Gey

Gey

Alaya keskesorê di sala 1978an de cara ewil li Meşa rûmetê ya San Francisco hat bikaranîn. Hunermend Gilbert Baker wê sêwirandibû. Sor jiyanê, tirincî başbûn û pêşketinê, zer tavê, kesk xwezayê, şîna nîl aheng û guncaniyê û binefşî manewiyatê temsîldikir.
 
Bêjeya gey' di ferhenga îngilîzî ya Oxfordê de “kesê/î hevzayend (gelemperî mêr)” hatiye ravekirin. [1]Gey, berê ji ber ku kêmasiya bêjeyeke pênaskirina hevzayendên mêr tunebû, hatiye bikaranîn û bere bere destpê nîşandana “kesê/î hevzayend”ê jî kiriye.[2]

Naverok

Bêjenasî

Gay

Jêderka bêjeya “gey” “gai” a fransî ye.[3] Bi eslê xwe ev peyv dihat wateyên “kêfxweş, xemok” û “bi rengê rojen, mirêsdar”ê.[4] Lê piştî salên 1960ê ji aliyê hevzayendên mêr ve ji bo nîşanî xwe hat bikaranîn. Di Ingilizî de wateya din a bêjeya gey ber bi hişk bûnê ve çûye.[5] Lezbiyen ji salên 1800î û vir ve ji bo nîşanî jinên hevzayend tê bikaranîn.[6] Piştî derketina peyva gay, jinên hevzayend ji bo xwe jî destpê bikaranîna vê peyvê kirine.
Di îngilîzî de cudahiyek li peyvên homosexual û gay heye. Homosexual piranî taybetiya berpêbûniya kesan dike ango têgînek bijîşkî ye[7][8][9]; gay jî nasnameya kesan dike.[10] Wekî mînak her homosexual ne gay e, lê her gay homosexual e. Di gelek çand û civakan de kesên homosexual tê fedîkar û biçûkxistin û ew kes piranî dibin qûrbanên cudakeriyê. Ji bo rastî tundiya devkî û fizîkî, homofobîyê nebin, berpêbûniya xwe vedişêrin. Lê kesên gay, homosexualbûna/hevzayendîtiya xwe venaşêrin û wekî nasnameyekî eqliyetan diparêzin û pir caran tevlî têkoşînên mafên LGBT dibin an jî derî têkoşîn bin jî ji civaka LGBT tê hesibandin.

Bi kurdî

Bi kurdî piranî wergerên peyva homosexual wekî homoseksûel, hevzayend, hevzayendbaz, hemzayendbaz, hemcinsbaz, havregezbaz, nêrbaz(ji bo mêr), mêbaz (ji bo jin) û herî wekî din ji bo gay hatiye bikaranîn. Li çapemeniyê de bikaranîneke hevpar tuneye. Ji bilî van peyvan ji bo biçûkxistin û pênaskirina mêrên hevzayend gelek peyvên homofobîk hene mîna qûnde, qûnder, qûnek, hîz, ulan, qûnfiroş û gelek caran li hin malperên kurdî tên bikaranîn. [11] Ji bo jinên hevzayend jî wekî peyvên panik û panpanok tên bikaranîn [12]

Dîrok

Berî sedsala 20an ji bo kesên hevzayend têgînek nedihat bikaranîn. [13] Ev rewş van kesan derî ji misogeriya qanûnî dikir. Ji van kesan re li nav xelkê nav û navlêkên cuda dihat bikaranîn û têkiliyên hevzayendî yek ji çalakiyên tawanî, êrîşekî li dijî civak dihat pejirandin û homofobî her tim dihat dilbijîkirin. Piştî şoreşa zayendî ya li salên 1960an de despêkir, pêvajoya pêşketin û daxwazkirina mafên qanûnî ya der heqê ferden hevzayendan re qewimand.

Derûnnasî

Hevzayendîtî, homoseksuelî tevgereke romantîk an jî nêzîkbûneke zayendî di navbera mirovên heman zayendî de ne.
Derûnnasî yek ji beşên zanyarî ye ku yekem car hevzayendî wekî berpêbûniyeke cuda vekolandiye. Li nav nexweşiyan de senifandina hevzayendî û nexweşdîtina geyan ji aliyê seksologên Ewrupayê ve hat çêkirin. Di sala 1886an de seksolog Richard von Krafft-Ebing di pirtûka xwe ya bi navê Psychopathia Sexualisê de çalakiyên zayendî ya bêzêdebûnê bi dawî dibin ku hevzayendî yek ji wan e, di bin beşa rêşaşbûna zayendî de rêzkir. Li gorî wî hevzayendî him ji dayîkbûnê tê û him jî bi dû re tê bûn û bi xelaskirina masturbasyonê û tedawîkirina nevrozê hevzayendî wê ji holê rabe.
Li gorî baweriya Sigmund Freud, hevzayendî di zarokatî de yekgirtina zarok bi dêûbavê re ku bi bandora yê xwediyê dijî zayendê wê/wî, pêkbûye û ew wekî encama lihevxistina geşedana psîkoseksuel pênaskiriye.
Heta di nav sedsalên 20an de modelên patalojîk a hevzayendî standard e.
Daxuyaniya American Psychological Association (Yekîtiya Derûnnasî ya Amerîkan), American Psychiatric Association (Yekîtîya Psîkyatrîk a Amerîkan) û National Association of Social Workersê (Saziya Karkerên Civakî ya Netewî) wanî ye:[14]
“Li ser hevzayendî nêrîna hevpar a beşên tevgerîtî û zanyariyên civakî û derûnnasî ev e ku tevgerên hevzayendî û hestên romantîk a li hemberî hemcinsên mirov, varyasyoneke normal e û erênî ya zayendiyeke mirov in.”
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hevzayendiyê ku di sala 1977an de di ICD-9ê de wekî nexweşiyeke derûnî senifandibû, bi pesendkirina Kongreya Tenduristîyê ya Cîhanê a 43. ve (17 Gulana 1990) ji ICD-10ê derxist.[15][16][17]
Li ICD-10ê berpêbûna zayendî ya egodîstonîkê pê ve kiriye ku ev tê wateya ji sedema xerabûyîtiya tevgerî yan jî derûnî xwestin ku berpêbûna zayendiya xwe an jî nasnameya zayenda xwe biguhere.
Saziya Psîkiyatrî ya Çînê, piştî xebat û lêkolînên 5 sal dewamkiriye, di sala 2001ê de hevzayendî ji senifandina nexweşiyên derûnî derxist.[18]
Daxuyaniya Komela Psîkiyatrên Brîtanyayê wanî ye: “Vekolîn rêdidin ku gey, lezbîyen an jî bîseksuel bûn ahengdarî tenduristiya derûnî ya normal e. Ji ber ku lezbîyen, gey û bîseksuel ji aliyên civak, malbat û heval tên vederkirin û dûrxistin, li nav wan rêjeya pirsgirêkên derûnî bilind derdikeve. Her çiqas komên kevneşopên Amerîkayê îdîa dikin ku ev pirsgirêkên derûnî ji ber hevzayendiyê pêk tê, delîl û îspata wan tune ne.”[19]
Piraniya lezbîyen, gay û bîseksuel, bi heman sedemên(stres, zehmetên pêwendiyê, li hawira kar û civakê gurivîn hwd) heteroseksuelan dixwazin psîkoterapî bistînin.
Girîngiya berpêbûniya zayendiya wan li ser tedaviyê dibe ku pir be, hindik be yan jî qet bandora wê tune be.
Mimkûn e ku lezbîyen, gey û bîseksuel rûbirû bi xetera anti-gay bimînin. Ev tevgerên derûnnas çavkaniya xwe ji agahiyên pirtûkên ku di sedsala 19. Û 20. de hatiye nivîsandin, distîne. Wekî mînak Richard von Krafft-Ebing û Sigmund Freud.

Cudakerî

Cotekî gey
Zorkeriya li dijî hevzayendan ev e ku bi riya devkî an jî fîzîkî tacizkirina mêrên hevzayend an jî jinê hevzayend ji aliyê kesê/a ku heteroseksuel an jî berpêbûniya wê/wî nayê zanîn. Di gelek çandan de cudakerî û pêşbiryarî li hemberî hevzayendan tê dîtin. Her çiqas hevzayendî ji aliyê bijîşkî û psîkolojî, wekî nexweşî yan jî pirsgirêkeke derûnî nayê hesibandin jî, piraniya civakên girtî, hîna jî hevzayendî mîna nexweşiyeke, pisrgirêkeke derûnî yan jî li gorî qeydeyên olî rêşaşî dipejirin û hevzayendan vederdikin. Ji ber hawireke êrîşker û lomeker, bedkariyê fizîkî û bidevkî, redkirina ji alîyê malbat û mirovên din û tecrît/tenêbûnê, rêjeya îhtimala xwekuştin, bendebûna narkotîkê,li dibîstanan xwe li nav pirsgirêkan dîtin û tenêbûna ciwanên gey û lezbîyen mezitirin e.
Li Kurdistana Tirkiyê di sala 2006an de Ahmet Yildiz[20] ku di çapemenîyê de wekî cinayeta namûsê ya yekem tê pênaskirin û di sala 2014an de Roşîn Çîçek[21] ji aliye malbatên xwe ve ji ber ku hevzayend in, hatin kuştin.

Çavkanî

  1. Oxford Dictionary of English 2e, Oxford University Press, 2003, Gotara "Gey"
  2. Oxford Dictionary of English 2e, Oxford University Press, 2003, Gotara "Gey"
  3. Oxford Dictionary of English 2e, Oxford University Press, 2003, Gotara "Gey"
  4. http://www.etymonline.com/index.php?term=gay
  5. Oxford Dictionary of English 2e, Oxford University Press, 2003,
  6. Oxford Dictionary of English 2e, Oxford University Press, 2003
  7. http://www.glaad.org/reference/offensive
  8. http://thenewgay.net/2008/09/gay-adjectives-vs-lesbian-nouns.html
  9. http://americamagazine.org/issue/387/article/church-and-homosexual-priest
  10. http://www.glaad.org/files/MediaReferenceGuide2010.pdf
  11. https://ku.wiktionary.org/wiki/gay
  12. Ferhenga Mezin- Tirkî Kurdî, Zana Farqinî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2000.
  13. Michael Foucault, Cinselliğin Tarihi, KENDİ, Warszawa 2000, s. 45, ISBN 83-07-02771-3
  14. American Psychological Association: Appropriate Therapeutic Responses to Sexual Orientation
  15. http://www.euro.who.int/en/what-we-do/health-topics/communicable-diseases/hivaids/news/news/2011/6/stop-discrimination-against-homosexual-men-and-women |dernivîs=Stop discrimination against homosexual men and women |weşanger=World Health Organisation — Europe |tarîx=2011-05-17 |=2012-03-08}}
  16. {{|url=http://www.ilga.org/news_results.asp?LanguageID=1&FileCategory=50&FileID=546 |sernivîs=The decision of the World Health Organisation 15 years ago constitutes a historic date and powerful symbol for members of the LGBT community |weşanger=ILGA |tarîx=2010-08-24}}
  17. Shoffman, Marc (May 17, 2006), "Homophobic stigma – A community cause", PinkNews.co.uk, retrieved 2007-05-04
  18. The New York Times: Homosexuality Not an Illness, Chinese Say
  19. Royal College of Psychiatrists: Royal College of Psychiatrists response to comments on Nolan Show regarding homosexuality as a mental disorder
  20. http://lgbtnuce.blogspot.com/2015/03/daxuyaniya-hevi-lgbt.html
  21. http://metrosfer.com/doza-rosin-cicek-ci-hate-jinkirin/

Girêdanên derve

Wîkîferheng Wîkîferheng: gey – Wate, Etîmolojî, Hevwate, Werger