Çand

Alaya keskesorê

Alaya keskesorê ya nuha
Şeş bendik (1979–hîn)
Heft bendik (1978–1979)
Heşt bendik (1978)
 
Alaya keskesorê, alayek ji bendikên reng û rengên keskesorê pêk tê. Gelek sêwiranên alaya keskesorê pergala kevneşopî ya rengên sor, tirincî, zer, kesk, şîn, şîna nîl û binefşî bikartînin.
Bikaranîna alaya keskesorê kevneşopiyeke gelek kevn e. Li dinyê gelek çand ji ber wateyên çeşîtdarî, hemûgirî, hêvî û arezû wê bikaranîne. Îro gelek alayên keskesorê ya bi têkiliyên wan bi hev re tune ne, tên bikaranîn. Lin av wan de ya herî navdar alaya keskesorê ya meşa rûmetê ye. Alaya aşitiyê jî, bi taybetî li Îtalyayê berbelav e û nişaneya piştevaniya navnetewî ye. Alaya keskesorê ji aliyê xelkê Andê ve ji bo nimandina mîrata Împeratoriya Înkayê û tevger û têkoşînên gelê Andê tê bikaranîn.[1]

Naverok

Dîrok

Ji bo civaka LGBT cara yekem a bikaranîna alaya keskesorê di sala 1978an de li kêliya Meşa Azadiya Gey û Lezbiyenên San Francisco bû. Hunermend Gilbert Baker a San Franciscoyî ji nîşaneyiya tevgerên hevwelatîbûna zenciyan û têkoşînên hîpiyan îlham girt û ji bo her sal li meşa rûmetê bê bikaranîn alaya keskesorê sêwirand.[2]
Baker û 30 minêkar ji bo meşê du prototîpa mezin a alaya keskesorê bi desten xwe dirût û boyax kirin. 8 bendikên alayê hebûn û rengên wan ji hev cuda bûn û her reng aliyekê civaka hevzayendan temsil dikir. Sor jiyanê, tirincî başbûn û pêşketinê, zer tavê, kesk xwezayê, şîna nîl aheng û guncaniyê, binefşî manewiyatê, şînê vekirî hunerê û pembeya çirt zayendiyê temsîldikir.
Baker ji bo sala 1979an bê bikaranîn ji bona hilbirîna serî ser li Şîrketa Alayê ya Paramountê da. Ji ber ku şînê vekirî û pembeya çirt li piyasayê nedihat dîtin ji rengên alayê hat derxistin. Ev alaya nû ya ji şeş bendikan pêk dihat, ji San Franciscoyê bajarên din belav bû û di demekî kin de bû sembola bîrbûn û çeşîtdariya hevzayendan. Bi riya fermî ji aliyê Kongreya Çekerên Alayê ya Navnetewî ve hat naskirin. Di sala 1994an de li meşa 25. a Stonewallê alaya keskesorê ya 9 metre firehî û 1,9 kîlometre dirêjahî ji aliyê 10 hezar kes ve hat kişandin.[3]

--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 

Sêgoşeya pembe

Sêgoşeya pembe
Sêgoşeya pembe (bi almanî Rosa Winkel)[1] yek ji nîşaneyên navdar û herî populer a çanda LGBTyan e û di serdema Şerê cîhanî yê duyem de Naziyan vê sembolê dabûn geyên li girtîgehê ku ji ber hevzayendbûnê hatiye girtin. [2][3] Di navbera 1933 û 1945an de 100.000 mêr ji ber şibha [hevzayendîtiyê hatiye girtin û ji wan 50.000 bi rêya fermî hikm xwarine. [4] Aliyên din mecbûr dabûn ku lezbiyenan jî sêgoşeya reş bi kincên xwe kin.
Îro di meşa rûmeta geyan de sembolên ku yên herî populer sêgoşeya pembe û alaya keskesorê ne.[5]

Naverok

Dîrok

Cûreyên sêgoşeyan ku li kampên civînê ji bo mahkûman bixwekrin macbûr bû.
Dîroka sêgoşeya pembe berî serdema Şerê cîhanî yê duyem, bi desthilatdarbûna Adolf Hitler destpê dike. Di 1935an de benda 175. a têkiliyên hevzayendîtî qedexe dikir, hat bikeyskirin û wekî qedexekirina maçîkirin, himbêzkirin, tevger û fanteziyên hevzayendîtî bihewîne, hat berfirehkirin. (Ev ben li Almanyaya Rojava heta di 1969an de di meriyetê de ma.)
Kesên ku ji ber vê bendê hat tawanbar kirin di navbera 1937 û 1939an de nêzîki 25 hezar kes, berê hat têxistin girtîgehê piştî hat şandin kampên civînê. Cezayên wan hişkkirin bû û metoda sepanê jî xedimkirin bû. Di sala 1942an de Hitler vê cezayê guherand îdamê.
Mahkûmên li kampên civînê mecbûrbûn ku sêgoşeyek sedema girtina wan aşkere dikir, bi kincên xwe kin. Ev nîşaneyan hiyerarşiya li nav mahkûman jî pêk dianî. Kesên ku sêgoşeya kesk bi xwe dikin mahkûmên sucdara adî; sêgoşeya sor bi xwe dikin mahkûmên siyasî bûn. Du sêgoşeya ku li ser hev du dişibiya stêrka Dawid, sembola Cihuyan bû. Sêgoşeya pembe yên hevzayendan bû. Du sêgoşeya pembe ku li ser hev du buya û dişibiya stêrka Dawid ên hevzayendên Cihû bûn ku di hiyerarşiyê de yê herî ketî ew bûn.[6]
Ji mahkûmên hevzayendan re di kampên civînê de karên herî giran dihat dan; ji xêndî karê ew rû bi rû êrîşên tundî û zayendiyê dihatin ku ji gardiyan, nobedar û mahkûmên din ve dihat kirin. Her çiqas hejmara giştî yên mahkûmên hevzayendan bi xweşî nayê zanîn jî li gorî qeydên fermî yên Naziyan a di navbera 1940-1944an de qal 10 hezar mahkûmên hevzayendan dikin ku li gorî zanyaran ev hejmar ji rastiyê gelek dûr û kêm e.[7]
Tê îdîakirin ku mahkûmên hevzayendan bi gişî nehat şandin Auschwitzê, lê tê zanîn ku li vê kampê xêndî Cihûyan hevzayendan jî hat qatilkirin. Tê texmînkirin ku di serdema naziyan de li dora 50 hezar gey û li dora 10-25 hezar lezbiyen hat kuştin.[8] Di 2002an de hikumeta Almanya ji ber kuştinên sistematik a hevzayendan, ji civata geyan lêborîn xwest. [9] Di sala 2005an de Parlemena Ewropa Holokostek zilmên li ser hevzayendan jî dihewîne, pejirand.[10]

Sembolbûn

Komên azadîxwazên LGBT di salên 1970an de sêgoşeya pembe di nav tevgera mafên LGBTyan de anîn rojevê.[11] Ji bo balkişandina li ser tundî û cezakirinên bêheqî hat bikaranîn. Di 1980an de AVT UP (AIDS Coalition to Unleash Power – Bo aşkere kirina qewetê Koalîsyona AIDSê) di nav bultenên xwe de destpê bikaranîna sêgoşeya pembe kir. [12]
Îro sêgoşeya pembe ji bo gelek kesan nîşaneya bîr û piştevaniya hevzayendan e. Xêndî van wateyan nîşaneya destûr nedan bo komkûjiyeke din e jî.

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Meşa Rûmeta Gey

(Ji Meşa rûmetê hate beralîkirin)
Alaya keskesorê di sala 1978an de cara ewil li Meşa rûmetê ya San Francisco hat bikaranîn. Hunermend Gilbert Baker wê sêwirandibû. Sor jiyanê, tirincî başbûn û pêşketinê, zer tavê, kesk xwezayê, şîna nîl aheng û guncaniyê û binefşî manewiyatê temsîldikir.
Meşa Rûmeta Gey (bi îngilîzî Gay Pride), navê tevayiya merasim, xwepêşandan û çalakiyên ku ji aliyên kesên LGBT û kesên ku piştgirî didin xûrtkirina mafên kesên LGBT ye. Gelemperî di dawiya meha hezîranê de li salvegera Serhildana Stonewallê ku di sala 1969an de pêkhatibû, tê lidarxistin. Ev meş li nav civaka LGBT de wekî meşa rûmetê ya geyan an jî meşa rûmetê ya LGBT jî tê binavkirin. Rûmetê ku tê qalkirin, rûmeta ew kesê/î ye ku ji hebûna xwe û ji kesên LGBTbûnê fedî nake.

Meşa Rûmeta Gey li nav kurdan

Her çiqas li Tirkiyeyê ji aliyê çend saziyan ve ji bo banga tevlîbûna meşa rûmetê metnên kurdî jî hatibe belavkirin[1][2] heta nuha li bajarên Kurdistanê meşa rûmetê nehat lidarxistin. Aliyê din parlementerên BDP[3][4] û HDPê[5] ku wekî partiyên kurdan tê hesibandin û pênaskirin, piştgirî dan/didin[6] meşa rûmetê û tevlî Meşa Rûmetê ya Stembolê bûn û pîroz kirin. HDP wekî partî ji bo hefteya rûmetê ya 2015an daxûyaniyek bo raya giştî qala piştgiriya xwe ya mafên LGBT kir.[7]

-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Gay village

Gay village li Le Marais, Parîs
Gay village li Schöneberg, Berlîn
Gay village li Soho, London
 
Gay village (bi kurdî gundê gey, navên din ên îngilîzî gay neighborhood, gayvenue, gay ghetto, gaytto, gay district, gay mecca û gayborhood) cihên ku bi gelemperî kesên LGBT lê dijîn[1] an jî sazî, dam û dezgehên ku ji kesên LGBT re xizmet dikin, lê hene. Cara yekem di salên 1960an de li Amerîkaya Bakur ji bo cihên ku kesên LGBT lê dijîn, hatibû bikaranîn. Gundê geyan bi gelemperî ji bar, dîskotek, meyxane, pûb, kabare, hemam, restoran, butîk û pirtûkfiroşên[2] ku hogir û hevalên geyan pêktên.[3] Kesên LGBT li vê deran xwe bi hêsanî û baştir bi azadî vedibêjin. Gundê geyan bi gelemperî li derê cihên ku sinifa karkeran bicihbûne yan jî derê bajêr hatiye avakirin.[4]

Li Amerîkayê Gay village'ên navdar

Rêz Parêzgeh Rêjeya
LGB
li Parêzgehê
Gelheyê LGB
hejmar rêz
1 California 5.2% 1,338,164 1
2 Florida 4.6% 609,219 2
3 New York 4.2% 592,337 3
4 Texas 3.6% 579,968 4
5 Illinois 3.8% 345,395 5
6 Ohio 4.0% 335,110 6
7 Pennsylvania 3.5% 323,454 7
8 Georgia 4.3% 278,943 8
9 Massachusetts 5.7% 269,074 9
10 Washington 5.7% 266,983 10


---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------