Ciwan Amed bû platforma pêşniyaz û rexneyên ciwanan

24.02.2014

Çalakiya Ciwan Amed a ku ji aliyê BDP’ê ve hat organîzekirin û ligel ciwanan namzetên hevserokatiya Şaredariya Mezin a Amedê jî tê de cî girtin, li Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de ji aliyê ciwanan hin proje hatin pêşkêşkirin û polîtîkayên heyî yên rêvebiriyên lokal ên BDP’ê hatin rexnekirin. Di çalakiya ku di 8’ê Sibatê de li Navenda Çandê ya Cegerxwîn hat li dar xistin de gelek endamên rêxistinên sivîl û kesên ji emrên cûda ku bi mijarê re eleqeder dibûn jî beşdar bûn.

Piştî axaftinên kurt ên namzetên hevserokatiya şaredariyê Gultan Kişanak û Firat Anli, çalakî bi pêşkêşkirina projeyên ku ji aliyê ciwanan hatibûn amadekirin, berdewam kir. Ciwan, projeyên xwe bi axaftin û nîşandayina slaytan pêşkêş kirin û li gorî dîtinên xwe ji bo pirsgirêkên bajêr li çareseriyan geriyan. Di vê beşê de proje hem li ser navê komeleyan û hem jî bi awayekî şexsî ji aliyê ciwanan hatin pêşkêşkirin. Di dema pêşkêşkirina projeyan de namzetên hevserokatiya şaredariyê, ji bo di dema hevserokatiya xwe ya şaredariyê ya piştî hilbijartinan de van projeyan binirxinîn, not nivîsandin.

Projeyên ciwanan wiha bûn: Çandiniya organîk û avakirina serayan, hilberîna şitilan, avakirina pirtûkxaneya bajêr û navenda etudê, avahiyên ji bo mayina xwendekaran, bikaranîna enerjiya royê, danîna daran û çêkirina riyên bisikletê.

Di beşa duyemîn a çalakiyê de beşdar pêşniyaz û rexneyên xwe yên ji bo polîtîkayên lokal ên BDP’ê anîn ziman. Hin ji van rexneyan wiha bûn:

Şaredarî û ziman: Pêwîstiya roleke aktîf a şaredariyê ya ji bo ferzkirina duzimanî li her saziyan hat destnîşankirin. Herwiha hat gotin ku divê şaredarî di afîş û reklaman de bêtir cî bide zimanê kurdî.

Şaredarî û rant: Ciwan anîn ziman ku di salên dawî de bi mezinbûna sektora avahîsaziyê ranta îmarê zêde bûye û divê pêşî li ber vê bê girtin. Li aliyekî din, hat pêşniyaz kirin ku kafeyên li parkên şaredariyê ji şexsan bêN girtin û li vir ji bo ciwanan îstîhdam bê avakirin.

Şaredarî û venêrîn: Ciwan diyar kirin ku di warê venêrînê (kontrol) de gelek kêmasiyên şaredariyê hene û daxwaz kirin ku her beşê şaredariyê di qada xwe de karê xwe yê venêrînê pêk bîne.

Têkiliyên bi gel re: Hat eşkerekirin ku şaredarî bi tenê di dema hilbijartinê de diçe serdana gel û pêşniyaz hat kirin ku bi awayekî perîyodîk van serdanan bên kirin.

Têkoşîna bi tilyakê re: Ciwan diyar kirin ku bikaranîna tilyakê her ku diçe di nava ciwanan de pêş dikeve û bi armanca pêşîgirtina vê, divê tevlî gel li dijî kesên hilberîna tilyakê dikin û kesên wê difiroşin têkoşîn bê kirin. Herwiha ciwan ji şaredariyê daxwaz kirin ku di bin banê şaredariyê de saziyeke têkoşîna li dijî tilyakê bê amadekirin.

Azadiya LGBT: Aktîvîstên LGBT anîn ziman ku di demên dawî de kuştinên jinê û îzolebûna endamên LGBT’ê ya ji derdora xwe zêde bûye. Aktîvîst ji şaredariyê daxwaz kirin ku buroyên biçûk ên şêwirmendiyê, xaniyên parastinê ya ji bo jinê û ji bo vê derdorê bê avakirin.

ji infoWelat

Di nav namzetên İraqê de homoseksuel û laşfiroş hene

Îltifat Hesen (Bexda): Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê 317 namzet ji hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dûrxistin, di nav wan namzetan de homoseksuel û laşforiş jî hene.

Di vê derbarê de Serokê Îdareya Hilbijartinan di Komisyonê de Miqdad El-Şerîfî ji BasNewsê re got: “Dosyayên tawanên namûsê yên 69 namzetan gehîştin dest me, herwiha 228 dosya ji aliyê desteya lêpirsîn û dadweriyê ve jî gihan me, lewma me ew namzet ji hilbijartinan dûrxistin û me daxwaz ji fraksyonên wan kir ku navên din li cihê wan kesan diyar bikin.”

Miqdad El-Şerîfî da zanîn ku komîsyon dê navê wan namzet û lîsteyên wan ji medyayê re neyên aşkere kirin û got: ‘‘Komisyonê bi nivîsên fermî ew namzet û lîsteyên wan agehdar kirine.’‘

Ji aliyekî din ve çavkaniyekê ji nav komisyonê ji BasNewsê re got dosyayên ku li ser navê wan namzetan gehiştine destê wan cor bi cor in wek tawanên kuştinê, teror, dizî û firotina şûnwaran, saxtekarî, rişwet, destdirêjî, laşfiroşî, homoseksuel û diziya pereyên dewletê.”

ji BasNews