Li Kurdistanê yekem car: Homosexual

Silêmanî (Rûdaw) - Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê derhênerekî gênc fîlmek liser jiyana hevzayendan çêkir.

Kurtefîlmê bi navê “Homosexual” yekem fîlmê Hêmin Xofya ye ku bi xwe çîroka wî nivîsandiye û kişandiye.

Di fîlmê 15deqîqeyî de 3 lîstikvanên kur û 3 ên keç dilîzin.

Xofyayê hê 21salî 8 sal e di warê hunerî de kar dike. Destpêkê bi şanoyê re mijûl bûye. Dûvre kurtefîlman bala wî kişandiye.

Çima hevzayendî?

Derhênerê gênc dibêje sala 2013an wî projeya fîlmekî liser hevzayendan çêkir. Lêbelê ber bi dawiya 2015an ve piştî ku lîstikvan dîtin karî dest bi kişandina fîlmî bike û meha Sibatê jî temam kiriye.

Xofya aşkera dike ku ew bixwe ne hevzayend e û heta li dijî wê ye li Kurdistanê hevzayendî belav bibe ji Rûdawê re got:

"Wekî hunermend karê min nîşandana mijarên tebû ye. Wekî mînak, hevzayendî. Ez bi hunera xwe dixwazim nîşan bidim ku ew jî beşek ji komelgeha me ne. Armanca min ew e di vê derbarê de yasayek bê çêkirin."

Li Silêmaniyê kişand

Derhêner Xofya çîroka ku li Silêmaniyê kirî fîlm wiha vegot:

"Xortek û keçeke gênc diçine hotêlekê. Lêbelê hotêl ode nade wan. Ew jî diçine cihekî ku li Silêmaniyê baş tê zanîn, bi hev re dibin. Lêbelê dema du kur û du keçên hevzayend tên, ode didine wan. Çimkî nizanin ku hevzayend in."

Di fîlmî de du xort diine cem melayekî ku mehra wan bibire. Lêbelê mela dibêje "em ne xrîstiyanin ku vê mehrê bibirim."

Ew xort dûvre diçine cem keşeyekî. Keşe jî dibêje nabe. Dûvre diçine dadgehê da ku nasnameya xwe biguherînin. Dema desthilatdar ji wan dipirsin çima, ew dibêjin ku dixwazin bizewicin.  Ser vê yekê wan dixine girtîgehê. Rêvebiriya girtîgehê ji ber ku ew hevzayend in wan dixe odeyên cihê. Ew gênc li pişt dîwaran bi hev re diaxivin û dibêjin "dîwar nikarin bibin asteng ji me re."

Çawa lîstikvan peyda kirin?

Xofya diyar dike ku liser Facebookê 4 hezar 'hevalên' wî hene û ji wan hevzayend in. Bi vê rêyê pêşniyaza lîstikvaniyê kiriye.

Lîstikvanan yek merc hebûye: Ku fîlm li Başûrê Kurdistanê neyê nîşandan. Ligel vê yekê jî Xofya got fîlm destpêka Îlonê dê li kafeyekê bi beşdariya temaşevanên bijartê bê nîşandan.

Xofya dixwaze bi gavekê jî be sînemaya Kurdî pêşve biçe û hinek sînoran bişikîne: "Êdî divê hevmaçkirin û seks di fîlman de hebe. Hevzayend jî beşek in ji civakê. Di fîlm de rûyê wan dixuyê. Min xwest karê min realîst be."

Fîlmê Xofya ta niha ji 80 bajarên Amerîka û Ewropayê re hatiye şandin. 20 Hezîranê li Almanyayê nîşandaneke wî hate rêkxistin.

 10 hezar dolar lê serf kir

10 hezar dolarên Amerîkî ji berîka derhênerê gênc bixwe wekî mesrefên fîlm derketiye.

Fîlm ji bo pesendkirine ji Rêvebiriya Sînemayê ya Silêmaniyê re hatiye şandin, lê wan xwestiye çîrok bê guherandin.

 Liser vê yekê Xofya dibêje:

"Pirsgirêke ne hebûne seksê bû. Wan têbinî liser şêweyê honandina çîrokê hebû. Lê ez xwedî stîla xwe me. Ez li gorî ya wan şixul nakim."

Derhêner yekem car ji Rûdawê re derbarê fîlmê xwe de axaft. Ji bo yekem nîşandan fîlmî ya meha Îlonê ji Kurdistanê Rûdaw û ji derveyî welêt jî BBC hate vexwendin.

Lîstikvanê sereke

Lîstikvanê sereke Hojan Kemal (22) beriya 8 salan pêhesiyaye ku hevzayend e.

Hojanê bi hevzayendiya xwe şanaz e û sê sal bêhtir e lîstikvanî dike derbarê fîlmî de got:

"Em dixwazin bi vî fîlmî rûyê girtiyê kesên wekî min ku ji aliyê malbat, yasa û dîn ve zulm li wan tê kirin ji civakê re vekin. Gelek hevzayend ji ber sedemên derûnî xwe dikujin. Nikarin bi xelkê re bijîn çimkî têne acizkirin."

Hojan ji niha ve li bertekên ku dê bên difikire:

"Pêwîst fîlm li cihekî taybet bê nîşandan, lê divê bi telefonê wêne neyên girtin. Haya malbata min jê nîne û eger fêr bibin ez dê mecbûr ji wan cihê bibim. Ya rastî ji bo kar, jiyana xwe fida dikim."

Lîstikvan Hojan ji bo parastina mafên hevzayend ango hemwelatiyên LGBT dixwaze yasa bêne çêkirin.

ji Rudaw

”Kesek biryarê li ser min nade”

Îro heftiya Stockholm Pride dest pê dike û reng dide temamê paytextê. Têma û mijara sereke ya vê salê ”Kî biriyarê dide” ye. Dogucan, yê bi xwe homoseksuel e dibêje kesek biriyarê li ser min nade.

Dogucanê 26 salî ji bajarê Amade beriya sê salan hate Swêdê û li gor wî Stockholm Pride gelekî giring e ji bo temamê civakê û tesîra li ser pirsa kesên HBTQ dike.

Ji 1998 de Stockholm Pride festivala Pride ya herî mezin e di temamê herêma welatên bakûrî de ya kar û giraniyê datine ser eşkerekirina pirsên girêdayî bi kesên homoseksuel, biseksuel, transseksuel û queer yên bi kesên HBTQ bi swêdî têne bi nav kirin.

Mebest bi festîvalê sazkirina mecaleke vekirî û serbestiyeke civakî ji pirsên HBTQ re. Amadekirin û beşdariya di çalakiyên wekî heftiya Pride de kare tesîrê bike li nerîna mirovan derbarê kesên HBTQ, li gor Dogucan.

Ji dema ku Dogucan hatiye Swêdê ew her li ser pirsa mafê kesên HBTQ rawestiyaye û grûpeke kurdan bi navê Kurdên Keskesorê, Regnbågskurder, organize kiriye ya wê di dawiya vê heftiyê de di meşa Prideê de beşdar be.

ji Radyoya Swêdê

Daxuyaniya çapemeniyê ya Hefteya Rûmetê bi hinceta ‘Teror û Hesasiyet’ê hat astengkirin

Walîtiya Stenbolê destnîşan kir ku dawiya 14.Hefteya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê de wê destûr nede daxuyaniya ji çapemeniyê re were dayîn.
Walîtiyê beriya niha 7. Meşa Rûmeta Transan (19ê Hezîranê) û 14. Meşa Hefteya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê (26ê Hezîranê) qedexe kiribû. Li ser wê biryara walîtiyê Komîteya Hefteya Rûmeta LGBTI+ Stenbolê daxwaz ji walîtiyê kiribû ku di cihê meşê de li Meydana Tunelê civîna çapemeniyê li dar bixin.

Walîtiyê ji bo wê serlêdanê bersiv da û got:

‘Tê zanîn ku li welatê me û bi giştiya herêmê êrişên terorî pêk tên û di nav civakê de jî hesasiyeteke mezin heye. Ji ber vê dibe ku çalakî û bûyerê provakatîf pêk were. Pêkhatina wê yekê ji bo rewşa ewle ya kesên beşdarî çalakiyê dibin jî xera dike û dê bibe sedema xerabkirina hizûr û pergela civakî. Ji bo vê sedemê di çarçoveya qanûna 5442. de serlêdana kirî hatiye redkirin.’
Komîteya Hefteya Rûmetê li dijî biryara qedexekirina meşê ya walîtiyê serîl li Dadgeha Îdareyê dabû ku biryar were rakirin. Komîte niha jî ji bo rakirina qedexeya bo daxuyaniya çapemeniyê dê dîsa serî li dadgehê bide.

Çi bûbû?

Meşa Hefteya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê 13 sal in tê lidarxistin. Polêsan cara yekem di sala 2015an de hewl dan ku meşê asteng bikin.
Piştî Komkujiya Orlandoyê ku 49 kesên hevzayend hatin kuştin, komên wekê Musluman Anadolu Gençligi û Alperen Ocakları li dijî meşên ku dê îsal pêk bihata re peyamên tehdîtê şandibûn û banga êrişê kiribû.  Rêxistinên LGBTIyî jî derbarê wê yekê de gilîname dabûn dozgeriyê.
Walîtiya Stenbolê di daxuyaniya xwe ya 18ê Hezîranê de destnîşan kiribû ku 7. Meşa Rûmeta Transan û 14.Hefteya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê hatine qedexekirin.
Komîteya Hefteya Rûmeta Transan gotin ku mafê xwepêşandan û lidarxistina meşê di makeqanûnê de jî cih girtiye û wê biryara qedexeyê qebûl nekirin. Di 19ê Hezîranê de aktîvîstên ku ji bo lidarxistina meşê hatin cem hev rastî êrişa polêsan hatin û 11 kesên ji wan jî hatin binçavkirin.
(ÇT/YO)

ji Bianet

Li Taksîmê beriya ‘Meşa Rûmetê' tedbîrên ewlekariyê hatin standin

Polîsan li Qada Taksîmê û li ser Kolana Îstîklalê tedbîrên ewlekariyê yên berfireh standin.

Stenbol — Li hemberî biryara qedexekirina walîtiya Stenbolê rêxistinên LGBTÎ biryar girtibûn ku ‘Meşa Rûmetê' lidar bixin. Li ser vê biryarê polîsan tedbîrên xwe berfirehtir kir. Di vê çarçoveyê de li Qada Taksîmê li derdora Abîdeya Komarê bariyer hatin danîn.
Dîsa li Qata Taksîmê gelek polîs û TOMA hatin bicîkirin.

ji Sputnik

Polîsên Tirkiyeyê nehişt LGBTI xwepêşandana xwe pêk bîne

Polîsên Tirkiyeyê, îro rê li ber xwepêşandana LGBTIyê kir ku li Taksîma Stenbolê pêk hatibû û ew dever ji rojnamevanan vala kir.

Stenbol — Hat ragihandin ku endamên LGBTIyê li kolana Imam Adnan a Beyogluya Stenbolê kom bûn, LGBTIyan li pîpîkê xist û xwest ku heta meydana Taksîmê bimeşin.
Ji aliyekî din ve, ji ber ku walîtiya Stenbolê destûr nedabû vê xwepêşandanê, polîsan bangî xwepêşanderan kir ku ji hev veqetin û belav bibin.
​Herwiha, komê li gel hişyariyên polîsan xwest ku meşa xwe berdewam bike û polîsan jî bi gaza bîberê êrîşî wan kir, di encamê de endamên LGBTIyê reveyan û di nav kolanan de belav bûn.

PRTESTORKERÊ XWEPÊŞANDANÊ HATIN GIRTIN
Ji aliyekî din ve, du komên din xwest ku xwepêşandana LGBTIyan protesto bike û li du deverên cuda yên heman deverê kom bûn.
Polîsî ew herdû kom jÎ hişyar kirin ta ku belav bibin lê ew kesên ku belav nebûn, hatin desteserkirin û ew birin navenda ewlehiya Stenbolê.
​Li gorî agahiyên ketine destê me, nêzîkî 30 kesan ji LGBTIyan û ji kesên protestorker li navenda ewlehiyê îfadeya wan tê wergirtin.

ji Sputnik

Anonymousê hesabên DAIŞê bidest xist

Koma hacker Anonymousê ji bo êrîşa Orlandoyê hin hesabên nêzîkî DAIŞê bidest xist û bi alên LGBTê xemiland.

Navenda Nûçeyan — Komê piştî ku li Orlandoyê li hemberî klubeke homoseksuelan êrîş pêk anî, koma hacker Anonymousê nêzîkî 200 hesabên medyaya civakî yên DAIŞê bidest xist. Komê ragihand ku ev hesab ji hêla alîgirên DAIŞê ve gelek çalak dihate bikaranîn.
Anonymousê piştî ku hesab bidest xist fotografên profîl û berga hesaban guherand û al û sembolên LGBTê xiste dewsa wan.

LGBTI+ya Stenbolê bernameya heftaya rûmetê daxuyand

24. Hefteya Rûmeta LGBTIya Stenbolê ku wê bi durişma ‘Em rêxistî dibin’ were lidarxistin. Hefte di navbera 20-26ê Hezîranê wê bête lidarxistin û bernameya hefteyê jî hat daxuyandin.

Di çarçoveya hefteyê de çalakiyên ku dê werin lidarxistin wiha ne:

Panela ‘Ji bo çi Hewldana Aştiyê ya LGBTI+?’ de wê derbarê pêvajoya rêxistina Hewldana Aştiyê ya LGBTI+yan de nirxandinan werin kirin.

Derbarê leşkeriya mecbûrî de wê atolyeya ‘Pembe tezkere’ û panela ‘Redkariya Wicdanî’ wê were lidarxistin.

Derbarê karkerên sexsê û pirgirêkên ku ew dijîn de wê panela ‘Li qada Werzîşê de Homofobî’ were lidarxisin.

Derbarê pirsgirêkên welatiyên trans de wê bi navê ‘Pêvajoya Transbûnê’ paneleke were lidarxistin.

Di bin sîwana tecrubeyên Îsveç û Tirkiyeyê de derbarê derûniya penaberan û di warê fermîyet û civakê de rewşa wan de wê panel û foruma ‘Penaberên LGBTI+: Pêvajo, Gihiştin û Hevgirî’ were lidarxistin.

Panela ‘Ji bo mafê LGBTI+iyan rêxistina siyasî’ tê lidarxistin û Parlementerê Parlementoya Swêdê Robert Hannah, Wekîlê Parlamentoya Ewropayê Terry Reintke û Endamê Meclisa Şaredariya Beşiktaşê Sedef Çakmak jî wê weke gotarbêj beşdar bibin.

Wê di panela ‘Vegan Aksiyon-Ji bo Sewalan Edalet’ de jî derbarê c3uerparêztiyê de nirxandinan werin kirin.

Di çarçoveya hefteyê de;

Keskesor LGBTI Amed û aktîvîstên Hêvî LGBTIyê wê tecrubeyên hebûnê yên li welatên xwe parve bikin.

Joul Eliasê ji koma Al-Qaws-Sexual & Gender Diversity in Palestinian Society ya Filîstînê derbarê penaberên LGBTIyî yên ereb  de tecrubeyên xwe parve bike.

Robert Hannah wê beşdarî panela Li Dîsporayê Tecrubeyên LGBTIyan bibe û tecrubeyên xwe yên li Cemaeta Suryaniyan ya Swedê parve bike. Di heman panelê de Kyle Khandaika jî wê tecrubeyên xwe yên li welatê xwe û li Cemaeta Ermenan ya Amerîkayê parve bike.

Wê ji 17 bajêran kesên LGBTI+yî wê werin cem hev

Di çarçoveya durişma ‘Em rêxistî dibin’ de wê ji 17 bajêran gelek kesên LGBTI+ ku di nav hin sendîqe, komele û komên xwendekaran de rêxistî ne û gelek komeleyên LGBTI+yan bi xwe wê li Foruma Hevdîtina Rêxistinên LGBTI+yê Tirkiyê werin cem hev.

Foruma wê di 24ê Hezîranê de li Salt Galatayê were lidarxistin. Mijarên wê forumê jî; di rojên ku derketina derve jî gelek xeter e de hatina cem hev du, di vê rewşa heyî de rê û rêbazên rêxistîbûnê û pêwistiyên sereke ye.

Fitara Gokkuşagiyê

Di çarçoveya hefteyê de wê di 24ê Hezîranê di li Taksim Cadeya Îstiklalê de xwarina fitarê were belavkirin.

Herwiha tûrnûvaya fitbolê, tûra biskilêtê, atolyeya xweparastinê ya li dijî êrişên homofobîk û transfobîk nîşandindina fîlman, bi awayekî komî roja çêkirina testa HIVê  jî ji wan çalakiyan e ku dê werin lidarxistin.

Pêşangeha ji bo bîranîna Boysan, Zelîş û Mertî

Îsal cara heftemîn pêşangeh bi navê Ji Ku Heta Ku tê lidarxistin. Pêşangeh ji bo bîranîna Mert Serçe, Boysan Yakar û Zelîş Deniz ên ku par di meha Îlonê de canê xwe ji dest dabûn, wê were lidarxistin. Di navbera 20-26ê Hezîranê de her roj navbera saetên 13:00-18:30an de wê pêşangeh bo ziyaretkirinê re vekirî be.

Dayîna Xelatên Bacanên Hormankirî di 23ê Hezîranê de ye

Xelatên ku ji homofobî û transfobiyê re tê dayîn, wê îsal jî di 23ê Hezîranê de cara li Navenda Çanda Şişliyê cara 12. were dayîn.

Durişm: ‘Em rêxistî dibin’

Komîsyona Hefteya Rûmetê derbarê diyarkirina durişmê de wiha gotin:

‘Em bi dilekî xemdar û bi hêzeke xurtir ji bo têkoşînê dest bi 24. Hefteya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê dikin. Em li hemberî gelek tehdîtan ve rûbirû ne, lê ew qas jî ne tenê ne. Em li her deverê dinyayê, Tirkiyeyê; li her kolanên Stenbolê têkoşîna xwe bilindtir dikin û hevgirtiya xwe zêdetir dikin. Ji ber vê yekê durişma xwe ya îsal wekî ‘Em rêxistî dibin’ diyar kir.

‘Ji bo rizgarbûna ji vê tariyê yek rê heye û ew jî berxwedan e û em jî vê yekê dizanin. Em dizanin ku rizgarî bi tena serê xwe nabe. Hem dizanin ku azadî bo me hemû yan e. Em ji bo jiyaneke bi rûmet rêxistî dibin.’

‘Em ne ji rûmeta xwe ne jî ji têkoşîna xwe dest bernadin. Em dê her tim serbilind bin. Em li Kolana Ulkerê, li Eryamanê, li Orlandoyê ne. Em li her derê li dijî transfobiyê û homofobiyê ber xwe didin. Em beriya hemû qanûn, nîzam, pirtûk û çekên we yên çêkirî hebûn, em her tim li vir bûn û em dê her tim hevgirî bin. Dinyayekî bêyî me nîne û nabe jî. 24. Hefteya me ya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê pîroz be.’

(ÇT/YO)

ji Bîanet

[ku] Ger tu tûne bî em yek kêmin!

Îsal em jî tevlî meşa rûmete dibin, lê bi awayekî cûda, ji ber kû rûmet berxwedane, Pride means Resistance. Ji ber wî emê wekî komên queer-feminist, kesên kû dijî nijadparezî ne û wekî koçberan, eşkere bibin, bên bihîstin û bi pirzimanî bibin.
Ne têne dijminî li ser hevzayend û transeksûelan jîyana me dijwar dike, em ji ber nêrînen xwe yen sîyasî jî tên êşandin. Mînakî kesên kû ji ber hevzayend-, transeksûel- û înterseksûelbûna xwe nikarin bi mirovî bijîn, penabertî ji Nemsay (Awistirya) re dixwazin. Lê rewşa wan ji alîye sazîyen vir ve bi piranî wekî sedemekî têr ji bo penabertîye naye qebûlkirin. Weki din jî di pêvajoya qebûlkirina penabertî de ji bo kesên kûîr pistgirî tûne ye. Mînakî xanîyekî li gor îhtiyacan û ne bi armanca îzolekirin be. Û ne têne sazîyen vir, civak bi xwe jî pir caran nijadperest e.
Me hîn qala her tişt nekir! Emê heta kû tû derê cîhane pevajoyekî bi nave (xwe vekirin) nemîne, berî xwe bidin. Wê deme edî hevzayend, transeksûel, înterseksûel yan jî kûîr bûn wê nabe pêkbûne kû, mirov li ser welwele çêbikî. Dive nasnameyên zayendîyên cûda bi wekhevî bên qebûlkirin, herkes bikarîbe nasnameya zayendîye xwe hilbijerê û tû zordarî li ser wî mijar nebe. Em tim xwe pêşdixin, ji ber ku polîtîkaye kûîr ne polîtîkayek monîst (tekparez) e. Em dizanin kû pirsgirêka nijadperestî, karkerîya sex, xizanî û pir tiştên din giredayî hevin û sedema wan nezikî hevin.
Berî her tiştî em bi meşa rûmete dixwazin kêf ji hev bigrin, hev çêtir nasbikin û nifşên cûda yê evîne derxînin hole.

Êrîşkarê Orlandoyê, berê serdana Erebistana Siûdî kiribû

Berdevkê Wezareta Derve ya Sîûdiyê Mensûr Tirkî ragihand, welatiyê 29 salî yê Amerîkayê yê ku li Afxanistanê ji dayik bûye, Omer Metin ji bo ‘umre'yê di meha Adara 2011an, ji bo deh rojan serdana Erebistana Siûdî kiribû. Herwiha di sala 2012an de serdaneke bi heman awayî pêk anîbû.
Herwiha Metînê ku ji aliyê Nivîsgeha Lêkolînên Federal a Amerîjayê (FBI)ê 3 caran lêpirsîn pê re hatibû kirin, ji ber ku di yek ji mezintirîn şirketên ewlehiyê G5Sê de dixebitî, destûr ji bo rahiştina çekî wergirtibû.
Li gel ku bavê wî diyar kiribû ku Metin piştgirî dida Talîbana Afxanistanê lê biyet ji DAIŞê re kiribû, jina wî ya berê dibêje ku "aqilê wî çelq" bû loma wiha kiriye.

DAIŞ li Orlandoyê hember LGBT komkujî pêk anî

Li Amerîkayê li dijî klûba LGBTÎyan bi navê Plûse Clûp a li Florîdayê êrîşa çekdarî pêk hat. Di encamê êrîşê de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, 53 kes jî birîndar bûn. 

Li bajarê Orlandoya eyaleta Florîda ya Amerîkayê li dijî klûba LGBTî êrîşa çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyan di êrişê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûne. Hat zanîn ku êrîşker li klûba Pulseyê hinek kes dîl girtine. Her wiha hat zanîn ku kesê êrîş pêk aniye Omer siddik Metîn (29) yê Afganî ye. Buroya Lêpirsînê ya Amerîkayê (EBI) bi gumana êrîşa "Terorê" lêpirsîn da dest pêkirin.

Hat zanîn ku komkujî ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hatiye.

ji JINHA 

Li Amerîkayê li dijî klûba LGBTÎyan êriş: 50 kuştî, 53 kes jî birîndar bûn

Li Amerîkayê li dijî klûba LGBTÎyan bi navê Plûse Clûp a li Florîdayê êrişa çekdarî pêk hat. Di encamê de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, 53 kes jî birîndar bûn. Polêsan ragihand ku êrişkar hatine kuştin.

Orlondo — Di encama êrişa li dijî klûba LGBTÎyan ya bi navê Plûse Clûp a li Florîdayê ya Amerîkayê de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, 53 kes jî birîndar bûn. Polêsan ragihandin ku êrişkar hatine kuştin. Buroya Lêpirsînê ya Amerîkayê (EBI) bi gumana êrişa "Terorê" lêpirsîn daye destpêkirin.
Li bajarê Orlandoya eyaleta Florîda ya Amerîkayê li dijî klûba LGBTî êrîşa çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyan di êrişê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûne. Hat zanîn ku êrişker li klûba Pulseyê hinek kes dîl girtine. Hat zanîn ku êrîşkarê Afganî yê 29 salî Omer Siddik Metin êriş pêk aniya û di şerê li dijî polisan de hate kuştin.

ji Sputnik