Ji bo vê cureya hevrayiyê navên wekî zewaca geyan, zewaca lezbiyenan, zewaca homoseksuelî, zewaca hevbiha jî tên bikaranîn. Qanûnîkirina zewaca hevzayendan gişka birêkûpêkkirinên APA (American Psychological Association, Yekîtiya Derûnnasî ya Amerîkayê) dihewîne ku armanc ji bo wekhevîxwaziyê rakirina cudaxwaziya zayendî ye û bi vê armancê jî dixwaze hevzayendan karibin hevrayiyên xwe fermî bikin.
Naverok
Dîrok
Di serdema xanedana Mingê de jinên li herêma Fujianê ya başurê Çînê bi rêya peyman û merasîman jinên ciwantir grêdidan xwe. [1] Mêr jî tevlî mîna van peymanan dibûn. Van peymanan dişibiya yên Ewropaya antîkê. [2] Qeyda yekem a qala zewaca hevzayendan dike, di salên ewil a Împeratoriya Romê de hatiye berhemandin.[3]Van zewacên hevzayendan wekî kevneşopî û merasîmên zewaca heteroseksuelan dihat fermîkirin.[4]Cicero, bikaranîna peyva “nubere” ya tê wateya “zewicîn”, wekî tiştekî edetî qala zewaca layê Curio ya Mezin dike. Li gorî Cicero, Curio ya Biçûk bi Antonius re zewacek xûrt û mayînde kiribû. [5] Martialis jî qala çend zewaca hevzayendan dike. [6] Juvenalis wekî “taybetiya wê tuneye”, qala çûyîna xwe ya merasîmên zewaca hevzayendan dike. [7] Heta ku xiristiyanî bû dînê fermî ya Împeratoriya Romê, zewaca hevzayendan dewam kir. Qanûnekî li nav qanûnên Theodosius (C. Th. 9.7.3.), zewaca hevzayendan a li Împeratoriya Romê qedexe kir û emir kir ku ew kesên dizewicin bên îdamkirin.[8][9]Rewşa qanûnî
Ewropa
Zewaca hevzayendan a nuha di tevayiya dinyê de di 17 dewletan de, di tevayiya Ewropa de di 12 dewletan de qanûnî ye. Holenda di 2001ê de bû dewleta ewil ku zewaca hevzayendan disepîne. Pişt re Belçîka, Spanya, Danîmarka, Norwêc, Swêd[10], Portûgal[11], Îslenda, Fransa[12], Keyaniya Yekbûyî[13][14], Lûksembûrg qanûnî kir. A dawî li Îrlendayê cara yekem bû ku zewaca hevzayendan rêya referandûmê bû qanûnî.[15] Piştî li Îrlenda hat qebûlkirin Almanyayê jî zewaca hevzayendan qebûl kir.[16]Amerîka
Kanada di 2005an de li dinyê bû çarem dewletê ku di nav qanûnên medenî de zewaca hevzayendan dipejirîne. Berê ku Kanada li tevayîya welêt zewaca hevzayendan qanûnî bike, sê parêzgeh û herêm pejirandibû û li nav van parêzgeh û herêman de 3.000 partner zewicîbû. Ji 2010an û vir ve li Arjentîna zewaca hevzayendan qanûnî ye. Ûrûguay di parzemîna Amerîkaya Başûr de bû dewleta yekem ku ev zewac pejirand. Xêndî vê taybetî, ji 22yê tîrmeha 2010an û vir ve mafê ewladkirinê jî hat naskirin. Li Brazîlê diçend parêzgeh û herêmanda ji 2004an û vir ve zewaca hevzayendan serbest bû. Di 2013an de hikûmeta navendî li tevayiya welêt ev zewac qanûnîkir.Di 26ê hezîrana 2015an de Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi biryara Obergefell v. Hodges zewaca hevzayendan li tevayiya welêt qanûnî kir.[17] Berê vê biryarê[18] li parêzgehên Massachusetts, Connecticut, Iowa, Vermont, New Hampshire, Maine, Maryland, Washington, Maine, California, Rhode Island, Minnesota, New Jersey; li herêma federal Washington, D.C. û êla Coquille bi rêya fermî zewaca hevzayendan dipejirand. Li California û Maine jî qanûnî bû lê piştî referandûmê hatibû rakirin. Di 2012an de li Maine car din hatibû pejirandin. Maryland û Washington jî bi rêya referandûmê qanûnî kiribû.
Li Meksîkê, herêma federal a Meksîkoyê ye, zewaca hevzayendî fermî ye.
Afrîka
Di 2006an de li Komara Afrîkaya Başûrê zewaca hevzayendan hat pejirandin ku ev li Afrîkayê cara ewil û yekem e.Okyanûsya
Li Nû Zelenda ji 17ê avrêla 2013an vir ve zewaca hevzayendan qanûnî ye.Asya
Li Îsraelê zewaca hevzayendan nayê kirin lê zewacên li derî dewletê tê naskirin. Tenê zewacên Spanya û Kanadayê mîna zewacên heteroseksuelan tê hesibandib. Ji bo pejirandina zewaca hevzayendan a din şertê rûniştina li welêt tê pirsîn-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Pevratiya welatî
Pevratiya welatî (bi îngilîzî "civil union", "civil partnership" an jî "registered partnership"
) cureyekî pevratî ye û hin welat vê pevratiyê mîna zewacê bi riya
fermî nas dike û dide qeydkirin. Pevratiya welatî maf û berpirsyariyên
mîna zewacê (di welatin de wekî zewacê) dide cotên hevzayendan.
Ji 1989an vir ve li Danîmarkayê pevratiya welatî(registreret
partnerskab) bo hevzayendan dihat qeydkirin ku li dinyayê ev cara
yekemin bû. [1]
Hin welat, herêm an jî parêzgehan mîna Quebec, Zelanda Nû û Uruguay, ji bo cotên heteroseksuelan jî derfeta pevratiya welatî didin. Pevratiya welatî ji aliya hin kesan ve ji ber ku ne statuya zewacê ye tê rexnekirin.[2]
Hin welat, herêm an jî parêzgehan mîna Quebec, Zelanda Nû û Uruguay, ji bo cotên heteroseksuelan jî derfeta pevratiya welatî didin. Pevratiya welatî ji aliya hin kesan ve ji ber ku ne statuya zewacê ye tê rexnekirin.[2]
Naverok
Naskirin
Heta nuha li Almanya, Andorra, Avusturya, Keyaniya Yekbûyî, Komara Çekî, Danîmarka (Grönland jî), Ekuador, Fînlandiya, Fransa, Îrlenda, Swîsre, Kolombiya, Luksemburg, Macarîstan, Slovenya, Uruguay û Zelanda Nû li tevayiya welêt hatiye qanûnîkirin.---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Di 30yê mijdara 2006an de, parlementoya Afrîkaya Başûr di heman deme de him sepandina Qanûna Pevratiya Welatî(Civil Unions Bill) û him jî zewaca hevzayendan qanûnî kir.
Komara Afrîkaya Başûr bi vê qanûnê li dinyê bû pêncemîn, li parzemîna Afrîkayê yekemîn dewletê ku zewaca hevzayendan pejirand. Li parzemîna Afrîkayê hîn tenê ew zewaca hevzayendan dipejirîne.
------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Li Arjentînê di tîrmeha 2010an de pêşnûmayekî qala qanûnîkirina zewaca hevzayendan ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Arjentînê ve hat pejirandin.[1] Piştî îmzekirina serokwezîr Cristina Fernandez qanûn merî bû. Ev qanûn mafên ewladkirinê jî dihewîne.[2] Li gorî anketekî ji %52 zêdetir Arjentînî piştgirî didin vê qanûnê.[3][4]
Arjentîn li Amerîkaya Başûrê dewleta yekemîn e ku him hevzayêndîtî ji nav tawanan derxist û him jî li tevayiya welêt zewaca hevzayendan pejirandiye.[5]