Nelihevî derbarê beșdarvanên festîvala Pride

31.07.2012

Îro festîvala Pride li Stockholmê dest pê dike, ev cara panzdehmîne ku festîval li dar dikeve, festîvalek bo tolerans û tehemûleke bêhtir bo kesên hbt, ango yên homoseksuel, biseksuel û transseksuelan.
Lê hîna berîya ev festîval dest pê bike șîroveyeke germ derbarê sînorên siyasî bo vê festîvalê di ragihandinan de li dar ket.
Nelihevîya derbarê bê kî dikare tevlî vê festîvalê bibe mezin bûye û yên ҁalakvan li dij, wekî nimûne beșdarbûna polîs, dezgeha koҁê û hêza parastinê  derketine. Cattis Laska, ҁalakvan e di tora Ofog de ya dij milîtanîyê ango șervanîyê ye.

-Hêza parastinê û milîtanîzm li dijî civakeke vekirî xebat dikin, civakek mirov karin tê de ji kesê ew bixwazin hez bikin, tê de ew kes bin yên ew dixwazin bin. Beșdarbûna hêza parastinê, försvarsmakten di Pride de dihêle ku kesên ku ji șer revîyane, kesên zordestîya leșkerî dîtine li derveyê wê bimînin. Ew nikarin di xwenîșandan ango merasîmên Prideke bi vî awayî, tê de kesên bi cilên leșkerî beșar dibin xwe ewle û piștrast his bikin. Di van salên dawî grûpên karî yên cuda beșdarî merasîma Pride bûne, bi cilên xwe yên karî, tenê bo ku nîșan bidin ku kesên hbt di wî karî de, yê wekî din ev meyilên cinsî qebûl nedikir êdî qebûl kirî ye.
Berîya ҁar salan hêza parastinê birîyar da ku beșdarî merasîmê bibin û ji ber ku Pride bi awayekî siyasî nabînin, bi wan durist e cilên leșkerî li xwe bikin. Lê di merasîma Pride ya sala par de, ҁalakvanên ji rêxistina dijșervanîyê Ofog dora grûpa ji hêza parastinê girtin û plakat û afîșên xwe li pișt kesên bi cilê leșkerî bilind kirin, bi nîvîsandinên mîna: ”ez wekî leșkerên ne hbt karim mirovan bikujim” û ”karê min kuștin e”.
Johan Hamnegård, serokê rêxistina Hof e, kesên homo-, bi û transeksuel di hêza parastinê de, dibêje ku ew kesên sala par zerer li wan bû zêde pê êșîyan:
-Bêguman wan hest kir ku ji nîșkave êrîșî wan bû û ku kesayetîya wan bin pê bû. Wekî ez têgihiștin gelek ji wan ji dil pê êșîyan.
Șefê festîvalê  ya Stockholm Pride, Alf Kjeller dibêje ku festîval meydaneke bo guftûgo û șîrove kirinê, ya tê de ne herkes lihevin, lê durist e ku dîtinên mirovan ne wekî hev bin. Li gor Kjellen her kes bi bî û bawerîyên hizra Pride re ne karin beșdarî merasîma wê, ango parada wê bibin lê eger rêzê bo beșdarvanên din re bigirin.
-Pride bi xwe siyasî ye. Hertiștê mirov dike bi awyekî ji awayan siyasî ye. Ya em dikin ew ku em șîroveyên siyasî yên cuda ji alîyên cuda yên civakî mumkin dikin û her weha ji alîyên cuda yên civaka hbt jî. Em vê yekê dikin bi rêya rêvekirinê bo moderatên vekirî ta ҁepên vekirî jî, her kes kare beșdar bibe. Û li vê derê dîtin û nerînên cuda karin bên șîrove kirin. Kjellen dibêje bi vî awayî li Pride bi ҁavekî siyasî tên nerîn.
Pride ne tenê li Stockholmê li dar dikeve. Li gelek deverên din yên Swêdê festîvalên din yên Pride û yên kesên hbt tên li dar xistin. Li gelek ji van festîvalan eșkere nelihevîya derbarê beșdarvanan diyar bûye. Di wan de êrîș li grûpên cuda ji dezgeh û partîyên rexnekirî bûye.
Cattis Laska ji Ofog dibêje ku rexnekirin wan berîya hertiștî hember hêza parastinê wekî dezgeh e û ne hember kesên taybet yên beșdarî merasîma Pride dibin:
-Ev ne derbarê kesên taybetî ji dezgehên cuda ye yên mafê mirovan bin pê dikin, ne derbarê beșdarbûna kesên taybetî ye di Pride de, lê derbarê ku bo van dezgehan reklamek dibe û wekî nimûne bi vî awayî leșkerên bêhtir peyda bikin. Eger bi cilên sîvîl bana dê bo me nexm bûya.
Șefê festival Alf Kjeller her vedigere xala serekî, ku Pride meydaneke bo dîtin û nerînên cuda. Pridek tene tune ye li gor wî, her kesek û Prideke xwe heye û xweșîya wê jî ew e. 45 000 kes di merasîma Pride de beșdar dibin. Prideke șaș yan durist tune ye.

jî Radyoya Swêdê

Festîvala Pride dest pê dike

 30.07.2012

Sibê festîvala bi navê Pride ya bi mebesta balkişandina ser mafê kesên HBT (homoseksuel, biseksuel û transseksuel) dest pê dike. Ev sala panzdehan e ku festîval tê lidarxistin û amadekar radigihînin ku ew li bendê ne 45 000 kes îsal beşdarî festîvalê bibin.

Xwepêşandana mezin ya Pride ku ji Humlegården dimeşin Tantolunden, di 4ê tebaxê de ye. Heman rojê gelek rêxistinên rastgir yên dijî misilmanan li Stockholmê li hev dicivin û loma polîs tedbîrên ewlekarîyê zêde dike.

jî Radyoya Swêdê