New Jersey Rêkê Dide Zewaca Homoseksualan

Dadgeha bilind ya wîlayeta New Jersey, li rojhilata Amerîkayê, radigihîne ku homoseksual dikarin li wê wîlayetê bizewicin.

Dadgeha bilind ragihand ku her li roja Duşemê, 21’ê meha 10 vir ve kesên homoseksual dikarin li New Jersey dişên bizewicin.

New Jersey bû 14-emîn wîlayet li Amerîkayê ku rêkê bide zewaca homoseksualan. 
 
ji VOA

Ciwanên Rojhilat bi tohmeta ‘şeytanperestî’ tên girtin

Grubek ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û çend ciwanên Başûrê Kurdistanê bi tohmeta ‘şeytanperestî’ û ‘hevregezbazî’ ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve li bajarê Kirmanşah hatin girtin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, Artêşa Pasdaran û hêzên ewlekariyê yên Îranê bi ser salonekê de girtin û bi dehan kes binçav kirin û govend digerandin û mey vedixwarin. Ajansa Mehr a Îranê jî îdîa dike ku ew kesên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin ‘şeytanperest’ û ‘hevregezbaz’ bûne.

Li gor medya Îranê, ew ciwanên ku hatine girtin bi hevkariya welatên cîran fikra ‘şeytanperestî’ û ‘hevregezbaziyê’ di nav Kirmanşah û Îranê de belav dikin. Herwiha hat ragehandin ku ji yên hatine girtin çend ciwan ji wan xelkê Başûrê Kurdistanê ne.

Herwiha li gor Ajansa Mehr, çend meh dibe Artêşa Pasdaran çavdêriya çûn û hatina wan ciwanan dike ku di sînorên navbera Kirmanşah û Başûrê Kurdistanê re derbasî nav axa Îranê dibin.

Kirmanşah mezintirîn bajarê Rojhilatê Kurdistanê ye û 5 deriyên wê yên hevbeş ji bo çûn û hatina geştyaran û bazirganî ligel Başûrê Kurdistanê hene. Herwiha yek ji wan bajaran e ku nexweşiya AIDS gelekî lê belav bûye, ji xeynî bikaranîna madeyên hoşber di nav ciwanan de.

ji BasNews