Dadgeha Ewropa: Dersînorkirina zilamê homoseksûel ne şaş e


Dadgeha Ewropayê eşkere dike ku Swêdê di biryara dersînorkirina zilamekî libyayî de şaşî nekiriye, ango biryar di cih de ye.
Zilamê libyayî îdia dikir ku ew ji ber meyila xwe ya cinsî li Libyayê di xetereyeke mezin de ye û li Swêdê serî li penaberiyê dabû. Lê ji ber ku Daîreya Koçê gotinên wî rast nedîtin daxwaza wî hate red kirin. Sala 2012’an ew salek bû ku zilamê libyayî bi yekî swêdî re zewicî bû, lê hingî daxwaza wî ya temyîzê jî hate red kirin.

Dadgeha Ewropayê vêga eşkere dike ku biryara dersînorkirinê di cih debû, lê dikare were temyîz kirin û divê dersînorkirina zilêm heta demeke nedîyar were sekinandin.

ji RS