Yekem kovara kurdî ya LGBTT ‘Hevjîn’ derket
Yekem kovara kurdî ya hemzayend û transeksuelan ya bi navê “Hevjîn” derket. Kovar wê du mehan carekî bê weşandin.
Pêkhata LGBTT (Lezbiyen, Gay, Bîseksuel, Travestî, Transeksuel) ya Hevjîn ku ev sê sal in xebat li Amadê didin meşandin, yekem kovara xwe ya bi kurdî “Hevjîn” derxistin. Yekem hejmara kovarê, pêşkêşî rojnemevan-nîviskar Bakî Koşar ê ku berê 4 salan li Stenbolê bi kêran hatibû kuştin hatiye kirin.
Di kovarê de mijara `Hemzayend û transeksûelên kurd hene` di dosyayekê de cih digire. Di lijneya şêwirmendî ya kovarê de kesên wekî Ezra Yildirim, Dîren Ozkan, Harîka Peker, Mekîye Ormanci, Melike Çoşkun, Mij Ba, Naşîde Buluttekîn,Nebahat Akkoç û Ozlem Orçen cih digirin.
ji DiyarName
Banga piştgiriya Vilks
19.05.2010
Li derdora 2000 kes berî nîvroyê roja
çarşemê banga ku komeke xwendekarên Uppsalayê li ser înternetê dabûn
destpêkirin, îmze kir. Ew dixwazin ku mecal bê dayîn ji bo ku hunermend
Lars Vilks'î dersa xwe, ya ku li zanîngeha Uppsala'yê di nêvî de hatibû
astengkirin, bi dawî bike.
Di dersê de Lars Vilks’î fîlmek nişan
dabû ku tê de zilamên homoseksuel yên bi maskeyên ku dirûvê pêxember
Muhemmed dide hebûn. Li ser vê kela hinek kesên temaşevan rabibû û wan
êrîşî Vilks'î kiribû. Ev bûyer bibû sedema ku ders di nêvî de bê birrîn.
Li gorî banga înternetî, ew ne êrîşeke tenê li şexsê Lars Vilks'î ye
"lê wiha jî êrîşeke giştî ye li mafê derbirîna azad û bi taybetî jî li
azadiya akademîk ya li zanîngehên me." Di heman demê de van rojên dawiyê rexne tên girtin li wê ku azadiya derbirînê ya Lars Vilks'î têra xwe nehatiye parastin. Yek ji rexnegîran Johan Lundberg yê redaktorê giştî yê kovara lîberal Axess’ê ye:
- Eşraf bi awayê pêwist nebûye xwediyê helwesteke zelal li ser mijara mecalê Vilks'î yê nîqaşa têgeha hunerê û cîhana hunerê de, dibêje Johan Lundberg.
Lundberg tevî Paulina Neuding ya ji kovara Neo'yê, di gotareke di rojnameya Dagens Nyheter'ê de bi taybetî rexneyê li seroka Klûba weşangeran (Publicistklubben) Ulrika Knutsson'ê dikin û dibêjin ew "avê li aşê îslamistên feryadkar" dike.
- Ew gotinên vala ne, bi dîtina min. Ez yekemîn kes im ku mafê Vilks'î yê tehrîkirinê diparêze. Lê rexnegirtina li Vilks'î jî beşek ji heman derbirîna azad e, dibêje Ulrika Knutsson.
ji Radyoya Swêdê
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)