Em weke grûp nawêrin beşdarî Pride bibin


30.06.2013

Festîvala Sockholm Pride, festîvala vekirî ya ji bo kesên homoseksuel, bîseksuel û transeksuel û herweha her kesê piştgîrîya wan dike û dostê wan e sal bi sal binavûdengtir dibe û beşdarîya tê de bi kêf û şahîyê ve tên girêdan. Lê hîna jî hene yên nawêrin vekirî tê de beşdar bibin wekî Ardeshir Bibakabadi, ew hem homoseksuel e û hem jî musilmanekî oldar e.

Îro roj ne take kes lê herweha rêxistin, partîyên cuda, siyasetmedar û dezgehên dewletî beşdarbûna di festîvalê de wekî serbilindahîyekê dibînin. Lê li hêla din hîna jî kesin hene ku bi cidî û bitirs li beşdarbûna di vê festîvalê de dinerin û eşkere nawêrin bêjin yan diyar bikin ku ew homoseksuelin.

Ardeshir Bibakabadi yek ji wan e, ew homoseksuel e û musilmanekî oldar e. Bibakabadi dê wekî serokê rêxistina Homan ya piştgîrîya kesên homo, bî û transseksuel (HBT) ji welatên ev meylên cinsî di wan de qedexe ye dike, beşdarî festîvalê bibe:

-Bibakabadi dibêje beşekî taybetî di festîvala vê salê de tenê bo kesên HBT ji kokên biyanî dê tune be û ne jî di merasîmên xwenîşandana festîvalê de jî ya jê re dibêjin Pride parad. Wê ew bi serê xwe beşdarî merasîma festîvalê dibe. Li gor wî eger ew wekî grûpeke diyarkirî beşdarî merasîmên festîvalê bibin dê misoger tûşî êrîşan bibin û ji ber wê yekê ew nawêrin.

Eger 40 yan 50 kesên musilman yan kesên din yên biyanî li Swêdê bêjin em azadîyê dixwazin, em mafê xwe dixwazin, wê demê yan dê biyanîyên din yan jî grûpa nazîyên nû êrîşî me bikin. Rêxistina Homan di bêhtir 10 salan de wekî rêxistineke îdeel û dilxwaz çalak e û ev di sê salan de pereyên fermî jî werdigirin.
Ardeshir yê ji 1985 de ji îranê hate Swêdê nuha kar di vê projeyê de wergirtîye ji alîyê şaredarîya Göteborg ve. Ew dibêje derîyên rêxistina Homan bo her kesî vekirîye, lê ew bi xwe giranîyê datînin ser biyanîyên nû hatine bo Swêdê û ew kesên ku musilmanin.

Eger yek homoseksuel be û ji rojhilata navîn be kare di rewşeke dijwar û xeter de be, her li Swêdê bi xwe jî li gor Ardeshir. Bi navê namûs û şerefê ew kes karin tûşî gef û tehdîdan bibin ji alîyê malbata xwe ve, lê ne tenê ev, piranîya caran mirov bi xwe re dikeve nakokîyê de:

-Mirov çand û adetên xwe yên kevin, çanda matço ya hişk û mêrane bi xwe re tînin Swêdê û li çanda homoseksualîyê wekî çandeke rojavayî û ewrûpî tên nerîn û ne çanda me ye. Gelek kesên ku ji welatên din tên Swêdê mecbûr dibin jiyaneke bi du rûyan bijîn.

Ji ber vê yekê , Ardeshir dibêje, hebûna vê rêxistinê gelekî giring dibînim, da ku em xwuya bin, ku em jî hene û nabe bi çavekî kêm li me bên nerîn.
Rêxistina Homan dê di festîvalê de hewil bide agahdarîyê derbarê karê rêxistinê belav bike, wekî nimûne belavkirina agahîyên giştî derbarê nexweşîyên cinsî û pêşkêşkirina piştgîrîyê di rewşên tecawizîya bi navê namûs û şerefê de. Û di festîvala vê salê de, Ardeshair bi hêvî ye ku şîroveyên balkêş li dar bikevin, lê hêvîyên wî ne zêde mezin in ji ber li gor nerîna wî li Stockholmê giranî bêhtir tên danîn li ser wan yên ji berê ve rêya xwe nas kirine û ne ew yên bi pêwîstîya alîkarî û piştgîrîyê ne.

-Stockholm Pride bûye festîvaleke bazarî. Heqê derbasbûna parka pride gelek e. Ne wekî welatên dine, wekî Almaniya yan Fransa yan jî Köpenhamnê, ya mirov bê heq û pere kare derbas bibe. Ev festival jî berê xwe tenê dide wan yên ji berê agahdarkirî ne, yên ji berê ve homoseksuelin û derbasî civakê bûne. Lê ne bo wekî nimûne biyanîyên nûhatî ne yên ne xwedan pere û malin.

Ardashir dibêje ez bi xwe festivala Stockholm Pride ne wekî karekî nimûneyî dibînim bo ku mirovan bigihînin hev û alîkarîya  hemûyan bikin.
Berê Ardashir bi xwe di tirs, nikûlî û inkar kirinê de dijîya. Bo ku rastîya xwe eşkere neke di demeke dirêj de bi jinekê re zewicî bû. Lê nuha ew eşkere meyla xwe ya cinsî diyar dike. Herçend ew tuşî gef û tehdîdên kuştinê bûye jî her daxwaza wî bo wekhevîyê û mafê mirovî wenda nebûye:

-Di hemû salên ku min di vê rêxistinê de kar kirîye û pirsên girêdayî bi musilmanên homoseksuel ve, gelek rêzgirtin ji min re hatîye pêşkêş kirin. Ji ber min diyar kirîye ku karê ez dikim ji dil e û ez ji mirinê natirsim. Bawerîya min bi xwedê tê û ez bawerim ku ez parastîme. Û mebest û peyamên min dixwest bigihînim, min gihandîye û belav kirîye.

ji Radypya Swêdê

Doza R.Ç yê ku ji ber hevzayend bû hat kutşin, pêk hat

 28.06.2013

Li Amedê kesê bi navê R.Ç yê ku bi hinceta hevzayendbû ji aliyê bav û apên xwe ve hat kuştin, doza wî taloqê 15’ê Tebaxê hat kirin.
R.Ç yê 17 salî ku li Amedê ji aliyê bav û du apên xwe ve bi hinceta hevzayend bû hat kuştin, 11’emîn danişîna doza wî li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Ji bersûcên girtî Şeyhmus Ç, Mehmet Alî Ç û Metîn Ç û parêzerên wan tevli bûn. Wekîlê Komeleya Xebatên Perwerdehiya Eleqeyan Zayendî ya Nasnameya Zayendê ya Polîtîkayên Civakî, Firat Soyle, endamên LGBT ya Kesk Sor û LGBT ya Hebûn û hevalên R.Ç danişîn temaşe kirin. Di runiştina yekemîn ya danişînê de merciya îdiayê di celseya berê de mutalaya xwe ya der barê girtina bersucan de dubare kir. Piştî mutaalya dozger, ji  dayika R.Ç, Gulten R.Ç der barê mutaalayê de nêrîn hat pirsîn. Gulten Ç daxwaza berdana hemû bersûcan xwest. Parêzer Sînem Çîçek û Firat Soyle jî  daxwaz kirin ku divê kêmasiyên ewraq û îmzeyên dosyayê bê temamkirin û her wiha rewşa girtina bersûcan bidome. Parêzerên bersûcan der barê mutaalaya dozger de îdia kir ku di dosyayê de ji ber ku delîlên têr tune divê bên tahliyekirin.
Di dema danişînê de parêzera R.Ç Sînem Çîçek dema bi parêzeran de diaxivî rastî êrîşa bi gotin a dayika R.Ç, Gulten Ç hat.  Heyeta dadgehê biryara girtina bersûcan da û danişîn taloqî 15’ê tebaxê hat kirin.

ji ANF

Temaya Hefteya Rûmetê ya 21emîn : Berxwedan


Tevgera lezbîyen, hemcînsbaz, bîseksûel û zayendguheriyan li Tirkiyê nîzê 20 salên didome xwe li paş hişt. Di nava vî 20 salê de tevger, him di nava xwe de him jî bi tevgerên civakî yên din re berberî, jihevcudabûn û dijberiyan jiyane. Ji aliyên din ve jî bi wan re piştgiriyê kir, hevgirtin sazkir û bi girse bû.
Sala par li Stenbolê di ‘’Meşa Rûmetê’’ de em 20 hezar kes bi hev re meşiyan. Di meşê de tiştê ku me biheve dikir, hebûna me ya nasnameya cînsî û arasteyiya (berpêya) me ya cînsî bû.
Îro him li arenaya herêmî û him jî li ya navneteweyî cihê ku em gihîştinê bi her awayî em dibin şahîdê hebûna LGBT’ê û rêbaza berxwedanê.
Pêşiya her tiştî ji aliyê rayedarên dewletê ve em nexweş jirêderketî, biguneh û biqebehet tên nasîn. Di civakê de dema me daxwaza wekheviyê jî dianî ziman ev jî berxwedaneke berçavan bû.
Derketina me ya bi daniştina ‘’Evîn Rêxistin e’’ ye, li dijî zewacên malbatî yên heteroseksûel ji xwe berxwedanek bû.
Ji zaroktiya xwe heya zanîngehê derketina li dijî zilm û zora ji zaroktî heya zanîngehê û heya jiyana Xebatê jî berxwedanek bû.
Oda me yê razanê, fantaziyên me û evînên me berxwedanek bû. Derketina me ya li dijî îradeya ku bi kuştina zayandguheriyan û hemcînsbazan tu tevdîran nastîne, ceza nade û yên ku mafên wan kesên ku tên kuştin diparêzin dixe binçav jî berxwedanek bû.
Me îsal biryara ‘’Berxwedan’’ ê da, ji bona Heftiya Rûmetê ya Stenbolê ya 21 ê. Çalakî di navbera 24-30’ ê Pûşpera 2013’an de were lidarxistin.
Werin di tekoşîna me ya sala 21’an de em hemû heval û hogir û heya yên ku em dijberî hev in jî, tev bi hev re berxwedan, coş û dilxweşiya xwe bi pêş ve bibin, ji her demê zêdetir û bi dengekî berztir têkoşîna xwe bidominin.

ji  onurhaftasi.tumblr.com

Di dibistanan de jî cîwanên homoseksuel tên cuda kirin


16.06.2013

Cîwanên homoseksuel, transeksuel û bîseksuel ku dibin hedefa mesela namûsê, ne wek kesên heteroseksuel alîkarî digirin. Eva li gor raporekî ku ji alîyê Federasyona wekhevîya cinsîyetan, RFSL ve hatîye amade kirin.
Emelî Mire Åsel berpirsîyarê federasyonê ye.

– Tişteka ku em dibînin, di bingehîyê de eynî pirsgirek heye. Yanê şiddet û kontrol kirin eynî ye, bê girêdayî ku meriv homoseksuel be yan na. Lê di derbarê kesên homoseksuel de hinek taybetê balkêş hene. Wek nimûne dema ku kesên homoseksuel ji bo alîkarîyê diçin cem mamostekî, ji mamoste, wek yên hetoreseksuel, bersiveke pistrast nagirin. Yanê dema ku meriv homoseksuel be meriv bi awayekî ciddî nayê pêşwazî kirin, dibêje Emelî Mire Åsel .

Federasyona wekhevîya cinsîyetan di navbera 3 salan de bi piroja di derbarê kesên homoseksûel û mesela namûsê de kar dike. Karê wan di derbarê perwerdê û li rê birina malpereke înternetê bi navê hbtheder.se ye, ku tê de, kesên ji alîyê malbatên xwe, yan jî ji alîyên din dibine hedefa zordestîyê, şîddetê û tehdîdê, dikarin bi kesên wek xwe re têkilîyan daynin û alîkarî bigirin.

Wek parçeyek ji karê xwe naha federasyonê, ji bo rewşa kesên homoseksuel, ku ji ber pirsgireka namusê zordestî lê dibe, derkeve holê, raporek  amade kirîye. Eva jî bi rîya cîwanên ku federasyonê bi sedemêm kar, pê re têkilî danîye, çêbûye.

Gere kesê ku bi cîwanên homoseksuel re kar dikin, di derbarê van pirsgirekan de bêtir werin perwerde kirin, dibêje Emelie Mire Åsell, berpirsîyarê federasyonê.     

Di raporê de nimûnek heye. Ji kesekî cîwan re tê gotin ”gere tu bizanibî ku homoseksuelbuna te ji dê û bavê te re tiştekî gelek zehmete”. Bi vê bersiva personala dibistanê jî berdewama şîddetê li hember vî kesî dibe. Ji bilî wî jî, heger ku tu mêrivekî homodselsuel bî, dîtina xanîyekî veşartî jî ji te re gelek zehmet e, dibêje Emelie Mire Åsell.

Li gor raporekî ku du sal berê ji alîyê Daîreya cîvanan- Ungdomsstyrelsen ve hatibû amade kirin de jî, laşsaxîya cîwanên homoseksul li gor yên din pir xerab e. Bi taybetî jî laşsaxîya psîkolojîk.

Di vê rapore de nîşan dide ku, ji çar cîwanên homoseksul yek xastine ku xwe bikujin.

Ji 5 kesan yek, di navbera 16-25 salî de, ji alîyê dêûbavên xwe, hevalên xwe, yan jî kesekî din di nêzîkîya xwe de bune hedefa şiddeta fîzîkî. Eva bi kesên heteroseksuel re qîyas, du car e.

Ji sedî 65 jinên homoseksuel, biseksuel yan jî trans, û ji sedî 48 kesên mêr, bi awayekî rûmet şikandin hatîne miamele kirin. Bawerîya gelek kesên homo, trans û biseksuel bi polês, daireya karî, lênêrînê, û xizmeta civakî nîne.

Bi taybetî di malê de rewşa kesên homoseksuel gelek xeter e. Bêxweşbînî, lêxistin û tehdît kirin ji bo van kesan di mal de bûyerên rojane ne. Di ecama van miamelan de gelek cîwan hewlê xwe kuştinê, zirar dayinê û neçêbikaranînê dikin. Li gor daîreja cûwanan berxeterbûna di heyata civakî de dibe sedemên laşxweşîya ne baş.  

Elektra, rêxistineke ku ji bo li hember girtina şiddeta namûsê kar dike, bi taybetî bi rîya projeja Sharaf hjältar och hjältinnor. Alan Ali jî di wir de kar dike. Ew jî buye şade ku her dem tê bawer kirin, kesên dibine hedefa şîddeta namûsê yên heteroseksuel in.   

– Ji ber ku di derbarê kesên homoseksuel de, di serî de fikrekî ne rast heye, xebata bi pirsgireka namusê re jî ne rast didomîne. Gelek kêm caran meriv difikire, dibe ku ev kesana homoseksuel in. Dibe ku ew kesa ji derva ve mêr e, lê di hîsê xwe de wek jin e. Di wir de kêmasîyên gelek mezin hene, yanê pirsên rast nayêne pirs kirin û herwaha çareserîyên baş jî nayên li darxistin.

ji Radyoya Swêdê

Nexweşîya cinsî Gonorré li Swêdê belav dibe

10.06.2013

Hejmarên kesên bi nexweşîya cinsî ya bi navê Gonorré dikevin li Swêdê zêde dibe. Berîya her tiştî di nav grûpa  keçên genc û mêrên homoseksuel de zêde dibe. Enstîtûya parastina vegirtinê, smittskyddsinstitutet ji ber vê pirbûnê nearam e, û bi taybetî jî ji ber ku ev baktêrîya her ku diçe xwe bêhtir ber dermanan radigire.

Hejmara rewşên newxeşîya Gonorré ji 951 rewşî di 2011 bû 1098 di 2012 de. li gor enstîtûya parastina vegirtinê, ev iltîhab ji nîva salên 1990 de her bêhtir dibe.
Ev nexweşî di nav mêran de zêdetir e ji nav jinan, û beşekî mezin ji vê encamê ew e ku nexweşî belav dibe dema mêr bi mêr radizê. Lê li gor enstîtûyê ev nexweşî her di nav grûpa gencên heteroseksuel de jî zê dibe.

jî Radyoya Swêdê

Karmendên dezgeha koçê tên perwerde kirin

 10.06.2013

Li gor ragihandinên rojnameya Dagens Nyheter, piştî balkişandina ji alîyê hikûmet û federasyona bo kesên hbtq ve, ango yên homoseksuel, bîseksuel û kesên trans (RFSL)  dê hemû beşên lênerîna mafê penaxwazîyê yê dezgeha koçê (Migrationsverket) ji nuha ve pisporekî xwe yê taybetî û perwerdekirî di warê kesên hbtq de hebe.

Dezgeha koçê dê herweha rabigihîne bê çawa ew kar dikin ji bo ewlekirina kvalîteya yasayî û hevfikîrîyê di biryarên ku girêdayî bi penaxwazên daxwaza mafê parastinê li Swêdê kirine ji ber meyla xwe ya cinsî ve.

ji Radyoya Swêdê

Jinên di bin siya şerîetê de di(na)jîn!

AMED - HÊZIL ROJDA
Aktîvîsta Lezbiyen û femînîsta Îranî Shadî Amîn bal kişand ser nêzîkatiyên şaş ê li hemberî takekesên LGBT û diyar kir ku li Îranê gelek takekesên LGBT'yî ji ber zexta civakê ya daxwaza xwe ya zayendî dinixumîne, yan jî bi huqûqa şerîetê tên kuştin. Amîn got, "Jinên Îranî bi awayekî wekhev nikare tevlî jiyana civakî bibin."

Femînîsta Îranî, aktîvîsta lezbiyen Shadî Amîn di sala 1980 de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî neçar ma Îranê biterikîne. Hînê li Elmanyayê dijî û der heqê mijarên cihêkariya zayendî, êşkenceya zayendî, zexta sîstematîk a li dijî Jinê li Komara Îslamî ya îranê, rewşa homoseksuelan lêkolînan dike. Di pirtûka wê ya bi sernavê Ghodrat va Lezzat (Hêz û zewk) de behsa rewşa homoseksuelên li Îranê dike û di heman demê de yek ji damezrînerên Komeleya Tevna Jinên Îranî (SHABAKEH) e û koordînatoriya Tevga Transeksuel û Lezbiyenên li Îranê dike.

Amîn yek ji beşdarên 1. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a li Amedê bû û ji ANF'ê re axivî.
Shadî Amîn da xuyakirin ku ji ber xebatên wê yên li partiyeke çep a Îranê neçar ma koçî Pakîstan, Tirkiye, Rojhilatê Elmanya û dûre jî Rojavayê Elmanyayê bike û diyar kir ku takekesên LGBT'yî ji ber nêzîkatiya li wan tê kirin neçar dimînin daxwaza xwe ya zayendî binixumînin.

"LI ÎRANÊ HOMOSEKSUEL GOTINEKE TABÛ YE"
Amîn da xuyakirin ku li Îranê homoseksuel gotineke tabû ye û destnîşan kir ku mîna li Tirkiyê li Îranê jî li hemberî takekesên LGBT'yî nêzîkatiyek çewt heye. Amîn got, "Di demên li Îranê de ez Lezbiyeke veşartî bûm. Û min difikirî ku ez xwedî pirsgirêkekê me. Wê demê min gotina Lezbiyen jî nebihîstibû. Û difikirîm ku homoseksuelî xwedî wateyeke neyînî ye."
Amîn axaftina xwe weha dewam kir: "Di 10-12 salî de tu zayenda xwe ferq dike. Malbata min malbateke azadîperest bû. Gava ez mezin dibûm, pîvanên zayendî li ser min ferz ne dikir. Ji ber vê yekê, min ji malbata xwe piştgirî stend. Min futbol dilîst, ajokarî dikir û difikirîm ku çawa ez ji mirovan (jinan) hez dikim, ew jî dikarin ji min hez bikin. Çawa jin ji mêrekî hez dike, bi heman rengî jin ji jinekê jî hez dike."

"JI BER PERGALÊ DAXWAZA MIN A ZAYENDÎ NIXUMANDIN"
Amîn bal kişand ser zextên civakî yên li ser takekesên LGBT'yî û diyar kir ku ji ber van zextan, daxwaza xwe ya zayendî dinixumînin. Amîn got, "Jinên ji min hez dikin, ji sedî 99'ê wan niha bi mêrekî re zewicî ne û xwedî malbatekê ne. Ew li gorî pîvanên civakê neçar man tevbigerin û hestên xwe nixumandin." Amîn destnîşan kir ku divê hebûna takekesên LGBT'yî bê qebûlkirin û ji wan re hurmet bê nîşandan.

JINÊN DI BIN SIYA ŞERÎETÊ DE DIJÎN
Amîn pirsgirêka jinên di bin siya şerîetê de li Îranê dijîn jî bi van gotinan tîne ziman: "Jinên Îranî nikarin bi awayekî wekhev tevlî jiyana civakî bibin. Mîna gelek jinên cîhanê di bin zextê de ne. Yek ji van zextên sereke jî nixumandina serê xwe ye. Jinên di temenê biçûk de tên zewicandin, mafên wan ên cihêbûnê (dest ji hev berdin) nîne. Mafê jinê yê mîrateyê nîne. Destûr ji mêr re tê dayîn bi çar jinan re bizewcie. Jin, bêyî destûra bav û mêrê xwe nikare pasaportê yan jî ehliyetê bistîne. Gava mirov van hemûyan dibîni, derdikeve holê ku jin weke takekes nayê qebûlklirin. Bav û mêr xwedî wî mafî ne, ku tevahiya jiyana jinê têxin bin kontrola xwe."

"WE ÇAWA XUŞK Û BIRAYÊN XWE YÊN HEVZAYEND JI BÎR KIRIN?"
Amîn der heqê 1. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a di navbera 31'ê Gulan û 2'ê Hezîranê de li Amedê pêk hat nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku ev konferans ji bo avakirina xeteke hevpar a têkoşînê girîng e. Amîn di axaftina xwe ya li konferansê de bi pirsa "We çawa xuşk û birayên xwe yên hevzayend ji bîr kirin?" beşdarên konferansê rexne kir û weha peyivî: "Homoseksuelî mijarake girîng e, lê li vir nehat axaftin. Nîqaş li ser azadiya jiyana mirovan nehat kirin. Ez dizanim ku li Amedê yekitiyeke xurt a LGBT heye, lê tevî ku bang li wan hatiye kirin, nehatine. Bêguman çima ji Tirkiyê, Fîlîstînê û welatên din takekesên LGBT'yî nehatin konferansê? Ev kêmasiyeke. Ji bo xwe-îfadekirinê derfet ji takekesên LGBT'yî re nayê dayîn. Eger di danezana vê civînê de der heqê hevzayendiyan de biryarek derkeve, wê gelekî girîng be."

ji ANF