Homosexulbun tiştekî bîjolojîk e?

04.04.2013

Homosexuelbun irsî ye û eva jî demake dirêj lêkolînvan heyîrandî ye. Li gor lêkolîna Urban Friberg lêkolînvanê zanîngeha Uppsala homosexuelbun dikare were şopandinê ku ev tîştekî li ser epîgenetîka genê me tesîr dike.
– Li ser sedemê homosexuelbunê yên irsî gelek lêkolîn hatîne kirin ji bo ku eleqeya di navbera vê taybetê û varyasyona di genetîkê de were eşkere kirin. Yanê bi zimanekî daha eşkere, lêkolînê hewl daye bibîne ka di genê yên homosexuel de tîştekî guhertî heye yan na. Le evê tu emcam nedaye. Ji ber wî jî em naha bawer dikin ku eleqeya vê bi epigenetikê re heye, dibê Urban Friberg.  
Epîgenetik di lêkolînê de heremeke nû ye û li ser wê ramana dimeşe ku genê me ji mekanîzmayên mîrata pêşiyên me tesir digrin. Yanê heger ku genê meriva wek muzîkvanên di orkestrakî de bin, epîgenetik wek şefê orkestrayê ye û ew qerar dide muzîkvanên wê di kîjan sevîyeyê de mûzîka xwe lêxên û yan jî wê di kîjan derî de bê deng bin. Li gor Urban Friberg homosexuelbun ji wan karakteran yek e ku dikare irsî be û ji bavên berê derbasî zarokan bibe. Lê ew dibê meriv nizane kîjan gen yên homoseksuelbûnê ne.    
– Lê ne tenê karakterê homoseksuelbunê di vir de rol dileyîze, herwiha gelek tîşten din di vir de tesîr dike. Di laşê meriv de pir tevn hene, û her kes hewl dide wana ji wê de bike ku jenerasyona nû bikaribe destpêkeke hêsanî bike. Yanê ev hinekî jî buyerên bi tesaduf in.
Urban Friberg ku lêkolîna xwe bi tevê du amerîkî ya dike, hêvîdare ku lekolîna wana wê zanyarîya di derbarê sedemên tercîhê homosexuelbûnê û herweha sedemên bîyolojîk derbirxe holê.
– Eva dikare zora gelek kesan here, dibêje Urban Friberg, lê di alîyê din de jî ez bawer dikim ku gelek kes jî meraq dikin ka ew çima homoseksuel in. Heger derkeve holê ku homosexielbun taybeteke bîyolojik e, ew dem jîyana zef kesan wê hêsantir bibe.
Ulrika Westerlund serekeyê federasyona homosexuella di alîyê din de rexnegirê vê ramanê ye û dibê; homosexuelbun ne tiştekî sabît e û nikare bi mijara bîyolojîk were îzah kirin.
– Ew dibê hinek caran lêkolînvanan li ser kesên homosexul bi jiyana cinsî ya wek hev û hinek caran jî li ser yên bi jîyana cinsî ne wek hev lekolîn çê kirine. Yanê gelek caran meriv fêr nabe ka lêkolînvan kîjanan wek homoseksuel dibînin. Li gor fikra min homosexuelbun li gor cûda kesan tê gûhertin. Yanê gelek zehmete ku meriv bikaribe bibêje, homosexuelbun eva ye, dibêje Ulrika Westerlud.
Li Amerîkayê lêkolînê wek vê di mijara civakê de tesîreke mezin kirîye û gelek kes jî van lêkolînan wek bingeh nîşan didin dema ku ew behsa mafên homosexuela dikin û wekhevîyê tînin ziman. Lê li Swêd gotûbêj berfirehtir e û di dewsê de bala xwe zêdayî daye mijara ku gere kesek bi giradayî dîn, cins û sex neyê cuda kirin. Li gor Ulrika Westerlund eva ya herî baş e.
– Ew dibê, rêxistinê homosexuelan û transexuelan yên li Amerîka hinek caran lêkolînê awha xerhatî dikin û bi çavekî baş lê dimeyzînin. Ew difikirin ji ber ku eva tîştekî zikmakî ye ew dem gere heqê min jî wek yên din hebe. Lê belê ev fikra li gor min fikrekî gelek bixeter e. Heger ku lêkolînvaneki din were wê ramanê ku eva ne tîştekî zikmakî ye û di dewsê de girêdayî tesîrên jîngehê û civakê ye ew dem ev dikare were wê mehne ku heqê homosexuela wek yên din nîne. Ji ber ku di teorîyê de tîştekî ku meriv dikare hilbijêre.
Ji ber wî jî li gor Ulrika Westerlund gelek grîng e ku gere lêkolîna di derbarê homosexuelan de mijara di derbarê mafê wan ji hevdû were cuda kirin.
– Ew dibê Bê guman meriv dikare di derbarê cuda tiştan de lêkolîn bike. Ya herî gring ew e ku gere ev bi babeta mafê hinek însanan ve neyê tevlihev kirin.
Ercan Aras

ji Radyoya Swêdê