LGBTÎ'yên li Mêrsînê piştgirî didin Demîrtaş

Kesên LGBTÎ yên li Mêrsînê dijîn diyar kir ku boneya li dijî cudakariya zayendî derdikeve, di hilbijartinên serokomariyê de dengên xwe bidin Namzetê Gelan Selahattîn Demîrtaş. 

Xebatên hilbijartinên serokkomariyê li Tirkiye û derveyî welat bi hemû lez û beziya xwe didome. Di vê navberê de derdorên cuda piştgiriyê didin Namzetê Gelan Selahattîn Demîrtaş. Kesên LGBTÎ yên li Mêrsînê dijîn jî daxuyandin ku bi boneya li hemberî cudakariya zayendî têdikoşe wê dengên xwe bidin Demîrtaş. LGBTÎ'yan destnîşan kir ku di nava hersê namzetên heyî de herî zêde Demîrtaş, xitabê wan dike û nêzîkatiya li hemberî kesên LGBTÎ'yan ya 12 salan ew baş dizanin da ku Erdogan çewa difikire. Der barê Ekmelettîn Îhsanoglu de jî aktivîstên LGBTÎ'yî destnîşan kirin ku ji ber ku nêrîna Îhsanoglu ya heyî ew qet piştgirî nadin wî. 

Aktivîsta LGBTÎ'yî Tuna Şahîn got ku wan hersê namzet ji nêzve şopandine û derketiye holê ku yê herî nêzî LGBTÎ'yan Demîrtaş e. Şahîn, anî ziman ku ev 20 sale ji bo xala makeqanûnê ya têkildarî cudakariya zayendî biguhere ew têkoşîn didin û got ku tenê Demîrtaş dikare vê xalê biguhere. Şahîn, derbirî ku Demîrtaş namzetê gelan e û ji nav hersê namzetan yê herî baş derdorên rastî cudakariyê ten temsîl bike jî Demîrtaş e. 

Şahîn, di berdevamê de, Erdogan şiband Kenan Evren û wiha got: "Ev hemû namzetên pergala ku riziyaye ne. Em namzetê gel yê rasteqîn dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku paradîgmaya HDP'ê ya azadîparêz wê hemû pirsgirêkên me çareser bike." Şahîn, dawiyê daxwaz kir ku komîsyona tekoşîna li hemberî cudakariyê bê avakirin û bang kir ku her kesê dibeje ez xwedî wijdanim piştgirî bide Demîrtaş. 

Endama Heftreng a Mêrsînê ya LGBTÎ'yê Berfîn Kiliç jî got ku ne tenê ji ber ku ew kurd e, bi boneya Demîrtaş, xwedî li mafên kesên LGBTÎ derdikeve wê piştgirî bide wî. Kiliç bilêv kir ku ew baş dizanin dema ku Demîrtaş hate hilbijartin ji bo mafên wan di maqekanûnê de bê naskirin wê bixebite û da zanîn ku ji bo vê dê bi hêzên azadîparêz re bixebitin. Kiliç destnîşan kir ku civak wan wekî nexweş pênase dike lê da zanîn ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê diyar kiriye ku hevjîni ne nexweşiyeke û vê yekê di lîteratura tibê de jî cihê xwe girtiye. 

ji BestaNûçe

Vîrusa AIDS’ê li welatên xizan belav dibe

17.07.2014

Li seranserê cîhanê 35 mîlyon kes bi nexweşiya AIDS’ê dijî. Vîrusa HIV ya rê li ber AIDS’ê vedike, her sal ji ber vê nexweşiyê mirin hinek kêm dibin lê nexweşiyê 25 mîlyon Afrîkayî girtiye nava lepê xwe.
 
Li seranserê cîhanê 35 mîlyon kes bi nexweşiya AIDS’ê dijî.  Vîrusa HIV ya rê li ber AIDS’ê vedike, her sal ji ber vê nexweşiyê mirin hinek kêm dibin lê nexweşiyê 25 mîlyon Afrîkayî girtiye nava lepê xwe.

Herî zêde jî welatên xizan ji vê nexweşiyê  bandor dibin. Ji kesên ku bi nexweşiya AIDS’ê dikevin ji sêyan du li welatên ku  dikarin xwe bigihînn derman û dermankirinê .
Bernameya Têkoşîna bi AIDS’ê re ya Neteweyên Yekbûyî (UNAIDS) rapora sala 2013’an de weşand û got hejmara kesên bi virûsa AIDS’ê ketiye 35 mîlyone. 25 mîlyon jî ji Afrîkaya Sahara û welatên başurin.

Sala borî 1,5 mîlyonek kes ji AIDS’ê mirin, lê hejmara kesên ku bi nexweşiyê ketine jî daket û hejmar  2,1 mîlyon.  Hejmara kesên bi nexweşiyê ketin di sala 2001’an de 3,4 mîlyon bû.
Li gorî vê sala borî  ji kesên ku bi vê nexweşiyê ketine 240 hezar zarok bûn. Di vê rêjeyê de kêmbûnek balê dikişîne. Di 2002’an de kesên bi vê vîrusê ketine 580 hezar zarok bûn.
Di raporê de hat gotin ku hejmara kesên derman dibin zêde bûye. Di 2012’an de 10,6 mÎlyon kesî derman bikaranîn, di 2013’ande ev bû 13 mîlyon.  Yên ku nekarin derman bibin jî li welatên xizan dijîn. Piranî ne xwedî derfetên terapiyê ne.  di serê van de welatên ku pevçûn lê ne tê.

Her wiha di raporê de hat gotin ku hejmara kesên bi vê nexweşiyê dikevin kêm dibe. Ligorî vê di 2013’an de 1,5 mîlyon kes ji ber AIDS’ê jiyana xwe ji dest da û ev rêje li gorî sala 2005’an ji sedî 35 daketin nîşan dida. Di 5 salên dawî de  li başûrê Afrîkayê ji sedî 51 û li Kamboçyayê ji sedî 45  û Etîyopyayê jî ji sedî 37 kêmbûneke heye.

 TENÊ 19 MÎLYON NEXWEŞIYA XWE DIZANE
Li gorî rapora UNAIDS’ê  ji 35 mîlyon nexweşên AIDS’ê tenê 19 mîlyon dizane ku bi vê nexweşiyê ketiye.  Ji ber kêmbûna derfetên Tibbi bi mîlyonan kes ji bo nexweşiya xwe teşîst bike ji testan bêpar dimîne.

Ji sedî 70’ê nexweşan li Afrîkayê dijîn û ji ber derfetên dermankirinê kêmin nekarin derman bibin.

LI ROJHILATA NAVÎN Û EWROPAYA NAVÎN ZÊDE DIBE
Li gorî rapora UNAIDS’ê  bi taybet ev nexweşî li Rojhilata Navîn û welatên Ewropaya Navîn bilind dibe. Li welatên Rojhilata Navîn mirinên ji ber AIDS’ê li gorî sala 2005’an ji sedî 66 zêde bûne.  Ji 110 hezar kesên ku li Asya Navîn û Ewropaya Navîn bi vê nexweşiyê ketine piranî li Ukrayna û Rûsyayê dijîn.

Nûnerê Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan ya NY’ê Charles Radclîffe li ser raporê axivî û diyar kir ku li welatên ku hevzayend rastî newekheviyê tên de, vîrusa HIV’ê dê zêde dibe.

ji ufkumuz.com