hevzayend e.

Hojanê bi hevzayendiya xwe şanaz e û sê sal bêhtir e lîstikvanî dike derbarê fîlmî de got:

"Em dixwazin bi vî fîlmî rûyê girtiyê kesên wekî min ku ji aliyê malbat, yasa û dîn ve zulm li wan tê kirin ji civakê re vekin. Gelek hevzayend ji ber sedemên derûnî xwe dikujin. Nikarin bi xelkê re bijîn çimkî têne acizkirin."

Hojan ji niha ve li bertekên ku dê bên difikire:

"Pêwîst fîlm li cihekî taybet bê nîşandan, lê divê bi telefonê wêne neyên girtin. Haya malbata min jê nîne û eger fêr bibin ez dê mecbûr ji wan cihê bibim. Ya rastî ji bo kar, jiyana xwe fida dikim."

Lîstikvan Hojan ji bo parastina mafên hevzayend ango hemwelatiyên LGBT dixwaze yasa bêne çêkirin.

ji Rudaw

”Kesek biryarê li ser min nade”

Îro heftiya Stockholm Pride dest pê dike û reng dide temamê paytextê. Têma û mijara sereke ya vê salê ”Kî biriyarê dide” ye. Dogucan, yê bi xwe homoseksuel e dibêje kesek biriyarê li ser min nade.

Dogucanê 26 salî ji bajarê Amade beriya sê salan hate Swêdê û li gor wî Stockholm Pride gelekî giring e ji bo temamê civakê û tesîra li ser pirsa kesên HBTQ dike.

Ji 1998 de Stockholm Pride festivala Pride ya herî mezin e di temamê herêma welatên bakûrî de ya kar û giraniyê datine ser eşkerekirina pirsên girêdayî bi kesên homoseksuel, biseksuel, transseksuel û queer yên bi kesên HBTQ bi swêdî têne bi nav kirin.

Mebest bi festîvalê sazkirina mecaleke vekirî û serbestiyeke civakî ji pirsên HBTQ re. Amadekirin û beşdariya di çalakiyên wekî heftiya Pride de kare tesîrê bike li nerîna mirovan derbarê kesên HBTQ, li gor Dogucan.

Ji dema ku Dogucan hatiye Swêdê ew her li ser pirsa mafê kesên HBTQ rawestiyaye û grûpeke kurdan bi navê Kurdên Keskesorê, Regnbågskurder, organize kiriye ya wê di dawiya vê heftiyê de di meşa Prideê de beşdar be.

ji Radyoya Swêdê