Bajarên piçuk jî dixazin festîvala Pride tertîb bikin

24.05.2013

Festîvala pride her diçe mezin dibe. Di naha ve Söderhamn, Västeros û Jönköping bajarên dixazin festîvalê tertîb bikin.
Festîvala Pride ya yekemîn di sala 1998 de li Stockholmê hat li darxistin. Ew dem eva festîvala ji bo ku li ser pirsgirekên yên homoseksuel bal bîne kişandin derketibû.

Di demeke kurt de li bajarên mezin yên din jî wek Malmö û Göteborg e jî festîval hat tertîb kirin.

Naha bajarên piçuk jî dixazin vê festîvalê li darxin. Sala berê Visby, Örebro û Lule bûn û isal jî wek me got 3 bajarên din derketine.

ji Radyoya Swêdê

Endamê AKP: Hevzayendî nexweşî ye!

23.05.2013

Di beşa “Maf û Azadiyên Sereke” ya makeqanûna nû de”, AKP’yî bi hincetên sosret li hemberî daxwaza BDP’ê ya ji bo têgîna “Nasnameya Zanyendî” ya di çarçoveya “Wekheviyê” de îtîraz dikin.

Komîsyona Nivîsandina Makeqanûnê, di bin serokatiya Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder de kom bûn, lê ji ber lihevnekirina li ser 3’yemîn madeya “nasnameya zayendî” ya bi sernavê “Wekhev”, nehat derbaskirin.

BDP’ê xwest ku mafên hevzayendan di makeqanûnê de bên mîsogerkirin û bikevin bin ewlehiyê. Lê AKP’ê bi hinceta ne li gorî exlaqê giştî ye, li dijî parastina nifşê mirovan û red kir.

Endamek AKP’yî yên komîsyonê diyar kir ku ger zarokên wan nexweş bin, bila bijin “doktor”. Onderê BDP’yî got; “Ev ne nexweşî ye, hemû cîhan dizane.” CHP’ê jî di vê mijarê de piştgirî da pêşniyara BDP’ê.

ji ANF

Kamaraya Avam zewaca hevzayendê erê kir

22.05.2013

Li Îngîlîstanê pêşnûmeya qanûnê ya der barê zewaca kesên hevzayend de di bin Kamaraya Avam yê baskê binî yê parlamentoyê de derbas bû. Pêşnûme îro (çarşemî) dê li yekinieya bilind Karamaya Lordan bê nîqaşkirin.
Qanûna ku ji aliyê Serokwezîr Davîd Cameron yê Partiya Muhafazakar ya Dehilatdare (Torîes) piştgirî dî lê di nava partiyê re rastî bertekan hat, bi dengên parlamenterên Partiya Karker û Demokratê Lîberal yê hevkarê koalîasyonê re hat qebûlkirin. 366 nûnerî dengê erê bikaranîn û 161 kesî jî red kir.
Di dengdanê de 133 kesî ji partiya dehilatdar Torîes, 15 heb ji Labour, 4 ji lîberal û 9 jî ji rastgir û serbixweyan bi dengê xwe red kir.  Davîd Jone ku denga red bikaranîn diyar kir ku wezîrê hawirdorê Owen Peterson û nêzî 10 sekreterên dewletê jî dengên red bikaranîne. Di nîqaşên dur ojên dawî de bertekên tund yên aliyê muhafazakar yê partiya Camoron û pêşnûmeya guherîn yê ku qanûnî bloqe bike rojevên sereke bû.
Ger qanûna nû di Kamara Lordan de bê qebûlirin, dê ji bo Îngîlîstan û Galler derbasdar be û Îskoçya û Îrlanya Bakur girêdayê vê nînin.
Piştî dengdanê serowezîr Davîd Cameron axivî û  diyar kir ku hêviya wî eve ku di demeke nû de bibe qanûn û di roja yekema pêş de yekemîn mehrê bibirin.

ji ANF

Holland:Yesaya zewaca hevzayend erê kir

 18.05.2013

Li Fransayê qanûna der barê zewaca hevzayendî de ku rê li ber xwepêşendanên protestoyî û nîqaşên mezin vekir, ji aliyê serokomar Françoîs Hollande ve hat erêkirin û di rojnameya fermî de jî hate weşandin.

Di parlamentoyê de li ser qanûnê 4 mehan bê navber gotebêj  hatin meşandin û li seranserê welat li kolanan, kesên alîgirê kanûnê û  yên li dijî qanûnê ne xwepêşendanên mezin pêk anîn. Herî dawî kanûn roja înê li Dadgeha Makeqanûnê hat erêkirin.

Qanûna  ji aliyê Serokomar Françoîs ve hat erêkirin îro di rojnameya fermî de hate weşandin. Wezîrê Dadê Chrîstîne Taubîra di dawiya nîsanê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku zewacên destpêkê  yên hevzayendî dê di hezîranê de destpê bikin.

Alaîn Vîdalîes ku berpisryarê têkiliyên der barê parlamentoyê de ye, destnîşan kir ku zewacên hevzayendî dê beriya  1’ê tîrmehê destpê bike.(ANF)

ji PUKmedia

Li Fransayê qanûna zewaca hevzayend hat erêkirin

18.05.2013

Li Fransayê qanûna der barê zewaca hevzayendî de ku rê li ber xwepêşendanên protestoyî û nîqaşên mezin vekir, ji aliyê serokomar Françoîs Hollande ve hat erêkirin û di rojnameya fermî de jî hat weşandin.
Di parlamentoyê de li ser qanûnê 4 mehan bê navber nîqaş hatin meşandin û li seranserê welat li kolanan, kesên alîgirê kanûnê û  yên li dijî qanûnê xwepêşendanên mezin pêk anîn. Herî dawî kanûn roja înê li Dadgehama Makeqanûnê hat erêkirin.
Qanûna  ji aliyê Serokomar Françoîs ve hat erêkirin îro di rojnameya fermî de hate weşandin. Wezîrê Dadê Chrîstîne Taubîra di dawiya nîsanê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku zewacên destpêkê  yên hevzayendî dê di hezîranê de destpê bikin.
Alaîn Vîdalîes ku têkiliyên der barê parlamentoyê berpisryare destnîşan kir ku zewacên hevzayendî dê beriya  1’ê tîrmehê destpê bike.

ji ANF

Kesên homoseksuel di Evrupayê de tên cuda kirin

 17.05.2013

Nivê wan kesên ku di Evrupayê de homoseksuelin, yan tên ji cuda kirin, yan jî aciz kirin. Di vî warî de Swêd li gor welatên din baştir e. Lê Hollanda yê herî baş e.

Eva tesbîta li gor lêkolîneke berfireh ku ji alîyê buroya Evrupayê ya mafê merivan yên bingehî ve, hatîye çê kirin.

Ji welatên yekîtiya Evrupayê û herwaha Xirvatîstanê 93 000 kesên homoseksuel, yên di ser salên 18 an de, beşdarî vê lêkolînê bûne.

Lêkolîn ku bi rîya înternetê wek anketekî hatîye çêkirin, nikare fikreke sedî sed bê şik bide.

Lê Buro dîsa jî bal dikişine ser û dibêje di vî warî da ev lêkolîna ya herî berfireh e.

ji Radyoya Swêdê