Lezbîyen û gay bi maç kirinê "êrîş" dikin

04.08.2012

 Çend roj berê xwediyê şîrketa fast foodê a bi navê Chick-fil-A Dan Cathy li dijî hevezayendan (homoseksuel) gotibû "Li gor min têgeha malbatê ya di Încîlê de rast e, zewaca homoseksuelan nayê qebûl kirin, ger wisa bidome wê Emerîkayê ji aliyê Xwedê ve bê ceza kirin".

Piştî wan gotinên Cathy muhafazakarên li DYA piştgiriya wî kiribûn û ji bo piştgiriyê jî kampanyaya çûyîna retorantên wî kiribûn. Ew çend rojin vê carê jî homoseksuel diçin restorantên wî lê ew ji bo protesto kirina wî diçin.

Gay û lezbiyenên ku diçin restorantên Chick-fil-A hevûdin maç dikin.

ji HAWAR NETê

Lööf dixwaze qaîdeyên xwîndêrên homoseksuel rake

 03.08.2012

Partîya Navendê (Centerpartiet) dixwaze qaîdeyên xwîndanê yên ku ji bo mêrên homoseksuel hene bên guhertin.

Halê hazir ji bo ku mêrekî homoseksuel bikaribe xwînê bide şert e ku ew salekê bi mêrekî din re nerazabe û bi mêran re neketibe têkilîya cinsî. Seroka Partîya Navendê Annie Lööf qaîdeyan wekî dîskrîmînasyon dibîne.

-  Partîya Navendê dixwaze şertê zigurdîyê, yan xwevegirtina ji seksê ji bo zilamên homoseksuel rake. Di şûna wê de, bê ku mirov binêre bê kesek homo- yan heteroseksuel e em dixwazin giranîyê bidine ser hemû reftarên di xeterê de.
Lê ev pêşnîyaza Annie Lööf bi serê Federasyona mafê HBTyîyan RFSL nakeve.
Rêxistina mafê homoseksuelan balê dikişîne ser wergirtina vîrusa HIV ku di nav mêrên homoseksuel de ji %80 bilindtir e. Û radigihîne ku  sedemên xurt ji alîyê tendurustîyê ve hene ku divê berçav bên girtin.

ji Radyoya Swêdê

Transseksuel grûpeke berxeter e di civakê de

 2.08.2012
Kesên transseksuel grûpeke zêde berxeter e, ew tûșî zor û șideteke giran dibin di civakê de. Ev yeka di xizmeta nobedarîya qurbanên tawanan ya rêxistina RFSL de jî diyar dibe, rêxistina seranserî bo mafê kesên homoseksuel, bîseksuel û transeksuelan li Swêdê.

Di heman dema ku gilîkirinên tawanên nefretê hember kesên homoseksuel di van salên dawî de kêm bûne, li hêla din gilîkirinên tawanên nefreta hember kesên transeksuel zêde bûne. Li gor dezgeha berlêgirtina tawanan, Brå, di navbera sala 2010 û 20111 de ji 31 gilîkirinan bûn 52. Lê Sofia Kuno, birêvebira projeyê li xizmeta nobedarîya qurbanên tawanan ya RFSL, texmîn dike ku hejmara ji wisa bêhtir e.

-Sofia Kuno dibêje, ez karim bêjim ku bêguman hejmara neqeyd kirî ya tawanên nefretê hember kesên transseksuel ji dora 50 bi gelekî bêhtir e. Ji ber di rastîyê de tadeyeke bêhtir li wan dibe.

Tawanên nefreta hember kesên transseksuel yan jî motîvên fobîya kesên trans bo tawanên nefretê, tenê ji 2008 de wekî tawan peyda bûye, herҁend ku kesên sînorên cinsî derbas dikin ji mêj ve grûpeke di civakê de berxeter e û tûșî tadê û zorê dibin.

Sofia Kuno dibêke ku bi kêmanî %15 ji telefonên ji wan re tên bo xizmeta nobedarîya qurbanên tawanan ya rêxistina RFSL, ji kesên transin û yê tawankar bêhtirê caran kesekî nasê wan e, cîraneke yan jî hevjîn e ku dixwaze rûmeta wan bișkîn e û wan biҁûk bike.

-Di heman dema ku tade li wan dibe, mecbûr dibin gotinên mîna: ”transa pîs” û ”ez li keҁan naxînim lê tu nekeҁeke duristî” dibihîzin. Lê asayî ye ku tenê kesên trans tûșî zor û șidetê dibin. Sofia Kuno ji RFSL dibêje ku hem zor û șideta bi motîvên fobîya kesên trans jî zêde cidî ye:

-Em car bi dû carê de dibînin ku dema kesek bi vê motîvê dixwaze tadê li kesekî bike, piranîya caran dixwazin wan bitirsînin û nîșankirineke bo vê grûpê. Û eger mirov li tada fîzîkî binere, piranîya caran derbarê zor û șideteke giran e û di heman carê de dubarekirî ye.

Li wan didin û bi pêhna jî û piștre careke din wan vedigerin. Sofia Kuno dibêje, ev derbarê pêșwazî kirin û muamelekirina civakê ye jî. Kuno berdewam dike û dibêje kêm kes diwêrin gilî bikin, ji ber tirsa zêde û biҁûk kirina ji alîyê polîs ve û hem jî alîyê dezgehên lênerîna tenduristîyê û sîstema dadmendîyê jî.

-Ew yên têkilîyê bi xizmeta nobedarîya qurbanên tawanan ya RFSL re datînin, danberhev bi xizmetên nobedarîyê din re, piranîya wan berîya gilî li ba polîs bikin telefonî me dikin. Ew carê dudilin ji aliyê pêșwazîya polîs û dezgehên din ve. Kuno dibêje bêguman hem ba polîs û hem jî ba karmendên dezgehan astengîya kêmasïya jîrbûnê heye ya divê em bi awayekî ҁareser bikin.
Ew hejmara kêm ya rewșên tên gilîkirin, kêm caran doz li wan di dadgehê de vedibe. Û ta nuha kes di dadgehê de ji ber tawanên nefretê bi motivên fobîya kesên trans nehatîye hukim kirin..

Berîya nuha bi demekê rewșeke dadgehî li Örebro deng pê ket, mêrek gumanjêkirî bi destdirêjîya cinsî hember jineke trans serbest hate berdan. Wî dest dirêjî betal kir dema dît ku jin jineke trans bû. Sofia Kuno dixawze bêje ku hem xurtkirina yasayan û hem jî jîrbûn di warê sîstema dadmendîyê de pêwîst e.
Bo ku ne be wekî rewșa li Örebro, ya tê de yasa mirov diparêz e lê wan hilbijart ku vê rewșê bi awayekî tirsnak yasayê șîrove bikin.

ji Radyoya Swêdê

Yekemîn Mizgefta Homoseksuelan li Fransayê Vebû

Dawîya vê hefteyê li Parîsê, yekemîn mizgeft li Ewropayê jibo kesên hevcinsbas hate vekirin. Mizgeft ji alîyê homoseksuelekî Fransî yê Misilman ku bi eslê xwe Cezayîrî ye, hate damezrandin. Dema Ludovic Mihemed Zahed jibo nivêjî diçû mizgeftê, wî bi ne rehetîyekê hest dikir, ji ber ku ew homoseksuel e. Zahed yê 35 salî ku bi eslê xwe cezayîrî ye, hest dikir çavên hemû Misilmanên din li mizgeftê li ser bûn.
Jibo Zahed, ne tiştekî rikber e ku mirov homoseksuel û Misilam be. Lê carna wî hest dikir ku kesên din li mizgeftê bi vî şêweyî nafikirin.
Carekê, hevjînê wî ji alîyê çend zilaman ve li mizgeftê hatibû rawestandin û jêre gotibûn çê nabe ew guharan li xwe bike. Hingê Zahed biryar da ku mizgefta xwe ava bike.
Di vê mizgeftê de, jin jî dikarin ligel rex mêran nivêjê bikin û wê birêve bibin. Ev tiştî gelek caran çê nabe were kirin.
Lê Zehed piştgirîya desthilatên Îslamî li Fransayê nagire, jiber ku hevcinsbazîya eşkere ji alîyê gelekan ve li dijî prensîpên Îslamê tê dîtin. Xetîbê Mizgefta Mezin li Parîsê, Dalil Boubabker rexneyê li vê însyatîvê digire.
Boubabker dibêje, ev ne beşek in ji civaka me, jiber ku li ser hin bingehan hatiye avakrin ku li dijî prensîpên Îslamê ne.
Wekî beşek ji xewna wî bi Îslameke vekirî, Zahed herwiha vê dawîyê komelek jibo Misilmanên homoseksuel li Fransa ava kiriye, ku nuha 300 endamên wê hene.

Kerem kin dirêjahîya raportê li ser lînka jêrîn bi dengê Sîrwan Qiçço guhdarî bikin.